Hewlêr (Rûdaw) – Dr. Fazil Nebî zêdetirî 10 salan e di nav karê Wezareta Darayî ya Iraqê de ye. Çend caran ji ber Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê neşand, weke helwest dest ji kar kişand. Niha jî piştî ku Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî ji kar hate dûrxistin, ew bûye mirovê yekemîn ê vê wezaretê.
Wekîlê Wezîrê Darayî yê Iraqê Dr. Fazil Nebî, piştî pesendkirina bûdceya Iraqê ya sala 2017ê ji aliyê parlamentoyê, di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got; “Ev yasaya bûdceyê ji bo Kurdistanê zirar e. Ji ber ku dahata Kurdistanê ya ji firotina petrolê bidest dixe, ji bûdceya Iraq dide zêdetir e.”
Bûdceya 2017ê ya Iraqê ji aliyê parlamentoyê ve hate pesendkirin. Tu niha rola wezîrê darayî dibînî, gelo ev bûdce di berjewendiya Kurdistanê de ye?
Yasaya ku weke hikûmeta Iraqê me danî ye, li gorî rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya sala 2015ê ye. Rast e rêkeftin nehate cîbicîkirin. Lê ji bo wê yekê hate dnaîn, ku di navbera aliyan de senedekî qanûnî hebe. Eger sube rêkeftin hate kirin ev dê bibe sened lê nebûna wî ji hebûnê baştir e.
Dema di 2015ê de ev rêkeftin hate îmzekirin jî min dizanî ku biser nakeve. Sedema serneketina vê rêkeftinê jî ew bû, ku Bexdayê bi tevê petrola Kerkûkê, daxwaza 550 hezar bermîl petrolê ji Herêma Kurdistanê dikir. Li hember vê yekê divêya Bexdayê jî ji sedî 17ê bûdceyê bişanda Kurdistanê. Lê Bexdayê got, ev hinde pereyê min nîne da ku tirlyonêk û 200 milyaran bişînim. Ez dikarim di rewşa herî baş de 600 milyaran bişînim.
Baş e ma Kurdistanê ne dizanî ku hesaba vê yekê bike?
Belê dizanî lê mixabin rêkeftin hate kirin. Pêwîste niha hikûmeta Herêma Kurdistanê hesaba xwe bike. Di bazara normal de jî hesab bê kirin, rojane 550 hezar bermîl bê firotin û her bermîlek 40 dolaran be, mehane 800 milyar dînar bidest dixe. Lê eger li gorî rêkeftinê hikûmeta Iraqê bûdceyê bide, dê rewşa herî baş de Iraq 500 heta 550 milyar dînaran bide Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê ez bawer nakim, ku Herêma Kurdistanê vê rêkeftinê cîbicî bike, ji ber ku ne di berjewendiyê wê de ye.
Di bûdceyê de tişta ne avantaj çi ye ji bo Kurdistanê?
Eger bûdceya Iraqê di rewşeke xwezayî de be, dibe di berjewendiyê Kurdistanê de be. Eger hikûmet bikare ji sedî 100ê bûdceya xwe cîbicî bike, wê demê ev rêkeftin di berjewendiyê kurdan de ye. Lê niha ew şiyana darayî ya Iraqê nîne ku di bûdceyê de hatiye nivîsîn.
Iraqê di bûdceya 2017ê de zêdetirî 100 tirilyonan nivîsiye. Li gorî pêşbîniyên we dê çiqas dahata Iraqê hebe?
Pêşbîniya me ew e ku ji sedî 60 heta 65ê vê dahatê bidest bixin.
Gelo di nav bûdceya 2017ê de çi mayinek li pêşiya Kurdistanê hatiye çandin?
Heta ku bûdce gihişte parlamentoyê, ti mayînek li pêşiya Kurdistanê nebû. Lê dema proje gihişte parlamentoyê hate bi mayînkirin. Ez nizanim ka bi zanebûn bû yan ne. Diyar e ku hinek kes wisa nîşan dan di vê mijarê de palewan in. Lê çiqas dikarin pêşiya vê yekê bigrin? Wan kesan madeya 10 di bûdceyê de bicîhkirine, ku di wê madeyê de tê gotin; divê Herêma Kurdistanê neçar bikin, ku petrola xwe bişîne Bexdayê. Ya yekem divê bizinin ka ev rêkeftin di berjewendiya Kurdistanê de ye yan zirar e? Ew tişta wan kiriye, mûzayede ye û girêdana hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Ez ji vê yekê matmayî dimînim; niha YNK di nav hikûmetê de ye, kurê cenabê Mam Celal û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî li Londonê serpereştiya konferansa petrola Kurdistanê kir. Lê ew tevlîheviya li Bexdayê ya di navbera partiyên kurdî de çi bû? Ji ber çi hikûmeta Herêma Kurdistanê naçarê tiştekê dikin, ku ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de be? Herwiha tê zanîn, ku ew pereyê ku Bexda dê bide, têra meaşxurên Kurdistanê nake. Dahata wê kêmtir e ji dahata Kurdistanê ya ji petrolê. Ji ber vê yekê, madeya 10 a bûdceya Iraqê, ne tenê mayîneke, herwiha bombeyekî mezin e ku pêşiya Kurdistanê hatiye danîn.
Gelo Herêma Kurdistanê dikare pabendê vê yasayê nebe?
Belê dikare pabend nebe. Eger tîpa “F” di bûdceyê de nehatina bicîhkirin, Herêma Kurdistanê dikariya pabend neba. Lê niha li kê derê pereyê zêde bikeve destê Herêma Kurdistanê, dê wê rêyê hilbijêre.
Di amadekirina vê projeyê de destê Malîkî hebûye?
Ev yek rastiyeke ku Malîkî di nav parlamentoyê de bi hêz e. Gelek endamên wî hene û dikare gelek tiştan bike. Bile em pir li ser siyasetê neaxivin, werin ser mijara darayî.
Helwesta Ebadî ya derbarê Kurdistanê de çi ye?
Niha helwesta Heyder Ebadî ya derbarê Kurdistanê de pir baş e. Bi taybet piştî serdana serok Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevkariya şerê Mûsilê, gelek tişt hatine guhertin. Niha di nav Parlamentoya Iraqê de eniyek bi hêz yê Malîkî, Cubûrî û YNKê ye. Di mijara wergirtina dengê baweriyê ji Hoşyar Zêbarî de, ev yek pir eşkere derkete holê. Ji ber ku mijareke siyasî bû, ne ku darayî. Ne li dijî Hoşyar Zêbarî bû li dijî pêgeha PDKê ya Bexdayê bû. Heyder Ebadî û kûtleya wî ne alîgirê ji kar dûrxistina Zêbarî bûn. Dê di 20ê Kanûnê de Dadgeha Federalî li ser dosyeya Zêbarî biryarê bide. Ji ber ku li dijî vê biryarê Hoşyar Zêbarî gilî tomar kiribû. Hêviyeke mezin heye da ku vegere ser erkê xwe.
Niha nêrîna Ebadî çi ye, dixwaze Herêma Kurdistanê çawa li gel wî birêbikeve?
Ebadî di warê darayî de zîrek e. Alîgirê rêkeftina 2015ê ye. Bi taybet jî piştî destpêkirina operasyona Mûsilê û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, di hemû civînan de bi başî behsa Kurdistanê dike. Lê ew rêkeftina bûdceyê, ne di berjewendiya Kurdistanê de ye.
Nêrîna Ebadî jî ev e?
Ebadî bi xwe jî dizane ku pir zîrek e û hesabê her qirûşekê dike. Pir bi hûr û kûr li ser vê mijarê kar dike, di warê bûcdeyê de hemû tiştek hezm kiriye.
Dibêjin ne Bexda pere dişîne Kurdistanê, ne jî Kurdistan petrola xwe dide Bexdayê. Bi nêrîna te herdu alî gihiştine wê biryarê, ku her yek xerca mala xwe bike?
Di rewşa niha da erê, her du alî di wê baweriyê de ne, ku her yek mala xwe birêve bibe.
Di yasaya bûcdeyê de YNK û Goran ragihandin, ku dê bûcdeya Hêzên Pêşmerge di çarçoveya Hêzên Bejayî ya Iraqê de be, gelo ev yek dê çawa be?
Serokwezîrê Iraqê di heman demê de fermandarê hêzên çekdar e. ew bixwe dizane ka pere çend e. Birêz Ebadî dizane ka pereyê Hêzên Bejayî çi qas e û hesab kiriye. Her meh dê ji bûdceya Hêzên Bejayî 38 milyar dînaran bidin Hêzên Pêşmerge.
Di bûdceya 2017ê de çi qas pere digihe Heşda Şeibî?
Ji meja Cotmeha derbasbûyî heta dawiya îsal, tenê ji bo meaşên wan tirilyonek û 300 milyar dînar (Milyarek dolar) ji Heşda Şeibî re hatiye xerckirin. Di bûdceya 2017ê de behsa 122 hezar çekdarên Heşda Şeibî têkirin. Dê di sala 2017ê de jî 3 tirilyon dînar ji bo Heşda Şeibî bê xerckirin.
Iraq ji deynên navdewletî gelek pere werdigre. Ji vî pereyî tiştek ji bo kurdan heye?
Ji deynên navdewletî 19 tirilyon dînar hatiye wergirtin. Lê dînarekê jî nade kurdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse