HEVPEYVÎN - Rêveberê SOHRê: Bila Amerîka bibêje hêzên dagîrkariya Tirkiyê û grûpên alîgirên wê ji Efrînê derkevin

18-10-2022
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Amerîka Cebhet el-Nusre Tirkiye Ramî Ebdulrehman
A+ A-

Rêveberê Giştî yê Rewangeha Mêfê Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re got “Eger Amerîka bixwaze bibêje divê Bereya Nusre ji Efrînê derkeve, em ji Amerîka re dibêjin, bila daxuyaniyek ji Amerîka derkeve ku, divê hêzên dagîrkariya Tirkiye ji Efrînê derkevin û divê grûpên alîgirên Tirkiyê jî derkevin û Efrîn ji xelkên xwe re vegere, ku ti hêza wan li Efrînê nîne, lê belê, tenê ew li jêr dagîakariya hêzên Tirkiyê ne û li jêr tawankariyên grûpên alîgirên Tirkiyê ne.”

Heyet Tehrîr el-Şam HTŞ berî çend rojan navenda bajarê Efrînê û piraniya wê herêmê kontrol kir û çekdarên grûpên Cebhet el-Şamiye û Feyleqa Sêyem ji bajêr vekişiyan.

Ramî Ebdulrehman sedema ku Cebhet El-Nusre ket Efrînê wiha tîne ziman “Bereya Nusre bi vê lezê derbasî nav Efrînê bû, ji ber ku grûpên li Efrînê hene, tenê grûpên şerker in û emîrên şer in, armancên wan nîn in ji bo li Efrînê bimînin, ji ber ku ew ne navçeya wan e. Di civînekê di navbera serkirdayetia Nusre û Istixbarata Navxwe ya Tirkiyê (MIT) de, li Idlibê çê bû, û ji wan hate xwestin derbasî naveçeya Efrînê û Mertala Ferat bibin, ji bo rewşa ewlehî û karûbarên rêbendan, herwiha karûbarên rêveberî û darayî, li Efrînê, di dest xwe de bigirin.”

Rêveberê Giştî yê SOHRê da zanîn ku Istixbarata Tirkiyê jî, hevdîtinên wê yên heftane ligel serkirdayetiya Bereya Nusra hene û ragihand “Hêzên Tirkî dizanin ku ew 26 grûpên ku li navçeya Mertala Ferat û Çiqlê Zeytûnê hene, nikarin daxwazên hêzên Tirkiyê bicih bînin, ji bo pêkanîna operasyoneke berfireh li dijî HSDê, ne jî dikarin, ewlhiyê li van navçeyên di destê Tirkiyê de, kontrol bikin”

Rêveberê Giştî yê Rewangeha Mêfê Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman di hevpeyvînekê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rûdaw: Dem baş hûn bixêr hatin. Di destpêkê de min hez kir vê yekê bizanibim, çima hewqas zû û bê şerekî mezin Cebhet El-Nusre dest danî ser Efrînê û grûpên din ên çekdar jê derxistin?

Ramî Ebdulrehman: Belê, helbet, di destpêkê de êvar baş. Bereya Nusre bi vê lezê derbasî nav Efrînê bû, ji ber ku grûpên li Efrînê hene, tenê grûpên şerker in û emîrên şer in, armancên wan nîn in ji bo li Efrînê bimînin, ji ber ku ew ne navçeya wan e. Ew hejmarek ji grûpên kirêgirtî ne, vê navçeyê dagîr dikin û zordariyê li xelkên wê dikin. Bereya Nusre ji van grûpên li Efrînê hene, bihêztir e. Hinekan ji wan li ber xwe da û hinek jê herifîn, bi sedema hêza agirîn a Desteya Tehrîr el-Şam yan Bereya Nusre ku, tenê navê wê, hinekna ditirsîne ku niha li Efrînê ne. Bila em bibêjin: Çima Nusre derbasî Efrînê bû?

Rûdaw: Çima çû Efrîne?

Ramî Ebdulrehman: Belê, derbas bû. Zanyariyên tekez li cem Rewangehê hene ku, li civînekê di navbera serkirdayetia Nusre û Istixbarata Navxwe ya Tirkiyê (MIT) de, li Idlibê çê bû, û ji wan hate xwestin derbasî naveçeya Efrînê û Mertala Ferat bibin, ji bo rewşa ewlehî û karûbarên rêbendan, herwiha karûbarên rêveberî û darayî, li Efrînê, di dest xwe de bigirin, bi sedema neserkeftina 26 grûpên alîgirên Tirkiyê û belavbûna madeyên hişbir û belavbûna bêserûberiya ewlehî û şer û pevçpûnên navxweyî di navbera van grûpan de. Di gaveke din de jî, ji bo ku Bereya Nusre, li hêlên rûbirûbûnê be, li beramber Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li Minbic û Til Rifeet û bê gotin ku, ti pêwendiya vê proseyê bi Tirkiyê re nîne, lê belê prose ji van grûpan e ku, li wê navçeyê ne û wan xwest wê navçeyê rizgar bikin.

Rûdaw: Baş e, ez wisa ji te fêm dikim ku Cebhet El-Nusre bi destê Tirkiyê ketiye Efrînê. Yek, armanca Tirkiyê çi ye? Duyem, Cebhet El-Nusre ji aliyê Tirkiyê ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin. Çewa Tirkiye piştgiriya rêxistineke terorîst a weke Cebhet El-Nusre dike?

Ramî Ebdulrehman: Belê, ew hatiye polênkirin ku ew terorîst e, lê dema hêzên Tirkî bi rêya Lîwaa Iskenderûn derbasî Sûriyê dibin, bi serperiştiya Bereya Nusre derbas dibin. Istixbarata Tirkiyê jî, hevdîtinên wê yên heftane ligel serkirdayetiya Bereya Nusra hene. Hêzên Tirkî dizanin ku ew 26 grûpên ku li navçeya Mertala Ferat û Çiqlê Zeytûnê hene, nikarin daxwazên hêzên Tirkiyê bicih bînin, ji bo pêkanîna operasyoneke berfireh li dijî HSDê, ne jî dikarin, ewlhiyê li van navçeyên di destê Tirkiyê de, kontrol bikin, belge li ser vê yekê jî ew e ku, şeş sal di ser Mertala Ferat re derbas bûn, ango el-Bab, Cerablus û van navçeyan, lê bêserûberiya ewlehî bi awayekî gelekî mezin heye, madeyên hişbir û hemû  xirabiyên ku li wê navçeyê hene. Bêhtir ji çar salan di ser dagîrkirina Efrînê re, derbas bûn, wiha jî, em rewşên mezin ên bêserûberiya ewlehî li wê derê, dibînin. Tenê di meha bûrî de, me nêzîka 100 keysên girtin û revandinê, li navçeyên li jêr destê grûpên ser bi Tirkiyê, belge kirin, ango, Bereya Nusre dikare wan navçeyan bêhtir ji grûpên ser bi Tirkiyê, kontrol bike, lewma jî, tevî ku Bereya Nusre di lîsteya terorê de ye, lê Tirkiyê bi awayekî neragihndî, sûd jê dît ji bo destdanîna ser navçeyên Çiqlê Zeytûnê û Mertala Ferat.

Rûdaw: Baş e, ew grûpên çekdar ên ku ji Efrîne derketine, piraniya wan grûpan di nav artêşa niştimanî ya Sûriyê de cih digrin yanî beşek in ji opozîsyona hêzên Sûriyê, çarenivîsa wan çiyê, ew dê biçin kuderê?

Ramî Ebdulrehman: Opozisyona Sûrî, gotineke berfireh e, dema tu behsa kesekî weke Ebû Emşa dikî, weke mînak, ligel rêza min ji hemû şofêrên traktoran re, û gelek ji xelkên Efîrnê şofêrên traktoran in, Ebû Emşa şofêrê traktorê bû, hate anîn ji bo bibe fermandarê Firqeya Silêman Şah û efserên bi pileya kolonêl li jêr fermandariya wî ne. Çarenivîsa van di destê bikarhênerên wan ên Tirk de ye. Dema Tirki ji wan re bibêjin rola we nema, êdî rola wan namîne, ji ber ku wan gelek pere wergirtine. Lê derbarê endaman, dibe ku endamên wan grûpan, têkevin nav hêzeke yekbûyî de, li bakurê Sûriyê, lê gelo Desteya Tehrîr el-Şam wê bipejirîne, ligel wan grûpên din bibe hêzeke yekbûyî?! Ez bawer dikim ev yek li istixbarata Tirkî vedigere. Eger bikaribin Civaka Navdewletî bigihînin wê baweriyê ku, Desteya Tehrîr el-Şam, ji Bereya Nusre û Rêxistina Qaîdeyê, cuda bûye, û dikare li ber Civaka Navdewletî propagandayê jê re bike ku, hêzeke şerker e dijber e, dikare di paşerojê de, ligel Beşar Esed têkeve danûstandinê.

Rûdaw: Baş e, di van çend rojan de eşkere bû ku Tirkiyê piştgiriya xwe ji wan grûpên çekdar li Efrînê û deverên din kişand, êdî weke berê piştgiriya wan nake, rê da Cebhet El-Nusre ku deverên di bin destê wan grûpan de bixe bin destê xwe. Ev îşaret e ku Tirkiye dixwaze ji opozîsyonê re bibêje îhtîmaleke mezin e êdî ez piştgiriya we nekim di dema pêş de?

Ramî Ebdulrehman: Na, Tirkiye bi xwe piştgiriya wan dike, piştgiriya wan dike, lê bi awayekî serbazî piştgiriya wan nekir, ji ber ku, weke min got, Istixbarata Tirkî, ji Rewangehê bêhtir dizane ku, ev navçe navçeyine bêserûberiya ewlehî ne. Dema em îro behsa navçeyê dikin, weke Efrîna dagîrkirî, ez bi awayekî rojane ligel xelkên Efrînê di pêwendiyê de me, serbarî çalakvanên Rewngehê ku li wê navçeyê hene. Bi awayekî rojane binpêkariyên mezin di derheqê xelkên Efrînê de, ji aliyê van kirêigrtiyan yan grûpan ve, têne kirin. Tirkiye dizane ku di dawiyê de, nikare barê berpirsiyariya van grûpan li ber Civaka Navdewletî hilgire, lewma wê xwest ku van grûpan kontrol bike, û ji wan re nîşan bide ku êdî we gelek zêdegavî kiriye, êdî aniha divê hûn vegerin qebareya xwe ya sereke. Dema mirov behsa kargeêhn madeyên hişbir dike, li Efrînê, kargeha madeyên hişbir heye. Li el-Bab kargeha madeyên hişbir heye. Li gundewarê bakurê rojhilatê Helebê, li nêzîka Cerablusê kargeha madeyên hişbir heye. Gelo Tirkiye dikare li ber Civaka Navdewletî bibêje ku beşek ji madeyên hişbir ku têne hinardekirin bo Ewropayê ji berhmeên navçeyên dagîrkirî ne ji liyê Tirkiyê ve?! ew nikare vê ber yekê hilgire. Herwiha DAIŞî. Li Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, gelek navên DAIŞiyan hene, li nav grûppên alîgirên Tirkiyê hene. Grûpa Hemze yan jî Hemzat tenê, 49 navên DAIŞiyan li cem me hene, ji Tedmur û gundewarê rojhilatê Hemayê, li nav vê grûpên ne.

Rûdaw: Îro daxuyaniyeke Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê xwend, dibêje “Cebhet El-Nusre rêxistineke terorîst e û divê zû ji Efrînê derkeve.” Hûn vê yekê çewa dibînin?

Ramî Ebdulrehman: Wê negotiye Efrîn. Ew behsa navçeyên di destê wê de dike, di nav de jî, Efrîn. Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka, bi rêya balyozxaneya Amerîkî diyar kir ku tirs hebû Bereya Nusre derbasê gundewarê bakurê rojhilatê Helebê bibe. Li gundewarê bakurê Helebê, hin kes hene ku pêwendiya wan a baş ligel ew a naskirî bi balyozxanyea Amerîkî li Sûriyê, heye. Wan daxuyanî ji wan re şandin ku em ji hatina Bereya Nusre, li ser jiyana xwe ditirsin, herwiha wan rêbend li pêş hatina Bereya Nusre danîn ji bo nehêlin derbas bibe. Lewma ez dibêjim, eger Amerîka bixwaze bibêje divê Bereya Nusre ji Efrînê derkeve, em ji Amerîka re dibêjin, bila daxuyaniyek ji Amerîka derkeve ku, divê hêzên dagîrkariya Tirkiye ji Efrînê derkevin û divê grûpên alîgirên Tirkiyê jî derkevin û Efrîn ji xelkên xwe re vegere, ku ti hêza wan li Efrînê nîne, lê belê, tenê ew li jêr dagîakariya hêzên Tirkiyê ne û li jêr tawankariyên grûpên alîgirên Tirkiyê ne.

Rûdaw: Dixwazim pirsa dawî bikim. Min bihîst ku cemaetên Hemzat û Emşat we bi kuştinê tehdîd kirine. Ev tehdît çiqas rast e?

Ramî Ebdulrehman: Gerlek in. Em guh nadin, ne Hemzat û ne Emşat û ne Sultan Murad. 26 grûp. 26 mitrib. 26 Şebbîh. Em ji Beşar Esed û DAIŞ netirsiyan, êdî çawa em ê ji Emşat û Hemzat û Hemzat û Lemzat bitirsin?! Em ji van hemû grûpan natirsin. Em ji bo mafên mirovan kar dikin û em mirinê li ber çavên xwe datînin, lewma em ji van tevan natirsin.

Rûdaw: Jiyana te ne di xeterê de ye li Brîtanyayê?

Ramî Ebdulrehman: Jiyan di destê Xwedê de ye.  Ne di destê min de ye û ne di destên kesên din de ye. Dema Xwedê bixwaze wê em ê ji vê jiyanê bar bikin.

Rûdaw: Gelek spas.

Ramî Ebdulrehman: Spas, spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst