Serokê Partiya Saadetê bo Rûdawê: Em mecbur in bingeha çareseriyê ava bikin

17-06-2018
Kemal Avcı
 Temel Karamollaoglu
Temel Karamollaoglu
Nîşan HilbijartinTirkiye Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Di 24ê Hezîranê de li Tirkiye ji bo parlamento û serokomariyê dê hilbijartin bên kirin. Di hilbijartina serokomariyê de 6 namzet rikebirê hev in. Yek ji wan namzetan serokê giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ye.


Temel Karamollaoglu li ser proseya hilbijartinan ji Rûdawê re axivî û ragihand, ku pirsgirêka Kurd weke meseleyeke girîng di rojeve wan de ye.


Karamollaoglu anî ziman ku wan di encaman rapirsiyan de dît ku eger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî beşdarî hevpeymaniya wan bibe dê rêjeya dengên wan bikeve.


Namzedê Partiya Saadetê wiha got: “Zarokî malbatekê derketiye serê çiya, zarokî din bûye leşker; niha dest û dilê wan dilerize. Gelo dê xeberê nexweş ê kîjan zarokî pêştir were. Em nikarin çavên xwe li vê yekê bigirin. Lewma em mecbur in ku pirsgirekê çareser bikin, aştiyê bînin û bingehe çareseriyê jî ava bikin.


Serokê giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Eger cenabê te weke serokomar were helbijartin dê yekem karê te çi be?

 

Ev pirs hergav tê kirin. Ya rastî tenê ne karek e ku di nava mehekê de biqede belkû di nava sed rojan de yan em bêjin di nava sê mehan de hema hema hemû ev mijarên ji bo me girîng in, em ê li ser kar bikin û bixin rêya xwe. Di destpêka van karan de rewşa awarte- ku hê jî berdewam e - dê karê sereke rakirina rewşa awarte be. Ji bo ku meseleyên hiquqî li ser zemînekî saxlem bimeşin em girîngiyê bi vê meselê didin. Lê heman demê di meseleyên aboriyê de jî me pêwîstî bi bergiriyên rasteqîn hene. Ji ber ku tevî ku di van rojên dawî de hinek daketibe jî lê nirxê dolarî her ku diçe zêde dibe. Hemû ev belêndariyên ku xizmeta veberhênanê de nîne, em ê bixin bin kontrola xwe.

 

Ez dibêjim dê temamiya wan projeyan werin sekinandin lê elbet ev yên berev xilas bûnê ve diçin dê berdewam bikin. Me pêwîstî bi wê yekê jî heye ku em di meseleya polîkayên derve de gavên rasteqîn biavêjin. Ji ber ku Tirkiyê di meseleya deynan de ketiye qonaxa tengasîyê. Êdî ihtimala peydakirina pereyan ji derve kêm bûye. Ji ber wê lazim e ku em êdî derfetên xwe bixin amadebaşiyê. Wate eger em pêşiya îsrafê bigirin û ew projeyên ku ne di xizmeta weberhênanê de ne, bisekînin; dê di destê me de derametekî baş peyda bibe, ez pêwîst dibînim ku vê yekê bibêjim.

 

Qasî ez fêm dikim ji bo we piştî rewşa awarte rewşa aboriyê giring e. Ji ber ku em rûbirûyî qeyranekê ne. Beşek aborînas jî dibêjin eger AK Partî jî biserbikeve, oposizyon jî biserbikeve êdî pêşî li vê qeyranê nahê girtin. Hûn dê vê qeyranê çawa bisekînin? Bi dîtîna we jî êdî pêşî li qeyranê nahê girtin ?


Ya rastî me her gav dizanî ku aboriya Tirkiyê kêşeyên gellek mezin hene. Ya rastî hikumetê di vê meselê de tenê gaveke biçûk jî ya berbiçav neavêt. Lê em weke karê sereke nehiştina îsrafê dibînin. Yek nehiştina îsrafê ya din jî projeyên ku çi sûdê nadin aboriyê, kîjan dibe bila bibe… Teqez pêwîst dike ku em pêşiya van bigirin. Ev aloziya ku nêzîk dibe ya ku em dibêjinê qeyran; heta ku em bi praktîkê nekevin nav de, em nikarin bi temamî bizanin ka tê çi wateyê.

 

Em niha tenê dikarin li gorî ev data û amarên li ber destê me nexşerêyekê amade bikin. Lê piştî ku em bi pratîk ketin nava vê meselê; wê demê em ê bizanin ka qistên deynê me di çi astê de ne, bi giştî li Tirkiyê 240 milyar dolar deyn heye, ku pêwîst dike îsal were dayîn, qistên van deynan hene. Miheqeq ji bo peydakirina van deynan polîtikayên rasteqîn lazim in. Lê eger li Tirkiye keşûhewayekî aştiyane were ava kirin û li qada navdewletî jî di derbarê avakirina sîstemeke adilane de îmajek were dirustkirin, ez difikirim ku dê ji gellek cihan pere werin Tirkiyê. Vê jî lazim dike ku em wiha rave bikin; dema ku mijar bû pereyên bêyanî hûn bixwazin û nexwazin polîtîkayên derve jî dikevin rojevê. Ji bilî van deynên me yên heyî, pêwîst e ku em di hemû qadên aboriyê de hemleyên rasteqîn bikin.

 

Di destpêkê de ciranên me, paşî hemû welatên îslamî, ew welatên ku li gorî me paş de mayî têne qebûl kirin; Weke Efrîqa, Amerîkaya Başur û welatên Asyayî jî di nav de, li kêleka wan jî welatên weke Rusya, Çîn, Hindistan , Japonya ku aboriyên wan gellek bihêz in, em welatan wisa dibînin ku her çend di nav xwe de hindek kêşeyên wan hebin jî lê eger em pêywendiyê bi wan re bikin em dikarin bi rêya wan bigehin hindek çavkaniyên nû ku aboriya me pê bihêz bibe. Pêwîst e ku gellek bi lezûbez kar werin kirin.

 

Te got ku meseleyên aboriyê peywendî bi polîtikayên derve heye . di serdema we dê hun dê ji polîkayên derve yên niha cudatir, hun dê polîkayên çawa ji bo meseleyên derve bimeşînin ?

 

Di van xalan de polîkayên derve bêgoman girîng in. Ji ber ku ew aliyên ku wê pere bînin Tirkiyê yan wê li Tirkiyê karên xwe bikin miheqeq dixwazin di rewşeke ewle de karên xwe bimeşînin. Yanî difirikin ku eger rewş aloz bibe ez dê bikarim pereyên xwe derxim ? Gelo wê ji bo min asteng werin derxistin? Ji ber wê bixwazî û nexwazî rasterast peywendî heye.

 

Em çi bi Yeketiya Ewropayê re be, çi bi Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê re be, bêgoman wê peywendîyên me bi wan re berdewam in. Lê heta niha wisa xuya dike ku ew peywendiye tenê li ser hisaba aliyekî meşîyane. Weke mînak tevî ku ji sala 2004ê heta niha em danûstandinê bi Yeketiya Ewropayê re dikin û ji 30 xalên ji bo endamtiyê hatine gotûbêj kirin tenê xalek hatiye girtin. Lê li aliyê din li Ewropayê welatên ku nû bûne endam yên weke Bulgarya, Çekya, Hungarya, Romanya di demeke gellek kêm de weke endam hatine qebûl kirin. Li vir rewşek derdikeve pêş; çima ew evqas di demeke kêm de hatine qebûl kirin? Hem di meseleyên demokrasiyê de, di meseleyên civakî û aborî de Tirkiyê ji van welatan xirabtir nîne, tenê yek sedem heye; ji ber ku yên ku Yeketiya Ewropayê damezrandine heta niha Yeketiya Ewropayê weke Yeketiya Kirîstiyanan dibînin. Ji ber wê dema ku hewil didin me beşdarî yeketiya xwe bikin dikevin tengasiyê.

 

Bi şêwekî zelal ev helwesta xwe nîşan dan. Wê demê nayê wê wateyê ku em jî dê karên xwe yên hevbeş bi Yeketiya Ewropayê re weke endam bimeşînin. Eger pêwîst bike em dikarin bibin şirîkên xwedî desthilat. Ewropî jî vê pêşniyazî dikin. Wê demê; ez difikirm ku dê karên me jî hinekî din bi hêsantir bimeşin.

 

Dema ku em lê dinêrin kêşeyên Tirkiyê ciranên xwe re jî hene. Herêma Kurdistanê jî ku demekê xwedî peywendiyên baş yên siyasî û aborî bûn lê piştî biryara giştpirsiyê pirsgirek çêbûn. Eger hûn bibin desthilat peywendiyên we bi cîranan re, peywendîyên we bi Herêma Kurdistanê re wê çawa bin?

 

Niha ez wê yekê bêjim; eger em bibin desthilat, bêgoman weke herêma sereke em dê li ser herêma xwe kar bikin. Em mecbur in ku hem bi Îranê re, hem bi Iraqê re, hem bi Suriyê re werin cem hev. Rûsya jî ku peywendî bi vê heremê ve heye bixwazin û nexwazin wê bikeve dewrê, dibe ku rola Amerîkayê jî hebe, Amerîka hinek bi pêşdaraziyên xwe tevdigere. Lê em berpirsiyar in ku li vê heremê aştiyê pêkbînin.

 

Niha dema xebat tên kirin, berê jî me mijar anîbû rojevê; helbet meseleya Kurdan weke meseleyeke girîng hem di rojeve me ye û hem jî di rojeva welatên derdorê de ye. Em neçar in ku kêşeyên li van welatan jî bi hev re çareser bikin. Nêrîna me wisa ye.

 

Dema ku em vê meselê çareser dikin, gavên ku me hemûyan dixin tengasiyê, yan jî hewlên ku pişta xwe bi hêzên derve girêdane, em di wê baweriyê de ne ku derfetê nadin mesele çareser bibe. Em mecbur in ku hewla yekrêzêyî bidin. Dema ku em vê dibêjin ez mecbur im ku wê yekê jî bêjim; bi taybetî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û heta rêjeyekê jî Ewropa, piştî ku sala 1991ê Sowyeta berê belav bû, li hember welatên îslamî polîtikayên nû derxistin pêş. Polîtîka li ser bingehê siyaseta “parçe bike, lihev bixe û birêve bibe” hate meşandin. Li hemû welatan binêrin mirovên li van welatan bûne neyarên hevûdu. Beriya herêma me Efxanistan bû gola xwînê, li Pakistanê şerê navxweyî bênavber berdewam dikin, Bangladeş heman şêwe. Moro, Keşmîr.. Em tên herêma Iraq û Suriye. Wisa xuyaye ku niha kes nikare serederiyê li gel rewşa Suriyê bike. Li Misrê zextên cudatir hene, Lîbya tevlihev e, herin Başur Yemen di heman rewşê de ye.

 

Welatên îslamî ji hev belav bûn. Ji bo ku werin li ser xalek hevbeş ya çareseriyê, yan bi nezanî tevdigerin, yan jî dikevin bin bandora hinek aliyên din. Ji ber vê em li herêma xwe dema ku meseleya kurdan çareser dikin, vê meselê nakin sedema şer û aloziyan. Lazim e ku em bi hev re li ser rêyên çareseriyê bisekinin. Bêyî ku yekrêziya me têkbiçe,

 

Birêz Karamollaoglu, Hûn din bi navê hevpeymaniya Millet weke Partiya Komariya Gel, İYİ Partî, Partiya Demokrat û Partiya Seadet hatin cem hev; hevpeymaniya we dê piştî helbijartinan jî berdewam bike? Weke mîna; hûn dê li parlementoyê jî bi hev re tevbigerin?

 

Yek ji sedemên bingehîn ên damezrandina vê hevpeymaniyê jî helwesta me ya li dijî sistema serokatiyê ye ku niha hatiye qebûl kirin. Sistema Serokatiyê desthilatên ji yasayan zêdetir dide serokkomarî û di dema bi kar anîna van desthilatan de çavdêrî û kontrola parlementoyê jî mixabin heta bêjin tê lawaz kirin. Wate rola parlementoyê dikeve asta herî nizim de. Binêrin; dikare tena serê xwe biryarê li ser encûmena wezîran bide, niha êdî wezîr li hember parlementoyê berpirsiyar nîne û çi mecburiyeta wan nîne ku werin hisabê bidin parlementoyê. Ya wî jî wate serokkomar jî nîne.

 

Tenê di dema budçeyê de bûdçe tê, eger parlemento bûdçeyê pesend neke, li gorî rêjeya helawîsta (enflasyon) sala borî bûdçe tê zêde kirin û wisa tê hesibandin ku ji aliyê parlementoyê ve hatiye pesend kirin.

 

Ev jî xuya dikin ku parlemeneto bê erk û bandor û desthilat e. Ji ber wê niha vê de, dema ku em li parlementoyê piraniya kursiyan bi dest bixin, ji bo ji nû ve guhertina vê sîstemê û cîbicîkirina balansa di navbera hêzan de, dê xebatên me hebin. Wê xebata me hevbeş be. Wate dema em behsê balansa di navbera hêzan de dikin em dibêjin serokê rêveberiyê serokomar e, lê parlemento jî nûnertiya gel dike û heman demê çavdêriya serokomar dike. Lê niha bila kes dernekeve û ji ber van gotinên min nebêje “ma serokomar jî ne nûnerê gel e? Serokomar jî nunertiya gel dike, lê dema ku serokomar heman demê serokê partiyekê be em dibînin ku rewş diguhere. Serokomar bixwe jî êdî nabêje ku ew serokomarê civakê ye. Ew weke serokomarê alîyên deng dane wî û alîgirên wî ne tevdigere. Wê demê li Tirkiyê aramî nabe, eger hûn dengê xwe nedin serokomarî hûn weke hemwelatiyê di rêza duyem de tên dîtin. Em di nava dezgehên ragehandinê de vê yekê bi hêsanî dibînin.

 

Heta em di karên saziyên fermî de jî dibin şahidê vê yekê. Ji ber wê piştî helbijartinan bêgoman wê ev mijare were rojevê. Ji bo ku li parlementoyê balansa hêzan were parastin, wê parlementoyeke wisa were ava kirin ku di hemû waran de çavdêriya serokomarî bike û li ser saziyên dadê (darizandinê) çi bandor û siya serokomar û parlementoyê namîne.

 

Li Parlementoyê bi destxistina piraniya kursiyan ji aliyê hevpeymaniya Millet ve girêdayî wê yekê ye ku HDP ji bendê derbas bibe. HDP tevlî hevpeymaniya Millet nehatibû kirin. Eger HDP ji bendê derbas bibe hûn weke hevpeymaniya Millet dê bi HDPê re jî karên hevbeş bimeşînin?

 

Gotinên min tên vê wateye, kar dê bi hevbeşiya aliyê zorîne yê parlementoyê were meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku dê HDP ji bendê derbas bibe. Me berê jî digot dema ku mijara hevpeymaniyê hate rojevê, me çend rapirsî kirin. Di encama van rapirsiyan de weke encameke siyasî me dît ku du car du her car nake çar, caran hun dibînin ku dike pênç, carna dibe sê, me dît ku eger HDP jî beşdarî vê hevpeymaniyê bibe dê rêje bikeve. Wê demê vê yekê ne ji bo wan ne ji bo çi wateya xwe nedibû. Ji ber wê me ev hevpeymaniye sê qolî ava kir û di bin remza İYİ Partiyê de Partiya Demokrat jî beşdar bû û hevpeymaniyeke wisa ava bû. ez hêvî dikim ku li parlementoyê em dê bibin aliyê piranî heta di meseleya guhertinan de ez hêvî dikim û bawer dikim beşek ji Parlemeneterên AK Partiyê jî dê piştgiriyê bidin .

 

Hun pirsgireka Kurdan jî weke pirsigirekeke sereke ya ku pêwîst dike were çareserkirin dibînin. Li Amedê we raporek belav kir. Partiya Saadetê dema bû desthilat dê bi şêweyekî berbiçav pirsgireka Kurdan çawa çareser bike ?


Di destpêkê de pêwîst e ku diyalog dest pê bike. Dema ku hun bêjin “pirseke wîsa tine” mesele çareser nabe. Niha em dibêjin li başurê rojhilatê welat û li Anatolya Navîn û li Stenbolê, Mêrsînê û Edenê ji ber ku Kurd koçberî her dera welat bûye; em bûna şahit ku lî i Rojhilat û Başur Rojhilat û Bakur jî di nav de gellek kêşe hene û di nava 2-3 salan de nêzîkî 3 milyon kes koçberî rojavayê welat bûne û pêla koçberiyê hê jî berdewam e û eger hun jî xelkî bipirsin ji sedî 70 dibêjin eger kar peyda bibe ez dê jî vegerim. Ev rêjeyeke gellek zêde ye. Pêwîst e ku em li ser hemû kêşeyên wê heremê kar bikin. Em girîngiyê bi aboriyê didin. Hemleyeke pîşesaziyê lazim e ku bêkariyê bi temamî ji holê rake û pêşiyê li koçberiyê bigire. Di aliyê perwerdê de pêwîst e ku em karên mezin bikin.

 

Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke meseleyeke mafê mirovan dibînin û bawer dikin ku pêwîst e ev mafe were naskirin. Bi van meseleyan de teqez dê çend gav werin avêtin û çend kar werin kirin. Lazim dike ku li wê heremê em li ser meseleyên civakî û derûnî jî bixebitin. Wate, me pêwîstî heye ku em hal û rewşa xelkê herêmê fêm bikin. Ez nimûneyeke her car dûbare dibêjim ji ber ku gellek bûyerên bi vî şeklî hene; zarokê malbatekê derketiye serê çiya, zarokê din bûye leşker; niha dest û dilê wan dilerize. Gelo dê xeberê nexweş ê kîjan zarokî pêştir were. Em nikarin çavên xwe li vê yekê bigirin. Lewma em mecbur in ku pirsgirekê çareser bikin, aştiyê bînin û bingehe çareseriyê jî ava bikin.

 

We li Amedê rapora xwe ragihand, ji aliyê gel û saziyên medenî ve helwesteke çawa hebû ? Rapora we çawa hate pêşwazîkirin ?

 

Ez wê yekê jî bêjim ku me plan dikir em sê meh beriya niha vê raporê aşkere bikin lê belê; wê demê ji ber çend guhertinên biçûk me paş xist. Lê me fikir kir ku beriya helbijartinan em rapora xwe eşkere nekin ew jî nabe, ji Stenbolê nêzîkî 15 heta 20 akademisyên û rewşenbîr hatin. Saziyên civaka medenî beşdar bûn. Fikrên gellek bereks jî hatin pirskirin. Mijarê cuda hatin rojevê. Min guhdariya hemûyan kir.  Çawa jî bin me pêwîstî heye em guhdariya hemû nêrînan bikin. Eger ku ez bi temamî ya di hizra we de nezanim, dema ku rabim bibim şirîkê we, ev dê bibe şirîkatiyek bê bingeh. Dibe ku li ser hinek xalan em li hev nekin. Lê eger di nava 100 xalan de em tenê li ser 2 xalan lihev nekin nabe ku 98 xalan jî biavêjin aliyekî. Min bixwe weke keseyatek helwesteke gellek erênî dît. Hevalên min yên ku ez dixistim rewşeke dijwar de û ji min re digotin “ma wisa dibe” jî hebûn. Wan nêrînên xwe anîn ziman, min jî li vir nêrîna xwe anî ziman. Em bi şêweyekî dostane ji wê civînê derketin. Paşî weke hûn dizanin êdî me niha e- mîting jî derxistine, partiya me li wir “e-mîtingek” amade kiribûn. Em beşdarî wê jî bûn, li wir jî qelebalix û hemasetekî gellek mezin hebû.

 

We li heremê, kesên naskirî yên weke Haşim Haşimî li Amedê, Faruk Unsal li Dîlokê weke namzet nîşan dan. Li gorî hinek lêkolînan jî li herêmê dengên AK Partiyê bo partiya we diçe, gelo ev rast e û hêvîya we çi ye?

 

Em jî wê yekê dibînin. niha gotineke min heye; ez dibêjimê “sendroma Fenerbahçe” weke hun jî dizanin di kongreya Fenerbahçeyê de encameke ku qet nedihate pêşbînîkirî derket holê, yanî ji nişkêv ve Ali Koç bi rêjeya ji sedî 80 ya dengan bû serok. Her kesî berî hilbijartinan digot dê deng wekehev derkevin. Kî dê bibe serok? Nêrîneke wisa hebû ku dibe Azîz Yildirim bibe serok. Niha li Tirkiyê heman keşûhewa heye. Ez dibêjim bayekî kûr tê, ev baya kûr bi taybetî di nava AK Partiyê de heye. Wate herî kêm ji sedî 15 heta 20 ya helbijêran û piranî jî helbijarên Kurd ez bawer dikim ku dê dengê xwe bidin me. Em peyama xwe digehînin hemû dengdêrên. Em bawer dikin ku em dê piştgiriyeke baş ji wan bistînin. Hêviya me ji herkesî heye. Lê hêviya me ji ya AK Partiyê zêdetir e. Hevalên me yên hêviya xwe ji AK Partiyê birîne, ez bawer nakim biçin partiyên din. Ji ber wê ez bihêvî me.

 

Eger hatû helbijartinên serokomariyê di gera yekem de negihişt encamê û di gera dûyem de li hember birêz Erdogan ,Muharrem Înce bimîne, tê gotin ji ber ku aligirên Partiya Saadetê mihafazakar in dê piştgriyê nadin Înce, gelo hun dê piştgiriyê bidin wî?

 

Ji ber pîvanên xwe em li ser pêşbîniyên xeyalî fikrên xwe eşkere nakin. Em bi hêviya serkevtinê beşdarî hilbijartinên serokomariyê bûne. Em dibêjin eger gera duyem çêbibe em dê teqez bibin yek ji namzetên gera duyem. Ez bi semîmî vê yekê dibêjim.

 

Lê eger hun nemînin, bo nimûne Muharrem Înce û Meral Akşener eşkere kirin dê piştgiriya namzetên din bikin.

 

Em rast nabînin ku li ser pêşbinî û senaryoyên heta niha nehatine cih, xeyalî qise bikin. Em bisekinin em dê înşellah bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst