Keçeke xelkê Efrînê: Hevalên min li zindana îstixbarata Tirkiyê bi sedema îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan

16-10-2022
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lonjîn Ebdo Efrîn Îstixbarata Tirkiyê Grûpên Çekdar Îşkence
A+ A-

Keçeke xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê tevî bav û xwişkeke xwe di meha hezîrana 2018an de ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve hatin girtin û dibêje, “Em li girtîgehên MÎTa Tirkiyê tûşî zexteke mezin hatin, hevalên me bi sedema îşkence û birçîtiyê canê xwe ji dest dan.”

Lonjîn Mihemed Xelîl Ebdo keçeke xelkê Efrînê ye ku ligel Mihemed Xelîl Ebdoyê bavê xwe û Rojîn Mihemed Xelîl Ebdoya xwişka xwe di meha hezîrana 2018an de li Efrînê ji aliyê îstixbarata Tirkiyê (MIT) ve hatn girtin û li zindanên îstixbarata Tirkiyê û komên çekdar man.

Lonjîn Mihemed Xelîl Ebdo, piştî 2 sal û 7 heyvan ji mana li zindana komên çekdar ên dijberiya Sûriyê, di meha kanûna duyem a 2020 de hat azadkirin.

Berî çend heyvan Lonjîn û malbata wê gihan Fransayê. Tora Medyayî ya Rûdawê yekemîn hevpeyvîna medyayî ligel Lonjîn Ebdoyî pêk anî.

Lonjîn Ebdo qala rojên xwe li zindana komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê kir û got, “Me demeke dirêj li wan zindanan qedand. Zindanên wan jî her fena wan in û li jêr zevîyê, tereşuheke zêde hebû. Tije gêrik bû. Eqlê meriv qebûl nedikir.”

Piştî ku Efrîn û çend navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatin kontrolkirin, hejmareke mezin ji kurdan ji wir koç kir û yên ku man bi zext, tundî û kuştinê re rûbirû man û hinek ji wan jî demên dirêj di girtîgehê de man.

Lonjîn Ebdo behsa wan reftaran kir ku li hember wê hatin kirin, “Em çûn gelek zîndanan, em ne tenê li Hemzata bûn, 8 mehan beriya Hemzata em li nik îstixbarata Tirkiyê bûn. Îşkenceyên fizîkî nola lêdana elektrîkê û îşkenceya derûnî pir li me hat kirin. Di her girtîgehekê de hevalên me mirin. Di her girtîgehekê de çend hevalên me bi xweliyê hatin spartin. Ez ê navê wan bidim, hevalekî min ê bi navê Kawa hebû, pir nexweş bû. Ji ber nexweşî û îşkenceyê hat kuştin, li girtîgeha Zer`ayê bi xweliyê hatine spartin.”

 Lonjîn Ebdo nîşan bi wê yekê da, pêş ku teslîmî grûpa Hemzat bên kirin, di destê MÎTa Tirkiyê de bûn û got jî, “Li girtîgehên MÎTa Tirkiyê gelek zext li ser me hat kirin, hevalên me ji ber îşkence û birçîbûnê mirin.”

Rûdaw: Lonjîn Ebdo keçeke efrînê ye û tevî bav û xwişka xwe ya biçûk du bo heyama du sal û heft mehan di zindanên komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li Efrînê û derdora wê bûn. Piştî derketina wê ji hepsê, Lonjîn xwe paşê gihand Fransa û niha li Parîsê ye. Lonjîn ji Parîsê bi me re ye; ez dixwazim vê bipirsim di 2 rojên borî de dîmenê girtîgeheke komika Hemzad li şarê Babê weşiya û tu jî di gelek ji wan girtîgehan de bûyî. Wan dîmenan çi anîn bîra te? Li wan girtîgehan çi dihat kirin?

Lonjîn Ebdo: Spas.. ev çaxê we û her takekî gelê kurd baş. Ew zîndan zîndanên me bûn û me gelek wext li wir derbas kir. Ne tenê ew girtîgeh, girtîgehên din jî dişibin wî û bi heman awayî bi me re tevdigeriyan. Her yek ji ya din ne çêtir bû û me li hinekan heşt meh, li hinekan çar meh û li hinekan jî pênc meh derbas kir. Ti yek ji wan ji ya din ne çêtir bû, û me li hinekan ji wan heşt meh, li hinekan çar meh û li hinekan jî pênc meh derbas kirin. Girtîgehên wan hemû wek hev in; di jêrzemînê de ne, di rewşeke nebaş de ne û tijî gêrik in. Rewşa nêv girtîgehan bi curekî ye ku meriv nikare sawêr bike. Em bo demeke dûrdirêj di wan zindanan de man û hemû wek hev in; ti yek ji wan ji ya din ne çêtir e. Ev zîndana Zîra` bû, ku Ebû Ebdulbûşî serperiştiya wê dikir.

Rûdaw: Lonjîn, çawa bi girtiyan re tevdigeriyan? Çawa bi we re tev digeriyan? Jiyana we ya rojane çawa bû?

Lonjîn Ebdo: Em ne tenê li hepsa Hamza bûn, lê em di gelek girtîgehan de man. Beriya girtîgeha Hemzayê, em li bal îstixbarata Tirkiyê bûn û piştre em biring girtîgeha Hemzayê. Berî ku em bên veguhestin wê girtîgehê, bi qasî 8 mehan îşkence berdewam hebû. Îşkence jî ne tenê bi rêya lêdana asayî bû, lê belê amûrên wan ên îşkenceyê yên curbecur hebûn û 24 saetan îşkencedan hebû. Her girtîgehek ji bo me mirinek bû. Di wê de goristanên komî hebûn. Me hejmareke zêde ya hevalên xwe li wir spart axê. Çend hevalên min di zindana Zîra`yê de bûn. Hevalekî min di wê girtîgehê de tendirustiya wî zaf têk çûbû û nexweş ket û piştre ew di bin îşkenceyê de kuştin û li wir veşartin. Beriya wê em di zindaneke îstixbarata Tirkiyê de bûn. Hin hevalên me li wir jî mirin û her li wir hatin definkirin. Ji birçîna mirin. Rewşeke pir xerab bû.

Rûdaw: Belê Lonjîn, eger em behsa girtiyên jin bikin. Hejmarek jin jî hatibûn girtin û bê şik te jî gelek ji wan dîtine û bi wan re jiyayî. Gelo li girtîgehê çawa bi jinan re tevdigeriyan?

Lonjîn: Di navbera jin, zarok û mêran de cudahiyeke wisa berbiçav nebû, ango di muameleya bi jin û mêran re ti ferq cudahiyek tunebû û lêdan mîna hev bû. Dema li keçekê dixistin, ne tenê zilamek diçû hundir û lê dida, lêbelê sê zilam diçûn û ew îşkence dikirin. Ji ber vê yekê tu cudahiyek tune bû. Heman tevger û heman birçîbûn bû.

Rûdaw: Lonjîn, te got ku zarok bi we re bûn. Gelo rê didan ku ew zarok ji hêla dêya wan bên çavdêrîkirin, wan pak bikin û şîr bidin wan û dema nexweş diketin li wan miqate bin? Gelo tiştekî wisa hebû?

Lonjîn: Em du salan di zîndana Hemza de bûn û me ti doktorek li zîndana îstixbaratê jî nedît. Dema ku pêdiviya zarokan bi hefazeyan jî çêdibû, ji jinan re digotin kincên xwe ji xwe bikin û bi cil û bergên xwe ji zarokan re hefazeyan çêkin. Hemî eynî tişt bû: Mêr, jin û zarok hemû wek hev bûn.

Rûdaw: Lonjîn, rê didan we ku hûn parêzerekî bigirin yan malbatên we parêzerekî ji bo we bigrin da berevaniyê li we bikin? Gelo ti mafekî qanûnî didan we da parêzerek were û dosyeya we bişopîne?

Lonjîn: Bo heyama du sal û heft mehan tu pêwendiyeke me bi malbatên me re tunebû. Ti têkiliyeke me bi dayika me re nebû. Heya radeya ku ji me re hat gotin ku dayik û birayên me hatine kuştin, hinekan jî digotin ku hatine girtin. Ji ber vê yekê ti kesî rewşa malbatên me nedizanî û pêwendiya me bi wan re tunebû. Gelekan ji me bihîst ku endamên malbatên me hatine kuştin, yan jî hatine girtin. Li wir ti dadgehîkirineke me jî tune bû, em tenê di yek odeyê de bûn û hindik xwarin didan me. Hin hevalên me xwe dikuştin û hewla xwekuştinê dikirin. Me bi hêviya ku me azad bikin greva birçîbûnê dikir, lê hewldanên me bê encam bûn. Me dibipirsî gelo me çi kiriye? Lê qet bersiv nedidan me. Me digot ti sûcdarek bi me re tune ye. Bi qasî ku min jî dît, kesekî wiha tê de nebû ku sûcdar be.

Rûdaw: Lonjîn, qala zindana Me`ratê tê kirin û tête gotin ku girtî reviyane, ev jî piştî êrîşa Desteya Rizgariya Şamê li ser Eniya Şam û Feyleqa Sêyem. Gelo tu çi li ser wê girtîgehê dizanî? Yên ku li wir girtî bûn kî bûn gelo? Yên ku niha reviyane, gelo ti agahiyeke te li ser wan û girtîgehê jî heye?

Lonjîn: Nêzîkî 170 kes di wê girtîgehê de bûn; di nav wan de jin jî hebûn. Hinek ji wan reviyan û hinek jî hatin girtin. Yên ku reviyan 104 mêr û 4 jin bûn, yên mayî jî, bi qasî 40 kesî bûn, hatin girtin. Bê guman ew jî hinek ji wan xelkê Efrînê û gundên Efrînê ne û navên wan diyar in.

Rûdaw: Baş e, Lonjîn, ez pirsa dawî ji te bikim. Dema lêpirsîn bi we re dihat kirin, gelo bi tenê ew komên çekdar bûn an jî ti aliyekî din jî tê de beşdar dibûn? Gelek caran behsa hevkariya navbera Tirkiye û komên çekdar tê kirin û tomet arasteyî girtiyan tê kirin. Kî di lêpirsînê de amade bû?

Lonjîn: Her carê em dibirin girtîgehekê û her carekê jî lêpirsîn bi me re dikirin. Ji ber vê yekê tirk hebûn û komên çekdar jî hebûn, lê tirk di dema lêpirsînê de sê caran li cem me amade bûn. Her carekê jî dihatin girtîgehê û vedigeriyan, lê ji bo me tiştek nedikirin; tew me ji wan re digot cil û bergên me tune ne, lê wan qet alîkariya me nedikir. Wan em li cî dihiştin û diçûn.

Rûdaw: Lonjîn, te behsa seredankirina girtîgehê kir. Ez dixwazim pirseke kurt ji te bikim Gelo ti rêxistineke mafên mirovan û saziyên parêzvanên mafên mirovan seredana we kirine yan jî rê didane wan ku seredana we bikin û rewşa we lêkolîn bikin?

Lonjîn: Na. Dema ku em di girtîgehê de bûn, ti kesî nedikarî me bibîne. Me kesek nedît; ne rêxistin û ne jî kesekî din. Em li cihekî veşartî bûn. Kesî nikarîbû salixa em bike. Em li cihekî pir veşartî bûn. Ne tenê em, lêbelê her kesê din ku dihat girtin, dibirin cihekî ku kes wan nebîne. Li girtîgeha Zîra`yê jî rewş pir xerab bû.

Rûdaw: Gelek spas, Lonjîn Evdo. Îşela ti careke din ew rojên reş nayên bîra te.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst