Von der Leyen bo Rûdawê: Ti pirsgirêk nînin neyên çareserkirin

Munich (Rûdaw) – Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen piştî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîneke kurt de bersiva çend pirsyarên Tora Medyayî ya Rûdawê da û derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de got: “Ti pirsgirêkek di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne neyê çareser kirin, ger xwesteka bihevre karkirinê hebe wê demê çareseriyeke baş tê dîtin.”

 

Ala Şalî: Slav Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê, herdem hun behsa wê yekê dikin ku divê aramî vegere Iraqê, bi baweriya we yek ji çareseriyan ne vegerandina rewşa navçeyên cihê nakokiyê ye bo pêş 16ê Cotmehê?

 

Ursula von der Leyen: Bêguman hinek mijar di navbera Bexda û Hewlêrê de hene ku divê bên çareserkirin. Bi baweriya min eger danûstandina pêwist di navbera herdu aliyan de were kirin û xwestek hebe bi hev re kar bikin, wê demê mimkun e çareseriyeke baş bê dîtin. Nabe qet ji bîra me biçe ka ji ku hatine. Iraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke gelekî hestyar re derbas bûne. Dema DAIŞê welat teror dikir, we serkeftineke gelekî berçav bidest xist û niha jî divê em vê serkeftinê mayînde bikin.

 

Ala Şalî: Hun behsa Kurdistanekê dikin di çarçoveya Iraqê de, divê ew Kurdistan çawa be?

 

Ursula von der Leyen: Tişta min di serdana xwe ya Hewlêrê de bihîst, ew e ku pêdiviyeke gelekî zêde bi rawêjkarî an şiyansaziyê heye. Mînak; çawahiya bingehdanîna wezaretekê, wergirtina serbazan ji kesên ciwan, rahênan çawa bi rahêneran bê kirin bo erkekî taybet, herwiha karkirin li ser xizmetguzariya pizîşkî li nav hêzên leşkerî yên Pêşmerge de. Herwiha mijarên din wek rûbirûbûnê ku pêdivî bi perwerde-rahênanê heye. Loma gelek tişt hene pêwist e di asteke bilind de bên kirin. Şerê diyarkirî yê dijî DAIŞê bi dawî bû, lê em niha kar li ser hêzeke leşkerî ya pêbend bi aramkirina daîmî ya Iraqê dikin.

 

Ala Şalî: Nerîna Almanya bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê çiye? Di demekê de ku Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî amadebûna xwe pêşan daye, lê Bexdayê ti pêngavek bo çareserkirina pirsgirêkan neavêtiye.

 

Ursula von der Leyen: Berî hemû tiştekî ew gelekî baş e ku em dibihîzin Kurdistan dixwaze û amade ye biçe nav diyalogê û niha jî tiştekî wiha heye. Di serdana xwe ya Bexdayê de û dema ez ligel Serokwezîr Ebadî axifîm, gelekî kêfxweş bûm dema min bihîst diyalogeke berdewam di navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Bi baweriya min gelek hurgilî hene ku divê gotûbêj li ser wan bê kirin. Bêguman ew ne karê me ye biçin nav wan mijaran, lê bi nerîna min gelekî girîng e peywendî û diyalog berdewam be. Ji ber di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti pirsgirêkek nîne ku neyê çareserkirin. Bêguman helwêstên cuda hene, lê zêdetir biçin nav hurgiliyan çareserî tê dîtin. Lihevkirin baştirîn rê ye mirov bikaribe ber bi paşerojê pêngavan biavêje.

 

Ala Şalî: We biryar da leşkerên we li Kurdistanê bimînin?

 

Ursula von der Leyen: Belê, em kar li ser demeke mana nû dikin, bo pêdiviyên nû wek min qal kir di çarçoveya hevbeş a giştî hevpeymaniya dijî terorê. Hurgilî çawa dibin? Em niha nizanin, bêguman di vê derbarê de axaftina parlamentoyê jî heye, lê hê gelek kar hene ku divê niha bên kirin. Ezmûneke me ya gelekî baş ligel Kurdistan û Pêşmergeyan heye û em dixwazin berdewam be.

 

Roja Înê (16-02-2018) bi dema Kurdistanê saet 16:00an 54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê dest pê kir. Konferans bi beşdariya çendîn serok û serkirdeyên cîhanê, dê heta 3 rojan berdewam bibe. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi serokatiya şanda Kurdistanê di konferansê de beşdar in.

 

Serokwezîr Barzanî di yekem roja konferansê de çar hevdîtin pêkanîn. Yek ji civînan jî ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê bû. Di civînê de Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Felah Mistefa û Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Elmanya Dilşan Barzanî amade bûn.

 

Li gor daxwiyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, ligel ku kêfxweşiya xwe bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê aniye ziman, herwiha pesnê Hêzên Pêşmerge, hevkarî û hevahengiya wan ligel hêzên Almanî kiriye.

 

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî derbarê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de agahî dane û tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser bingehê destûrê pirsgirêkên ligel hikûmeta federal a Iraqê çareser bike.

 

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen di demekê de ye roja 12ê Sibatê Wezîra Berevaniyê ya Almanya bo care pêncem serdana Başûrê Kurdistanê kir. Serdana vê carê cuda bû, ji ber yekem berpirsa payebilind a Ewropayê bû ku piştî ambargoya siyasî ya Bexdayê bo ser Hewlêrê serdana Kurdistanê kir. Rojek piştî wê Wezîrê Derve yê Fransayê jî serdana Hewlêrê kir.