Beriya 8 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê bû du şiqan: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ). Ev parçebûn di kongreya 13emîn de çêbû. Herdu aliyan ji wê demê ve heta niha du kongre saz kirine. Niha herdu partî danûstandin û gotûbêjan dikin bi hêviya ku beriya kongreya 16emîn bibin yek û bi yek navî tevlî kongreyê bibin.
Sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî dibêje, divê em li jêr navê PDKÎ bi “rêhevalên berê” re beşdarî kongreyê bibin. Lê aliyê dîtir vê yekê qebûl nake. Sekreterê PDKê Xalid Ezîzî jî dibêje, eger ew qebûl nakin em bi navê PDKê tevlî kongreyê bibin, divê em bi navê herdu Partiyên Demokrat an du baskên demokrat an jî demokratan danûstandinan bikin û xalên hevbeş bibînin.
Rûdaw: Ji roja ku Partiya Demokrat bû du parçe, hewl tên dayîn da ku dîsa bibin yek, çima?
Xalid Ezîzî: Partiya Demokrat tevî parçebûn û cudabûna xwe, xwediyê eynî dîrok û nasnamê ye. Şehîdên wan hevbeş in. Hejmareke zêde ya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê qurbanî di nav rêzên vê partiyê de dane. Lewma hêviya wan ji herdu aliyên vê partiyê heye ku dîsa bibin yek.
Eger yekbûna we evqasî giring be, çima hûn nabin yek?
Xalid Ezîzî: Parçebûn û cudabûn pir hêsan e, lê yekbûn zehmet e. Endamên herdu aliyan guvaşan dikin da yekîtî peyda bibe. Niha tê behskirin ka em çawa bibin yek. Lewma li gorî 8 salên borî niha pêşketinek heye. Em bi hevdu re rûdinên û têkiliyên me baş bûne.
Gotûbêjên we gihîştine kîjan qonaxê?
Xalid Ezîzî: Di civîna dawî ya polîtburoya herdu aliyan de, me bi eşkereyî behsa kêşeyên xwe û dilgiranî û nîgeraniyên xwe kir.
Sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî ji we re dibêje “hevalên berê” wek mikur nehatinekê bi PDKê. Gelo ev nabe kelem li ber yekbûnê?
Xalid Ezîzî: Pêwîstiya wan pê nîne ku em îtîrafê bi navê wan bikin. Em bi rêzdarî navê wan tînin zimên. Me ji xwe re ev nav hilbijart ku beşek ji dîroka wan e jî. Niha di pratîkê de, du Partiyên Demokrat hene, ji bo ku di siberojê de yekîtiyeke serketî pêk bê û hemû alî xwe tê de bibînin. Li gorî me, bikaranîna têgeha “hevalên berê” ne rast e.
Di civînên we de, helbet we reşnivîsek amade kiriye. Gelo we tê de navê PDKê nivîsiye?
Xalid Ezîzî: Heta niha me ti peyman îmze nekiriye ku îmzeya herdu aliyan li ser hebe.
Eger PDKÎ anîna navê we di danûstandinan de red bike û hûn jî vê yekê qebûl nekin, gelo dê yekîtiya we çawa bigihe serî?
Xalid Ezîzî: Di civîna dawî de, me bi eşkereyî ji wan re got ku mekanîzma me ya yekbûnê ew e ku em wek du partiyên demokrat danûstandinan bikin. Lê wan ev yek red kir û gotin mekanîzma me ya danûstandinan li ser hîmê kongreya 13emîn e. Me pêşniyar kir eger navê PDK û PDKÎ jî li ser nebe, em dikarin bêjin Demokrat an herdu baskên Partiya Demokrat.
Sedemê parçebûna partiyê di kongreya 13emîn de hizrî bû yan kursî û desthilat bû?
Xalid Ezîzî: Sedem li ser îdareya partiyê bû. Tu arîşeyeke me ya hizrî, siyasî, stratejîk û rêxistinî nebû.
Mekanîzma cidî çî ye ku Partiya Demokrat piştî hevgirtinê careke din parçe nebe?
Xalid Ezîzî: Baştirîn şêwe ew e ku em civînên xwe yên hevbeş zêde bikin. Parçebûnê ziyaneke mezin gihand me. Divê herdu alî li hevdu xwedî derkevin. Dîroka hevbeş a wan heşt salên ku em ji hevdu cihê bûn, tifaqa me li ser hebe.
Wekheviyeke zêde di navbera herdu partiyan de heye, lê di dema borî de du nerînên cuda li hember Komara Îslamî ya Îranê hebûn. Hûn li dijî boykota hilbijartinan bûn, lê PDKÎ pê re bû?
Xalid Ezîzî: Ev mijarên wiha nabin kelem li ber yekbûnê. Di kongre û konferansên partiya me de, ev babet qet ne xeta sor bûn. Ti xetên me yên sor nînin, lê divê di vê pêvajoyê de ti kes mehrûm nebe.
Tu dikarî di partiyekê de kar bikî ku Mistefa Hicrî sekreterê wê be?
Xalid Ezîzî: Erê, lê ya giring ew e ku PDK û PDKÎ di kongreyekê de bibin yek partî.
Hevalên PDKÎ dibêjin dibe ku Xalid Ezîzî bixwaze yekîtî çêbibe, lê sekreterê giştî yê PDKê hîn jî Ebdullah Hesenzade ye?
Xalid Ezîzî: Ez mîna sekreterê PDKê hatim hilbijartin. Bi nerîna min, bo kesên wek Ebdullah Hesenzade, Celîl Gadanî, Hesen Şerefî, Hesen Restgar, Hisên Medenî û Mistefa Hicrî ku hemûyan temenê xwe bi hev re di nav partiyê de derbas kirin, divê ez rêza wan bigrim. Lewma ev gotin ne di cihê xwe de ye.
Kî navbeynkariyê di navbera we de dike? Dibêjin rola YNK û PDKê (Başûr) di parçebûna we de hebû, niha rola wan di hevgirtina we de jî heye?
Xalid Ezîzî: Niha têkiliya me xweş e û kes navbeynkariyê di navbera me de nake. Lê di destpêka civînên me de, hewldanên konsulosê Fransayê hebû. Rola YNK û PDKê (Başûr) ne di parçebûna me û ne jî dê di yekbûna me de hebe.
********************************************************************************
Sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî: Parçebûna partiyê li ser kursî û berjewendiyên kesî bû
Rûdaw: Piştî cudabûnê, hûn timî behsa yekbûnê dikin, çima?
Mistefa Hicrî: Pirsa yekbûnê bûye rojeva xelkê, çimkî tecrûbeyeke xelkê ya tehl bi parçebûnan re heye. Parçebûn psîkolojiya xelkê têk didin û hêviyên xelkê hildiweşînin. Xelk yekbûnê dixwaze û ti xêr ji cudabûnê nedîtiye. Bi nerîna PDKÎ, yekîtî me bihêztir dike, lewma di kongreya dawî de me birayr da hemû hewldan bên kirin da ku em bi şêweyeke fermî bibin yek. Divê yekbûn li ser hîmekî be ku careke din cudabûn jê peyda nebe.
Lê endamên Demokrat dibêjin eger herdu alî bibin yek jî, ti garantiyek nîne ku careke din cuda nebin?
Mistefa Hicrî: Cudabûn di her partiyekê de tiştekî xwezayî ye. Lê ya giring sedemên parçebûnê ne. Em jî dilgiran in ku parçebûneke din pêk bê. Ev parçebûn xelkê dilgiran dikin. Lewma dibêjim ti garantiyek nîne ku parçebûn careke din rû nede, lê nabe dîsa li ser heman sedeman rû bide. Hevalên me ne ji ber sedemên rêxistinî û siyasî ji me cuda bûn. Mesele qezenc û berjewendiyên grûpî û beşek jê takekesî jî bû.
Gava dibêjin kêşe kêşeya kursî bû, vedigere rabirdûya we. Wek mînak, tu cîgirê sekreterê giştî bûyî gava Şerefkendî hate terorkirin. Piştî te, Ebdullah Hesenzade dibe sekreterê partiyê, lê cuda nabe. Bi nerîna te, Ebdullah Hesenzade, piştî ku wek sekreter namîne, yan kesên ku bi wî re hemfikir in, rola wan di kêşeya kursî de hebû?
Mistefa Hicrî: Bêguman kêşe hebû, çimkî ji kongreya 10 heta kongreya 13, ew grûpa ku ji partiyê cuda bû, pirraniya wan di rêbertiya partiyê de bûn û pirraniya desthilatan di destê wan de bûn. Em grûpeke dijbere û kêmîne bûn di nav partiyê de, me gellek tişt qebûl kirin, lê em qet li cudabûnê nefikirîn.
We carê ji aliyê dîtir re digot `hevalên berê`, niha hûn wek PDKê danûstandinan bi wan re dikin an wek `hevalên berê`?
Mistefa Hicrî: Na niha jî ew hevalên me yên berê ne. Bi dîtina me, ew ne PDKÎ ne, çimkî ew ji PDKÎ cuda bûne.
Di kongreya 10 de, Rêbertiya Şoreşger vegeriya nav partiyê, lê wek PDKÎ / Rêbertiya Şoreşger reftar bi wan re tê kirin. Çima hûn vê ji bo PDKê qebûl nakin?
Mistefa Hicrî: Komîteya navendî biryar da çimkî her tişt çareser bûye û emê bibin yek, eger bi wî navî jî vegerin nav PDKÎ kêşe tune. Eger hat û nav bû pirsgirêk jî, dê ji hêla komîteya navendî bê çarekirin.
Tu geşbîn î bi danûstandinên yekîtiyê?
Mistefa Hicrî: Raporta siyasî ji hêla komîteya navendî ve hatiye qebûlkirin. Pêrew û bernameya navxweyî hatine pesendkirin. Heta bigihe hilbijartinan, me ev hemû qebûl kirine. Hinek xal mane ku cihê dilgiraniyê ne, wek mînak gava ew tevlî me bibin dê rewşa rêber û kadroyên wan çawa bibe. Divê beriya kongreyê yek partî hebe. Divê PDKÎ kongreyê saz bike û li gorî tifaqên ku niha hene, ew jî beşdarî kongreyê bibin.
Eger bihayê serketina yekbûnê, devberdana Mistefa Hicrî ji serokatiya partiyê be di kongreyê de, tê razî bibî?
Mistefa Hicrî: Ti arezûyeke min tune ku ez wek sekreterê partiyê bimînim.
Aliyekî sêyem di navbera we de heye?
Mistefa Hicrî: Na.
Dibêjin YNK û PDK di parçebûna we de rol lîstine. Gelo rola wan di nêzîkbûna we de jî heye?
Mistefa Hicrî: Di destpêka cudabûnê de, Mesûd Barzanî û serkirdatiya YNKê bangî herdu aliyan kirin. Daxwaz ji me kirin ku em bibin yek. Lê mixabin hewldanên wan neçûn serî. Hem YNK û hem PDKê dixwazin em bibin yek.
Li ser bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, nerînên herdu aliyan cihê bûn. Wek mînak, di meseleya hilbijartinan de, hûn bi boykotê re bûn. Lê aliyê dîtir li dijî boykotkirina hilbijartinan bû. Herwiha di meseleya danûstandina bi Îranê re, PDKê nermiyeke zêdetir nîşan dida?
Mistefa Hicrî: Em hîn negihîştine qonaxa gotûbêjkirina van mijaran. Bi baweriya me, divê kêşeyên me bi Îranê re bi riya diyalogê bên çareserkirin. Lê her cara ku me xwe ji diyalogê re amade kiriye, Komara Îslamî ya Îranê xefk li ber me vedaye. Lewma baweriya me bi Komara Îslamî ya Îranê nemaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse