Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di bin navê ‘Kurdistana Min’ de birêve diçe

12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îro di bin navê “Kurdistana Min” de destpê kir û ji ber vîrusa Coronayê dê bi şêweyekî online birêve biçe.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi awayekî hevbeş li gel 10 festîvalên din ên fîlmên Kurdî birêve diçe. Ev festival ku bi vî away dibe festîvala fîlmên Kurdî ya global, ji îro, 16ê Nîsanê ta 27ê Nîsanê dê berdewam be.

Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê Ferhan Stêrk di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, tekezî li ser girîngiya vê festîvalê kir û got ku wan li ser du mijarên bingehîn xebatên xwe birêve birine.

Li ser dirûşma festîvalê jî Ferhan Stêrk dibêje, “Tevî hemû êş û zilmên li erdnîgariya Kurdistanê jî em bi vê festîvalê dixwazin peywendiyekê li gel Kurdistana ku em xeyal dikin re pêk bînin û em dixwazin bi rêya sînemaya Kurdî temaşevan jî hest bi vê peywendiyê bikin û bijîn.”

12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di bin navê “Kurdistana Min” de birêve diçe, sedemeke taybet a vê yekê heye?

Dirûşma îsal ya festîvalê “Kurdistana Min” e, em dixwazin bi vê yekê di navbera temaşevan û fîlmên tên nîşandan de peywendiyekê pêk bînin. Tevî hemû dram, krîzên siyasî, şer, koçberî, dersînorkirin, êş û zilmên li erdnîgariya Kurdistanê jî em dixwazin li gel Kurdistana ku em di xeyala xwe de zindî dikin re peywendiyekê, temasekê pêk bînin. Em dixwazin bibin alîkar ku temaşevan bi sînemaya Kurdî, fîlmên Kurdî vê temasê bijîn. Peyama ku em dixwazin bidin, bi temamî taybet e bi her kesî/ê, li her herêm û bajarekî temaşevan bi dîtina van fîlman dê temasê li gel Kurdistanê pêk bîne û ev dirûşm jî di vî warî de gelek girîng e.

“Kurdistana Min” di vî warî de ji bo me gelek girîng e, ji ber ku Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê 20 salên xwe tijî kirin û 12emîn festîval pêk tê. Me jî bi çavê festîvaleke li Londonê Kurdistan her tim yek dît û bi vî rengî me sînameyeke Kurdî nimayîş kir.

Li gel rewşa civakî ya vê serdemê, psîkolojiya jiyanê ya mirovan di vê qonaxê de, têkiliyeke nêzîk ya dirûşm û temayên ku em berhem tînin heye, lewma ne temayeke ji rêzê ye. Li her dereke cîhanê Kurd dikarin li gel vê yekê temasê pêk bînin.

Ciyawaziya vê festîvalê ji festîvalên din çi ye û çima bi awayekî hevbeş li gel festîvalên din birêve diçe?

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê weqfek e ku li diyasporayê bi formateke niştimanî xebatên xwe birêve dibe û sînemaya niştimanî derdixe pêş. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji 2012an ve bû xwedî nasnameyeke weqfê û bûye xwedî pêgeheke enstîtuyê. Ji gelek aliyan ve ji festîvalên din cuda ye. Ji aliyekî ve endama endîsturiya fîlm a Brîtanyayê ye û ji aliyê BFIyê ve tê piştevanîkirin. Di heman demê de ji aliyê organîzasyonên din ên Kurdistanê ve jî piştevanî tê lê kirin. Nûnertiya Brîtanyayê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Encûmena Gel a Demokratîk a  Kurd piştevaniyê lê dikin. Organîzasyonek e ku Kurd ji her alî ve xwedî lê derdikevin. Lewma ji xebateke polîtîk a rasterast zêdetir, em encama xebata wê wek polîtîk dibînin. Lewma Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi parastina nasnameya xwe ya sînemayê, hewl dide sînemaya Kurdî bigihîne hem Kurdan û hem jî civakên din. Divê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi vê nasnameya xwe ya Kurdistanî bimîne. Em di nav hewldaneke xwebexş de ne. Jibilî teknîk û karmendên profesyonel, her kes di nav kedeke xwebexş de ye.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di vê hejmarê de bi hevbeşiya li gel 10 festîvalên din ên fîlmên Kurdî, bi taybetî hewl dide ji bo Endîstruya Fîlmên Kurdî bingehekê pêk bîne. Em tim li ser vê yekê diaxivin, Li Londonê ev 20 sal in kevneşopî û çandeke bi vî rengî heye, em çima vê yekê bi festîvalên din re parve nekin. Piştî nîqaş û piştgiriyeke zêde hevbeşiyeke wiha derket holê. Em jî ji Londonê, ji diyasporayê, bi festîvalên din ên li her cihekî Kurdistanê, bi festîvalên din ên ji Amerîka ta Rûsyayê, ji Barcelona ta Hamburgê, hewl didin hizrên xwe yên li ser Endustîriya Fîlmên Kurdî dewlemend bikin.

Di çarçova vê festîvalê de kîjan fîlm dê bên nimayîşkirin?

Îsal di vê festîvala ku me wek Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global binav kiriye, me li ser du mijarên bingehîn xebatên xwe birêve birin. Yekem, Fîlmên Klasîk ên Kurdî; di vê beşê de me Yilmaz Guney wek esas girt û ji sala 2000 ta niha, di fîlmên van dawîn 20 salan de hatiye berhemanîn me xebat û lêkolîneke hûr û kûr kir û lîsteyeke ku ji nêzikî 200 fîlman pêk tê me amade kir. Em li gel zêdetirî 100 derhênerên Kurd ketin nav xebat û diyalogeke hûr. Fîlmên klasîk ên Kurdî bingeha vê festîvalê ne, ji ber ku piraniya wan fîlmên ku berê hatine berhemanîn hê jî ne berdest in û xelk ne xwediyê wê derfet û platformê ne ku bi awayekî bi kalîte temaşe bikin. Lewma ji vî alî ve jî, xebata me xizmeta arşîva niştimanî ya fîlmên Kurdî jî dike. Ji xwe projeyeke me ya bi vî rengî hî heye. Hewleke me dê hebe bo arşîva ku em dê ava bikin, di pêşerojê de veguherînin formateke dîjîtal.

Mijara din jî dê fîlmên ku di du salên salên dawîn de hatine berhemanîn be û bi vî rengî fîlm dê di bin du sernavan de bên pêşkêşkirin. “Xelata Baştirîn Temaşevan” dê pêşkêşê fîlmên klasîk ên Kurdî bê kirin. Ev xelat dê bi dengên temaşevanan û îsal cara yekem bê dayîn. Fîlmên ku di du salên dawîn de hatine berhemanîn dê bo 7 xelatên ciyawaz di pêşbaziyê de bin. Yek ji van xelatan jî Xelata Fîlmên Metraja Dirêj e ku navê wê “Roja Zer” e û îsal dê cara yekem bê dayîn. Em hêvîdar in ev xelat sînemaya Kurdî han bide.

Proje an mijareke taybet a di çarçova vê festîvalê de heye, taybet jî têkildarî rewşa Kurdan?

Bêwelatî, bêdewletiya Kurdan û rewşa sosyo polîtîk a di çarçova sînoran de ku em dijîn, bandorê li ser sînemayê dikin. Me bivênevê jî bi naverok û nasnemaya fîlman tên arastekirin. Festîval jî bi fîlmên bi vî rengî derdikeve holê. Bo nimûne, fîlmên ku li Rojavayê Kurdistanê an jî derbarê wê herêmê de tên berhemanîn, zêdetir li ser bingeha berxwedana Kurdan, azadî û têkoşîna jinan in. Helbet beşek ji fîlmên ku ji aliyê derhênerên biyanî ve derbarê Kurdan de hatine berhemanîn di bernameya festîvalê de cih digirin. Lê derhênerên ciwan ên Kurd ên vê dawiyê, zêdetir li ser belgefîlman kar kirin. Ji ber ku gelek çîrok hene divê bên vegotin û belgekirin. Yek ji van jî, drama Êzidiyan, komkujiya Êzidiyan û belgefîlmên li ser vê yekê hene. Fîlmên lokaltir, derbarê mirov de, yên ku behsa mirov dikin hene. Yek ji wan; Mala Nezewiciyan e. Fîlmek e ku ji aliyê derhênerekî Alman ve hatiye berhemanîn û behsa çîroka hejmareke karkerên Kurd dike. Belgefîlmên Veysî Altay di vî warî de behs, kesên bikujên wan nediyar, yên bêserûşûn dikin. Çar fîlmên Kazim Oz jî di vê festîvalê de cih digirin. Ji nêzikî 40 derhêneran 40fîlmên klasîk, belgefîlm, metraja dirêj û kurt, anîmasyon, bi giştî 60 fîlmên nû cih digirin. Me xwest cih bidin gelek kesan. Ji ber ku her hewldanek, her azmûnek, ji bo sînemaya Kurdî pêşketineke mezin e û ev tê wê wateyê ku cih bi wan fîlman jî tê dayîn û piştgiriya wan jî tê kirin. Temaşevan dê ji her cor fîlman bibînin.

12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî îsal jî ji ber şewba Coronayê dê bi şêweyekî online birêve biçe. Li gor we ev qonaxa pandemiyê derfet û avantajan ji bo proje û festivalin bi vî rengî pek tenîn?

Helbet pandemî li ber encamdana festîvaleke gelek baş asteng e. Lê me hewl da vê astengiyê bikin avantaj. Lewma em li gel 10 festîvalan bi awayekî online û li ser platformeke profesyonel, li ser VODê dê nimayîşan pêş bînin. Eger pandemî neba me nedikarî hevbeşiyekî li gel van festîvalan pêk bînin û me nedikarî evqas fîlman nîşan bidin. Me nedikarî xwe bigihînin ewqas arşîvê û bi ewqas kesan re peywendiyê pêk bînin. Lewma di vê çarçovê de aliyekî baş ê pandemiyê jî heye û bi qasî ku ji deste me hat me hewl da di berjewendiya sînemaya Kurdî de bikar bînin. Ji bo me gelek girîng e sînemaya Kurdî teknolijiyên nû, cîhana dîjîtal baştir bikar tîne û di vî warî de peywendiyan pêk tîne. Em jî fêrî vê yekê bûne, em di mijara hebûna pêşkêşkirineke profesyonel, kalîte, pirsgirêkên ewlehî, corên bernameyan li cîhana online gihiştine azmûnekê û baştirîn tişta ji destê me tê me ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî a Global amade kir. Em hêvîdar in bi dilê temaşevanan be.

Festîvala Fîlmên Kurdî a Londonê di sala xwe ya 20emîn de 12emîn festîvalê lidar dixe. Girîngiya vê festival ji bo çand, huner û sînemaya Kurdî çawa ye?

Sînema nîşana pêşketina civakekê ye. Civakek di warên sosyal, polîtîk, aborî û di warên din de, çiqas pêş bikeve, sînema jî pêş dikeve. Lewma asta sînemaya me, di heman demê de asta civara me ye. Ez di wê baweriyê de me ku sinema di warê manewî û ruhî de motîvasyoneke mezin e. Her roj Behman Ghobadî, Yilmaz Guney, Hiner Selîm, Hişham Zaman, Kazim Oz, Huseyîn Karabey û Şevket Emîr ên derdikevin holê û ev ciwan hemû jî pêşeroj in. Ciwanên din jî nînin ku çîrokên me bi zimanê me vebêjin. Divê em têbigihijin ka çiqas girîng û dewlemend e em vê çand û zimanî bi formata sînemayê vebêjin.

Divê em rastiya xwe ya civakî di ser sînemayê re vebêjin. Helbet em çîrokên xwe hinardeyî derve dikin, lê diva em vê yekê li navxwe jî bazar bikin. Ango diva Kurd bi xwe jî van fîlman temaşe bikin. Lewma ev platform li Kurdistanê dê beramber be ku her kes xwe bigihînin. Bo nimûne, fîlmekî ku li Cizîrê tê berhemanîn piştî 2 salan digihije nav xelkê Cizîrê. An jî fîlmekî li Rojava tê çêkirin piştî 2 salan digihije xelkê wê deverê. Divê pêşiyê em fîlmên xwe temaşe bikin ku xelk derbarê film de fikr û rexneyên xwe bînin ziman û karîgerî li ser wan çê bibe. Divê em bi sînemayê vê temas pêk bînin. Helbet ez vê yekê wek rexne jî pêşkêş nakim, ev azmûnek e ku min piştî bi salan bidesi xistiye. Hêvîdar im li ser vê yekê û zêdetir ber bi navxwe û jidiltir em bikevin nav konsantrasyonekê. Çand û hunera Kurdî gelek taybet e, lewma hindî ku dizanim, fêr dibim û tehm dikim, ez zêdetir ji çand û zimanê me hez dikim. Ez dixwazim hemû mirovahî vê dewlemendiyê tehm bike û ez di wê baweriyê de me dikarin vê yekê bi sînemayê bikin.

Xelatên ku dê di çarçova festîvalê de bên pêşkêşkirin: Xelata Baştirîn Belgefîlma Metraja Dirêj a Mehmet Aksoy, Xelata Baştirîn Fîlma Sêwirî ya Kurt a Yilmaz Guney, Xelata Baştirîn Fîlma Pevbestî ya Metraja Dirêj a Roja Zer, Xelata Fîlmê ya Rûmetê ya Festîvala Fîlmên Kurdî a Londonê, Xelata Baştirîn Belgefîlmê, Xelata Baştirîn Lîstîkvana Jin, Xelata Baştirîn Lîstikvanê Zilam, Xelata Baştirîn a Temaşevanan.

Festîvalên ku di çarçova vê organîzasyonê de cih digirin: Festival Fîlmên Kurdî ya Amedê, Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî ya Rojava, Festival Fîlmên Kurdî ya Silêmaniyê, Komûna Fîlm a Rêtawê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Barcelona, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Los Angelesê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Mezopotamyayê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî ya New Yorkê.