Doskî: Melayê Cizîrî nîşan da ku nivîsîna bi Kurdî ne eyb û ne guneh e
3yemîn Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.
Lêkoler û nivîskar Tehsîn Îbrahîm Doskî jî beşdarî sempozyumê dibe û dê sibe gotara xwe ya li ser Melayê Cizîrî pêşkêş bike û nîşan bide bê ma Mela di xezelan de têgehên ilmî çawa bi kar anîne.
Doskî bi bîr anî ku cara yekem yekî Alman Dîwana Cizîrî çap kiriye û zanayên Ewropî beriya yên Ereb û Faris Melayê Cizîrî nas kiriye.
Tehsîn Îbrahîm Doskî got, “Melayê Cizîrî şêxê şairên Kurd e” û diyar kir, “Taybetiya Melayê Cizîrî ew bû ku berhemên wî bi Kurdî ne.”
Doskî bi bîr ku li Bakurê Kurdistanê axaftina bi Kurdî kêm dibe û anî zimên:
“Mirov bi zimanê xwe tê naskirin, ziman emaneta Xwedê ye, neparastina ziman guneh e.
Dema Mela Dîwan bi Kurdî nîvîsî gelekan fêhm kir ku nivîsîna bi Kurdî ne guneh e, ne kêmasî ye, ne eyb e.”
Tehsîn Îbrahîm Doskî li Cizîrê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bersivandin:
Rûdaw: Gelo Tirk û Faris û Ereb û Ewropî Mela nas dikin? Nav û dengê Melayê Cizîrî ji Medreseya Sor heta bi kû derê olan daye?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Cara yekemîn sala 1904an yekî Alman Dîwana Melayê Cizîrî çap kiriye. Cara yekem ne Kurdan, ne Tirkan, ne Farisan ne jî Ereban çap kiriye. Mirovekî Alman çap kiriye.
Martin Hartmannê ku Rojhilatnasekî Ewropî ye li Stenbolê ji hevalekî xwe destxeteke Melayê Cizîrî bi dest xist.
Dema vegeriya Berlînê cara yekem sala 1904an wî Dîwan çap kiriye û muqedîmeya wê jî bi Almanî nivîsiye. Her wiha vekolînek jî li ser Melayê Cizîrî kiriye.
Yanî zanayên Ewropî, Rojhilatnasan beriya 100 salî Melayê Cizîrî nas kiribû lê zanayên Ereb, ên Faris, ên Tirk mixabin piştî hingê Mela nas kir.
Ji ber çi? Ew jî xeletiya me bû. Ez dibêjim kêmasiya me ye. Ji ber ku me Dîwana Melayê Cizîrî ji zû de newergerandiye zimanên Erebî, Farisî û Tirkî. Ji ber hindê jî agahiya wan jê nebû.
Li sedsala 20ê, ji 1950î û vir ve, piştî Seyda Mela Ehmedê Zivîngî Eqdul Cewherî çap kir Ereban Melas nas kir. Paşê bo Tirkiyê û bo Farisiyê hat wergêran. Yanî cîranên me, dor û berên me nîva duyem a sedsala 20ê Melayê Cizîrî nas kir.
Li berî hingî mixabin Melayê Cizîrî nedihat niyasîn.
Rûdaw: Yanî nav û dengê Melayê Cizîrî beriya niha bi 100 salî ji Cizîrê gelekî bihuriye…
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Bêhtir ji 100 salan.
Rûdaw: Ez vê meraq dikim. Melayê Cizîrî ji bilî alimbûna xwe kî bû û çi bû?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Ferqa Melayê Cizîrî ya ji alimên serdema wî çi bû? Dema wî gelek zana û şair hebûn. Kurd bûn lê wan bi Kurdî nedinivîsî. Yan wekî Şikriyê Bedlîsî û gelekên dî bi Tirkî dinivîsî yan bi Erebî dinivîsî.
Lê taybetiya Melayê Cizîrî ev bû: Wî ilmê xwe û berhemên xwe bi Kurdî dariştin. Eger em bi pîvanên wê demê seh kinê ev Kurdperweriyeke bipêşketî bû. Ji ber ku ev ne tiştekî edetî bû ku zanayekî Kurd berhemên xwe bi Kurdî binivîse, wê demê ne yî normal bû.
Gelek kesan hizir dikir ku zimanê Kurdî ne zimanê ilmî ye, ne zimanê edebî ye, ne zimanê nivîsînê ye. Zimanê gundî ye, yê çiyayî ye.
Melayê Cizîrî di çavê xelkê de şexsiyeteke pîroz û şêxekî pîroz û alimekî mezin bû, dema wî Dîwana xwe danî ev bû palder ku gelek zanayên din ên Kurd jî çav li wî bikin û bi Kurdî binivîsin çimkî wan fêhm kir ku nivîsîna bi Kurdî ne guneh e, ne kêmasî ye, ne eyb e. Wan jî çav li Melayê Cizîrî kir.
Piştî Melayê Cizîrî gelek alimên Kurd, gelek zanayên Kurd ne tenê helbestên xwe, pexşanên xwe jî bi Kurdî nivîsîn. Ev qencî li Melayê Cizîrî dizîvire.
Rûdaw: Vê dema ku li welat û bajarê Kurdan rêjeya axaftina bi Kurdî kêm bûye ev mînakeke pir baş bû. Tu li ser zimên çi şîretê li ciwanên Kurd û dê û bavan dikî?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Mirov bi zimanê xwe tê naskirin û ziman jî emanetek e ku Xwedê daye me. Xwedê çawa rihê te daye te û gotiye rihê xwe biparêzê û nehêle rihê te bê telaftin, ziman jî Xwedê daye me. Ne me daye xwe.
Dema ez bûm, min xwe nekiribû Kurd. Xwedê ez Kurd dame, wî ev ziman daye min û cudabûna zimanan nîşanek e ji meziniya Xwedê.
Lewma eger mirov ji aliyê dîndariyê ve jî berê xwe bidiyê, tiştekî gelekî pêdivî ye ku mirov zimanê xwe biparêzê.
Tê çawa zimanê xwe biparêzî? Divê tu pê biaxivî, tu pê binivîsî û nîşanî eyalên xwe, zarokên xwe bidî. Mixabin em dibînin gelek kes, bi taybetî jî li Bakurê girîngiyê nadine vê meseleyê. Dibe ku mirovekî Kurdperwer be jî lê tu dibînî ku zarokên wî bi Kurdî nizanin.
Ev kêmasiyeke gelekî mezin e. Heta ez dibînim ku ev jî aliyê dînî ve jî guneh e çimkî Xwedê ev ziman daye te û gotiye biparêzê.
Rûdaw: Gelo mumkin e ku tu Melayê Cizîrî bi hevokekê pênase biki?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Melayê Cizîrî şêxê şairên Kurd e. Yanî seydayê şairên Kurd e. Gotineke Cegerxwînî tê veguhastin ku dibêje, “Melayê Cizîrî wekî asman e û em şairên din ên Kurd wekî teyran in. Em çi qasî bifirin jî em nagihinê lê dibe ku em bêhtir nêzîkî bibin.”
Rûdaw: Tu dê gotara xwe sibe pêşkêş bikî. Naveroka wî çi ye?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Gotara min li ser bikaranîna Melayê Cizîrî ya qaîdeyên ilmî di mijara xezelê de ye. Yanî Melayê Cizîrî çawa şiyaye şêweyê ilmî li gel şêweyê edebî kom bike û çawa şiyaye bi zimanê tewriyeyê îqtibasê bike. Çawa şiyaye qaîdeyên ilmî bîne û di xezelê de bi kar bîne.
Rûdaw: Tu gelekî ciwan î, tu çend salî yî?
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Ez 1970yî çêbûme, yanî 54 salî me.
Rûdaw: 20 sal tune, di nava 30 salî de nivîsandine 140 pirtûkî tiştekî mucîzewî ye. Pîroz û bê nezer be.
Tehsîn Îbrahîm Doskî: Spas.