Prof. Zahîr Ertekîn: Me heta niha 800 helbestvanên klasîk ên Kurd peyda kirine

3yemîn Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.

Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn jî beşdarî sempoyumê bû.

Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn ji Rûdawê re got, “Me heta niha 800 helbestvanên klasîk ên Kurd peyda kirine ku helbestên xwe bi Kurdî nivîsandine.”

Mehmet Zahîr Ertekîn da zanîn, “Dîwana Cizîrî di lûtekeyê de loma jî dibe ku beriya Cizîrî jî derdoreke edebî hebe û wî ji wan sûd wergirtibe.”

Ertekîn got, “Em pê hesiyan ku Mela Mehmûd Hemîdî beriya Cizîrî derketiye, Şerefname behsa Mîr Yeqûbê Zirkî dike.

Şikriyê Bedlîsî beriya Melayê Cizîrî helbestên bi Kurmancî nivîsandine.”

Mamosteyê Beşa Kurdî diyar kir ku her roj berhemên nû yên bi Kurdî tên dîtin û anî zimên:

"Roj derbas nabe ku destxeteke nû peyda nabe. Roj naçe ku dîwanek, eqîdeyek, dîwançeyek an mewlûdnameyek peyda nabe.

Heta niha 93 heb mewlûdnameyên ji hev cuda hene, yanî me 93 heb nusxeyên şairan ên mewlûdnameyên Kurdî bi dest xistine.”

Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn, li Cizîrê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci berisvandin:

Rûdaw: Tu dê li ser sempozyumê çi bibêjî?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Ev sempozyuma sisêyan e ku li vê derê derbarê Melayê Cizîrî de tê lidarxistin. Wekî ku me di rûniştina xwe de jî got, muemaya Melayê Cizîrî hîn jî hel nebûye. Lêkolîner, akademîsyen, zana, seyda û melayên me li ser wê sira eşqê ya ku wî besh kiriye dixebitin lê me heta îro jî Dîwan safî nekiriye û em heta îro jî li pey wan hemû têgeh û mustelehan in ku wî di nav asteke gelekî bilind a edebiyatê de gotine.

Ez texmîn dikim û ez di wê baweriyê de me ku dê hîn li ser Melayê Cizîrî gelek sempozyumên din bên lidarxistin.

Rûdaw: Mela asta herî bilind a Wêjeya Klasîk a Kurdî ye. Wêjeya Klasîk a Kurdî kengî dest pê dike û kengî diqede? Çend helbestvanên me yên Kurd ên wekî Mela hene?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Ev pirseke gelekî girîng e û bersiva wê jî gelekî dûdirêj e. Ji ber ku cografyayên ku Kurd li wan dijîn ji hev cuda ne û zaravayên wan jî ji hev cuda ne, em Edebiyata Klasîk Sedsala 10an bi Baba Tahirê Uryan didin destpêkirin.

Bi Lorî dest pê dike (Wêjeya Klasîk a Kurdî), bi Goranî berdewam dike lê wextê ku tê sedsala 16 û 17an Edebiyata Kurmancî ya Klasîk dest pê dike û em dibînin ku dîwana ewil a mureteb a hevgirtî Dîwana Melayê Cizîrî ye.

Em dibînin ku yekem dîwana Kurdî ye û di lûtkeyê de ye, ji ber ku hem yekem e û hem lûtke ye şubheyeke bi vî rengî ji me re çêdibe: Em dibêjin ku divê beriya Melayê Cizîrî derdorek û muhîteke edebî jî hebe ku di Kurdî de jî şairên me yên din hebin û nivîsandibin û Melayê Cizîrî jî ji wan îstifade kiribe û xwendibe heta ku wî jî hêdî hêdî dest bi helbestê kiribe.

Van salên dawî em pê hesiyan ku berî Melayê Cizîrî şairekî din ê bi navê Mele Mehmûd Hemîdî derketiye.

Di Şerefnameyê de jî behsa şairekî din tê kirin ku Mîr Yeqûbê Zirkî ye û her wiha Şikriyê Bedlîsî jî beriya Melayê Cizîrî helbestên bi Kurmancî nivîsandine.

Îca eger em werin ser Melayê Cizîrî û bandora wî, di serdema Melayê Cizîrî de Sebûrî û Feqiyê Teyran bi wî re muşaere nivîsandine. Di serdema wî de wan bi hev re helbest nivîsandine û wan pesnê Melayê Cizîrî jî daye.

Ji xeynî van her duyên ku di serdema wî de jiyane, piştî wî û heta îro jî ev tradîsyona nivîsandine helbestan di bandora Melayê Cizîrê de berdewam dike.

Me heta niha di lêkolînan de 800 heb şairên klasîk ên Kurd peyda kirine.

Rûdaw: Tenê bi Kurmancî yan bi hemû zaravayên Kurdî? Çend helbestavên Kurd ên klasîk hene?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Em nikarin reqemeke ji sedî 100 teqez bidin lê me heta niha nêzî 800 heb şairên, edebiyatnasên ku bi Kurdî nivîsandine peyda kirine. Çi bi Zazakî, çi bi Soranî, çi bi Lorî û çi jî bi Kurmancî, em dibînin paya bêhtir bi Kurmancî ne.

Eger ku her yekî berhemek nivîsandibe ev dibe 800 berhem lê şairên mezin ên wekî Cegerxwîn û Ehmedê Nalbend û Ehmedê Xanî ji 4an, 5an û heta ji 10an jî zêdetir berhemên bi Kurdî nivîsandine. Em wanan jî yek dihesibînin.

Yanî îro bi hezaran berhemên klasîk ên bi Kurdî hene û em ji wan îstifade dikin.

Rûdaw: Gelo dibe ku ji 800î jî zêdetir bin?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Bê guman, hîç şubha min tune ku ji wê gelekî gelekî zêdetir e lewra roj derbas nabe ku destxeteke nû peyda nabe. Roj naçe ku dîwanek, eqîdeyek, dîwançeyek an mewlûdnameyek peyda nabe.

Di vê sedsala ku zext û zorên gelekî mezin li Kurdan hatibûn kirin de jî em dibînin ku salên 50, 60, 70, 80, 90î û 2000î jî roj bi roj gelek berhemên klasîk derdikevin meydanê.

Bo nimûne, heta niha 93 heb mewlûdnameyên ji hev cuda hene, yanî me 93 heb nusxeyên şairan ên mewlûdnameyên Kurdî bi dest xistine.

Rûdaw: Zedetîrî 40 weşanxayenên Kurdî hene û hinek ji wan serê xwe bi Wêjeya Klasîk a Kurdî re diêşînin, her wiha gelek akademîsyenên hêja jî li ser vê qadê lêkoînan dikin. Jiyana çendan hatiye nivîsandin û ji bo ku jiyana wan 800 helbestvanên bê nivîsandin kar û xebatên çawa tên kirin?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Bê guman li Bakur gelek weşanxaneyên baş hene, bo nimûne Avesta û Nûbihar. Ez navên wan bidim baş e, mesela Peywend. Gelek xebatan dikin, bi taybetî Nûbihar û Peywendê di warê klasîkê de karekî gelekî baş daye pêşiya xwe û li ser dixebitin.

Kek Xalid Sadinî li ser Weşanxaneya Peywendê kar dike û wî bi xwe gotiye “Heta ku ez 3 hezar kitêbên bi Kurdî, bi taybetî yên klasîk çap nekim ez namirim.”

Xebat bi vî rengî dewam dikin, her wiha li zanîngehan jî di beşên edebiyatê û bi taybetî di pişka klasîkê de bi navî Cizîrînasî û Edebiyata Kurdî, Tarîxa Edebiyata Kurdî dersên me hene.

Em vana di wan dersan de jî bi xwendekaran re parve dikin. Em wek tezan û nameyan jî didin xwendekaran û ew jî ji bo master û doktorayê didin xebitandin.

Rûdaw: Eleqeya ji bo Kurdolojiyê zêde ye. Eleqeya civaka Kurd a li hemberî Edebiyata Kurdî çawa ye? Rewş bi giştî xeter e yan ber bi başiyê ve diçe?

Mehmet Zahîr Ertekîn: Bi rastî eleqe ne xerab e lê di navbera edebiya modern û ya klasîk de hinekî ferq heye. Ji ber ku di edebiyata klasîk de hinek têgehên Erebî û Farisî hene milet berê xwe dide edebiyata modern, roman, çîrok û tiştên nû.

Lê dîsa jî eger em li gel edebiyat klasîk a Osmanî yan Tirkan muqayese bikin Edebiya Klasîk a Kurdî hêsantir e.

Destkarî li ser Kurdî nehatiye kirin, zimanekî wekhev û hevgirtî esas nehatiye girtin. Ji ber vê em ji klasîkan baş fam dikin lê Melayê Cizîrî hinekî taybet e, taybetiyên wî hene.

Rûdaw: Spas.