Jason Seiler wêneyê Serok Barzanî belav kir: Di nava 2 xulekan de 45 hezar şopînerên min zêde bûn

Wênekêşê Amerîkayî Jason Seiler, piştî wêneyê Serok Mesûd Barzanê yê ji Kovara Timeyê re xezkirî beklav kir di nava 2 xulekan de 45 hezar şopînerên wî zêde bûn.

Wênekêşê navdar Jason Seiler sala 2014an li ser daxwaza kovara navdar a Amerîkî wêneyê Serok Barzanî wek girîngtirîn kesayeta salê kir bergê pêşîn.

Jason Seiler di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê dibêje, dema wî wêneyê Papa ji bo Kovara Timeyê çêkir, ji bo bergê Kovara Timeyê, bi milyaran kesan dît û gelek hevpeyvînên televizyonî li gel wî hatin kirin "lê bi sedan name ji bo min nehatin" lê piştî wêneyê Serok Barzanî bi hezaran şîrove û name jê re çûne.

Jason Seiler got, "Dema min wêneyê Mesûd Barzanî çêkir û min wêne belav kir, di du xulekan de qet nebe 45 hezar şopînerên min zêde bûn.

Jixwe bêtirî 100 hezar şopînerên min hebûn. Piştî vê gava min ji nişka ve li hejmara şopînerên rûpela xwe nihêrt, min got, `Çi li dinyayê diqewime?`

Di bin posta min de gelek şîrove û pirs hebûn. Di beşa nameyên min de, name li pey nameyê dihat, min got, `Ev tiştekî pir ecêb e.`

Ez ketim nav wan û min yek bi yek xwend, min nikarîbû bawer bikim.

Xelkê wêneyê min ji min re dişand ku ne şaş bim li televizyon û cihên cuda dihatin nîşandan.

Min digot, ev pir sosret e. Tiştek nedihat bîra min. Pir xweş bû. Bi rastî ezmûneke xweş bû. Wê demê ji min re eşkere bû ku ev mirov çiqas hezkirî ye, çimkî xelk ne tenê li ser diaxivî, tewra spasiya min jî dikirin."

Digel vê jî Jason Seiler dixwaze nêrîna Serok Barzanî li ser wêneyê ku çêkiriye kiriye, bizane.

Jason Seiler li ser şêweyê wêneyê Serok Barzanî ku Kovara Timeyê ya Amerîkî jê xwestibû, dibêje "Nedixwestin qels be, dixwestin cidî be, dixwestin bi awayekî be ku hestkirina bi şanazî û hêzdariyê tê de hebe."

Wênekêşê Amerîkî li ser wêneyê Serok Barzanî ku wî bi xwe kişandiye dibêje, wêneyê çiyayan bi zerhimî li pişt wî daniye, herwisa dibêje:

"Tiştekî ku min di wênekêşana wî de jê hez kir ew bû ku çavên wî pir xurt bûn.

Çavên wî xurt, cidî û baldar bûn. Ev rêgezên sereke yên karê min bûn.

Bi rastî, bala min li ser vê yekê bû. Sedema ku min wisa jî kir ew bû ku min dixwest dema xelk lê binêrin bibêjin waw, çimkî ew lap çavê xwe dikute çavê te."

Yasemen Şerîfmenê bi Wênekêşê Amerîkî Jason Seiler hevpyevînek kir û ev jî naveroka hevpeyvînê ye:

Ez dixwazim bi van pirsan dest pê bikim. Jason, ji min re bibêje, pêşî dema Kovara Time-ê ji te xwest ku tu wêneyê Mesûd Barzanî saz bikî, gelo te tiştek li ser wî yan Kurdistanê zanîbû?

Jason Seiler: Min hinekî zanîbû. Wê demê min zêde li ser wan nizanîbû lê bê guman min wê demê dibihîst ku li Kurdistan, Îraq û Îranê çi diqewime. Pir caran ku divê ez wêneyan ji gelek kovaran re bikişînim, nizanim kesê mebestdar kî ye. Tenê ewqas e ku ji aliyê wan ve têkilî bi min re tê danîn ku ez wêneyekî ji wan re çêbikim. Yekem tiştê ku ez dikim ew e ku ez li wêneyan digerim ji bo ku ez bizanim ew kes kî ye û wî nas bikim. Êdî ez dest bi berhevkirina zanyariyan li ser wî dikim. Min dest bi nasîna wî kir dema min li ser wêneyê wî kar kir. Min li vîdyoyên wî yên li ser YouTubeyê temaşe kir û min li wêneyên wî mêze dikir lê erê, berî ez dest bi kar bikim, min ew zêde nas nedikir.

Te ew wêne çawa hilbijart?

Jason Seiler: Min çawa wêne hilbijart! Merema te ew e ku min çawa bi vî awayî saz kir?

Çend vebijarkên te hebûn?

Jason Seiler: Kovara Timeyê derbirîneke taybet da min. Wan karakterekî diyarkirî dixwest, nedixwestin qels be, dixwestin cidî be, dixwestin bi awayekî be ku hestkirina bi şanazî û xurtiyê tê de hebe. Tenê evqas bû. Rabû çend wêneyên ku bi dilê wan bûn wek çavkaniya kar dan min, paşê min bi xwe jî hin wêneyên ku min hest kir baş in, peyda kirin. Êdî rabû min dest bi kêşana skeçê kir heta min hîs kir ku tiştekî baş e. Paşê ez li benda razîbûna wan mam. Dema bersiva min dan û pejirandin, min tavilê dest bi wênekêşanê kir. Lê di koka xwe de, her tiştê min girêdayî daxwazên wan bû qene ez kesayeteke qewîn derxim holê. Tenê evqas bû. Ne tiştekî pir aloz bû, min wêne resimand.

Tiştekî ku ez li ser vî celebê kar bibêjim ev e, pêşî gava ez dest pê dikim, ez tam nizanim rêveberê hunerî çi dixwaze heta dema ez hinekî li ser dixebitim û nêrîna seretayî distînim. Carinan rêveberekî hunerî ji te re dibêje ku em wêneyekî taybet ê vî kesî dixwazin ku bi filan awayî xuya bike. Gava tu wêneyî dikişînî, ji te re dibêjin "Oooh ev gelek e" yan "ev têr nake".

Loma pêşî hinek ji vê hebû. Çimkî skeça min a yekem, hinekî hêrs xuya bû çimkî min birûyên wî hinekî cidîtir xêz kiribûn. Ji ber ku wêne hunera hêlkariyê bû. Nizanim tu wênekêşanê çiqasî dizanî lê hunera hêlkariyê ji wênekêşanê pir hişktir e. Ev ji min re wek rênimayiyekê nû. Min zanîbû ku ez wêne bikêşim dê ne wisa be. Loma tiştê tenê ku li ser skeçê gotin ev bû: "Hinekî hêrs xuya dike, wî piçekî aram bike." Min guh nedayê, çimkî berî ez dest bi wênekêşanê bikim, min zanîbû dê encama wê çawa be. Ez carinan li tiştê ku dibêjin guhdarî dikim û carinan jî wê yekê dikim ku divê bi wî rengî bikim ku rêya rast e. Bi vî awayî ye, ger zelal be.

Rûdaw: Baş e, gava te dest bi lêgerîna li ser wî di wêne û vîdyoyên YouTubeyê de kir, li nik te çawa bû? Ango nêrîna te li ser wî çi bû?

Jason Seiler: Bi rastî, qet demeke min a zêde nebû ji bo ku ez bi temamî lêkolîn bikim. Lêkolîna min ji nasîna kesayeta wî pêk dihat, çawa di rê de dimeşe û dilive, derbirînên wî û tiştên din. Dema min nebû ku ez bêtir li ser wî bixwînim. Di dema karkirina min de, tiştê ji min re zelal bû ew bû ku ew kesekî tenê ye. Bi rastî, min pêşî digot: "Ev kes kî ye? Çima wek kesayeta salê hatiye hilbijartin? Min sala berê jî wêneyê kesayeta salê çêkiribû. Bi dîtina min, sedema ku careke din ez hilbijartim, ev bû. Min ji xwe dipirsî: "Ev kes kî ye?"

Loma min hinekî li ser wî xwend û min zanî ew kî ye lê ew xwendin ne lêkolîneke kûr bû, bi giştî tiştekî dîtbar bû. Bi gelemperî min bi vî awayî lêkolîn dikir. Wekî din, tiştê ku min ji karakterê wî bi dest xist ew bû ku ew serkirdeyek e ku bi rastî xelk rêza wî digire. Bi giştî ev bû. Tiştekî wiha nebû heta dema kovar derket û min mijar xwend û pir li ser wî zanî. Min kovar çapkirî bi dest xist çimkî Kovara Timeyê pêşwext mijar ji min re neşand. Îcar gava min pêşî xwend, tê bîra min, min ji Kovara Timeyê pirsî: "Gelo ev mijareke alîgir e yan dijber e?" Ji bo alîkariya min bike ez fêm bikim ka mijar çi ye.

Gotin alîgir e û mijareke baş e. Min got,"Baş e", bi rastî wênekêşan bi piranî girêdayî dîtbarî ye û ya ku ez dikim ev e. Tiştekî din ji paşxaneya wêneyî, ger te bala xwe dabê, li pişt wî rêze çiyayekî zerhimî xuya ye. Wan ji min xwestibû ku ez tiştekî biafirînim ku ji hêla dîtbarî ve her tiştî bîne cem hev û xweşik be. Çend hizrên min ên cihê ji bo paşxaneyê hebûn, guhertoyên cuda, lê paşê ez li ser rêze çiyayekî beralî bûm. Min ev bi zanebûn kir çimkî min dixwest cûreyek klasîk an jî mîna wêneyekî klasîk û kevnar xuya dike. Wan got ku ew dixwazin bihêz xuya bike. Ez li çiyê fikirîm, çiyayê bihêz. Hemû bi hev re hemaheng in.

Hin ji wê pêvajoyê dihişt ez li ser wê yekê bifikirim ka çi peyameke dîtbar heye ku ji zanîna her tiştî li ser wî mirovî çêtir e, çimkî bi rastî min zêde li ser wî nizanîbû. Lê ev tiştekî asayî bû ji bo celebê karê ku ez dikim û demeke destnîşankirî ji min re tê danîn. Pir caran ez wêneyê kesekî ku nas nakim saz dikim lê ev xweş e çimkî gava ez li ser projeyê dixebitim, bi saya wê fêrî tiştan dibim.

Rûdaw: Dema te dest bi wênekêşanê kir, te dixwest di wêneyî de, di rûyê wî de çi taybetmendî û hestan şênber bikî?

Jason Seiler: Tiştekî ku min di wênekêşana wî de jê hez kir ew bû ku çavên wî pir bihêz bûn. Di hin wêneyên wî de ev tune bû lê min çend wêneyên wî dîtin ku ev tê de hebû, çavên wî xurt, cidî û baldar bûn. Ev prensîbên sereke yên xebata min bûn. Bi rastî bala min li ser vê bû. Sedema ku min ev kir jî çimkî min dixwest dema xelk lê binêrin bibêjin waw, çimkî ew çavê xwe lap dibire çavê te. Îcar tiştê sereke ev e.

Gava ez wêneyê xelkê saz dikim, çav û dev tiştên herî girîng in, çimkî em bi rêya wan têkiliyê bi hev re çêdikin. Carinan hewce nake em tiştan bi devê xwe bibêjin, em bi çavên xwe dibêjin. Di wêneyî de devê wî girîng e, lê bi rastî bêtir tekezî li ser nihêrtina wî ye. Tiştê ku di dema wênekêşanê de bi giştî bala min li ser bû ev bû. Tiştên din wek poz û endamên din, awayê wênekêşana wan li ser hûrbînî û dirustiyê dimîne ka çawa xuya bike. Karakterê serke di vir de bû, li vê navçeyê.

Lewra ger tu lê binêrî, ez hez dikim di wênekêşana rûyan de li hin deran pir hûrkar û rastbîn bim, li hin deran jî sade û xwerû bim. Îcar min ev ligel rûyê wî jî kir. Heke tu lê bimeyzînî, ji keviyan ve sade û xwerû dixuye. Cemedanî û qutikê wî zelal in, hûrguliyên qutikê wî kêmtir in, çimkî ev balê dikişîne ser rû. Ger bi heman radeyê hûrgulî di her tiştî de hebin, wê demê tu nizanî li kû dera wêneyî binêrî. Ev tiştekî seretayî ye. Xwezî min bikariya lê binêrim qene min bikariya çêtir rave bikira, divê were bîra min.

Rûdaw: Hin kes dibêjin ku ew wêne bi hêrs e. Gelo ev rast e?

Jason Seiler: Na, ez ne hemfikr im. Ez bawer nakim hêrs xuya dike, bi baweriya min cidî xuya dike. Çend kesan ji min pirsiye çima ewqas hêrs xuya dike? Nizanim. Dibe ku ji ber ku ez bi wî re pir ne nas bûm. Kesên ku wî bêtir nas dikin hîn nebûne wî bi vî awayî bibînin, lê ev tiştek bû ku min digot qey dê di warê îfadekirinê de xurt be. Li kêleka wêneyên ketwar, gelek karên min ên karîkaturê hene ku bêtir henekwarî ne û zêdegavî di wan de hatiye kirin. Dema ez wêneyekî ketwarî xêz dikim, ez hinekî ji wê tê de bi kar tînim, hewl didim tevgerekê tê de bikim, bi destwerdana masûlkeyên rû ku ji derbirîn û hestan berpirs in.

Loma li nik min xuyanga wî bêtir xuyangeke cidî û balkêş e. Ger min bixwesta wêneyî wî hêrs bikişînim, min dê birûyên wî bêtir bi ser çavên wî de bianiyana xwarê. Dê dîmena wî wisa bûya. Wêne ne wisa ye. Tiştekî din ew e ku wênekêşan tiştekî babetî ye û xelk hestên xwe jê werdigirin, bi awayê ku dixwazin lê difikirin. Li gorî hin kesan, parçeyeke hunerî ya pir baş e, bi dîtina hin kesan jî xerab e. Piştre min kar kuta kir, êdî çûye, xelk dikarin li ser biaxivin û tiştên dixwazin bibêjin. Gava yekem kes gote min hêrs dixuye, ez şaş mam û min got: "Bi rastî? Ez nizanim."

Rûdaw: Gelek Kurdan name ji te re şandine û fîdbak bi dest te ketiye. Paşê çi qewimî?

Jason Seiler: Ti rameneke min nebû. Bila ez bi vî rengî nîşan bidim: Tê payîn ku li cîhanê Papa ev kesayeta mezin û darîçav be ku heye, lê min wêneyê Papa ji Kovara Timeyê re kişand wek kesayeta salê û bi milyaran mirovan dît. Li gelek televizyonan hevpeyvîn û bername li ser wî bi min re hatin kirin lê bi sedan name ji min re nehatin. Tenê çend kesên ku wêneyê min bi dilê wan bû peyam ji min re şandin û gelek kesan jî dixwest pîrozbahiyê li min bikin çimkî karekî mezin bû.

Lê gava min wêneyê Mesûd Barzanî kişand, çerku min wêne post kir, di du xulekan de qet nebe 45 hezar fanên min zêde bûn. Berê zêdetirî 100 hezar şopînerên min hebûn. Piştî vê gava min ji nişka ve li hejmara şopînerên rûpela xwe nihêrt, min got: "Çi li dinyayê diqewime?"

Di bin posta min de gelek şîrove û pirs hebûn. Di beşa nameyên min de, name li pey nameyê dihat, min got: "Ev tiştekî zaf ecêb e." Ez ketim nav wan û min yek bi yek xwend, min nikarîbû bawer bikim. Xelkê wêneyên min ji min re dişandin ku ne şaş bim di televizyon û cihên cuda de dihatin nîşandan.

Min digot: "Ev zaf sosret e." Tiştek nedihat bîra min. Pir xweş bû. Bi rastî ezmûneke xweş bû. Ez wê demê pê hesiyam ku ev mirov çiqas hezkirî ye çimkî ne tenê xelkê behsa wî dikir, tewra spasiya min jî dikir. Digotin: "Zor spas ji bo kişandina vî wêneyî." Min jî digot: "Serçavan, erka ser milê min e, li ser çavên min."

Ez jî kêfxweş bûm. Ev tişt wer li min dike ku bi qasî dikarim baştirîn hewla xwe bidim. Îcar dema ez karekî dikim ku kesên din kêfxweş dike yan wan şa dike, ji bo min dibe tiştekî zaf xweş. Ev herdem diqewime. Herdem koment ji min re tên, lê ne bi hezaran. Ev pir û pir zêde bû.

Rûdaw: Ger Kovara Timeyê yan her cihekî din ji te bixwaze ku tu cardin wêneyê rûyê wî xêz bikî, gelo tu dê heman wêneyî xêz bikî yan cihêtir çimkî vêga zanyariyên te yên bêtir hene?

Jason Seiler: Na.. berî her tiştî, ez carinan wêneyê heman kes û tiştî dikişînim, dikişînim û hey dikişînim. Dibe ku qet nebe min 80 wêneyên Obama saz kiribin, qet jî ne wek hev in. Carinan wêne bi awayekî diyarkirî derdikevin, ji ber awayê ku ez li ser wî kesî hest dikim. Lê carinan li ser çîrokê dimîne, ez çîrokekê disêwirînim. Ger ez bi çîrokê razî nebim, wê demê ez ê kar nekim. Lewra ger ez wêneyekî din ê Mesûd Barzanî bikişînim. Wê hingê ew ê ji ber ku ez bi tiştê ku wan dikir razî bûm. Lê dê ne heman wêne be, çimkî heke ew heman wêneyî jî bixwazin, min ew ji bo Kovara Timeyê xêz kiriye, loma divê ev yek tiştekî cuda be.

Rûdaw: Dê çawa be?

Jason Seiler: Li ser wê yekê dimîne ku, bila em bibêjin ger mijarek be wek… ez çawa bibêjim? Hemû têkildarî wê yekê ye ka çîrok li ser çi ye. Ez qet şêwaza karekî bo karekî din nizanim. Ango dema ji bo karekî telefonî min tê kirin an email ji min re tê şandin û dibêjin: "Dixwazin ez wêneyê kî bikişînim û dê çiqasî bidin min û kengî dixwazin, ligel kurteyekê li ser tiştê ku dixwazin ez ji wan re bikim, herwiha dipirsin ka ez jê hez dikim? Gava dibêjim jê hez dikim, ew agahiyan didin min. Loma bi rastî ez tiştekî nizanim heya dema ez bi kar razî dibim.

Lê ev kar ji her karekî din xût cuda ye. Bi dilê min bû ku te ev pirs kir, çimkî gelek caran qewimiye ku min wêneyek ji kovarekê re resimandiye û pir bi dilê kovareke din jî bû. Yê Papa wisa bû. Min wêneyê Papa ji Der Spiegelê re çêkir û bi dilê Kovara Time-ê bû û ji min xwestin ku ez heman wêneyî ji wan re jî çêbikim. Divabû ez hewl bidim ku ji wan re bibêjim "Na, ez heman tiştî saz nakim. Ev bêwate ye, lê em dikarin tiştekî din bikin, wek mînak, çi tiştekî wî wêneyî bi dilê we bû da ku ez karibim hin tiştên wiha lê zêde bikim ji bo ez we razî bikim?".

Ez wênekêşekî serbixwe me, nizanim ez ê hefteya bê li ser çi bixebitim. Li benda emailê dimînim. Hergav tiştekî pir razdar e.

Rûdaw: Gelo tu dixwazî bizanî nêrîna Mesûd Barzanî li ser wêneyê wî çi bû?

Jason Seiler: Erê, ez pir dixwazim bizanim nêrîna wî li ser wêneyî çi ye, erê ez bi kelecan im. Dibe ku bibîne û bibêje "Ooh, pir xerab e." Yan dibe ku bibêje "Te ev çawa kiriye?", loma ez pir dixwazim bizanim ka dê çi bibêje. Ne girîng e dê çi li ser bibêje, ez nerehet nabim. Ger bi dilê te be, bi dilê te ye. Ger ne bi dilê te be, ne bi dilê te ye. Min gelek caran di jiyana xwe de nêrîna siyasetkaran an kesên cuda bihîstiye ka çawa li ser karê min fikirîne. Carinan bi dilê wan bû û carinan jî ne bi dilê wan bû, lê kîjan be jî, ez dixwazim bizanim ku wan dîtiye. Bi rastî, wêneyê gelek kesan bi dilê wan e û dilê xelkê xweş kiriye. Bi dîtina min, dê bi dilê wî be jî, lê dixwazim li ser wêneyî pê re biaxivim û bipirsim: "Te çawa dît?" Dibe ku bibêje: "Vî Amerîkiyê dîn ku laşê wî hemû tatû ye, wêneyê min kişandiye?"

Rûdaw: Nêrîna te derbarê Kurdistanê û Kurdan de çi ye? Çimkî tu jî dizanî ku niha di nava şer de ne. Bi giştî nêrîna te li ser wan çi ye?

Jason Seiler: Ya rast ez ji aliyê çandî ve wan nas nakim. Ango nizanim xwarina wan çawa ye, çand û tiştên wan nizanim û wan merivan nanasim, lê heya ku rewş wisa be, di şer de bin û seba wê yekê şer bikin ku nehêlin DAIŞ wan dagir bike, gelek hestên min ji wan re hene. Çimkî qasî ez dizanim û min jê fêm kiriye, wer naxuye ku ji bilî Mesûd Barzanî ti kesê din ti karî bike. Te berê ji min re got ku jin jî dikevin artêşê ku ji aliyekî ve balkêş û dilxweşker e, çimkî ramaneke min hebû ku jin di artêşê de şer nakin. Loma bi dîtina min ev karekî mêrxasane ye û tiştekî zaf mezin e, lê min dilteng jî dike çimkî ez bi her hawî ne alîgirê şer im.

Rastiya ku divê hemû beşdarî şer bibin, tiştekî nexweş û trajîk e. Bi baweriya min, kesên leheng in ku li hember van, nizanim gelo dikarim bibêjim, ku li hember van tewteweyan radiwestin. Tiştekî nayê bawerkirin e, tênagihim, ji min re zehmet e. Ez qet neçûme nav refên artêşê, min ev tişt qet ezmûn nekirine, min tenê ji dûr ve şer ceribandiye.

 Xuya ye ku Kurdistan cihekî bi tenê ye û di vî şerî de bi tena xwe ye. Ev herdem tiştekî xofdar û xemgîn e. Wek me berê jî behs kir, xuya ye ku ti kes bi rastî tiştekî li ser DAIŞê nake xasma Amerîka. Ev ji bo min tiştekî pir bêzarker e çimkî bi nêrîna min Amerîka bi rengekî ji rengan di qewimîna vê de berpirsyar e. Ev yek ji wan sedeman e ku pirsgirêka min nebû ku karîkaturên ku min kişandine bikişînim, çimkî nikarim karê siyasetvanan tehemul bikim, li her derê bin, nikarim.

Lewra bi karîkatur û karên ku ez dikim, dikarim çîrokekê ragihînim. Carinan divê ji siyasetmedaran re bibe dersek an jî henekpêkirina bi wan be. Ez dikarim bi vî awayî beşdar bibim. A rast, rêya tikîtenê ya li ber min ev e.

Rûdaw: Çima ewqas Kurdan name ji te re şandin û li ser wêneyê Mesûd Barzanî fîdbakeke baş dan te? Li gorî te sedem çi ye? Dibe ku ji ber ku ew di şer de bûn?

Jason Seiler: Bi rastî, da ku ez rastgo bim, nizanim. Ez hest dikim ku diyar e divê ew kesek be ku ew girîngiyê pê didin û ji dil jê hez dikin. Tekane tiştê ku dikarim pê re bidim ber hev ew e ku dema Serok Obama bû serok, li Amerîkayê piçekî ecêb bû. Xelkê karên sosret dikirin, dihatin ku wî biperêsin. Bi qasî ku têkildarî min bû, wî gelek kes bêhêvî kirin û gelek sozên xwe bi cih neanîn. Vêga ger tu bi Amerîkiyan re biaxivî, pir bêhêvî ne. Wek mînak, min gelek wêneyên Obama yên bedew xêz kirine, lê bi hezaran kesan tiştek li ser wan negot an bi wan kêfxweş nebûn. Lê rastiya ku min wêneyê Mesûd Barzanî kişand û ew hemû karvedan ji min re hatin, dikarim wiha rave bikim ku ew kesek e ku xelk jê hez dikin û pê bawer in. Lê haya min ji siyasetên wî jî nîne, nizanim wî çi soz daye gelê Kurdistanê.

Tiştê ku ez dizanim ew e ku xelkê bi awayekî hestyarî karvedan nîşan da. Tiştê ku dikarim lê bifikirim ev e. Dema xelkê koment ji min re dinivîsîn, piraniya wan komentên xwe bi wêneyên wî re datanîn. Bi baweriya min, hin ji wan leşker bûn ku wêne pê re girtibûn û ji min re dişandin û bi navekî nav lê dikirin ku vêga nayê bîra min. Bi essehî nayê bîra min çi bû, lê bi dehan wêne ji xelkê ji min re hatin. Xelkê ji min dixwest ez wêneyê wî careke din bikişînim. Wêneyên wî yên bêtir xêz bikim. Wêneyên wî yên cuda bikişînim û pêşniyar li min dikirin. Min jî digot ev ne tiştek e ku ez di bêkariya xwe de bikim. Erê, eşkere ye ku ew pir hezkirî ye. Tiştê ez li ser dizanim evqas e.

Rûdaw: Pirsa dawî ew e ku gelek kesên Kurd ji te hez dikin û ji bo kêşana wêneyê serokê xwe spas û rêzgirtina wan ji bo te heye. Gelo peyameke te ji wan re heye? Tenê ji ber ku wan gelek name ji te şandine.

Jason Seiler: Erê..tiştekî xweş heye ku ez bi serê xwe jî xwedî siyasetekê me. Dema kesek nameyekê ji min re dinivîse, hewl didim bersiva wî bidim. Jina min dikir bi vê yekê dîn bibe. Çimkî em bi malbata wê re li Cejna Spasdariyê bûn û min jî yeko yeko bersiva wan dida û digot "Spas", çimkî ev ji bo min pir watedar bû. Dema xelk tiştê ez dikim dinirxînin çimkî ez pir kar dikim. Erê, dixwazim spasiya gelê Kurd bikim ku ewqasî spasiya min kir ji bo karê ku min kir. Bi rastî, min ji karê ku min kir pir hez kir. Ev ji bo min pir biwate ye. Da ku ez rastgo bim, name nedihatin hejmartin, pir sosret bû. Min qet pêşbîniya vî tiştî nedikir. Pir xweş bû. Balkêş bû.

Rûdaw: Gelo tu dixwazî tiştekî din bibêjî? Çimkî pirsên min kuta bûn.

Jason Seiler: Nizanim. Ger pirseke te hebe bike, wekî din gotineke min nîne.

Rûdaw: Zor spas ji bo amadebûna te