Sitki Zîlan: Kurd dê azadiya xwe bi dest bixin û divê ew jî jê razî bin

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Sitki Zîlan Kurdistan Umit Ozdag
A+ A-

Parêzer û siyasetmedarê Kurd Sitki Zîlan li ser bêrêziya Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag a ku li ser Twitterê li Şêx Seîd kirî bersiva pirsên Rûdawê da. Zîlan li ser tweeta xwe ya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê deng veda ji Rûdawê re got, “Kurd dê azadiya xwe bi dest bixin û divê ew jî jê razî bin. Eger qebûl nekin, divê destûrê biguherin û mafên Kurdan nas bikin, eger nebe tu çareya wan nemaye an jî divê pakkirin were kirin (ji Kurdan were pakkirin) ku Kurd 100 sal in li ber xwe didin.”

 Sitki Zîlan roja 14ê Tebaxa 2022an li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê di Twitterê de got, “Bila rojhilatê Firatê ji bo me Kurdan be û rojava jî bibe sê parçe ku Tirk, Ereb û Kurd wek bira lê bijîn. Me biryar da li ser xeta Amed-Edeneyê bi dirêjahiya 100 km xaka me heye û divê em xwe bigihînin deryayê. Ma niha Mêrsîn ne bajarekî Kurd û Ereban e?”

 Serokê Partiya Zafar Umit Ozdag ku bi giranî xwe dispêre propagandaya dijî penaberan, tweeta Sitki Zîlan parve kir û got, “Şêx Seîd berê ev tişt gotibûn ku ji aliyê bapîrê min efser Mîkaîl ve hate darvekirin.”

Sitki Zîlan kî ye?

Sitki Zîlan nivîskarekî Kurd ê Zaza ye ku dibêje ew neviyê Mihemed Şebekî ye û koka wî ji Şebekiyên Bakurê Kurdistanê ye. Gelek nivîsên wî hene. Berê di nav çend partiyên siyasî de kar kiriye û di damezrandina çend partî û tevgeran de beşdar bûye.

Zîlan berê li ser zaravayê Zazakî xebitiye, di damezrandina rojnameya Newepel a bi Zazakî de roleke sereke lîst û yek ji damezrînerên kovara Şevçira bû. Bi Tirkî û Erebî baş dizane.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Sitki Zîlan re

Rûdaw: Dikarî li ser tweeta xwe ya ku dibêjî, rojhilatê Firatê ji bo Kurdan be û Ereb, Tirk û Kurd jî li rojavayê Firatê di nava aştiyê de bijîn, hûn dikarin zelal bikin?

Sitki Zîlan: Kurd niha li Tirkiyê civakeke sereke ne, gelek in, ne kêmnetewe ne. Weke mînak niha di destûra Iraqê de behsa Ereb, Kurd û yên din tê kirin lê Komara Tirkiyê bi vî awayî nehat avakirin. Di sala 1924an de destûra 1921an betal kirin û dest bi siyaseta înkarkirina hebûna Kurdan kirin. Di sala 1925an de bûyera Şêx Seîd qewimî. Rastiya meselê ne wisa bû lê Kemalîstan manipulasyon kirin û hikûmet jî wek li Dêrsimê xwedî plana qirkirinê bû. Niha em li Tirkiyekê dijîn ku ev fikir berdewam dike û dibêjin her kesê li Tirkiyê dijî Tirk e û tevahiya vê xaka Tirkiyê ya Tirkan e. Partiyên faşîst piştgiriyê didin vê fikrê; aliyên din jî red nakin. Paşê car caran dibêjin Tirkiye welatê Kurdan e jî. Em jî dibêjin ka li ku derê hatiye nivîsandin? Eger wisa be, divê di destûr û yasayan de binivîsin û gavên pêwîst bavêjin, lê nakin.

Niha dibêjin Kurd hene lê em dibînin ku Kurd di hûrguliyan de nînin û behsa mafên wan nayê kirin. Îsal dersên bijarte yên bi Kurdî hatine ragihandin, lê her sal yek-du mamosteyan digirin û vê yekê wek biçûkxistinekê dikin. Em vê nêzîkatiyê rexne dikin û dibêjin Kurd hene û Kurdistan heye û beşeke mezin a Kurdistanê di nav sînorê Tirkiyê de ye. Em dibêjin ev ne vexwendina tundûtûjiyê ye û em nabêjin em ê çekan rakin, em dibêjin em dev ji mafên xwe bernadin. Em îtîraz dikin ku Bakurê Kurdistanê bi fermî nehatiye naskirin û Kurd nayên pênasekirin, çi li ser bingehê mafên wekhev, çi li ser bingeha xwebirêvebirinê û çi li ser bingeha federalîzmê, eger kesek tiştekî qebûl neke, tiştekî ku bê gotin jî nabe, heger na bila referandûm li ser xalên Neteweyên Yekbûyî bê kirin û were pirsîn, Kurd dê veqetin yan na? Ev mafê herî normal e ku wek tawaneke mezin tê dîtin.

Rûdaw: Hûn li ser retweeta Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag ku li dijî Şêx Seîd axaftineke nexweş kiriye çi difikirin?

Sitki Zîlan: Ev şerekî derûnî ye. Wî kesî tevahiya jiyana xwe bi nivîsandina raporan bo jor biriye ser. Bavê wî beşdarî kudetaya leşkerî ya 1960an bû. Bapîrê wî jî bi gotina wî, yek ji wan leşkeran bûye ku destên wî di xwîna Şêx Seîd de heye. Niha dixwaze bi vê nan û pîvazê bixwe; ew bi esl ne Tirk e jî. Her wiha heqaretkirina birêz Şêx Seîd yan jî kesekî din li gor qanûnên Tirkiyê tawan e. Berê jî Devlet Bahçeli heqaret li Şêx Seîd kiribû. Wê demê me ew gilî kir û dadgehê ceza da wî. Ez wek parêzerekî bawer im dê ji aliyê Komeleya Şêx Seîd ve gilî li Ozdag bê kirin. Min gotarek ji bo pêşîgirtina li van tiştan belav kir lê ev welatiyê hanê (Umit Ozdag) bi îradeya xwe aloziyê çêdike, ji ber ku ti daxwazên wî yên wek aştiya civakî tune.

Rûdaw: Partiya Zafer dixwaze çi bike? Serokê vê partiyê di siyaseta li dijî koçberan û Kurdan de xwe dispêre çi?

Sitki Zîlan: Herêmên ku HDPê piraniya dengan bi dest xistiye, Ozdag li ser nexşeyê xêz kiriye û nîşan dide; her wiha herêmên ku gelek Ereb lê dijîn ên wek Enqere, Konya û herêmên din nîşan dide. Ew dibêje nêzîkî pênc milyon Ereb hatine lê her çend sêyeka kesên ji Sûriyê hatine Kurd in. Tişta ku min di tweetê de behs kir bêtir heqaret bû lê a rast ew e ku cihê ku em behsa wê dikin beşek ji Kurdistanê ye. Min bêyî ku navê birêz Şêx Seîd bilêv bikim gotiye lê Ozdag hatiye behsa van tiştan dike û bi vî awayî hewl dide tiştekî bi dest bixe; ez pir nîgeran bûm ku wek ku ez bûme sedema wan gotinên ne xweş ên li dijî Şêx Seîd.

Mixabin Partiya Zafer dijminê penaberan û dijminê Kurdan e. Siyaseta li dijî Kurdan dewam dike; çûne Sûriyê û rêya li ber Kurdistanê digirin, na, ew nikarin vê yekê bikin. Kurd dê bigihêjin azadiya xwe û divê ew jê razî bin. Eger qebûl nekin, divê destûrê biguherin û mafên Kurdan nas bikin, eger nebe tu çareya wan nemaye an jî divê pakkirin were kirin (ji Kurdan were pakkirin) ku Kurd 100 sal in li ber xwe didin an jî divê komkujiyê bikin ku ez naxwazim behsa şer û kuştinê bikim û bi vê yekê ne razî me. Mebesta min ew e, divê mafên Kurdan bidin, heger na dê Tirkiye û Kurd jî zirarê dibînin. Niha ew li Sûriyê hemû destkeftiyên xwe dikin qurbana tirsa xwe ya ji Kurdan. Dixwazin bi Esed re li hev bikin; ji sala 2015an ve li hev kirine ku her du parçeyên Kurdistanê ji nav bibin.

Rûdaw: Kêmtirî salek ji hilbijartinan re maye; HDP di navbera du tifaqan de ye û behsa çareseriya rêya sêyem dike. Li gorî we vê carê divê Kurd siyaseteke çawa bikin?

Sitki Zîlan: Berê divê guh bidine Kurdan û bizanin ka piraniyê bi çi re ye. Bi giştî em naxwazin li dijî pêlê avjeniyê bikin û li dijî berjewendiyên Kurdan bin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo Kemal Kiliçdaroglu bibe berbijêr serokkomariyê divê lobiyek bê kirin. Bi dîtina min serketina Kalçdaroglu di berjewendiya Kurdan de ye. Me di destpêkê de piştgirî da Erdogan ê ku endazyarê pêvajoya çareseriyê bû lê pişt re dest bi dijminatiya Kurdan kir. Di dema referandumê de jî Erdogan bi Îranê re kar kir ku Kerkûkê ji destê Kurdan derxe. Dagirkirina Efrînê jî eşkere kir ku Erdogan dijminê Kurdan e. Kiliçdaroglu Kurdê Zaza ye û ji Dêrsimê ye, Elewî ye. Obama ji bo Amerîkayê çi be, Kiliçdaroglu ji bo Tirkiyê heman tişt e. Di hilbijartinên parlementoyê de bila Kurd piştgirî bidin HDPê. Divê HDP bi partiyên din ên Kurdistanî re tifaqeke berfireh pêk bîne, ji ber ku heta îro tifaqeke rast bi wan re çênekiriye. Tişta ku HDP weke çareseriya rêya sêyem behs dike, tenê çîroka tifaqa bi çepên Tirk re ye. Em nabêjin bila bi wan re tifaqê neke lê eger hemû Kurdan di nava hevpeymaniyekê de bîne cem hev dê ji %30 ê dengan bi dest bixe.

Rûdaw: Behsa hevdîtina Tirkiye û Sûriyê tê kirin, tê gotin ku Erdogan û Esed nêzîkî hev dibin. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

Sitki Zîlan: Tirkiyê li Sûriyê li dijî Esed gelekî xebitî û plan kir ku Îslamiyên nêzîkî AKPê bibin desthilatdar. Tirkiye her wiha bi hemû hêza xwe hewl da ku pêşî li Kurdên Sûriyê bigire. Nihêrîn ku çend sal in nikarin Esed ji nav bibin. Li aliyê din jî Kurd di şerê li dijî DAIŞê de ser ket. Amerîka jî piştgiriya Kurdan dike. Ji ber vê yekê Îran, Rûsya, Tirkiye, Bexda û Şamê ji bo têkbirina pêkhateya Kurdistanê li hev kirin. Ew peyman hîn jî di meriyetê de ye. Di dawiyê de çi diqewime ev ne diyar e.

Rûdaw: Di dawiya tweeta xwe de tu dibêjî divê Kurd xwe bigihînin deryayê û behsa Mersînê dikî, tu li girîngiya gihîştina deryayê çi dibêjî?

Sitki Zîlan: Ji aliyê jeopolîtîk ve ev yek girîng tê dîtin. Li Kurdistanê çiya hene ku di parastinê de roleke girîng lîstine. Derya jî bi heman awayî girîng e. Berê Kurd car caran digihîştin deryayê. Mînak Kurd gihîştine Deryaya Qezwînê, di serdema Eyûbiyan de gihîştine Deryaya Spî. Di destan û çîrokan de behsa van tê kirin.

Rûdaw: Te di çend cihan de Pirsa Kurd weke Keştiya Nûh bi nav dikî û tu dibêjî heta ew keştî bi rê nekeve, pirsgirêk çareser nabin. Tu dixwazî li ser wê çi bibêjî?

Sitki Zîlan: Heta ku rastiya Kurdistanê neyê qebûlkirin, gelên herêmê Tirk, Ereb û Fars nikarin aram bin, heger ev pêk were wê yên din jî bi xwe re vejîne. Em bi yên ku dibin cîranên me re bazirganiyê dikin. Binêrin, niha Erebên Iraqê tên Kurdistanê ji ber ku çiya, av û hênikî heye. Herêmên din çol in. Ereb diçin wê derê bêhna xwe didin û danûstandinê dikin. Ewlekarî jî baş e. Her kes dikare bi zimanê xwe bixwîne û tolerans û mirovahî li wir heye.

Hevpeyvîn: Kosar Osman

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst