Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu diyar kir ku Alaya Herêma Kurdistanê cara yekem di serdema wî de li gel Alaya Îraqê li Enqereyê hat bilindkirin.
Davutoglu behsa serpêhatiya xwe ya li gel Alaya Kurdistanê kir û wiha got:
"Hemû rêveberên Kurdistanê vê yekê dizanin. Alaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Enqereyê hebû. Min wekî yekem Wezîrê Karên Derve ew xist dewrê.
Wê demê Bahçelî jî heqaret li min kirin. Min got, ‘Ala Îraqê heye û li gorî destûra Îraqê herêmek li wir heye. Ala wan jî heye, ala Tirk jî heye, çi tê de ye? Min mînakek da û min Serokwezîrê Naxçiwanê dawetî Tirkiyeyê kir. Serokwezîrê rêveberiya Naxçiwanê hat Enqereyê. Li wir jî Alaya Azerbaycanê, Ala Naxçiwan û Alaya Tirkiyêyê hebû. Min got, ‘Çi cudayî di navbera her du rewşan de heye?’"
Ahmet Davutoglu li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê serdema xwa serokwezîrî û serdema berê ya pêvajoya çareseriyê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqereyê Şewket Herkî re axivî.
Bînerên Rûdawê di demekê de ku li Tirkiyê geşedanên girîng hene û bi taybetî jî piştî daxuyaniyên Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di nav raya giştî de hêviya pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê zêde bûye, li navenda giştî ya Partiya Paşerojê mêvanê me di vê hevpeyvînê de Ahmet Davutoglu ye. Davutoglu li Tirkiyê du serdeman weke Wezîrê Karên Derve sê serdeman jî weke Serokwezîr kar kiriye û raya giştî ya Kurdan wî weke “ Serok Ehmed” jî dinase. Di vî heyvepyevînê de em dê di derbarê rojevê de pirsên xwe arasteyî Birêz Davutoglu bikin.
Rudaw: Birêz Davutoglu ez dixwazim weke pirsa yekem ji mijara herî gerim ya rojevê dest pê bikim, wekî tê zanîn piştî daxuyaniyên Bahçelî di nav raya giştî de hêviya pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê jî zêde bûye. Li aliyekî din jî berdewam qeyûm têne tayînkirin û rewşeke zêde asayî nîne. Di rewşeke wiha de hûn hêvî dikin ku pêvajoyeke nû dest pê bike?Heger pêvajoyeke nû dest pê bike pêwîste çi gavên sereke bêne avêtin?
Ahmet Davutoglu: Berî her tiştî ez silavên xwe pêşkêşî hemû birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê, birayên xwe yên li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Zaxoyê dikim. Her kes li wir dizane ku ez çiqas ji nêz ve wê herêmê nas dikim û jê hez dikim.
Dema ku ez bûyeran dinirxînim, pêşî li pêvajoya giştî ya cîhanê, li cihê herêma Rojhilata Navîn di vê pêvajoyê de û heta ku dibe bila bibe li pozîsyona Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de dinêrim. Wê demê divê li Tirkiyeyê çi bê kirin, li Rojhilata Navîn çi bê kirin û ev yek wê bandoreke çawa li cîhanê bike?
Dinya di guherîneke mezin re derbas dibe. Divê em vê bibînin. Mixabin di demên guherînên mezin de êşên herî mezin li herêma me pêk hatin. Wê demê dema ku em weke Tirkiyê lê dinêrin, em dê bi xwişk û birayên xwe yên li vê erdnîgariyê re jiyaneke çawa ava bikin? Min her tim bi vî awayî lê dinêrî. Ji ber vê yekê min piştgirî da daxuyaniyên birêz Bahçelî. Min bi daxuyaniya xwe ya ji raya giştî re eşkere piştgirî daye Bahçelî. Çima min piştgirî da? Mijareke ku ez her tim li Tirkiyeyê îfade dikim heye. Heger Tirk mafên Kurdan fêm bikin û pirsgirêkên wan bifikirin û hewl bidin ku wan çareser bikin, Kurd jî li ser yekîtî û ewlehiya vî welatî baweriyê bidin Tirkan, dê aramiya Tirkiyeyê hebe. Ev ji bo Îraq û welatên din jî wisa ye.
Te behsa sernavê “Serok Ehmed” kir. Birêz Bahçelî her tim sernavê "Serok" bi awayekî ku hem henekê xwe bi min û hem jî bi zimanê Kurdî dike bikartîne. Min her tim bi rûmet ev tişt got, ‘birêz Bahçelî ji min re dibêje “Serok”, min jî wekî bersiva wî got “Ser sera, Ser çevan”. Min ev yek li meclisê got, min li her derê got. Çima bi Kurdî ji min re dibêjin “Serok Ahmet”? Ez bi eslê xwe koçer im, ez Tirkmen im lê min her tim digot, ez dixwazim di artêşa Selahedîn de Tirk bim û di Artêşa Alparslan de jî Kurd bim.
Sala 2016an dema ku ez çûme Amedê ku demeke pir aloz bû, li ser otobûsê li ber Mizgefta Mezin min ev tişt got; “Çawa ku zarokê Tirkmen li çiyayê Torosê ji dayik bûye, li vî welatî xwedî çi mafekî be, zarokê Kurd ku li qeraxên Dîcleyê yan jî li çiyayên Colemêrgê hatiye dinyayê jî pêwîste xwedî heman mafan be. Ne tiştek jê zêde, ne jî tiştek kêm. Çawa ku zimanê min, Tirkiya min a delal a ji Yunus Emre hatiye ezîz û bi qedr û qîmet e, Kurdiya min a ezîz a ji Feqiyê Teyran jî bi heman şêweyî pîroz e.” Paşî li hemû qadê dirûşmên Serok Ahmet hatin gotin.
Divê Komara Tirkiyeyê bibe dewleteke demokratîk. Demokrasî tê wateya rêzgirtina ji pirrengiyê re. Demokrasî nayê wê wateyê ku komek serdestiya komeke din bike lê divê her kes ji mafên xwe yên hemwelatîbûnê sûdê werbigire. Dema ku me ev got, birêz Bahçelî gelek caran gotinên me wekî xeteriyek li ser yekitiya Tirkiyeyê nirxand. Dema min gotinên Bahçelî yên vê dawiyê bihîstin ez gelekî kêfxweş bûm. Bi rastî, dibe ku haya we jî jê hebe min tiştek kir ku bo gelek kesan mumkin bû.
Di civîna koma me de parlamenterên me, Partiya Saadet û Partiya Paşerojê bi çepikan gotinên Bahçelî pêşwazî kir. Me ji bo Bahçelî çepik lêdan. Bahçelî jî rexneyên pir tund li min dikir. Ji ber ku ez Tirk û Sunnî me. Pêwîst e ez mafê Kurdan biparêzim, ez li hemberî Kurdan jî bi edalet bim. Heger ez wekî Sunnî hiqûqa Elewiyan biparêzim ez dê bibim dewlet.
Di vî warî de ji bo derbaskirina astengiya derûnî însiyatîfek pir girîng e. Ez di pêvajoyên wiha de her tim girîngiyê didim psîkolojiyê Şevket Beg. Eger psîkolojî bi ser bikeve û atmosfera pêwîst ava bibe, tiştên din wekî pêvajoyên teknîkî diçin. Lewma ez girîngiyê didim daxuyaniyên Bahçelî.
Lê piştre, min sê hefte di civîna komê de her çarşemê bang li birêz serokomar kir û min got; ‘Eger we bi Bahçelî re li ser tiştekê li hev kiriye, hûn serokkomar in, hûn dewletê birêve dibin. Bahçelî însiyatîvê digire lê yê ku wê însiyatîfê pêk bîne hûn in. Derkevin û plana xwe bêjin’ Dibêjin, ‘em dê vî û wê bikin û ev pêvajo dê wiha bimeşe’ Heger di navbera we de ferqek hebe, wê di nava xwe de çareser bikin.
Her kesî li benda çareseriyekê nehêlin. Piştî we gotinên ewqasî bihêz gotin nebine sedema bêdengiyê. Mixabin ji aliyê cenabê serokkomar ve jî piştgiriyek bi heman awayî xurt nebû. Wî bi gelemperî piştgirî da lê tiştê ku min hêvî dikir bangeke neteweyî ji raya giştî re bû.
Di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an de ez çûm û li Amedê axivîm û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê min konferansek da. Birêz Erdogan jî axivî. Niha ji bo pêvajoyeke nû ya çareseriyê şert û mercên pir guncaw hene. Çima? Ji ber ku neteweperestên Tirk di şexsê birêz Bahçelî de însiyatîveke girîng nîşan dan ji niha û pê de hinek berpirsiyarî dikeve ser milê partiyên siyasî, kom û rewşenbîrên ku doza parastina maf û hiqûqa hemwelatiyên me yên Kurd li Tirkiyê dikin. Divê ew jî vê rewşê biparêzin.
Dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir ez Wezîrê Karên Derve bûm, piştre jî wekî serokwezîr vegeriyam û bi dil û can min piştgirî da pêvajoyê. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê her kes piştgiriyê bide û ewlehiya welêt neyê xerakirin. Yanî dema tiştên ku jiyana mirovan zehmet bike, wekî teror, tundî, kolandina xendekan pêk neyên. Ji ber vê jî pêvajoya çareseriyê bi ser neket.
Divê em ji van hemû wan azmûnan tecrûbe bistînin. Heger ji van hemûyan ders bê derxistin, ez bawerim em dikarin bigehin cihekî pir erênî. Min qet hêviya xwe winda nekir. Ez her dem geşbîn bûm, min her gav hewl da ku vîzyoneke erênî bidim xuya kirin.
Niha divê em li van gotinên Bahçelî binêrin. Erkên Partiya DEMê hene. Bi zelalî bibêjim; daxuyaniya DEMê li hemberî vê daxuyaniyê qels û lawaz bû. Gotineke îdeolojîk a pir çepgirane hate bikaranîn. Pêwîst e ku DEM were posizyoneke wisa ku pirsgirêkê baştir fêm bike û pirsgirêkê hembêz bike. Heger birêz serokkomar vê mijarê bike polîtîkayeke dewletê, eger DEM Partî û hemû aktorên pêwendîdar ên ku niha her kes dizane wekî Edîrne, Îmralî, hemû aktor bikevin dewrê, li Tirkiyeyê pêvajoyeke baş dikare dest pê bike.
Rûdaw: Hûn dizanin pêştir helwesta birêz Devlet Bahçelî li hemberî pêvajoya çareseriyê û heta Prsa Kurd tûn bû. Aktorekî siyasî yê wekî Birêz Bahçelî çima helwesta xwe ewqasî guherand a rastî ji bo gelek kesan gotinên Bahçelî suprîz in û ti kesî hêviyeke wisa nikaribû. Çima Bahçelî helwesta xwe guherî û ya ji vê giringtîr jî çima gotinên evqas krîtîk ne ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Erdogan ve lê ji aliyê Bahçeli ve hatin gotin?
Ahmet Davutoglu: Birêz Bahçelî ji surprîzan hez dike. Ez ji wî bendewariya surprîzên wiha nebûm. Wî bend pir bilind kir. Îcar, heger gotinên wî tenê carekê bûna meriv dikare bibêje ku ew peyamekê dişîne, an ez dikarim bibêjim ku ew nerehetiyeke xwe îfade dike. Ev sê hefte ye ku bi berdewamî heman tiştan dibêje dibêje "Ez li ser gotina xwe radiwestim, ez li pişt axavtinên xwe me". Ji ber vê yekê ez gotinên wî bi cidî digirim. Dema me di 1ê Çiriya Pêşîn li resepsiyona meclisê de hevûdu dît ku demeke dirêj bû me hev nedîtibû.
Helbet ew mezin e, min ji bo rêzgirtinê silav da wî, wî jî silav da me. Ji min re got,’em di serdemekê de ne ku divê dewleta me ji we û ezmûnên we yên mezin sûd werbigire Divê em van serpêhatiyan binirxînin.’ Gotinên pesnane bikaranîn wate pesnê min da min jî heman tişt bi heman şêweyî ji bo wî gotin. Wê demê hîn ev daxuyanî nedabû. Di heman rojê de destê xwe dirêjî DEM Partiyê kir. Di destpêkê de min ev wekî tevgerekê jest û ihtiramzanînê dîtin. Ji ber ku di navbera me de sohbetên pir tund hebûn.
Bila ez eşkere bibêjim, wek ku min berê jî di dema xwe de ji mijarên ku me bi birêz Erdogan re di dema serokwezîrtiyê de li hev nedikir, mijara qeyûman bû. Wî digot ku divê parêzgerek were destnîşankirin. Min got, ‘eger baweriya me bi demokrasiyê hebe, em dê rêzê li dengên welatiyên xwe bigirin, ez nikarim qeyûm tayîn bikim’ û di dema min de yek qeyûm jî nehatin tayînkirin. Birêz Bahçelî jî helwesta min dizanî, niha me digot em dikarin gotinên Bahçelî û silava wî ya ji bo DEM Partiyê em dikarin wekî jesteke bibînin lê di heyameke wiha krîtîk de êdî ev yek wekî jestekê nayê dîtin. Ev 3 hefte ye ku dibêje,’Ez li ser gotina xwe me’ Wê demê pêwîste berdewamiya gotinên xwe bicih bînin. Bi rastî, eger di vê mijarê de pirsekê ji min bike yan jî piştgiriyê bixwaze, heta ji destê min bê ez dê piştgiriyê bidim.
Xelkê me gelek êş dîtin. Ez ti carî naxwazim ku Tirkiye bikeve nava aloziya nakokiyên mezhebî yên etnîkî yên ku li Rojhilata Navîn berdewam in. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê çi ji destê min tê ez dê bikim. Ez dê werim ser mijara Bakurê Îraqê. Destpêkirina min ya siyasetê de roleke mezin û taybet a Hewlêrê heye. Nizanim hûn dizanin, dawiya sala 2007ê li Kerkûkê pêvajoya referandûmê hebû. Li wir minaqeşeyên gelek mezin di navbera rehmetî Celal Talabanî û Tirkiyeyê de çêbûn. Leşkerên me li Bakurê Îraqê çalakiyek li dar xistin. Leşkerên me û Pêşmerge hatin hemberî hevdûn leşkerên Tirk û Pêşmerge rû bi rû bûn.
Ez çûm Bexdayê. Heger ew bûyer neqewimîbûna min dê di meha kanûna paşîn de dest ji kar berdaba lê di meha Sibatê de çûm Bexdayê. Me li gel rehmetî Talebanî şîveke xweş xwar. Kesek pir merd bû. Piştre birêz Nêçîrvan Barzanî ji Hewlêrê hat. Ji ber vê yekê min ji wan re got, ‘Werin em van hemû pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.’ Ji ber ku wê demê li Tirkiyeyê hin komên provokatîf hebûn ku heta digotin bila leşker Hewlêrê bombebaran bike. Tê bîra we, ez niha navên rojnameyan nadim, hinek bi manşetên “Em Hewlêrê bombebaran bikin” derdiketin.
Li wir min nîqaş kir ku Balafirên Tirkiyê li dijî terorê şer dikin lê bajarê Hewlêrê mîrateya me ya hevpar e. Me bi Mam Celal (Celal Talebanî) û Kak Mesûd (Mesûd Barzanî) û piştre jî bi Nêçîrvan Beg re hevdîtin kir û me ew qeyran derbas kir. Leşkerên me paşve vekişiyan. Piştî 15-20 rojan di meha adarê de birêz Talebanî wekî Serokomar hate Tirkiyeyê û me wê salê 48 peyman bi Îraqê re îmze kirin. Beşek girîng a van peymanan bi Herêma kurdistanê ve girêdayî bûn. Piştre jî di meha adarê de derbarê AK Partiyê de doz hat vekirin. Piştre min got ez êdî dernakevim. Ji ber ku doza girtina AK Partiyê meseleya demokrasiyê bû.
Sedema ku ez behsa vê dikim ev e, divê em ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo derdora xwe jî nifşekî aştiyê ava bikin. Li vir berpirsiyariya birêz Erdogan heye. Niha di navbera birêz Erdogan û me de nakokî û nêrînên cuda hene kêm zêde hemû kes sedema van nakokiyan jî dizane. Gelek sedem hene wekî exlaqê siyasî û gelek mijarên din.
Şîreta min ji wî re wekî heval û hevkarekî kevn ev e, di demeke nêzîk de bi plansaziyekê çalakiyê vê mijarê bi cidî bigire û bi raya giştî re parve bike. Yek ji wan bûyeran ku piştî derketina ji posta serokwezîrtiyê ez herî zêde xemgîn kirim, aloziya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya referandûmê de bû. Wê demê min nêrîna xwe ji birêz serokkomar re anî ziman ku divê ev alozî rû nede û her tişt rû bi rû were nîqaşkirin.
Bi kurtasî, niha şansek girîng heye. Eger kesên ku xwedî fikrên tund in hewlestên xwe nerim bikin, wê demê yên ku nerim li mijarê dinêrin dikarin hêsantir kar bikin. Ji ber vê yekê dema ku netewperestiya Tirk û neteweperestiya Kurd were hemberî hev yên di navendê de wate yên ku çareseriyê dixwazin zêdetir wê bikevine bin zext û guvaşê. Dema ku nermbûnek çêbibe, yên li maqûl difikirin dikarin bi hêsanî rêyên çareseriyê peyda bikin. Niha birêz Bahçelî li aliyekî din bû, tiştekî baş e ku êdî berbi navenda çareseriyê ve hatiye.Ez hêvî dikim encam bi xêr be. Em hêvî dikin ku xeteke rast çêbibe.
Rudaw:Piştî gotinên Bahçelî yên di derbarê Ocalan de gelek şirove hatine kirin. Yek ji wan şiroveyan jî ew e ku mijara Ocalan di navbera Hevpeymaniya Cumhur de yanî di navbera AK Partî û MHP de bûye sedema nakokiyan. Ez dixwazim li ser vê nêrîna we bizanibim. Gelo beriya gotinên xwe Bahçelî bi Erdogan re istîşareyek kiriye? Gotinên Bahçelî helwesteke hevpar a Hevpeymaniya Cumhûr e yan Bahçelî bi tena serê xwe helwestek nîşan daye ?
Ahmet Davutoglu: Ez bawer nakim ku ev tenê însiyatîfeke takekesî be. Eger ew însiyatîfek kesane bûya, Bahçelî wê tenê carekê tiştek bigota û xilas lê ev mijar vegûherî helwesteke bi biryar. Birêz Bahçelî ev sê hefte ye, heman tiştan dibêje, lê ez ne bawer im ka çiqasî bi birêz Erdogan re li hev dikin. Ji ber ku hêviya min ji birêz Erdogan ew bû ku bi awayekî eşkere li ser vê însiyatîfê bisekine.
Mesele ne hatina Ocalan a li meclisê ye. Ev pir sembolîk e. Tişteke ku dikare bibe sedema aloziyan jî. Mesele guherîna keşûhewaye ye. Mesele ew e ku behsa van mijaran tê kirin. Ji bo her welatekî herêma Rojhilata Navîn metirsî heye lê ez bi wê baweriyê dibêjim; ‘Tirkiye welateke ku nayê parçekirin.’ Ez jî Tirk im. Dibe ku neteweperestên Tirk behsa vê yekê bikin lê niha dê çawa parçe bikin? Kî wê çawa Tirkiyeyê parçe bike? Tirkiye ne wekî welatên din e.
Deme min ev digotin Birêz Bahçelî ji min aciz bibû lê belkî êdî dizane mebesta min wê demê çi bûye. Bajarê ku herî zêde Kurd lê dijîn ne Hewlêr û ne jî Amed e. Stenbol e. Stenbol niha li cîhanê cihê ku herî zêde Kurd û Kurdperwer lê dijîn e. Kî wê niha û çawa Tirkiyê parçe bike?
Divê em bi xwe bawer bin. Dewleteke ji xwe bawer ji zimanan natirse. Dewleteke bi xwe bawer ji nasnameyên cuda natirse. Li Tirkiyeyê kêmnetewe hene, Ermenî hene, nemisilman jî hene. Mafên ku ji wan re bên dayîn Tirkiyeyê parçe nake. Tişta ku dê Tirkiyeyê parçe bike, dûrketin e.Min her tim ev helwest parastiye.
Îcar, dema ku em bi vî rengî lê binerin, divê ku bi teybetî yên li aliyê din ên mijarê jî heman şêweyî mijarê binîn ziman. Li Tirkiyeyê hin kes hin alî bi rêya bi tundî, terorê, kolandina xendeqan li bajaran dibêjin, ‘em mafên gelê Kurd diparêzin’ ew jiyana welatiyên me yên Kurd ên li wir dijwar dikin û dibin sedema mirina ciwanên wek Yasîn Boru. Ev alî nikarin bigihîjin cihekî. Li Bakurê Îraqê jî heman tişt pir zêde bû. Ketina Mesûd Barzanî ya Hewlêrê bi piştgiriya leşkerên Tirk a li dijî terorê bû. Tiştek bi tundiyê çareser nabe. Lewma divê Erdogan vê banga birêz Bahçelî hembêz bike. Divê DEM Partî bi taybetî yên ji Qendîl, Sîlîvrî, Îmraliyê vê firsendê ji dest nedin.
Ev derfetek e ku pêwîste neyê ji destdan. Binêrin, heger ez hin tiştan bibêjim, ew dê normal werin hesibandin le heger Bahçelî gotibe, ev tê wê wateyê ku karê me hêsantir dike. Çima divê em bipirsin niyeta wî çi bû û çima ev got? Qet nebe niyeta xwe aşkere kiriye. Ez hêvî dikim ku niyeta wî baş be. Hêvîdar im niyeta wî ne xerab be lê em bêjin xerab be jî ez dê li encamê binêrim. Di encamê de biratiya me xurt dibe û aştiya me zêde dibe? Nexwe yê ku di jiyana siyasî de herî zêde bi Bahçelî re şer kiriye ez im. Wî ji min re çi digot hûn dizanin. Siyaset bi hêrs û kerbê nabe. Ew li paş maye.
Ez hêvî dikim ku di vê mijarê de gotinên tenê yên şexsî nebin. Ez bawer nakim ku ew bi birêz Erdogan re di nava hevahengiyekê de bin yanî hinek nakokî xuya dikin lê divê ez vekirî û durist bim. Ji ber ku heger wisa bûya, divabû birêz Erdogan di nava van sê hefteyan de ev yek zelaltir biparasta. Ez hêvî dikim ku ew dê di navbera xwe de hevahengiyekê durist bikin. Em piştgiriyê didin vê helwestê. Em bi ti awayî li pêşiya gotinên erênî nabin asteng.
Rudaw: Hûn dizanin li Tirkiyê berê jî pêvajoyeke çareseriyê hat ceribandin. Hûn wê demê hem Wezîrê Karên Derve hem jî serokwezîr bûn lê pêvajo têk çû. Pirsa krîtik ev e; gelo kê pêvajo têk da, kê mase hilweşand? Çima pêvajo têk çû û paşê jî şerê xendeka dest pê kir û gelek kes mirin? Hûn wekî siyasetmedar qet xwe wekî berpirsiyar nabînin. Ji bo wê demê qet berpirsiyariya hêzên ewlehiyê û aliyên siyasî tine ?
Ahmet Davutoglu: Beriya her tiştî ez dê pir zelal biaxivim. Bêwatey e ku meriv li ser hin tiştan bi eşkereyî neaxive. Pêwîste em bi zelalî biaxivin. Heger em dê behsa çareseriyekê bikin pêwîst e herkes ji tecrûbeyên berê dersa xwe bigire. Pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kir? Pêvajoya çareseriyê di Newroza 2013an de dest pê kir. Pêvajoyek bû ku amadekariya wê dirêj bû. Ji ber vê yekê ez dê niha neçim nava wê behsê lê ez jî tê de bûm. Wezîrê me yê karên derve yê niha Hakan Fîdan wê demê Şêwirmendê MÎTê bû. Helbet pêvajo bi birêz Erdogan dihate meşandin. Birêz Abdulah Gul wekî serokkomar li pêvajoyê xwedî derket.
Ew pêvajoyek bû ku em hemû lê xwedî derdiketin. Mantiqê pêvajoyê ew bû ku pirsgirêkên bi mafên çandî û civakî yên Kurdan li Tirkiyeyê bê muzakere bên çareserkirin. Ez rast nabînim ku mirov mafekî ji bo welatiyê xwe bike mijara bazarê. Kurdî ji bo min ne mijara muzakereyê ye. Di bernameya partiya me de heye, Kurdî di perwerdeyê de û li her derê dikare bê bikaranîn. Ev nayê wê wateyê ku “bila çek bêdeng bin û em azadiya zimanê Kurdî bidin.” Na!Jixwe azadiya zimanê Kurdî pêwîst e bê dayîn.
Di wê pêvajoya çareseriyê de, di meha jezîranê de biryar hatibû girtin ku pêkhateyên çekdar ên PKKyê ji Tirkiyeyê derkevin. Her du alî jî li ser vê yekê razî bûn lê di vê navberê de çend tişt qewimîn. Li gorî ku ez têdigihim, ev yek di aliyê rêxistina terorê de bû sedema tevliheviyê. Ya yekem bûyerên Geziyê bûn. Di dema bûyerên Geziyê de fikir kir ku di nava hikûmetê de tiştek diqewime. Digotin, ‘me li hev kir lê li Tirkiyeyê çi dibe?’ Gumanek ji wan re derkete holê. Ya duyemîn jî wê demê DAIŞ derket. Min sala 2013an de bi navê “Sîstemîk Deprem” pirtûkek nû nivîsî.
Sala 2013an li herêmê ji bo gelek tiştan bû sala guhertinê. Piştre derbeya Misirê çêbû û piştre jî bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyeyê. Li herêmê li şûna demokrasiyê, teror û otokrasî derketin pêş. Tiştên ku piştî êrişa DAIŞê li Sûriyeyê qewimîn, kanton hatin avakirin. Ya sêyem, dema ku di navbera 17-25 Kanûnê Pêşîn de li dijî Serokwezîr Erdogan hewldana derbeya navxweyî pêk hat, PKK an jî ez bêjim aliyê din ê çareseriyê, hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê dernexistin. Wan soza xwe negirt. Wê demê di havîna 2013an de di nava KCKyê de hinek guhertin çêbûn. Ez dê niha nekevim nava hûrguliyan.
Ya ku bi rastî pêvajoya çareseriyê xira kir û bawerî hejand ew bû ku di Hezîrana 2013an de pêkhateyên çekdar ji Tirkiyeyê derkevin, Tirkiye neterikandin. Ev yek bû sedema gumana dewletê. Ev tê wê wateyê ku ew vê yekê ji bo tiştekî digirin. Eger niyeta wan baş bûya, dê li ser soza xwe sekînîbûna. Li aliyê din ji wan re gûmanek çêbû bê ka hikumet çiqas xurt e, bûyera Geziyê û 17-25 Kanûna Pêşîn bûn sedema vê gûmanê lê dawiya dawiyê tu bi dewletê re diaxivî, mixatab ne tenê hikûmet e û di heman demê hikûmeta me jî saxlem û bi hêz bû. Mixatabên ku em behsa wan dikin jî kêsên wekî Erdogan, Davutoglu, Gul in. Em li vir in, em in muxatab in lê wan soza ku dabûn me bi cih neanîn. Gotin ew dê têkoşîna çekdarî bidin sekinandin. Niha jî banga ku Bahçelî dike jî heman daxwaz e. Dibêjin çekan deynin. Eger di wê demê de, wê havînê, di wê serdemê de ev yek bihata kirin, wê pêvajoya çareseriyê ya herî serkeftî li herêmê bûya.
Ya yekem, li vir mesele ew e ku wan xeyal dikir ku dê li Tirkiyê tevliheviyek çêbibe û ne diyar e dê çi bibe. Ya duyemîn jî, piştî geşedanên li Sûriyeyê her tim gotinên nebaş dikirin. Di dema bûyerên Kobanî de ez nû bûbûm serokwezîr. Ji bo silavkirina birayên xwe yên li Kobanî min axaftinek kir. Me hêzên Pêşmerge ji sînorê Tirkiyeyê anîn û derbasî Kobaniyê kirin. Li gel vê hema bêje li Tirkiyeyê, mîna Sûriyeyê, ketine nava tiştekî wekê kantonîzekirinê. Bi gotineke din, ne tenê endamên çekdar ên li çiyayan, hewl dan dakevin bajêran jî. Ev ji aliyê dewletê ve weke tehdîd hat dîtin.
Di vê navberê de helbet di nava burokrasiya leşkerî de hêmanên FETOyê hebûn. Dema ez serokwezîr bûm min her tim ev yek digot û niha jî heman tiştî dibêjim. Pêvajoyên wiha li ser du prensîbên bingehîn têne damezrandin. Ya yekem demokrasiya bê tawîz û tam e. Ji bo demokrasiya rasteqîn, me dest bi karê xwe kiribû me ya pêwîst dikir. Ya duyemîn ewlekariya giştî ya bê tawîz e. Dema ez bûm serokwezîr, min fêm kir ku li bajaran xendek hatine kolandin.
Şevket Beg, dema hûn Wezîrê Karên Derve bin hûn nikarin tawîzê bidin. Çima hûn ji bo bajaran xendekan dikolin? Niyeta we çi ye? Barîkat hatine danîn. Tiştên wekî rêveberiya kantonê têne binavkirin. Dewletek nikare vê yekê tehemûl bike. Heger ji niha û pê ve ders were derxistin, dersa mezin ew e ku nabe di serdemên gotûbêjan de ewlekariya giştî bê tehdîdkirin. Dewlet wê çi bike? Ew dê tu carî qanûnê paşgûh neke.
Nabe êrişkarên nenas xelkê me ber bi çiyayan ve birevînin êdî pêwîst bû ev kar neyên kirin. Rêxistinê bi tena serê xwe dadgehekê ava dike. Karsazên Kurd ji min re name dinivîsandin. Digotin, em dê bacê bidin dewletê yan jî rêxistinê? Rêxistinê li Gever û Bedlîsê li vir û wir li hev dicive û cih digire. Niha ez serokwezîrê vî welatî me.
Ez Tirk im lê dema ez bûm serokwezîr, ne Tirk bûm û ne jî Kurd bûm. Ez serokwezîr im. Erka min e ku ez ewlehiya hemû welatiyên xwe biparêzim. Tirkekî li Konya û Îzmîrê li wir bêzar nedibû, ji ber nedizanî çi diqewime. Dema xebera şehîdbûna serbazekî me dihat xemgîn dibû lê kî êşa rast dibîne? Her dîsa gelê Kurd. Yê ku nikare biçe dibistanê, nikare biçe nexweşxaneyê, di xendekan de asê dimîne her dîsa xelkê heremê bû, Kurd bûn. Wekî dewlet, ji bo ku pêvajoya çareseriyê neyê xerakirin, heta hilbijartinan jî wate me salekê li hember van kirinan sebir kir.
Tişta sereke ya ku piştî hilbijartinan pêvajo têk bir, helwesta rêxistinê bû. Bihêle ez li vir vê yekê bi zelalî bibêjim. Dema li encamên hilbijartinan dinêrîn, rêxistinê wisa fikirî ku AK Partiya ku wê demê min serokatiya wê dikir, gelek qels bûye û rabûn banga şerê navxweyî û şerê çekdarî kirin. Piştre jî wekî hûn dizanin 23yê Tîrmehê de 2 polîsên me yên li mala xwe razayî şehîd kirin. Ew roj baş tê bîra min. Wezîrê me yê karên navxwe û şêwirmendê me yê MÎTê telefon kirin û ji min re gotin 2 polîsên me şehîd bûne. Min got: ‘Dibe ku provakasyonek be, binerin kê kiriye û paşê werin cem min û min agahdar bikin. Ji bo ku em bi provokasyonekê nû re rû bi rû nemînin’ Heta ku rêxistinê di saet 08:30î de got,’me kir’ me negot, ‘rêxistina terorê ev yek kiriye.’ Heger rêxistinê ev yek negota jî me dê lêpirsîna xwe bidomanda. Me digot dibe ku rêxistineke îstîxbarata biyanî tiştekî wesa kiribe ku şer dest pê bike lê dema ku rêxistin li xwe mikur hat yanî got ‘min kiriye’ em mecbûr man wekî dewlet şer bikin. Nefikirin ku ez li vir tenê aliyekî sûcdar dikim.
Me wekî dewletê li ser asayîşa giştî tawîz dan, ev xeletiyeke mezin bû. Belê, pêvajoya çareseriyê berdewam bû lê pêwîst bû ku waliyan destûr nedaba ku li Bedlîsê 10 kîlometre dûrî bajêr dadgeh bên avakirin. Di nava artêşê de jî hêmanên FETOyê hebûn û dixwestin da ku pevçûn gurtir bibe û li Tirkiyeyê îmaja şerê navxweyî derkeve holê, da ku bikarin derbeyê bikin.
Min li dijî van hemûyan li ber xwe da, her kes vê yekê dizane. Min ne di mijara ewlehiya dewletê de tawîz nedan û min nehişt ku maf û yasayên hevwelatiyên me yên Kurd zerarê bibînin. Li Cizîr û Amedê li gelek cihan dizanin. Min hemû hewldan kir ku tiştekî xerab neqewime. Niha divê em ji wan tiştan dersê bistînin. Nabe dewlet heq û mafên xelkî bike mijara muzakereyê. Yanî Tirkiye welatekî demokratîk e û divê bi eşkereyî diyar bike ku mafên welatiyên me yên Kurd jî wekî welatiyên me yên Tirk in. Eger rêxistin an jî pêkhateyên siyasî yên nêzîkî wê jî têkoşîna siyasî hilbijêrin, divê têkoşîna siyasî bikin. Siyaset û têkoşîna siyasî bi çekan nayê kirin bila werin îro li parlamentoyê her tişt tê nîqaşkirin. Bihêlin em li wir biaxivin.
Rudaw: Piştî Helbijartinên 7ê Hezîranê ji bo pêkanîna hikûmeta nû we bi aliyên siyasî re hevdîtin dikirin. Wê demê we seredana HDPyê jî kir ? We ji HDPyê xwest ku beşdarî hikumetê bibe? Bersiva HDPyê ji bo we çi bû?
Ahmet Davutoglu: Belê, min bi Partiya Demokratîk a Gelan re hevdîtin kir. Bi rastî jî bo cara yekê serkirdeyekî siyasî û serokwezîrek çû Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan, her çend di nava partiya min de û raya giştî gelek kes li dijî vê yekê bûn. Min got ez ji ber rêzgirtina mafên welatiyên me yên dengê xwe dane HDPyê ez dê wan ziyaret bikim. Ew qas bi bêhurmetî û bi bê rêzî silav li min kirin ku hûn dizanin, gotin, ‘em dê çaya qaçax pêşkêşî te bikin û te bişînin.’ Ji ber vê jî divê di pêvajoyên wiha de ti kes xwe mezin nebîne. Divê ti kes muxatabê xwe nexe rewşeke dijwar. Ez di jiyana xwe ya siyasî de rîskek cidî digirim. Heta niha kesek neçûye Navenda Giştî ya HDPyê.
Ez vê dikim. Çima ez dikim? Ji ber ku di hevdîtina bi hemû partiyan re min ferq û cudahî nexist navbera HDP û CHP û MHPyê. Ji ber ku wan hemûyan ji gel deng standin. Ez vî karî dikim û diçim navenda wan lê li beramber vê yekê gelek bêrêzî li min kirin. Me ew hevdîtin di 15ê Tîrmeha 2015an de kir. Dîsa Selahattîn Demirtaş, Sirri Sureyya Onder û Figen Yuksekdag li wir bûn. Min ji wan hemûyan re got; “‘i ber hilbijartinên 7ê Hezîranê ez hinek xwemezinditînê di we de dibînim. Yanî baweriyeke we ya zêde bi xwe heye û di vê baweriyê de me ku hikûmetek li vî alî ava nabe.
Ez rojekê jî wekî serokwezîr bimînim, ez nahêlim ev gel bikeve nava kaosê. Hay ji xwe hebin, heger hûn bi zêdebawerî û quretî hewl bidin hûn tiştekî rast nakin. Ez wê demê nakevim ber xema xwe ku ez nabim serokwezîr û li parlamentoyê de dengê baweriyê nastînim ez qet guh nadin wan mijaran û çi pêwîst be ez dê bikim.’ Piştî hefteyekê di 23yê Tîrmehê de polîsên me şehîd ketin.
Niha ev hemû bîranînên bi êş in lê serpêhatî jî bîranîn û serpêhatiyên tal in. Pêdivî ye ku ezmûna heyî baş û rast bênirxandin. Niha heger pêvajoyek bi ser bikeve, divê her kes bibîne ku bi tundî û bi terorê ti kes nikare bigihêje cihekî. Pirsa Kurd li Tirkiyê sê stûnên xwe hene. Yek jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne meseleyek tenê ya Kurdan e. Di 28ê Sibatê de kesên dîndar mexdûr bûn. Di salên 70yî de çepgiran êş dît. Di 12ê Îlonê de her kes êşandin û her kes mexdur bû. Demokratîkbûn pirsgirêka giştî ya Tirkiyeyê ye. Mafên demokratîk, bikaranîna Kurdî jî di nav de, li her derê Tirkiyeyê bi rêya demokrasiyê tên çareserkirin.
Ya duyemîn jî pirsgirêkên herêmên rojhilat û başûrê rojhilat e. Yek ji wan tayînkirina qeyûman e. Her çi qas niha gihiştin Stenbolê jî lê ev pirsgirêkek e, pirsgirêkên aborî yên li herêmê hene. Dema ku ez niha lê dinêrim, heger hûn ji min bipirsin pirsgirêka herî mezin a herêmê çi ye, ez dê bibêjim ku ji bo Tirkiyeyê bi giştî jî wisa ye lê li rojhilat û başûrê rojhilat jî pirsgireke herî mezin bêkariya ciwanan û mijara madeyên hişber e. Bi gotineke din ez dibêjim pêwîste hinek tedbîrên taybet ji bo herêmê bêne girtin ku hem pirsgirêkên taybet ên herême çareser bike û li aliyekî din jî jiyana li wê derê hêsantir bike.
Ya sêyemîn jî Kurdên li derveyî sînor in. Birayên me yên Kurd li Îraq û Sûriyêyê. Min got, Kurdên di nava sînorê Sûriyeyê de jî wekî Tirkmenan ji xwîna me ne. Dema ku em dibêjin yek xwîn, mebesta me ne Tirkbûn e. Cara ewil wekî Tirkmenekî, wek Tirkekî min got ‘ji yekxwînêbûn nayê wateya Tirkbûnê’.
Çawa ku em dibêjin, ‘Boşnak ji xwîna me ne, ew jî wisa ne.’ Em alîkariya Bosna-Hersekê dikin lê Boşnak jî ne Tirk in. Kurd jî ji xwîna me ne, hevalên me yên dîrokî ne. Em ti carî nikarin Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îraqê li ber dilovanî û parastina welat û hêzên cîhanî bihêlin. Helbet dewletên Îraq û Sûriyê ji hev cuda ne, ji xwe welatiyên wî welatî ne. Amerîka û Rûsya dê li Sûriyeyê alîkariya me bikin? Qaşo ew dê Kurdan li hember Tirkiyeyê biparêzin. Yan jî dê werin Îraqê û li wir Kurdan li hemberî me biparêzin. Em dê Ceylanpinar û Resulaynê di dîrokê de çawa ji hev cuda bikin? Kî xwe li hemberî kê diparêze? Ji ber vê yekê em bi têgihiştineke wiha li vê mijarê dinêrin.
Rudaw: Di dema hûn Wezîrê Karên Derve û serokwezîr bûn mijareke sereke ji bo Tirkiyeyê dosyaya Suriyeyê bû. Gelek caran jî gelek gotin û kirinên we jî hatine rexne kirin. Niha bi taybetî piştî hilbijartinên Amerikayê behsek heye ku Amerîka dê hêzên xwe ji Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê vekişîne û heta tê gotin ku Tirkiye jî dê bi Rêveberiyên Xweser yên Rojavayê Kurdistanê re muzakereyan bike hûn vê yekê mumkun dibînin?
Ahmet Davutoglu: Ev bi wê yekê ve girêdayî ye ku hemû aktor dê çawa tevbigerin. Ez tiştekî prensîb bibêjim. Li malbatekê binêrin li malbeteke du xûşk-bira eger di navbera wan de pevçûn çêbibe jî, di malekê de ne. Ne karê yekî dûr e ku vê yekê fêm bike. Ez bi rêya Amerîkayê bi Kurdekî Sûriyê re neaxivim. Li cihekî gotin ku Kurd li herêmê ne xwedî dewlet in. Min got, ‘dewleta Kurdan heye. Dewleta Kurdan dewleta Komara Tirkiyeyê ye.’
Ez bi rêya Amerîka û Rûsyayê bi Kurdekî Rojava re biaxivim weke heqaretê ye. Em dê rûnin û biaxivin. Ji bo Kurdekî Hewlêrê jî wisa ye. Bi saya wî her carê ku em bi birêz Mesûd Barzanî re rûdiniştin, her tim rûgeşiyek û kenînek li ser rûyê wî hebû. Ji ber vê yekê em wekî du aliyên cuda nebûn me wisa axavtin nedikir. Her dem em wekî yêkalî bûn. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin hebû hûn dizanin. Hemû rêveberên Kurdistanê vê yekê dizanin. Ala Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li Tirkiyê û ne jî li Enqereyê hebû. Min wekî yekem Wezîrê Karên Derve ew xist dewrê. Wê demê Bahçelî jî heqaret li min kirin. Min got, ‘Ala Îraqê heye û li gorî destûra Îraqê herêmek li wir heye. Ala wan jî heye, ala Tirk jî heye, çi tê de ye? Min mînakek da û min Serokwezîrê Naxçiwanê dawetî Tirkiyeyê kir. Serokwezîrê rêveberiya Naxçiwanê hat Enqereyê. Li wir jî Alaya Azerbaycanê, Ala Naxçiwan û Alaya Tirkiyêyê hebû. Min got, ‘Çi cudayî di navbera her du rewşan de heye?’
Heger Beşar Esed şerê gelê xwe nekiriba, qetlîamên mezin li wir nebûna, heger çekên kîmyayî bikar neanîbana ev yek nedibû. Di hevdîtina min a bi Beşar Esed re di 6ê Nîsana 2011an de, berî bûyerên Sûriyeyê, yek ji daxwazên min dayîna mafê welatîbûnê ji bo Kurdan bû. Min got, ‘hûn vê yekê bikin çêtir e. Nasname nedan Kurdan, Kurd li wir ne xwedî nasname bûn. Rêveberiyeke wisa piştre rastî zehmetiyên mezin hat. Heger hûn ji min bipirsin, ez dê bibêjim ku divê her kes bi her kesî re biaxive. Ez nabêjim ku em nikarin bi Sûriyeyê re biaxivin. Bi taybetî jî piştî tiştên ku li Xezeyê qewimîn û siyaseta berfirehbûnê ya Îsraîlê, divê her kes li herêmê bi hev re biaxive da ku em ji vê astengiyê derkevin. Divê kes kesî ji derve nehêle.
Rudaw: Hûn dizanin babeteke din a li Tirkiyeyê jî mijara destûreke nû ye. Her sala dema parlemento dest bi kar dike, babet gerim dibe lê zêdetir nîqaş li ser her 4 xalên destpêkê û xala hemwelatîbûnê têne kirin û babet dîsa sar dibe. Hûn bawer dikin ku di serdema nû de ji bo Tirkiyeyê destûreke demokratîk bê çêkirin ?
Ahmet Davutoglu:Hem di jiyana xwe ya akademîk û hem jî di jiyana xwe ya siyasî de ez li dijî destûra bingehîn a 12 Îlonê derketim. Destûra bingehîn a 12ê Îlonê destûreke cûntayê ye, rêveberiya darbeyê ye. Ji bo maf û azadiyên bingehîn têr nake. Piştre gelek guhertin çêbûn û demokrasî heta radeyekê guherî. Sîstema desthilatdariya Serokatiyê ev destûr hîn xerabtir kiriye lewma ez bi tundî li dijî sîstema serokatiyê me û bawer nakim ku sîstemeke demokratîk be. Di sîstema serokatiyê de hevsengiya di navbera qanûndanan daraz û îcrayê de nehatiye parastin. Mekanîzmayên kontrolkirina hevsengiya di navbera hêzan de nîne. Lewma pêwîstiya me bi destûreke nû heye. Heger di destûra nû ya ku ji aliyê hikûmeta niha ve tê behs kirin bibêjin, ‘hûn dest nedin sîstema serokomariyê û behsa tiştên din nekin, ev nabe destûreke nû.
Ez di wê baweriyê de me ku nîqaşa li ser çar xalên pêşî jî nîqaşeke sembolîk e. Ew bi rastî ne argumaneke ciddî ye. Ji ber ku çi kesê kêşe bi yekê re nîne ku Enqere paytext e û Sirûda Neteweyî jî sirûd e, ne Tirk û ne jî Kurd ji van tiştan aciz in. Ew vê vediguherînin qonaxeke îdeolojîk a wisa ku ev jî rê li ber destwerdana bendên otorîter ên mayî yên destûrê digire. Pêwîstiya me bi destûreke pir hêsan heye ku maf û qanûnên her yek ji 85 milyon welatiyên me biparêze.
Rudaw: Em dizanin demeke nêzîk hûn dê biçin serdana Dihok û Hewlêrê, bi vê helkftê ez bipirsim hûn pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Wekî hûn dizanin Hewlêr bajarekî dîrokî û geştiyarî ye jî hûn herî zêde dixwazin kû dera Hewlerê bibînin? Me li Kurdistanê çandeke dewlemend a xwarinê heye hûn ji kîjan xwarinên me Kurdan hez dikin?
Ahmet Davutoglu: Helbet ez hemû hûrgiliyên têkiliyên heyî nizanim. Ez naxwazim neheqiyê bikim. Lê min xemgîn dike ku ez dibînim pêwendî wekî berê nemane. Berê, di dema me de, hem Nêçîrvan Bey, hem jî Mesud Bey salê 4-5 caran diçûn û dihatin. Demek piştî referandûma 2017-2018an hema hema serdan kêm bûn. Ez hêvî dikim ku ew çêtir bibe. Ez ji bo ku pêwendî baş bin, em li ser desthilatê nebin jî pêwîst e peywendî baş bibin. Ji bo vê yekê berpirsyariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî heye û berpirsyariya Tirkiyeyê jî heye.
Ez hêvî dikim ku gava ez biçim wan hemûyan bibînim. Ez Mesûd Bey, Nêçîrvan Bey, Mesrûr Bey, Qubad Talebanî û Bafil Talabanî re bicivim. Ez hemûyan nas dikim. Dîroka me bi hemûyan re heye. Ez rewşa li wir ji nêz ve dişopînim. Lê dîrok û erdnîgarî me mecbûr dike ku em têkiliyên xurt û baş ava bikin. Li vê erdnîgariyê yan şer dikin yan jî aştiyê dikin. Heger tu şer bikî kes nikare li ser kesekî din bi ser bikeve. Her kes birîndar dibe. Eger hûn aşitiyê pêk bînin, dê her kes bi awayekî qat bi qat sûd werbigire.
Ez ji Hewlêrê pir hez dikim. Min jî ji hevjîna xwe re got em carekê bi hev re biçin lê mixabin dema ez çûm Hewlêrê bi min re nehat, belkî vê carê jî nikaribe were. Duh dema ku li vir di partiyê de diaxivîm, min got ku dema mirov ji dûr ve li Hewlêrê binere, mirov dikare bibêje ku ew bajarê alozî û nakokiya ne. Lêbelê, dema hun biçin bazara Hewlerê yan jî sûka sergirtî wekê hûn li sûka Konyayê û bazarên Stenbolê ne û ji hev ne cuda ne. Ez carekê çûm sûkê. Her kes dibêje “Serokwezîr, Wezîrê Karên Derve bi xêr hatî birêz Ahmet”.
Her kes Tirkiyeyê dişopîne. Her kes hinekî bi Tirkî dizane. Ji Mêrdîna me û heta ji Konyayê jî ne cuda ye. Ji ber vê yekê, ez bê guman dixwazim biçim wê sûka kevnar a klasîk. Wekî min berê jî behs kiribû, Minareya Sultan Muzafferiye sembola taybet a Tirkmen û Kurdan û helbet Keleha Hewlêrê jî wisa ye. Keleha Hewlêrê hîn jî yek ji kevintirîn kelehên dîrokê ye. Birca Saetê ya Hewlêrê. Ew hemî xweşik in.
Mixabin, min tenê bi niyeta betlaneyê xwest biçim lê her tim bi lez û bez, di demên fermî de çûm û derfeta min ya gerê kêm bû. Ez carekê meha Remezanê çûm wir. Min xwarinên herî dijwar lê dirêjtirîn xwarina jiyana xwe de bi rehmetî Talebanî re xwarine.ç
Wî ji xwarinê û pêşwaziya mêvanan jî pir hez dikir. Her kes dizane destmala xwe li vir û wir dida û bi zorê dida mêvanê xwe jî. Mesûd Beg jî gelek caran xwarinên pir xweş pêşkêşî min kirine. Helbet kebaba Hewlêrê. Lê min yekem car li Hewlêrê xiyarên dagirtî xwar wate dolmeyên ji xiyaran gelek balkêş in. Yanî min şorba qubeya Hewlêrê ya bêhempa û gelek xwarinên ji pêjgeha kevneşopî ya Hewlêrê tam kirine.
Jixwe pir dişibin hev. Mînak Biryanî. Bi rastî ti ferqeke mezin di navbera Sêrt û Hewlêra me de nîne lê tiştên ku tenê taybetên bi Hewlêrê jî hene. Ev sebzeyên dagirtî cihêrengtir in. Mînak wekî min got xiyarên dagirtî tiştekî wekî dolme gelek balkêş in û min li çi cihên din nedîtine. Gastronomiya wê jî mîna hemû Rojhilata Navîn gelekî dewlemend e.
Ez dê bi xwarinan kêfxweş bibim lê ez ji ber vê yekê ez diçim ku ez ramanan bixwim. Helbet ez têm fikran bigirim, ramanan bidim, dil bigirim, dil bidim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse