Dîplomatê Rûs: Divê li Sûriyê otonomî were avakirin

17-08-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Vînyamîn Popov derbarê helwêsta Rûsyayê li ser aloziya li Îdlîb û rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê  hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî
Vînyamîn Popov derbarê helwêsta Rûsyayê li ser aloziya li Îdlîb û rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî
Nîşan Rûsya Amerîka Tirkiye Sûriye Rojavayê Kurdistanê Idlib Vînyamîn Popov
A+ A-

Dîplomatê Rûs û Serokê Yekîtiya Dîplomatên Malnîşîn Vînyamîn Popov diyar kir  li Sûriyê Komîsyona Destûrî re dem dixwaze û got: “Hikumet û opozîsyon nûnerên xwe destnîşan kirine, niha divê 50 kesên mayî werin destnîşankirin, yên ku divê her du alî, ew pesend bikin.”

 

Derbarê mijara avakirina “navçeya aram” de ku biyar e li ser sînorê Rojvayê Kurdistanê were avakirin, Popov dibêje: “Em bi tundî layengira serwerî û yekparetiya erdê Sûrî ne û ev yek çendîn car ji aliya beşdarên proseya Astana ve jî hatiye piştrastkirin.”

 

Vînyamîn Popov herwiha ragihand: “Me gotiye ku divê, otonomî were avakirin.  Ji ber ku hejmara Kurdan mezin e, û rola wan di têkbirina terorîzmê de jî pir mezin e. Û divê ev yek bê îtîrafkirin. Lê ji aliya din, ev yek hem ji bo hikumeta Sûrî re, hem jî ji bo hikumeta Tirkiyê re  dijwariyan derdixîne.”

 

Vînyamîn Popov diplomat, balyozê berê yê Rûsyayê li çend dewletên erebî, Serokê Yekîtiya Dîplomatên Malnîşîn e.

 

Dîplomatê rûs Vînyamîn Popov derbarê helwêsta Rûsyayê li ser aloziya li Îdlîb û Rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê  ji bo dirustkirina navşeya aram li Rojavayê Kurdistanê hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.

 

Rûdaw: Tevî rêkftinan şer li dora Îdlîbê gurtir dibe û Amerîka û Tirkiye dest bi duristkirina “navçeya aram”li Rojhilata Sûrî kirine. Helwêsta Rûsyayê çi ye?

 

Vînyamîn Popov: Beriya du heftiyan hevdîtinên Astana bi awayekî berhemdar birêve çûn û me li hev kir, ku temasên xwe yên li ser Îdlîbê bidomînin. Niha jî prose ber bi lûtkya lîderên Rûsya, Tirkiye û Îranê  ve pêşve diçe. Her sê lîder dê rewşa pêşvebirina nexşerêya çaresriya Sûrî gotûbêj bikin. Ji ber ku çareseriya arîşeya girêdayî bi Îdlîbê gelek giran dimeşe. Herçend me li hevkiribû ku ev arîşe hêj par bihata çareserkirin. Lê ew dem êdî zû de boriye. Rast e, rêkeftina me bi Tirkiyê re li ser Îdlîbê heye. Lê em nakin hawar, ku vaye, rêkftin nayê cîbicîkirin. Em hewl didin ku ji bo vê nedêrê, rêyeke çareseriya maqûl peyda bikin. Pevçûn çend zû bidawî bibin, çekdarên tundrew çend zû ji wê herêmê werin derxistin, dê rewş jî ew çend zû asayî bibe.

 

Komîsyona Destûrî jî dem dixwaze. Hikumet û opozîsyon nûnerên xwe destnîşan kirine, niha divê 50 kesên mayî werin destnîşankirin, yên ku divê her du alî, ew pesend bikin. Bê guman, hin navên taybet dê bi awaykî cuda werin gengeşîkirin. Lê ez bawer nakim ku ew prose demekî dirêj bixwaze. Madem li ser navên bi hejmareke mezin lihvhatin heye, bi nêrîna min, li ser nave çend kesan jî dikarin li hev bikin. Bê guman, ev nêrîna mine, lê rewş dikare cuda jî pêşve biçe. Ez hêvî dikim ku di Lûtkeya lîderan de damezrandina Komîsyona Destîrê dê bê ragihandin.

 

Gelo dibe ku Artêşa Sûrî bixwaze tevaya Îdlîbê kontrol bike? Rûsya dê piştgirî bide?

 

Bê guman, emê dê pêşve biçin, lê, li ser bingeha lihevkirinê. Em dê gotûbêjên xwe hem bi Îranê re, hem jî bi Tirkiyê re bidomînin. Herwiha bi Sûrîyê re jî. Da ku em bikaribin ji rêya serbazî zêdetir, bi rêyên siyasî bigihêjin encamê. Û bi nêrîna min, di vê hêlê de em dê hîn bi zûtir pêşve biçin. Çima? Ji ber ku  berjewndiya Sûrî tê de ye ku ev birîna kevin êdî were qenckirin. Û em dê jî di vê rêyê de bi her awayî piştgiriyê bidin Sûrî.

 

Ji aliya din, bi hejmareke mezin gelê sîvîl jî cefa dikşîne. Rojane  hejmareke mezin kuştina gelê sîvîl tê ragihandin. Lê ya herî sereke, divê ew terorîstên xwînrêjên bi tevayî werin tunekirin. Di vê hêlê de danûstanên me yên pir berhemdar hene, hem bi serbazên Îranî, hem jî bi serbazên Tirkî re.  Em dê hewl bidin,  di serî de bi rêya danûstanan, eger na, dê bi rêya şerê meydanî pêşve biçin. Bi nêrîna min, ev şêwaz dê hîn encamdar be. Li ser terorîstan em dê ti tawizan nadin, lê li ser pirsên din, divê çareserî li ser lihevkirin û tawizên maqûl werin bidestxistin.

 

Lê di heman demê de li rojhilata Firatê pêşveçûnên germ rû didin. Tirkiye û Amerîka li ser duristkirina “navçeya aram” li hev kirin. Helwêsta Rûsyayê çi ye?  Lewra di vir de yekparetiya erdê Sûrî mijara gotinêye.

 

Bê guman, navçeya aram, vebijarka me nîne. Weke min got, em hewl didin bi rêya rêkeftinan çareser bikin. Li ser vê mijarê temasên me bi Amerîkî re berdewam in. Em hem bi serbazên Amerîkî re, hem jî bi serbazên Tirkî re di temasê de ne. Lê mijara navçeya aram nakeve nav çarçoveya hêla maqûl a çareseriya siyasî. Em bi tundî layengira serwerî û yekparetiya erdê Sûrî ne û ev yek çendîn car ji aliya beşdarên proseya Astana ve jî hatiye piştrastkirin. An ku hem Tirkiye, hem jî Îran vê prensîpê diparêzin. Ew, prensîpa sereke ye.

 

Mijara din, pirsgirêka Kurd e. Rast e, ew mijareke jandar e. Ji bo gelek aliyan jandar e. Lê me pêgehê xwe êdî ragihandiye. Me gotiye ku divê, bê guman, otonomî were avakirin.  Ji ber ku hejmara kurdan mezin e, û rola wan di têkbirina terorîzmê de jî pir mezin e. Û divê ev yek bê îtîrafkirin. Lê ji aliya din, ev yek hem ji bo hikumeta Sûrî re, hem jî ji bo hikumeta Tirkiyê re  dijwariyan derdixîne. Mijareke jandar e, lê divê mafê kurdan bê çespandin. Ev xwezayî ye. Û divê rêkeftineke bi Tirkiyê re hebe.

 

Em pêgeha xwe, di hemû hevdîtinan  bi aşkreyî dibêjin. Belkî bi fermî em zêde daxuyanî nadin, lê di hevdîtinanan de dibêjin. Divê ev mentiq weke bingeh were girtin. Niha Tirk dibêjin emê penaberên Sûrî bînin wê navçeya aram û gelek tiştên din. Ew hemû varyantên cuda yên, rahêna rîtorîkî ne.  Ez bawerim êdî her kes têdigihêje ku divê Amerîkî ji wê herêmê biçin, divê Sûrî tevaya erdê xwe kontrol bike û divê pirsgirêka kurdan were çareserkirin. Lê, jê re dem û sebir pêwîste.

 

Gelo heta lûtekya sê lîdran, ku we behsa wê kir, aktorên li eniya Sûrî, bi taybetî li Îdlîb û Rojhilata Firatê dê  çawa tev bigerin?

 

Heta encamdana Lûtkeyê, temas û danûstan dê bi awayekî çalak bidomin, da ku her sê lîder bikaribin bîryareke cidî ragihînin. Heta wê demê ti bizavên tuj wê rû nadin. Bi nêrîna min di wê mawyê de li ser bîryarên nû yên maqûl dê riyên lihvkirinê bê gerîn. Lê, li eniya şer, her alî dê hewil bide ku ji bo xwe pêgeheke sûdmend bigre. An ku beriya lûtkeya lîderan, her alî dê hewl bide ku pêgehê xwe xurtir bike. Lê ti alî, bawer bikin, wê nikare serdestiyeke mutleq bi destve bîne. Ji ber ku hemû alî têdigihêjin, ku di karûbarên Sûrî de bêyî lihevkirina di nava Hevpemaniya Rûsya-Îran-Tirkiye de, ti pêşveçûneke maqûl ne mumkune.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst