Nazim Debax: Li Kurdistanê ti hêzek nebû ku peywendiyên wê li gel Hecî Qasim baş nebin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax, ragihand ku ew carna heftane 2 an 3 caran li gel Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, kom dibû ku roja 3ê vê mehê ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hat kuştin.
Debax dibêje wî gelek caran li gel Qasim Sulêymanî taştê xwariye û diyar dike, “Ez demjimêrê 12ê nîvê şevê jî li Hecî Qasim geriyabam, bersiva min dida.”
Nazim Debax hêviyên xwe tîne ziman ku “hemû berpirs weke Qasim Sulêymanî bin” û dibêje baweriyeke zêde ya Qasim Sulêymanî li hember wî hebû û herwiha radigihîne, “Li Kurdistanê ti hêzek nebû ku peywendiyên wê li gel Hecî Qasim baş nebûn. Bandora Hecî Qasim li ser hemû berpirsên Kurd hebû.”
Nazim Debax, bo heyama 21 sal e li Tehranê ye ku pêşiyê nûnerê partiya xwe, Yekîtiya Niştimaniya Kudistanê (YNK) bû û niha jî Nûnerê Herêma Kurdistanê ye li Îranê.
Debax derbarê peywendiyên Qasim Sulêymanî li gel wî û aliyên din ên Kurdî, bersiva pirsên Rûdawê da.
Dema rûdana DAIŞê, civîneke hat encamdan ku Qasim Sulêymanî jî tê de amade bû. Di wê civînê de Qasim Sulêymanî behsa şiyana hêzên Pêşmerge jî kir. Tu dikarî zanyariyên zêdetir li ser vê civînê bidî?
Ez bawer im xeletiyek heye. Hecî Qasim di civînê de nebû. Li ser navê Îranê, Berpirsê Encûmena Berevaniya li Berjewendiyên Sîstemê, Muhsîn Rizayî, beşdarî civînê bû. Ji ofîsa Xaminêyî beşdar bûbû. Ji ber vê yekê weke civîneke dîrokî hat binavkirin.
Grûpek jî beşdarî civînê bûbû. Muhsîn Rizayî di wê civînê de got, “Ez ji ofîsa rêber hatime. Rêberê me silavên xwe aresteyî YNK û Talebanî dike. Li Iraq, Herêma Kurdistanê, Mûsil û Hewlêrê, behsa hebûna DAIŞê hat kirin. Rêberê me dixwaze li gel we şêwirendekî me hebe.” Wê demê Mam Celal nexweş bû. Kesayetên bihêz hebûn di civnê de ku hevnêrîn bûn derbarê parastina Herêma Kurdistanê de. Ez naxwazim navên wan aşkere bikim. Tekane Kurd ê ku di wê civînê de amade bû, ez bûm.
Hûn weke nûnerê Herêma Kurdistanê di civînê de amade bûn?
Ya rastî weke nûnerê YNK û Mam Celal ez beşdarî civînê bûm. Ew ên ku beşdarî civînê bûm, serkirdeyên pilebilind bûn. Derbarê Herêma Kurdistanê û helwesta wê, nêrînên ciyawaz hebûn. Beşek ji serkirdeyên pilebilind, di wê nêrînê de bûn ku şer li Hewlêr û li derveyî Hewlêrê jî li dijî DAIŞê bê kirin û Herêma Kurdistanê bê parastin. Ji ber ku di berjwendiya me de bû û ev jî hat kirin.
Peywendiyeke alîkariyên Îranê di warê çek û teqemniyan di çarçova şerê li dijî DAIŞê de bo Herêma Kurdistanê, li gel vê civînê hebû?
Beşek ji wan peywendîdar bûn. Ji ber ku hinek ji berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bi vê mebestê peywendî pêk anîn. Berpirs li min geriyan û pirsa asta ku rewş gihiştiyê ji min kirin.
Herêma Kurdistanê ji bo Îranê çima evqas girîng e û Îran çima dixwaze Kurdistanê biparêze?
Ez nikarim li ser navê Îranê biaxivim. Lê ez dikarim bi qasî ku têgihiştime derbarê helwesta Îranê ya li hemberî Herêma Kurdistanê biaixivim. Îran Kurdan weke hevsengiyek di navbera Şîe û Sunneyan de û herwiha weke navbeynkarek di navbera herdu aliyan de dibîne. Ji ber ku Kurd Sunne ne, eger Sunneyên Kurd û Ereb bibin yek dê hêzeke mezin derkeve holê.
Hûn çend caran li gel Qasim Sulêymanî civiyan?
Hejmareke diyar nîne ji ber ku di heyama Mam Celal de, carna heftane 2-3 caran di navbera wan de diçûm û dihatim. Carna mehane çend caran û carna du mehan carekê me hev didît.
Cara yekem we li ku derê Qasim Sulêymanî nas kir?
Cara yekem sala 1991an, piştî Şoreşê bi navê Eniya Kurdistanî ku ji Samî Ebdulrehman, Qadir Qadir û Wezîrê Pîşesaziyê di yekem kabîneya Kurdistanê de, Emir Beg pêk dihat û ez jî li ser navê YNK û Mam Celal tê de bûm, me serdana Tehranê kir û bo cara ewil me li wir hev nas kir.
Di rojeva we de çi hebû?
Em pêdiviyên Kurdan anîn ziman. Wê demê mezintirîn pêdiviya me sotemenî bû û me daxwaza alîkariya sotemeniyê kir. Di vî warî de alîkariya me kirin.
Li Kurdistanê ti caran hûn li gel Hecî Qasim civiyan?
Belê, gelek caran em civiyan. Min navbeynkarî kir. Mam Celal, Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî li gel hev çûn cihekê. Hecî Qasim jî ji Tehranê hate wir.
Sala çendê bû?
Sal tam nayê bîra min, lê Mam Celal nû bûbû Serokomarê Iraqê. Çend caran jî em li Kurdistanê kom bûn. Li gel Hecî Qasim li Kurdistanê, cara yekem em li Pîrmamê kom bûn.
Di dema xwarinan de we hev didît?
Di demên taşteyê de em çend caran kom bûn. Ez çi derbarê vî kesî de bêjim kêm e. Bo nimûne, carna demjimêr 11.00-12.00ê nîvê şevê ez lê digeriyam û wî bersiva min dida.
Peywendiyên we li gel Qasim Sulêymanî evqas bihêz bûn?
Bi saya Mam Celal... Ji ber ku ez nûnerê Mam Celal bûm. Carna telefona min dikir û digot, “Demjimêr 06.30 were fîlan cihî, em li gel hev taştê bixwin.”
Herî zêde we li ku derê taştê dixwar?
Herî zêde em li cihên ku ew lê dixebitî kom dibûn ku li çend cihên taybet kar dikir.
Taybetmendiyeke Qasim Sulêymanî ku hûn jê ne razî bûn, çi bû?
Ez hêvîdar im hemû berpirs weke wî bin.
Hûn diçûn malên hev?
Nexêr, gotineke Sultan Sulêyman heye; Sultan Sulêyman zavayê xwe dike wezîr, mohrê radest dike û spasiyên xwe pêşkêş dike. Piştre jî jê re dibêje, ‘Tu çiqas nêzikî mirovê mezin bî, tu dê ewqas nêzikî mirinê bî.’
Nêzîkahiya we ya li gel Qasim Sulêymanî tê nêzîkbûna we ya li gel mirinê?
Belê, lê ez neditirsiyam. Bo nimûne; Nêzîkbûna Ebû Mehdî Muhendis a li gel Qasim Sulêymanî, çi anî serê wî? Li gel wî (Sulêymanî) bi firokeyeke taybet ez hatim Hewlêr û Silêmaniyê. Bi otomobîlê em çûn Kirmanşan û Merîwanê. Ez li gel wî hatim Qelaqwanê.
Bi şêweyekî ewle hûn li gel wî bûn?
Digot, tijîkirina cihê Mam Celal ne mumkin e. Ji ber ku dema ji wî re digot were, divê piştrast ba ku li gel wî ye. Kesek wiha be, dema ku serê wî diêşa, heba ku min didayê wî werdigirt. Carekê min ji wî re (Sulêymanî) bi awayekî bê tirs, min jê pirsî, ‘Gelo pêwsît nebû pêşiyê ez vê hebê bigirim?’, Hecî Sulêymanî jî got, ‘Şerm e tu van gotinan dikî, ji ber ku bi heba ku kesekî wiha daye mirov namire.’ Baweriya wî gelek bi min dihat.
Di kovara ‘Hmişhiri Ciwan’ de hatibû gotin, ‘Ji bo ku em Qasim Sulêymanî nas bikin em hatine cem Nazim Cebax’. Ev tenê gotinek bû an jî bi rastî hûn derbarê Qasim Sulêymanî de bankeke zanyariyan bûn?
Ne pêwîstiya wî bi xwe nîşandanê hebû û ne jî ez propogandaya wî dikim. Derbarê axaftina min ya li ser wî hesas bû. Derbarê Hecî Qasim de zanyarî li gel min hene, li ser bi xebata li gel Mam Celal û hem jî bi ya li gel birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzan re. Gelek caran min peyamên Hecî Qasim digihandin Mam Celal û birêz Mesûd Barzanî.
Diyartirîn peyamên wî çi bûn û herî zêde bo kê peyam dişandin?
Ji bo birêz Mesûd Barzanî, min yek du caran peyamên Hecî Qasim gihandin. Carekê yekser min bi xwe gihand. Carekê jî bi rêya Mam Celal min ew peyam gihand. Çend caran jî min peyamên Komara Îslamî ya Îranê û hikûmeta wî gihandin birêz Nêçîrvan Barzanî. Min ew jî bi rêya Ebdullah Akrêyî, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gihandin.
Nivîskar Arif Qurbanî di nivîseke xwe ya di Rûdawê de, dibêje eger kongreya YNKê piştî kuştin Qasim Sulêymanî pêk bihata, encam da ciyawaz ba. Gelo Qasim Sulêymanî li ser YNKê evqas bi bandor bû?
Bi ya min heta radeyekê karîgeriya Hecî Qasim li ser hemû aliyan hebû. Lêbelê berjwendiyên wî di YNKê de zêdetir bûn. Bifikirin ku li gel Îranê peywendiyeke me 435 kîlometreyî heye. Belkû li gel PDKê 15-20 kîlometre bin. Ji ber ku PKK bi tevahiya sînor li gel me ye û heta sînorê Tirkiyê jî PKK ye. Berjewendiyên Tirkiyê li gel PDKê çi bin, berjewendiyên Îranê jî li ser YNKê ewqas in. Ji bo ku di dîrokê de cihê xwe bigire, ez dê vê nirxandinê bikim; Girîngiya ku Îran dide PDK û YNKê belkû nede aliyên din.
Çawa?
Bi nimûne; Me azmûna 31ê Tebaxê heye. Piştî ku min li Hewlêrê 14 rojan xwe veşart, ez bi rêyên qaçax çûme Nexedeyê. Mam Celal jî ez kirim berpirsê peywendiyên di navbera YNK û Îranê de. Li Nexedeyê min peywendî li gel hemû aliyan pêk anîn. Em heta Geliyê Şehîdan, Dêgelle û Smaqullî yên YNK hatin. Îranê ji me re got ‘heta vê derê, em naxwazin PDK jinav biçe’. Gelek dîrok û tiştên din jî hene divê bên gotin, lê bila bimîne. Bo nimûne, weke şandina peyaman ji aliyê Îranê ve bo PDKê ku li Mesîfê bimînin...
Peyam çi bû û çawa hat veguhastin?
Îraniyan bi xw peyam bi awayekî devkî peyama xwe gihandin û gote wan (PDK), ‘Temam e, YNK zêdetir bi pêş ve nayê’. Ev siyaseta Îranê ye.
Min bersiva pirsa xwe ya derbarê kuştina Sulêymanî û kongreya YNKê wernegirt?
Di wê baweriyê de me ku zanyariyên birêz Arif Qurbanî ne bi rêk û pêk in. Ez nikarim bibêjim bandora Qasim Sulêymanî nebû, hebû. Mîna bandora li ser aliyên din... Li Herêma Kurdistanê hêzek nebû ku navbera wê Qasim Sulêymanî û Biryargeha Remezan nebaş bû!
Rola Qasim Sulêymanî, di danîn berpirsan di asta partiyan û hikûmetê de de çi bû?
Rola wî nebû lê pêşniyaz û nesîhetên wî hebûn. Di navbera kesayetên karîzmatîk ên PDK,YNK û Goranê de dilmayîn, diljihevmayîn di nav YNKê de hebûn û YNK jî li dijî PDKê bû. Kak Newşîrvan jî dişkandin. Eger Hecî Qasim li vir nebe jî Xweda li jor e. Di nesîheteke xwe de bo min; ‘Ez rica ji we dikim. Rêz li kesayetiyên xwe yên karîzmatîk bigirin. Dibe aliyên wan yên baş û xerap hebin, lê aliyên wan ên baş zêdetir in û xwedî kesayet û karîzmeyeke mezin in. Li hemberî kesên ku tehemula wan bo we nîne, wan neşkînin.’ Ev nesîheteke mezin a dostane bû bo me hemûyan. Dibe rola wî hebe di mayîna YNKê de hea niha û dibe ku xewna kesên ku tehemula wan li hemberî YNKê nebû û dixwaztin YNK bibe sed perçe jî pêk hatiba.
Tê gotin di naakokiyên di navbera serkirdeyên pilenbilind ên YNKê de piştî wefata Mam Celal, rola Sulêymanî hebûye...
Berevajî, weke min got, peywendiyên baş ên PDK-YNK, Komel-YNK li gel Sulêymanî hebûn. Eger nesîhetên wî neban, di navbera hemûyan de pirsgirêkan dê rû daba.
Qasim Sulêymanî ji bo ku referandûmê encam nedinî gelek hişyarî dan Kurdan. Heta ji berpirsên Kurdan, ji Kosret Resûl re dibêje eger dest jê bernedin ew dê bê şîna wî. Qasim Sulêymanî li gel we ti caran behsa referandûmê kir û bi rêya we peyam bo berpirsên Kurdan şandin?
Ew gotinên li hember kak Kosret Resûl ne rast in.
Li gel we ti caran behsa referandûmê hat kirin?
Li gel min behs nehat kirin. Ez ji civîna birêz Nêçîrvan Barzanî ya li gel Hecî Qasim agahdar bûm. Ez beşdarî civînê nebûm ji ber ku şanda PDKê bû û ji firokexaneyê heta cihê ku Qasim Sulêymanî lê dima, ez li gel şandê çûm. Birêz Nêçîrvan Barzanî ji min kir ka ez çima ez çûm. Min ji wî re got min nexwest şahidiya tiştên hatin gotin bikim. Min dikarî bizanim ka çi ye. Di şanda YNKê de jî kak Kosret, Mela Bextiyar, Omer Fettah, Dr. Xesrew û Mehmûd Sengawî hebûn. Min jî ji kak Kosret re gotinên Hecî Qasim tercume kirin. Tişta min bihîstî, Qasim Sulêymanî daxwaz dikir referandûm neyê encamdan û herwiha got, ‘Ez dê piştevaniyê bikim ku madeya 140 ê cîbicîkirin. Dibe hûn bipirsin bê ka çima heta niha em nebûne piştevan! Sedema vê yekê hebû. Lê ez soz didim we, piştî vê meseleyê, di çarçova Iraqê de ji bo ku hûn mafên xwe werbigirin ez dê piştevaniya we bikim.’
Ti garantiyek hebû ku Qasim Sulêymanî û Îran, mafên Kurdan biparêzin?
Belê, hebû. Weke niha Iraq di destê wan de bû. Eger ew neban ew budce dê bigihişta Herêma Kurdistanê!