Sekreterê Partiya Vatan bo Rûdawê: Li ser daxwaza Şamê em dê bi Beşar Esed re bicivin

18-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dogu Perinçek Ozgur Bursalî Sûriye Beşar Esed Tirkiye Partiya Vatan ​Van
A+ A-

Kosar Osman

Piştî ku Partiya Vatanê ragihand ku dê di demeke nêzîk de serokê wê Dogu Perinçek bi mebesta civîna li gel Serokê Sûriyê Beşar Esed, serokatiya şandekê bike û ber bi Şamê bikeve rê, Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursalî re kir.

Sekreterê Partiya vatanê behsa pêşxistina peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û got "Pêşketin û xurtbûna peywendiyên di navbera Tirkiye û hikûmeta herêmî ya Kurdên Iraqê de gelek girîng û watedar e."

Di axaftina xwe de sekreterê wê partiya Tirkiyê qala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: "Birêz Nêçîrvan Barzanî mirovekî birûmet e û serokekî giranbiha ye, xasma di vê dema dawî de hemahengiya wî ligel welatên navçeyê û helwesta ku li hember şerê hevbeş li dijî terorê nîşan da pir girîng bûn."

Li ser Sûriyê jî, Ozgur Bursalî destkeftên hemahengiya Tirkiye û Sûriyê giring bi nav kir û dibêje "Hemahengiya Tirkiye û Sûriyê PKK/PYDê neçar dike ku ala spî bilind bikin. Di demekê de ku hêzeke Amerîkayê li deverê ne û eskerên Amerîkayê ne."

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê bi Sekreterê Partiya Vatanê Ozgur Bursalî re:

Kosar Osman: Partiya Vatanê ragihand ku demek bû hevdîtina Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek di rojevê de bû. Gelo di vê demê de çi dihat gengeşekirin? Gelo ji dûr ve hevdîtinên berdewam ên partiya we li Şamê hebûn?

Ozgur Bursalî: Têkiliyên Partiya Vatamê bi dewleta Sûriyê û partiyên Beisê re xwedî bingeheke xurt a dostaniyê ne û dîroka wan vedigere salên dirêj e. Berê jî sala 2015an serokê me yê giştî birêz Dogu Perînçek serdana Sûriyê kir û bi serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed re civiyabû. Her wisa şandên ciwanan û partiya me bi giştî, gelek caran serdana Şamê kirine û li wir hevdîtin û civînên curbicur li dar xistine. Her wisa me ji dûr ve û bi rêya telefonê gotûbêjên girîng bi berpirsên Sûriyê re pêk anîn. Xasma piştî 2011 û piştî destwerdana Amerîka li Sûriyê, me wek Partiya Vatanê  ragihand ku ew destwerdaneke emperyalîst e û armanca wê veguhastina çavkaniyên enerjiyê ye bi rêya Deryaya Navîn, ya herî girîng jî avakirina Îsraîla duyemîn li bakurê Sûriyê ye. Me qala wê yekê jî kir ku Amerîka gavan diavêje da Tirkiye jî mîna Sûriyê parçe bike. Me tekezî li ser serweriya xaka Sûriyê kir ku serweriya xaka Tirkiyeyê ye û gelên her du aliyan bira ne. Me hertim digot, her du welat û xelk jî li dijî gefên emperyalîzmê wê hev hembêz bikin. Me di hevdîtinên xwe yên li gel dewleta Sûriyê de jî hertim behsa van hewldanan dikir.

Rûdaw: We behs kir ku Sûriye baweriya xwe bi Partiya Vatanê tîne? Gelo ew taybetmendî çi ye ku nêrîneke wiha ji Şamê re afirandiye?

Ozgur Bursalî: Bê guman dema 55 salan e Partiya Vatanê li Tirkiyê siyasetê dike. Partiya me bi serokatiya serokê me yê giştî Dogu Perînçek li ser hêla dijî-emperyalîst ji bo piştgiriya xelkê siyasetê dike. Hevdem partiyeke siyasî ya pirreng û bibandor a wisa ye li dijî zextên Amerîkayê li ser cîhanê, xasma li ser welatên cîran radiweste û piştgiriya gelên zulmlêkirî dike. Partiya me di heyama 50 salî de gelek karên girîng pêk anîn ku bûne rojeva siyaseta cîhanê. Ne tenê bi Sûriyê re, lê belê bi Îran, Iraq û Rûsyayê re, li Asya Navîn û komarên Tirk heta bigihe Çînê, tew bi welatên nûpêşketî yên Amerîkaya Başûr re jî, giranî û pêwendiyeke bingehîn û tekûz a Partiya Vatanê heye. Dewleta Sûriyê ji ber van taybetiyan baweriya xwe bi serokê me yê giştî Dogu Perînçek tîne. Partiya Vatanê jî baweriya xwe bi birêz Beşar Esed û dewleta Sûriyê heye.

Rûdaw: Kîjan dezgeha hikûmeta Sûriyê dawetname ji Partiya Vatanê re şandiye? Gelo li ser asta bilind Dogu Perînçek hatiye vexwendin? Wekî din jî, dê di şandê de endamên partiyên din jî cih bigirin?

Ozgur Bursalî: Demeke dirêj e hikûmeta Sûriyê bi îsrar partiya me vedixwîne. Ez dikarim bibêjim ku ev vexwendin jî ji asta herî bilind a dewleta Sûriyê ji partiya me re hatiye. Şanda me dê di bin serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek de be. Her wisa yek ji serkirdên partiya me Edhem Sancak dê li gel şandê be. Hin berpirsên partiya me dê di şandê de bin. Hevdem ji derveyî partiya me çend kesayetên ku nûnertiya xelkê dikin dê bi şanda me re serdana Şamê bikin. Em ê di çend rojên pêş de lîsta şandê û roja serdanê eşkere bikin.

Rûdaw: Ger tu manşêtekê ji vê serdana Dogu Perînçek bo Şamê re deynî, tu yê çi hilbijêrî? Gelo sernavê [Têkiliyên Sûriye-Tirkiyê] mijarê têr dike?

Ozgur Bursalî: Civîn bi armanca xurtkirina hemahengî û peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de di hemû aliyan de ne, berî her tiştî aliyên leşkerî û aborî. Têkoşîna hevpar li dijî rêxistinên terorîst ên PKK, PYD û hemû rêxistinên terorîst ên din, her wisa serweriya axa Sûriyê û afirandina şert û mercên vegera penaberên mêvan ên ji Tirkiyê bi silametî bo welatê xwe dê mijarên sereke yên civînan bin. Helbet em sûd û destkeftên hemahengiya navbera Tirkiye û Sûriyê girîng dibînin û em ê li ser wan gotûbêjan bikin. Hemahengiya Tirkiye û Sûriyê PKK/PYDê neçar dike ku ala spî bilind bikin. Di demekê de ku ew hêzeke Amerîka ne li deverê û leşkerên Amerîka ne. Sûriyê gelek caran ragihandiye ku îradeya wê ya şerkirina li hember PYDê heye. Bi ji holêrakirina van rêxistinên terorîst, wê serweriya xaka Sûriyê pêk were û penaber jî vegerin welat, mal, zevî, bazar û dikanên xwe û bi silametî bi nas û xizmên xwe re şa bibin. Hevdem li rojhilatê Deryaya Spî Amerîka gefê li tevahiya deverê dixwe. Hemahengiya Tirkiye û Sûriyê di vê eniyê de jî; ango li rojhilatê Derya Spî bi radeyekê girîng e ku dibe sedema xurtkirina çeperên me li wir û bidestxistina mafên me. Ango dê hemahengiya van her du welatan hevkêşeya cîhanê biguhere. Her wiha dê ji bo welatên deverê bibe çavkaniya ewlehiyê. Ji Başûrê Asyayê bigire, eger li dijî gefên Amerîkayê destê me di nav destê hev de be, di berjewendiya me hemûyan de ye, ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Deryaya Reş heta Deryaya Egeyê ji wir jî heta bakurê Sûriyê, bi wan dehên baregehên leşkerî ku ava kirine, gefê li serxwebûn û serweriya axa Tirkiyê û welatên navçeyê dixwe.

Rûdaw: Gelo ev civîna ku biryar e li Şamê were sazkirin, hemahengiya Partiya Vatan û AK Partiyê ye? Yan jî pêngava yekalî ya Partiya Vatanê ye? Ji bilî AK Partiyê, haya partiyên din ên opozisyonê ji vê pêngavê hebû? Gelo Partiya Vatanê dikare wek navbeynkar di navbera Enqere û Şamê de bê dîtin? Yan wek aliyê Tirkiyê tê dîtin?

Ozgur Bursalî: Partiya Vatanê bi awayekî serbixwe û li ser vexwendina dewleta vê serdanê dike. Tu têkiliya vê bi AK Partiyê re nîne. Partiya Vatanê ne navbeynkar e. Lê di çerçoveya berpirsiyariya xwe de û li gor polîtîka û programên xwe li ser dahatûya Tirkiye diçe Sûrîyê. Tu erkekê wê yê navbeynkariyê nîne. Bê guman haya dewleta Tirkiyê ji vê serdanê heye û tiştekî normal e ku xebera wê jê hebe. Bê guman ev serdan ji bo hemahengî û xurtbûna peywendiyên her du aliyan sûdmend e. Partiya Vatanê berê di dema ketina balafira rûsî de, têkiliyên Rûsya-Tirkiyê ji nû ve ava kir. Her wisa hewlên cidî dan ji bo berdewambûna têkiliyên Komara Çîn û Îranê bi Tirkiyê re bi awayekî saxlem. Niha ev serdana Sûriyê dê ji bo welatê me û her du welatan encamên erênî bide.   

Rûdaw: Komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê ku bi navê OSO tên naskirin, ji vê rewşê dilgiran in û bertekên wan jî diyar in. Gelo dê di wan hevdîtinan de behsa çarenûsa wan komên çekdar were kirin?

Ozgur Bursalî: Têkildarî OSO jî, bê guman li Sûriyê yek hikûmet heye ku ew jî hikûmeta Beşar Esed e ku hikûmeta gel e û rewa ye. Belê bihevrebûna Tirkiyê bi OSO (Artêşa Azad a Sûriyê) re heye. OSO ligel Tirkiyê li dijî PKK û DAIŞê şer kiriye. Hevdem li dijî Amerîka şer kiriye, lê di vê xalê de ku em gihiştinê, xasma di qonaxa bê, li hemahengiya her du welatan û paqijkirina deverê ji terorê, divê hêzên OSO bi sîstema dewleta Sûriyê re bibin yek û beşdarî qonaxa parastina serweriya Sûriyê bibin. Prose bi vî rengî dîzayn dibe.

Rûdaw: Gelo helwest û rola Rûsyayê di vê hevdîtina navbera Dogu Perînçek û berpirsên Sûriyê de çi ye?

Ozgur Bursalî: Rûsya li ser asta cîhan û deverê jî xwedî pêgeheke yekalîker e. Şandên partiya me berdewam bi Rûsyayê re jî dicivin. Herî dawî jî di 28 û 29ê tîrmehê de şandeke partiya me li Moskovayê bi berpirsên Rûsyayê re hevdîtin pêk anî. Bê guman gefên li ser Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê ji heman çavkaniyê tên ku ew jî Amerîka ye. Îcar welatên ku ji xaleke hevpar gef li wan tê kirin, berjewendî û çarenûsa wan jî hevpar e. Çarenûsa van her sê welatan hevpar e. Bi rastî ew her sê welat bûne hevalên hev yên çekdar û li hember Amerîkayê çeper girêdane. Rûsya bi awayekî eşkere li gel hemahengiya Tirkiye û Sûriyê ye. Tirkiye jî li gel serwerî û yekîtiya axa Sûriyê ye. Hêzeke cîhanî ya mezin wek Rûsyayê, hevalbenda herî pêbawer ya Tirkiyê û Sûriyê li dijî gefên Amerîkayê ye. Ev bi dirêjahiya dîrokê bi vî rengî bûye. Her demekê ku Tirkiye, Rûsya û Sûriyê dijberiya hev kiribin, emperyalîstên rojava ji wê rewşê sûd wergirtine, lê her demekê ku van welatan destên xwe xistibin nav destên hev, planên emperyalîstên rojavayî pûç bûne. Di vî warî de di cîhana nû de sîstema Atlantîkê, sîstema Amerîkayê û şahinşîna dolaran hildiweşe û şaristaniyeke nû ya Asyayê bilind dibe. Dewletên ku pêşengên vê şaristaniyê ne: Sûriye, Tirkiye, Îran, Rûsya, Iraq û tevahiya wan welatan e heta Çînê. Ev welat hemû dost û hevalbendên hev in.

Rûdaw: Hûn dibêjin ku hûn ê di paşerojê de desthilata Tirkiyê werbigirin. Li vir pirsek derdikeve pêş: Gelo helwesta we li hember Kurdan çi ye? Hûn çawa li pirsgirêka Kurd dinêrin?

Ozgur Bursalî: Dirûşma me ya bingehîn wek Partiya Vatanê ev e ku dibêje: Kurd em in û Tirk jî em in, em hemû bi hev re gelê Tirk in. Kurd li vê erdnîgariyê yek ji gelên herî binirx in. Bi taybetî kurd û tirkan di heman çemî de hev hembêz kir û tevlihev bûn. Hezar sal in birayên hev in û li heman çeperê mil bi mil şer kirine û bûne miletekî mezin ku miletê tirk e. Partiya me jî û birêz serokê me yê giştî Dogu Perînçek jî yek ji wan serkirdên siyasî ye ku zêdetirîn qurbanî da seba wekheviya demokrasiya kurdan, nexasim di salên 1990an de serkirdatiyê dijberiya wan zext û newekheviyan kirk u li dijî kurdan li başûr û rojhilatê Anatolyayê dihatin kirin. Her wisa 15 salên temenê xwe di zindanê de qedand, ev qurbanî seba biratiya tirk û kurdan da. Tew gotineke serokê me yê giştî ya pir navdar jî heye ku dibêje: Heta kurdekî tenê di dojehê de mabe, mafê tu tirkekî nîne here bihuştê. Partiya Vatan di warê mafên demokratîk yên gelê Kurd de têkoşîneke mezin daye. Îro em dibînin ku roleke mezin ya Partiya Vatan di mijara weşana bi zimanê Kurdî, weşana rojname û wekheviya di hejmartinê de heye. Îro mesele êdî ne pirsgirêka Kurd e, xasma em dibînin ku pirsgirêka Amerîkayê li holê ye. Lewma em dikarin ji kurdên deverê û yên welatê xwe re bibêjin; divê em li dijî emperyalîzma Amerîkayê dest di nêv dest û bi hev re bin. Di vî warî de Kurd serbilind, birûmet, binamûs û mînak in. Îro em bi Tirk û Kurdan ve di nêv têkoşînê de ne.

Rûdaw: Hûn wek Partiya Vatan çawa li pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dinêrin? Bername û nêrîna we li ser vê yekê çi ye?

Ozgur Bursalî: Pêşketin û xurtbûna peywendiyên Tirkiye û hikûmeta herêmî ya Kurdên Iraqê pir girîng û watedar e. Dest di nav destbûna her du welatan û welatên navçeyê li dijî Amerîkayê gelekî girîng e. Di vî warî de, gelek ders di dîrokê de hene. Her cara ku hevpeymanî bi Amerîkayê re hatibe kirin, me kurd û tirkên deverê zirareke mezin dîtiye û me qurbaniyên zêde dane. Lê her dema ku em yekgirtî bûn û me têkoşîn kir, wê demê gel û welatên me serxwebûn û berjewendiyên xwe bi dest xistine.

Rûdaw: Hûn siyaset û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa dibînin?

Ozgur Bursalî: Birêz Nêçîrvan Barzanî mirovekî birûmet û serokekî qedirbilind e. Bi taybetî di van demên dawî de hevahengiya wî ligel welatên navçeyê û helwesta wî ku ji bo têkoşîna hevpar li dijî terorê nîşan da gelekî girîng bûn. Ev di berjewendiya gelê Iraqê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye jî. Dawiya dawîn Tirk, Ereb, Fars û Kurd li deverê gelên zulmlêkirî ne. Îcar divê em li dijî wan zextên Amerîkayê yekhelwest û hevgirtî bin. Divê dewlet li gelên xwe xwedî derkevin. Ev di çanda me de ye. Ji ber ku me bi saya çanda Îslamê û bi saya mirovbûnê perwerdehiyeke wiha wergirtiye. Hevdem me ev helwest ji jiyana serbilind wergirtiye. Şêniyên vê deverê bi şeref û serbilind in û aşiqên serxwebûnê ne. Lewra di demekê de ku li gel bilindbûna çaxê Asyayê cîhaneke nû li holê ye, serxwebûna welatên me û azadiya gelên me û biratî û hevgirtina me, dibin bedewiyeke bêtixûb ji sedsala bê re.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst