Ebdurehman Apo: Efrîn dê vegere destê Kurdan

17-12-2018
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo
Nîşan Ebdurehman Apo Efrîn Kurdistan
A+ A-

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdurehman Apo diyar kir, piştî ku Tirkiye hat Efrînê, rewşa wê herêmê nebaş e. Ji ber ku li wê herêmê dizî çêdibin û milkê xelkê têne talankirin. Ebdurehman Apo got rewşa Efrînê girêdayî rewşa Sûriyê ye û heta ku rewşa Sûriyê wisa be, Efrîn jî dê di rewşa niha de be. Apo hêviya xwe anî ziman û got: “Efrîn di pêşerojê de dê vegere destê Kurdan.”

 

Ebdurehman Apo di hevpeyvîneke Rûdawê de ku pêşkêşvanê Rûdawê Dilbixwîn Dara pê re encam daye, eşkere kir ku Artêşa Azad bi hinceta ku PYD li Efrînê ye hatin şer kirin, lê milet talan kirin, gund xera kirin, Bilbil hilweşandin, Raco hilweşandin, Şiyê hilweşandin, Cindirêsê hilweşandin, armanca wan milet bû, ne PKK û ne PYD bû.

 

Rayedarê PDK-Sê Ebdurehman Apo diyar dike ku eger ew biçe Efrînê dê baştir be û dê pêncî - sed hezar kes jî vegerin wê herêmê.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdurehman Apo di hevpeyvîneke taybet de bersiv da pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê.

 

Rûdaw: Niha rewşa Efrînê çawa ye?

 

Ebdurehman Apo: Xebera min jê heye, lê her dem em peywendiyê dikin, peywendiya li gel hevalan. Karê partiya me li wir bi dizî dibe, karê encûmenê bi dizî dibe, rê nedan. Piştî ku Tirk hat Efrînê, rewş nebaş e, rewş gelek nebaş e. Hêviya min ew e ku ev rewş baştir bibe, yanî ji ber ku ev dizî çêdibin, talanî çêdibin, milkê xelkê talan dikin, ev ji kokê ne xweş e, li dewletekê, li gor dewleta Tirkiyê divê ev tişt çênebin.

 

Gelo nûçeyên li ser talan, dizî û revandinê ku komên çekdar encam didin, weke tê gotin ew qas zêde ye, yan hinek kes zêde dikin?

 

Bi rastî tiştên ku têne gotin rast in, heta zêdetir e jî, lê newêrin biaxivin. Mixabin bi rastî me digot şoreşa Sûriyê dest pê kir, berê xwe dan çekdarî, dûre jî leşkera azad ev şeş meh tenê, leşkera azad bi qenaeta min ev nav lê hatiye kirin, piştre guherî, yanî siwarî pişta şoreşê bûn. Ev talanî çêdibûn, bi çi awayî diçin malên xelkê dibêjin "Allahu Ekber ev tişt bûn yên me". Ev di warê însaniyê de di warê şer'î de jî ev dizîn tê hesibandin. Bi rastî ji wê çaxê ve, me hêviya xwe ji wan birrî. Hinek ji wan hene baş in, lê rola wan tine ye.

 

Gelo çekdarên Kurd li Efrînê hene?

 

Hene, lê ti rol nedane wan, mixabin bêhtir kesên ku dizî dikin û kesên ku talanî dikin, rola wan heye. Qonaxa anarşiyê ye.

 

Çekdarên ku talan û dizî dikin, ji kuderê ne? Gelo ji xelkê wê deverê ne, yan ji deverên din hatine?

 

Xalek heye divê meriv ji hev cuda bike, miletê Kurd, miletekî aştîxwaz e, miletekî dilxwaz e, bi rastî ev tiştên tê serê wan nebaş e. Ev Leşkerê Azad, ew navê Leşkerê Azad dane, hatin şer bi hinceta ku PKK li Efrînê ye, yan PYD li Efrînê ye. Divê meriv cuda bike, ev rewşa leşkerî ye, yanî divê leşker li hember leşkeran bisekinin. Tiştê bûye xerabûn ji herêmê re çêbû, xerabûn çêbû, milet talan kirin, nema tenê PYD li vir e em lê dixin, na, gund xera kirin, Bilbil hilweşandin, Raco hilweşandin, Şiyê hilweşandin, Cindirêsê hilweşandin, armanca wan milet bû, ne PKK û ne PYD bû.

 

Gelo piştî PYDê jî dîsa lê dan?

 

Dîsa lê dan. Delîlê herî mezin ê tiştê heye, heta niha berdewam e, kes ji aliyê jiyana xwe ve nikarin bibêjin ez parastî me, yanî bi şev û bi roj her dem di xeterê de ye, heta niha talanî tê kirin, heta niha sirgûn ji milet re çêdibe, miletê Şehbayê bêhtir derketin, 100-150 hezar, dixwazin vegerin, lê nahêlin.

 

Kî nahêle?

 

Grûpên çekdar nahêlin. Mixabin hêviya me di pêşerojê de li xwe vegerin, ew kesên li wê derê bi rastî bi hurmet li miletê Kurd li Efrînê binêrin, yanî Efrîn devereke geştiyariyê ye, guneh e wisa be û talan bibe, miletê wê derê jî miletekî paqij e. Ev grûp nabe talan bikin.

 

Gelo kes tine ye ku wan grûpan kontrol bike? Hêza Tirkiyê li wir çi dike?

 

Hêza Tirkiyê xuya bû ku dewletek dagirker e, yanî pîvanên wê hene ji dagirkeriyê re, eger bibêje ez dewleteke dagirker im, aştiya xelkê biparêze, nehêle talanî çêbibe, heta niha meriv dikare nav lê bike ku dewleteke anarşiyê ye, yanî li wê derê Tirk xwe wisa dixin pratîkê.

 

Kî li Efrînê hikum dike? Tirkiye, yan çekdar, yan jî encûmenên xwecihî ku li wir hatine damezrandin?

 

Bi xwe her aliyê Tirk hikum dike û dinêre jî, dibîne çawa grûpên çekdar milkê xelkê talan dikin, çawa milkê xelkê talan dikin, çawa karên diziyê dikin. Tirkiye li wan dinêre û berdide, mixabin. Li hember jî hinek din hene, ew jî grûpên çekdar in, diçin êş didin milet, li hev didin, lêxistin çêdibin di navbera wan de, razî ne, hinek dibêjin "em talan dikin, miletê Kurd PYD bi xwe ne" bi rastî ne wisa ye, dibêjin talan bikin, hinek jî hene dibêjin nabe hûn wisa bikin, Tirk jî li wan dinêre, temaşe dike.

 

Gelo li Efrînê dadgeh tine ne ku kesên talanî dikin, bigrin dadgehî bikin û ceza bidin?

 

Piştî berdana min ji hepsê, xuya ye guhertinek çêbû li seranserê Kurdistanê, xuya bû derketina min ji bo miletê Kurd gelek pêwîst bû, li Cezîrê ji bo min derketin, tu dibînî li Kurdistanê çawa pêşwaziya min dikin, li Efrînê jî ku ez kurê wê derê me, devera Efrînê devereke Kurdistanî ye, bajarekî Kurdî ye. Ez herim Efrînê dê baştir be, milet jî li benda min e, ku tu vegerî Efrînê, em sed hezar û pêncî hezar kes vedigerin, mixabin ev grûp wisa dikin, Tirkiye berpirsyar e ji wan ku van tiştan qedexe bike, silametiyê têxe deverê.

 

Lê belê hinek grûp hene li Efrînê, ji bin kontrola Tirkiyê derketine…

 

Ev aliyê exlaqî ye li ser Tirkiyê ku karibe wan qedexe bike û kar dibe jî, xuya ye piştî derketina min, encûmenên xwecihî li wê derê ava dibin, radestî xelkê Efrînê dikin, ev baş e, eger kar wisa berdewam be. Qonaxa duyem jî, daxwaza me ew e ku Efrîn rizgar bibe.

 

Li Kampa Şehba nêzîkî 150 hezar kes ji xelkê Efrînê li wê derê dimînin, gelo ew dixwazin vegerin Efrînê?

 

Me telefon li gel wan kirine, ji sedî 80 – 90 dixwazin vegerin, ji sedî 10 jî kesên siyasî û kesên leşkerî ne û girêdayî PYDê ne, ew nikarin. Lê %80 milet dixwazin vegerin û ez vegerim, ew jî dê vegerin înşallah.

 

Rewşa kesên di Kampa Şehbayê de çawa ye?

 

Gelek xirab e. Li aliyekî rejîma Sûriyê li Helebê nahêle werin, yanî ne mimkun e yek derbasî Helebê bibe, bi qaçaxî derbas dibin, her yek 300 hezar 400 hezar didin, yan jî ji Şehbayê were Efrînê qedexe ye, nikarin werin, hêviya me ew e ku karibin vegerin, ji aliyê exlaqî û mirovî ve divê xelkê vegerînin, xelk dixwaze were warê xwe, vegere nav zeytûnên xwe, jiyana xwe bijî. Heyata wan nebaş e, av tine, elektrîk tine, gendelî jî çêbûye li wê derê, di nava kampê de, gelek tiştên xirab çêdibin weke dibêjin.

 

Gelo xetereyeke wisa heye ku kesên li kampê venegerin cih û warên xwe, yan êdî li wir bin, yan jî koçî welatên din bikin?

 

Ev berpirsyariya Tirkiyê ye. Xelkê me yê Asûrî em rêz li wan digrin, kesên Xûta em rêz li wan digrin, ev Asûrî ne û xelkê me ne, lê belê ketine malên xelkê, bêguman ev nayê qebûlkirin, çawa ji Xûta hatin û ketin malên xelkê ku ne malên wan in. Li gor baweriya min, ew ji aliyê însanî ve şiyar bin, ewê derkevin.

 

Kesên ku hatine wê derê dibêjin ku em mêvan in û dibêjin çima xelkê Efrînê ji ber ku em hatin diçin?

 

Eger mêvan in ser seran ser çavan, sîngê me ji alemê re vekirî ye, lê ne wisa ye, destpêkê hatin ketin hewşan û nema derkevin. Lê hêviya min, roj bi roj xelkê Xûtayê dixwazin vegerin deverên xwe, ev jî venagerin eger çareseriyekê li seranserê Sûriyê çênebe, bila mêvan bin, hêviya min jî wisa ye, ez wisa dibînim ku li gor prensîpên şoreşê, mêvan in, mêvanên ezîz in li ba me. Lê wexta ji bo vê çêbûna demografiyê, devera Efrînê ji sedî 95 Kurd bû, îro ji sedî 40 e, ji sedî 60 bûye Ereb. Em dibêjin wexta weke mêvan werin birayên me ne, çavê me ne, emê di malên xwe de hemû bi cih bikin, lê dema weke din werin, ev guhertina demografiyê dibe, hêviya min ne wisa be, hêviya min ku werin weke mêvan emê qebûl bikin û ezîz in, dema rewşa Sûriyê çareser bibe dê vegerin deverên xwe û divê di wê baweriyê de bin.

 

Li gor nêrîna te opozisyona Sûriyê ku partiya we jî di nav de ye, dikaribû li hember Efrînê bi rola xwe rabe? Gelo peywira xwe bi cih anî?

 

Xuya bû ranebû, tiştên ku li nik wan û li gor şoreşê em bi hev re weke dibêjin kar dikin, bi rola xwe ranebû. Xuya bû Tirkiye bêhtir nehişt, qedexe kir, ji vir şûnde hêviya me opozisyon tevî Îtilafê bi xwe, ku peywendiya min li gel wan heye, piştî ku ez derketim bi eşkere bi me re jî axivîn, ev cuda bibe, yanî rewşa Efrînê radestî sivîlan were kirin, encûmenên xwecihî rola xwe bi cih bînin û bi rola xwe bi temamî rabin. Ew ji deverê bin, xuya ye tiştekî wisa jî dibe, roja îro ne wek roja ez derketim e, baş dibe, ez dîsa dibêjim, hêviya min ew e ku ev ji aliyê exlaqî ve Tirkiye berpirsyar e. Tirkiye dikare bi grûpên çekdar, grûpên ku diziyê dikin.

 

Tu dibêjî diz in û peywendiya wan bi siyasetê tine ye?

 

Belê. Ez dibêjim hêviya min, Tirkiye vana ji Efrînê derxîne. Tirkiye were şûnê der, heta qonaxa Sûriyê çareser dibe, dê qonaxeke din were, projeyeke din heye li pêşiya Efrînê, projeyeke siyasî ye, projeyeke leşkerî ye, dê were meydanê, tevî hêzên navdewletî, ev Amerîka ye, Fransa ye, Almanya ye, Îngilîz in, xuya ye ev proje dê were meydanê, heta wê demê hêviya min ev Tirkiye berpirsyar e ji rewşa Efrînê û silametî têxîne Efrînê.

 

Berê we digot PYD rê nade em siyasetê bikin, dixistin hepsê jî...

 

7 caran ez girtim hepsê...

 

Lê niha PYD nema, we digot PKK li wir e, lê niha PKK nema, niha di destê Tirkiyê de ye û hûn weke dostê Tirkiyê têne dîtin, lê hûn li wir karekî aktîv nakin?

 

Li vê derê tiştekî din heye, rewş li me nehatiye guhertin, yanî rewşa li gor taxa PYD desthilat nehatiye guhertin û niha jî dîsa rewş nehatiye guhertin. Hevalên me di bin îşkenceyê de hatin kuştin, hevalên me hinek di zîndanan de ne, rewş wisa ye.

 

Yanî PYD nedihişt hûn karê siyasî bikin, yan jî birastî hêza we ya siyasî li Efrînê tine bû?

 

Na, em hêzeke cemawerî ne, em bi aştîxwazî kar dikin û piraniya milet, ji sedî 70 – 80 li ser rêbaza Barzaniyê Nemir e, li ser rêbaza Barzanî me kes der nedikir, lê ez li 366 gund geriyam, hurmet û rêzgirtinê ji min re dikirin, yan ji rêbazê re dikirin, ev xuya ye, rêbaza Barzaniyê Nemir di dilê wan de ye, di sîngê wan de ye, çi wext desthilata PYDê çû, dîsa jî ev rewş berê guhertin...

 

Gelo xelkê we heye?

 

Belê xelkê me heye û bi sed hezaran e. Lê mixabin ev guhertina demografiyê çêbû, pir newêrin vegerin.

 

Te behsa guhertina demografiyê kir, gelo ev mijar di asteke cidî de ye, bi rastî jî guhertina demografiyê li Efrînê çêdibe?

 

Çêbûye, ji sedî 40 Kurd mane ji sedî 95, ev xeter e. Hêviya me, ez cardin dibêjim Tirkiye ji aliyê exlaqî ve bihêle milet vegere erdê xwe. Çimku hinceta wan, digot em dagirkeriya Efrînê dikin, em tên Efrînê ji bo xelkê Efrînê.

 

Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl dibêje ku emê bi darê zorê Tirkiyê ji Efrînê derxînin, li gor te di siberojê de rewşa Efrînê çawa be?

 

Xwendina wan jê re dibînin di rêya eskerî re mixabin, lê ez dibêjim divê berî dagirkirina Efrînê hewleke dîplomasî were çêkirin, weke dibêjin "hêzên biçûk nikarin li hember hêzên mezin", divê peywendî li gel Amerîka çêkirana, li gel Fransa çêkirana, li gel Yekîtiya Ewropayê çêkirana, ev Efrîn wisa çênebûba li ser.

 

Gelo di rojên pêş de dê li Efrînê çi bibe?

 

Bi Xwedê hêviya me.. ezê vegerim Efrînê, emê karê xwe yê siyasî bikin.

 

Gelo Efrîn dê wisa bimîne, yan bi şer were rizgarkirin, yan bi hevdîtinên dîplomatîk were xelaskirin?

 

Heta rewşa Sûriyê wisa be, dê wisa biçe, vêca dema çareserî ji rewşa Sûriyê re çêbe, dê ji Efrînê re jî çêbibe. Efrîn dê vegere destê Kurdan.

 

Ma heta rewşa Sûriyê çareser nebe Efrîn dê wisa bimîne?

 

Efrîn dê wisa bimîne, lê hêviya me ew e ku Tirkiye karibe doza Efrînê çareser bike.

 

Gelo Tirkiye dê di dema pêş de ji Efrînê derkeve?

 

Ewê derkeve, dê demekê bimîne, dê xalên çavdêriyê bihêle, lê ewê hêza xwe derxîne, dê radestî xelkê Efrînê bibe, radestî Pêşmerge bibe.

 

Pêşmerge? Gelo planek heye ku Pêşmerge biçin?

 

Birastî ev Pêşmergeyên Rojava ku çêbûn, ne ji bo ku li vir bimînin. Di 2012an de çêbû, rahênan bûn, perwede girtin, ji bo ku vegerin Efrînê, yanî bi demkî li vir in, Efrînê, Cezîrê, ev Kurdistana Sûriyê...

 

Gelo Serok Barzanî sozeke berbiçav û cidî ji bo Efrînê daye we?

 

Pêşmerge ava bûne ji bo vegerin devera Efrînê û înşallah di demeke nêz de ezê vegerim, hêviya min jî ew e ku miletê me jî vegere, çi qas xeter hebin jî.

 

Ma eger tu vegerî xeter li ser jiyana te tine ye?

 

Amadekariyên wisa çêdibin, bi hêza navdewletî re, bi hêza Amerîkî, Brîtanî û Fransa, amadekarî çêbibin ezê vegerim.

 

Tu hêj nû ji girtîgehekê derketî, li wir jî gelo metirsiya wê yekê tine ku çekdar te têxin girtîgehê?

 

Bi rastî ez wan nas nakim, çi di aqlê wan de ye, ez partiya me nas dikim Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, ez Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) nas dikim û di dawiyê de jî em hemû di bin sîwana Serok Barzanî de ne. Serok Barzanî dê bibêje çawa bibe, lê dawiyê biryar a min e, ez vedigerim Efrînê. Înşallah ev amadekariyên ku çêdibin di xizmeta wê de bin û Tirkiye rêyekê ji min re veke ez vegerim Efrînê.

 

Dema tu vegerî, tu dê di rêya Tirkiyê re vegerî?

 

Na, ne di rêya Tirkiyê re. Ez di Qamişloyê re derim, derim Minbicê û ji Minbicê jî derim Efrînê. Ez di Tirkiyê re narim, ne mimkun e ez di Tirkiyê re herim, ji ber ku Tirkiye.. em ne alav in di destê kesî de, em ne alav in di destê Tirkan de, ew Îran, ew Iraq, ew Sûriye. Lê em şerê wan jî nakin, dost in, lê weke din jî em ne alav in di destê kesî de.

 

Gelo Efrîn dê di dema pêş de bibe bajarekî dost û cîran ji Tirkiyê re?

 

Hêviya me, wilo be û hêviya me ew e ku Tirkiye zanibe Efrîn devereke Kurdistanî ye, bajarekî Kurd e û weke sozên dane, ku dixwestin werin Efrînê ji bo ku milet vegere Efrînê, miletê xwe, ne miletên deverên din. Hêviya min ev tişt çareser bibe.

 

Bi hêviya ku em rojekê Efrînê azad bibînin û hûn ji Efrînê bibin mêvanê me

 

Gelek spas. Ser çavan. Efrîn bajarekî Kurdî ye, bajarekî Kurdistanî ye, bûka Kurdistanê ye, weke Serok Barzanî nav lê kiriye, em hêvî dikin di demeke nêzîk de wisa bibe.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst