Prensesa Kurdistanê: Dê rojekê Ala Rengîn li tevahiya Kurdistanê bilind bibe

17-12-2015
Mem Wêranî
Nîşan Kurdistan Prensesa Kurdistanê Botan Mîrên Botanê Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neviyê malbata mîrên Botanê û keça Celadet Elî Bedirxan, Sînemxan Bedrixan ragihand, hizra Ala Kurdistanê ya niha di sala 1919 de û ji aliyê Komeleya Tealî ya Kurd ve derket holê. Sînemxan Bedirxan herwiha got, hêvî dike Ala Kurdistanê li hemû Kurdistanê were bilindkirin.

 

Sînemxan Bedirxan got: “Niha alaya me heye, me alaya xwe bilind kiriye û em pê serfiraz in. Wekî min got, ew nasname me ye. Ji hemûyan girîngtir alaya me piştî 96 sal li Tirkiyeyê bilind bû, wexta Serok Mesûd Barzanî serdana wî welatî kir. Tiştekî dîrokî ye, tiştekî gelek girîng e. Berî niha wexta Serok çû Ewropa ew ala bilind kiribûn lê di dîroka Tirkiyeyê de piştî 96 salan yekemîn car e ku ew ala bilind dibe.”

 

Rûdawê bi helkevta “Roja Ala Kurdistanê” bi prensesa dawî ya Kurdistanê ya ji malbata Bedrixan, Sînemxan Bedirxan re hevpeyvînek li ser Ala Kurdistanê pêka niye û wê jî bersiva pirsyarên me daye.

 

Ala çi ye, ji bo çi girîng e?

 

Ala nasname me ye, hebûna me ye. Eger alayeka me neba xelkê em nas nedikirin. Wekî tu dibînî li dinyayê alaya her welatekî heye. Wexta dibêjin filan welat ala wî ev reng in. Ala me jî hebûna me ye û nasname ye û ez hêvî dikim ew ala li ser hemû Kurdistanê em bilind bikin.

 

Tê gotin ku berî alaya Kurdistanê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve bê bikaranîn, ew ala an alaya wekî wê gellek caran ji aliyê komele û di serhildanên Kurdan de hatiya bikaranîn (Komeleya Teali ya Kurd, Komeleya Teşkilata İctimayi, Şêx Mehmûd Berzencî, Xoybûn, Serhildana Agiriyê, Serhildana Şêx Seîd, Komara Kurdistanê). Gelo ew îdiayên wisa rast in?

 

Bi rastî fikrê wê alayê di sala 1919an de ji aliyê Komeleya Tealî ya Kurdistan derket holê, ji ber ku em ji tirkan qut bibin, welatê xwe azad bikin. Ji wî wextî hata niha teqrîben 96 sal in ku ew ala hatiye çêkirin. Yan Serhildana Agiriyê, ya Îhsan Nûrî Paşa bikar aniye, alaya Xoybûnê ye. Xoybûn di sala 1927an de li Libnanê kom bûn û ew ala qebûl kirin. Ew ala ya bi rengên kesk û sor û zer di Serhildana Agiriyê de hat bilindkirin.

 

Ew ala ku li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn hizirê wê ji kuderê hat, dîroka wê çî ye û kê roleke mezin li ser wê yekê lîst? Li kuderê ew ala hat çêkirin, kî li wê derê hazir bûn?

 

Rastî ew e ku ew ala di salên 1930an de wekî sembolekê çêbûye. Kurdan ew ala parastin û heta îro hat. Li Başûrê Kurdistanê berî 1990an tu biçûya kuderê ew ala hebû.

 

Gelo rengên li ser alaya Kurdistanê û 21 tîrejên rojê tê çi wateyê? Bi taybet çima rengên sor, spî, kes û zer hate hilbijartin ne reş an şîn? Rêzkirina rengan çawa bû çima sor li jor û kesk li jêr?

 

Bi rastî berî 96 sal ez ne ligel wan bûm (biken) lê sor, xwîna şehîdên me yên jiyana xwe dan ji bo Kurdistanê. Kesk, keskatiya Kurdistana me ye. Spî, dilê me yê safî, dilê me yê paqij e û roja bi bîst û yek tîrêj, ew jî newroz e.

 

Gelek îdîa li ser alaya Kurdistanê hene. Her yek alayê bi navekî ve dispêre, rastiya wê yekê çi ye?

 

Rastî ew e ku niha alaya me heye, me alaya xwe bilind kiriye û em pê serfiraz in. Wekî min got, ew nasname me ye. Ji hemûyan girîngtir alaya me piştî 96 sal li Tirkiyeyê bilind bû, wexta Serok Mesûd Barzanî serdana wî welatî kir. Tiştekî dîrokî ye, tiştekî gelek girîng e. Berî niha wexta Serok çû Ewropa ew ala bilind kiribûn lê di dîroka Tirkiyeyê de piştî 96 salan yekemîn car e ku ew ala bilind dibe.

 

PKK çima wê alayê bikar nayine?

 

Bi Xwedê, tu ji wan bipirsî çêtir e. Ew bersiv li cem wan e. Ez nizanim. Tiştekî nexweş e. Wekî me dît, wexta pêşmerge derbasî Rojava bûn ew ala hebû li her du aliyan; li Bakur, li Rojava. Wexta rehmetiyê Tahir Elçî hat oxirkirin ew ala hebû. Êdî çima ala din, ez nizanim.

 

Bi nêrîna te mirov alaya Kurdistanê ku niha li Herêma Kurdistanê wekî alayeke fermî têye bikaranîn li ser parçeyên din ferz bike an jî bibêje ew ala ya me hemûya ye çend rast e? Ne baştir e ku hemû kurd biryara alaya xwe bide?

 

Bila Kurdistan hemû bibe yek hingê em behsa alayê bikin. Niha tiştên me yên girîngtir hene ku em bibin yek. Ya rastî, eger em Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek em dikarin rûnin û behsa alaya xwe bikin. Bêjên welatê me Kurdistan e, ew ala me ye, hûn çi dibêjin? Eger referandûmekê jî çêbikin tiştekî baş e. Ew yek tiştekî demokratîk e û xelk dikarin bi dengê xwe biryarê bidin ku wê alayê dixwazin an naxwazin.

 

Di serdana Serokê Herêma Kurdistanê de alaya Kurdistanê li kêleka alaya tirkan bilind bû, gelo ew nîşana çi ye?

 

Ew nîşana wê yekê ye ku hêdî hedî tirk qebûl dikin ku tiştek heye navê wî kurd e, tiştek heye navê wî Kurdistan e.

 

Eger Celadet Bedirxan sax bûya wiyê li ser gengeşe û nîqaşên li ser alaya Kurdistanê çi bigota?

 

Berî ku hûn şer bikin li ser alaya xwe zimanê xwe biaxifin. Hûn kurd in, hûn bi zimanê xwe biaxifin paşê behsa alaya xwe bikin. (Mixabin… Li Bakur rewş li gor berê baştir e. Gelek gelek bi zimanê tirkî diaxifin. Ew jî ji bo me pêwîstî ye ku em bibin yek û zimanê xwe biaxifin.)

 

17ê vê mehê Roja Alaya Rengîn e, wekî prensesa dawî yê Kurdistanê peyama te çî ye?

 

Ez hêvîdar im ku wê alayê li ser hemû Kurdistanê bibînin. Hez nakim ku bibêjim 4 parçeyên Kurdistanê. Li ser hemû Kurdistanê, hemû Kurdistanê ev ala bilind bibe û em pê serfiraz bin. Wexta em biçûk bûn me Qedrîcan helbesta ‘Ala Rengîngelek ji me re digot:

“Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bi meş

Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş

 

Ala sê rengî tu, bi nav û dengî tu, nişana cengî tu

Ey xortê kurdan silavê lê bikin”

 

Înşallah emê silavan li ala xwe, li Kurdistana mezin bikin.(bi girî). Wexta ew helbest tê bîra min gelek tişt tên bîra min. Wexta em li Şamê bûn, Qedrîcan dihat ba me, ew helbest ji me re digot. Strana wê jî heye lê dengê min nexweş e ku ez bibêjim. Em serfiraz bin, bi ala xwe, bi welatê xwe, bi zimanê xwe, bi mirovê xwe, bi pêşmergeyên xwe yên qehreman. Yan Kurdistan, ya neman.



Sînemxan Bedirxan kê ye?

 

Keça Celadet Elî Bedirxan Sînemxan Bedirxan di sala 21ê Adara 1938an de li Şamê çêbûye. 22ê Tebaxa 1959an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan li Bexda û Kerkûkê jiyaye. Li Bexdayê di bingeha Neteweyên Yekbûyî de û International Schoolê de mamostetiya zimanê fransî kiriye. Li Kerkûkê beşdarî avakirina hevgirtina jinên Kurdistanê kiriye. Sînemxan bi zimanê kurdî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî û tirkî dizane. Du zarokên wê hene; Azad û Dilnaz. Sînemxan niha li taxa Eynkawayê ya Hewlêrê dimîne ku malnîşîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst