HEVPEYVÎN - Bafil Talebanî: Tişta ku li Herêma Kurdistanê heye du îdaretî ye

15-11-2022
Şaho Emîn
Şaho Emîn
Nîşan Bafil Talebanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî li Herêma Kurdistanê diyar kir ku du îdaretî heye û dibêje “Eger statûya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji holê rabe, em dê hemû zirarê bibînin. Eger du îdare bên avakirin, dê Hewlêr ji Silêmanî zêdetir zirarê bibîne.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê têkiliyên wî yên bi Serok Barzanî re got “Welle ger ji me bigerin…navbera me pir pir baş e. Lê ez hîs dikim ku aliyek heye ku naxwaze navbera min û cenabê Kak Mesûd baş be. Min pir hewl da, ez 15-16 caran çûm nik wî, me bi dehan car telefonî hev kiriye. Lê mixabin ez hîs dikim tişt wek pêwîst nameşin, ez piştrast im jî ku ne cenabê wî ye. Ez hizir nakim cenabê wî be, lê êdî hin kes hene.”

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî îro Sêşemê 15-11-2 di hevpeyvîneke taybet de ligel Rûdawê derbarê têkiliyên xwe yên li gel PDKê û aliyên din, rewşa navxwe ya YNKê, pirsgirêkên Bexdayê, rewşa Silêmaniyê, “kuştina” Hawkar Caf, pêwendiyên ligel Lahur Şêx Cengî û gelek mijarên din de bersiva pirsên Şaho Emîn da.

Hevpeyvîna Rûdawê li gel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî

 

 Rûdaw: Êvar baş kekê Bafil.

Bafil Talebanî: Tu gelekî bi xêr hatî.

Rûdaw: Tu baş î?

Bafil Talebanî: Ez bi kêfa cenabê te me, tu gelekî bi xêr hatî.

Rûdaw: Ez bi dîtina te kêfxweş im.

Bafil Talebanî: Bi Xwedê ez jî, ez di xizmeta te de me.

Rûdaw: Ma tu dizanî ku em hinekî dişibin hev jî?

Bafil Talebanî: Belê wisa ye.

Rûdaw: Serê me her duyan paqij e.

Bafil Talebanî: Serê me paqij e.

Rûdaw: Ji porê paqij e, lê dibe ku tijî mijar be.

Bafil Talebanî: Na, na, paqij e.

Rûdaw: Ev mala we ye?

Bafil Talebanî: Belê, ev Debaşan e. Diya min bi piranî li vir e, Mam (Mam Celal) jî li vir bû. Ofîs e jî û mal e û.. Tu yê vêga her tiştî bibînî.

Rûdaw: Ev mala we ya şexsî ye?

Bafil Talebanî: Ev rexê wê ofîs e.

Rûdaw: Ango hûn bi xwe li vir dijîn?

Bafil Talebanî: Erê. Ez li vir dijîm. Bi piraniya demê ez li wir im…diya min û yên din li jor in. Ev tiştên ku tu wan dibînî, ev wêne û tişt, diya min pir piştovana hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê bû. Îcar bi qewlê me, me hinek xemsarî tê de kir û em jî dixwazin berdewam be.

Rûdaw: Piraniya tiştên ku ez wan dibînim Hêro Xanê berhev kirine.

Bafil Talebanî: Ev bi piranî Kurd in, Kurdên Sûriyê, Kurdên Tirkiyê, Kurdên me û Kurdên Iraqê, Kurdên her çar parçeyan. Wê gelek piştgirî dida van merivan.

Rûdaw: Ev ofîs qayîm xuya ye, lê gelekî xweş e jî, ma tu li vir rûdinî?

Bafil Talebanî: Ez gelek caran li vir rûdinim, erê.

Rûdaw: Ma tu kursiyên xwe naguherînî?

Bafil Talebanî: Em newêrin.

Rûdaw: Hinek zîqzîqê dikin, kevin bûne.

Bafil Talebanî: Wisa ye. Diya min ji wan tiştan hez dike, hez nake em zêde destê xwe werdin tiştan, ji ber ku Mam li vir dewam dikir, diya min dewam dikir. Dibe ku çêtir be em wê wekî wê bihêlin.

Rûdaw: Piştî ku kekê Bafil bû serokê YNKê, zêdetir bala medya û çavê xelkê pirtir çû ser wî. Ev demek bû min jî dixwest te bibînim. Em îro li Debaşan in. Mala Mam Celal e. Kekê Bafil vêga li vir e. Cih xweş e û min hez kir ku min kekê Bafil li vir dît. Îcar tu bi wê yekê tê naskirin ku tu serkirdekî ciwan î û piçekî leşkerî jî. Niha di vê demjimêra ku em bi hev re ne, ez dixwazim bêtir aliyê te yê ciwaniyê bibînim. Ji bo ku tu di aliyê leşkerî de belayekê neyînî sere me…

Bafil Talebanî: Na na.

Rûdaw: Gelo em hema wer bi dostanî biaxivin?

Bafil Talebanî: Xema te nebe. Vêga tu gelekî bi xêr hatî, ez bi dîtina cenabê te gelekî kêfxweş im. Ev demek e min jî dixwest em bi hev re rûnin. Bi rastî ya ku bala min kişand, ew bû ku cenabê te behs kir. Tu çawa dixwazî em bi çi awayî rûnin û bipeyivin, ev bû ku wer kir ez pir bixwazim bi te re rûnim.

Rûdaw: Gelek spas.

Bafil Talebanî: Ez spasiya te dikim.

Rûdaw: Tu dizanî, dema ku ez hatim, tiştê ku bala min kişand ew bû ku maleke we ya sade û xwerû heye, hin tişt bi rastî kevn bûne û nehatine guhertin.

Bafil Talebanî: Em naxwazin wan biguherînin. Bavê min li vir dewam dikir, Hêroxanê li vir dewam dikir. Baştir e dibe ku ofîseke din hebe ez lê dewam bikim lê ez dest wernedim vê derê. Ji ber vê yekê ez dixwazim ev der wekî xwe bimîne û diya min jî dixwaze wekî xwe bimîne.

Rûdaw: Ez bi rê hatim, ji Hewlêrê gihame nik Çemê Rezanê, navê te baştir hate bîra min, helbet ji wir heta vir ez difikirîm ka çi bibêjim û em qala çi bikin. Kekê Bafil, li vir jî hinek diyarî ji te re hatine, hatiye nivîsîn kekê Pavêl. Hin kes her wiha dibêjin…hinek pirsgirêk bi navê re hene. Hinek kes bi başî bilêv dikin, lê hinek na. Gelo Bafil navê te yê rast e?

Bafil Talebanî: Erê wisa ye, erê Bafil e. Ez nizanim Pavel ji ku hat? Lê navê min her Bafil e.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim rewşa Hêro Xanê çawa ye? Hêro Xanê beşek ji dîroka jinên têkoşer ên Kurdistanê ye. Jineke dilovan, kedkar û pêşmergeyeke diyar e. Hevjîna kesayeteke Kurdistanî û cîhanî ya mezin bû ku Mam Celal bû. Rewşa wê çawa ye? Tu bi wê re dipeyivî? Tenduristiya wê çawa ye? Kesên ku jê hez dikin, dixwazin bizanin ka ew çawa ye?

Bafil Talebanî: Tendirustiya wê li gor wê baş e, em ji tendirustiya wê razî ne. Bê guman ez bim, ez dixwazim saxlemiya wê pir çêtir be, lê êdî rewş wiha ye.

Rûdaw: Tu pir diçî Bexdayê, ez dixwazim bizanim erebiya te çawa ye?

Bafil Talebanî: Welleh Erebiya min… Ez niha baş tê digihêm, lê ez hîna pê napeyivim, ez hinekî ji axaftina pê şerm dikim. Lê di zaroktiyê de neheqiyeke pir mezin li min kirin. Dema ez zaro bûm Erebiya min zaf xurt bû. Diya min dibêje gava em li Sûriyê bûn, ez bi zarokan re li ser cadeyan dilîstim, te nizanîbû ez ne sûrî me. Lê dema em çûne Brîtanyayê, mamosta Birayim û yên din ewqasî terkîz li ser kurdiyê kirin da ji bîra me neçe. Mixabin erebî her nema û ji bîra me çû.

Rûdaw: Erebiya te çêtir e yan ya kekê Qubad?

Bafil Talebanî: Bi Xwedê ya Qubad bi gelekî ji ya min çêtir e, bi ya min re nayê danberhevkirin.

Rûdaw: Navbera te û kekê Qubad çawa ye?

Bafil Talebanî: Pir pir baş e. Mirovê min ê herî nêzîk e, hevalê min ê herî nêzîk e. Em timî wer bûne, ez bawer nakim ku me di tevahiya jiyana xwe de şerê hev kiribe.

Rûdaw: Tu li Şamê jiyayî, li Londonê û tu diçî Bexda û li Silêmaniyê jî dijî. Bajarekî ku tu pir jê hez dikî ji bo te kîjan e?

Bafil Talebanî: Ez ji Silêmaniyê hez dikim, niha ku ez geştê jî dikim, piştî rojekê du rojan ez bêriya Silêmaniyê dikim û dixwazim vegerim. Dilê min pir li vir e, dilê min li nik îş û kar e, dilê min li nik xelkê ye. Ez niha pir hindik jî rêwîtiyê dikim. Ger rêwîtiyê jî bikim ji bo kar e. Ez niha li vir pir rehet im.

Rûdaw: Gelo xelk jî bi te rehet e? Tu diçî derve nav xelkê?

Bafil Talebanî: Ez hin caran diçim derve nav xelkê.

Rûdaw: Min ji hevalên te pirsî, gotin carinan ew bi xwe tirimpêlê dibe û derdikeve, hinek pereyên Iraqî jî dixe bêrîka xwe û dibêje hema wiha tiştekî dikire û…

Bafil Talebanî: Na, ne wisa ye. Dema em diçin derve ez zaf dixwazim ez bi xwe bajom. Biraderên parastinê pir pê têk diçin. Lê dema em diçin zûzûka li ser cadeyan xelk tê û daxwaza filan û bêvan tiştî dike, em hejmara telefona wan qeyd dikin û alîkariya xelkê dikin, ev wacibê me ye.

Rûdaw: Di navbera te û xelkê de dîwar heye?

Bafil Talebanî: Na, ez ji dîwar hez nakim. Lê carinan pirsgirêk ji min re çêkiriye. Ez pir ji protokol û mrotokolê hez nakim. Êdî xweristeke min hebû xelkê bi şev telefonî min dikir. Nizanim hejmara min ji ku peyda dikirin. Ez jî caba her kesî didim, min dida, lê vêga nadim. Paşê eyan bû ku saziyeke ewlekarî hejmara min belav kiribû. Şevekê gelek telefon ji min re hatin, min nizanîbû mesele çi ye…Îcar paşê ji min re eyan bû ku xelkê bi qestî telefon dikir û xelkê dixwest gotinan ji min bikişînin. Dijûn li pêşmergeyan û filan û bêvan dibarandin… Vê yekê hişt ku ez wan telefonan nekim, niha ger ez wî nas nekim ez qet bersiva wî nadim. Lê me tiştek ji bo vê kir. Vêga me hêleke germ hazir kiriye. Îşela dê di van her du rojan de dest bi karkirinê bike. Heke pirsgirêka kesekê hebe, niha nikare bi min re biaxive. Dikare têkiliyê bi xeta germ re bike. Em bibînin çi ye û çawa alîkariya xelkê bikin. Ji me re dibêjin çi li ku heye û gendelî li ku heye, kê tiştên xerab kirine, neheqî li kê hatiye kirin û pêwîstiya kê bi alîkariyê heye? Lewma bi min baş e em di zûtirîn dem de wê xeta germ vejînin.

Rûdaw: Tu pir mijûl î, îro wan çend demjimêrên ku em li vir bûn tu pir mijûlî bûyî. Gelo tu çiqas saetan ji zarokên xwe re terxan dikî û tu çiqasî wan dibînî?

Bafil Talebanî: Pir kêm, pi pir kêm. Bi gelemperî dema ku ez îşê diqedînim ew di xew de ne, lê rojên ku ji destê min tê, ez bixwe hewl didim ku biçim, carinan Koban ji dibistanê vedigerînim, yan ez bixwe Leylayê vedigerînim. Hewl didim, lê divê ez bêtir hewl bidim.

Rûdaw: Gotin li ser te heye ku tu piçekî leşker î û bi gelemperî tu cilên serbazî li xwe dikî. Tu niha serokê YNKê yî. YNK jî partiyeke sosyal demokrat e. Tu çima evqasî van cilkên leşkerî li xwe dikî?

Bafil Talebanî: Ew cilkê eskerî bi rastî ji ber mijûliyê ye. Carinan ez sibehan zû dest pê dikim û saet 11-12 vedigerim malê. Bi rastî geravet û tiştên din ku dikarim ne fermî be li xwe dikim bi nefermî. Ji bextê çê piraniya deman li Bexdayê kes geravet û tiştên din li xwe nake. Lewra hingê ez dikarim bi cilekê bêtir relaks xwe biguherim. Lê ji bo tiştên fermî bo cem sefîr, wezîr û tiştên wisa, bedl û tiştên min jî hene û ez dikarim xwe bibiriqînim. Lê ez zêde ji fermîbûnê hez nakim. Mesele ne eskerî ye, bêtir mesele ew e ku ez dixwazim pir relaks bim. Lê erê wisa ye, rengekî eskerî di min de heye û ez pê serbilind im.

Rûdaw: Ma tu bi çêkirina masûlkeyan re çawa yî? Biryar bû tu giraniyeke 200 kg bilind bikî.

Bafil Talebanî: Ev ne xem e, ez ê bikim. Lê min heta niha nekariye werzişî bikim, milê min hîna ne baş e, pêwîstiya min bi tiştekî heye jê re dibêjin PRP, vêga hîna zû ye, du sê meh li ber min mane, bi qewlê me be jî ew 200 kg ne zêde pirsgirêk e.

Rûdaw: Kekê Dr. Letîf ku vêga serokkomarê Iraqê ye, hin dibêjin li nik PDKê nola Dr. Ebdilletîf tê nasîn, li nik YNKê wek Dr. Letîf. Ango her aliyek navê wî bi rengekê bilêv dike. Tu jî bi lehceyeke xweş a Londonê dibêjî Kak Letîf. Ma ev dabeşkirin çi ye?

Bafil Talebanî: Tu bi xwe dizanî em çend salan li Brîtanyayê bûn, ez gelekî bi Kak Letîfî re jiyame, li gel Şanazxanê. Em wî wek Kak Letîf nas dikin…êdî heger hûn dixwazin em kekê Ebdilletîfî lê zêde bikin ti pirsgirêka min tune ye, ez bawer nakim kêşe li nik wî bi xwe jî hebe.

Rûdaw: Dr. Letîb bi xwe, bê guman endamê YNKê ye. Lê niha ku tu pir giringiyê pê didm û wî dibînî û wî dibî civînên polîtbîroyê, qey tu dixwazî YNK-bûna wî beloqtir û tîrtir bikî?

Bafil Talebanî: Hewce nake, hewce nake ez wiha bikim. Kak Letîf ji rojên xwe yên ewil ve tevî Mam Celal bû. Kak Letîf yek ji wan kesan ku dikare bibêje yek ji avakerên YNKê ye. Di vê de hinek neheqî lê hatiye kirin. Li gor min hewce nake ez wiha bikim. Her kes dizane Kak Letîf çiqas e endamê YNKê ye, her kes dizane Şanazxanê çiqas e endama YNKê ye. Bi rastî ez naxwazim zêde terkîzê bixim ser vê yekê. Ez dixwazim belkî Kak Letîf bikare niha tiştekî bike ku rewşa vir hinekî baştir bibe. Belkî me bi partiyan re nêzîk bike li dewsa ku ez terkîza xwe bixim ser ka ew çiqasî endamê YNKê ye û çiqasî ne mêldarê PDKê ye. Heger bikare Kak Letîf bibe tiştek ku em bikarin aliyan nêzîk bikin, li gor min ev çêtir e. Heke te nêrîna min divê, li gor min çêtir e ku Kak Letîf wiha bike ne ku terkîzê bixe ser…

Rûdaw: Ew neheqî çi ye te got li min jî hatiye kirin?

Bafil Talebanî: Ev henekek e, li civînekê ku biryar dabûn ku YNK çêbikin, ez li wir bûm, emrê min 2 sal bûn, diya min kartol jî ji min re qelandibûn, kartolên min jî xwarin, navê min û Kak Letîfî wek hîmdarên YNKê derbas nebûye. Çunke ez li wir bûm, lê nehatibû nivîsîn divê emrê te çend be û tiştên wiha…lewma ez dibêjim li wir neheqî li min hat kirin, ez yek ji avakerên YNKê me çunke ez li wê civînê bûm.

Rûdaw: Kekê Bafil, em hinekî li vê odeya dilrevîn axivîn. Tu dixwazî em malê zêdetir bibînin û herin beşeke din?

Bafil Talebanî: Bi kêfa cenabê te ye. Bibûre ez ê bidim pêşiya te da ez nîşanî te bidim.

Rûdaw: Kekê Bafil, ev hola rûniştinê ye, tu carinan li vir rûdinî?

Bafil Talebanî: Kêm caran. Carinan tîma te li derve rûdine û em li hundir rûdinin. Ev alî jî salon e. Ewa han midbex e, xwarin û tişt ji mêvanan re tên. Ev ode, odeya pêşî odeya xwarinê ye. Dema ku mêvan tê ji bo fermîbûnê li vir dixwin. Helbet ev jî destşok e, ev jî odeya polîtbîroyê ye. Carinan em li vir civînên polîtbîroyê saz dikin. Em civînên fermî jî bi biyanî û dostan re li vir saz dikin.

Rûdaw: Te gor ev der odeya polîtbîroyê ye…

Bafil Talebanî: Gelek caran em li vir civînên polîtbîroyê saz dikin. Em civînên fermî jî li gel konsul, sefîr û tiştên wiha li vir dikin.

Rûdaw: Ev her ji berê ve?

Bafil Talebanî: Ev her ji berê ve wisa ye, tevî perdeyan û hemû tiştî.

Rûdaw: Perde hê yên berê hatine danîn, hîna ew in?

Bafil Talebanî: Nehatine guhertin.

Rûdaw: Hîna ew in?

Bafil Talebanî: Erê.

Rûdaw: Gelo biryarên pir giring li vir hatine wergirtin?

Bafil Talebanî: Gelek. Biryarên pir giring li vir hatine wergirtin. Piraniya qeraran li vir tên standin.

Rûdaw: Mam Celal li wir rûdinişt?

Bafil Talebanî: Mam Celal carinan li vir rûdinişt, carinan li wir rûdinişt, erê. Carekê Dr. Fûad li vir bû, Dr. Fûad Hisên. Civîneke me ya rêveberiyê hebû. Min dixwest guh bidêrim gotinên wan ên baş. Li vir me ew kir endamê kargeriya polîtbîroyê. Paşê em çûn û min ji cenabê Kak Mesûd re got wa kekê Dr. Fûad bû kargerê polîtbîroyê.

Rûdaw: Navbera te û Serok Barzanî çawa ye? Wêneyeka Mam Celal li vir bû. Baştir hate bîra min ew bi hev re du kesên pir dostên semîmî û pir baş û bi hev re gelek pirsgirêk li vî welatî çareser kirin.

Bafil Talebanî: Erê wiha ye. Welle ger ji me bigerin…navbera me pir pir baş e. Lê ez hîs dikim ku aliyek heye ku naxwaze navbera min û cenabê Kak Mesûd baş be. Min pir hewl da, ez 15-16 caran çûm nik wî, me bi dehan car telefonî hev kiriye. Lê mixabin ez hîs dikim tişt wek pêwîst nameşin, ez piştrast im jî ku ne cenabê wî ye. Ez hizir nakim cenabê wî be, lê êdî hin kes hene.

Rûdaw: Min ev pirs kir, min hest kir xweş e gava wêneya Mam Celal heye em tiştekî wî bibêjin..bila em herin rûnin. Bi min xweş e em bêtir li ser mijara navbera we û PDKê hûrtir û baştir biaxivin.

Bafil Talebanî: Pêwîst e.

Rûdaw: Ji vê giringtir jî dîtin û nêrîna te ji xelkê re giring e.

Bafil Talebanî: Erê.

Ev jî jûra rûniştinê ye, lê we desttêwerdaneke zêde lê kiriye, bi giştî ne wisa ye, hemû kursî li derdora wê ye û ji bo rûniştinên mezin li vir rûdiniştin. Ez li kîjan alî rûnêm?

Rûdaw: Her cihekê bi dilê te be.

Bafil Talebanî: Tu dizanî.

Rûdaw: Kêfa te ji aliyê rastê yan çepê re tê?

Bafil Talebanî: Ti kêşeya min tune ye.

Rûdaw: Ez jî wisa.

Bafil Talebanî: Nexwe pir baş e.

Rûdaw: Reftara bi te re pir sanahî ye.

Bafil Talebanî: Pir sanahî ye.

Rûdaw: Em li mala Mam Celal li Debaşanê ne. Serok Bafil Celal Talebanî, serokê YNKê, di vê beşa hevpeyvînê de li ser hin tiştên siyasî yên girêdayî jiyana siyasî ya vî welatî û vî miletî, merema min e ez pê re biaxivim.

Kekê Bafil, ka em herin ser pirsên giran, dibe ku kêfa te ji hinekan ji wan re neyê…

Bafil Talebanî: Ez piştrast im wê kêfa min ji gişkan re were.

Rûdaw: Ez bi hêvî me ser û dilê te newestînim.

Bafil Talebanî: Tu yê newestînî.

Rûdaw: Pir baş e. Çima niha navbera we û PDKê evqasî xerab e?

Bafil Talebanî: Bi rastî ev pirseke pir pir giring e. Me bi her hawî hewl da û em ê her bidin. Ez zêdeyî 16 caran çûm nik cenabê Kak Mesûd. Çend şandên me çûn cem biraderên me yên PDKê. Bi dehan car me telefonî hev kiriye, bi dehan car me hewl da. Ez hîs dikim netêgihiştinek di navbera me û hevalên me yên PDKê de heye. Cara ewil min hizir kir destek hebe, ez vêga jî dihizirim ku dest tê de heye.

Rûdaw: Destê navxweyî yan derveyî?

Bafil Talebanî: Ez nizanim, hin jê navxweyî ye. Lê ya giring bila em terkîza xwe deynin ser ka em dixwazin rewş wisa be yan em naxwazin wisa be? Ez li îlacê digerim. Em dixwazin tevî PDKê xizmeta gelê xwe bikin, em dixwazin hikûmeta me xurt be û hikûmeta hemî aliyan be. Hikûmeta me xizmeta vî alî bike û xizmeta wî alî bike. A ku ez îro dibînim çewt e û ne bi dilê min e, cureyekê duîdaretiyê ye. Ez bawer nakim ku ev yek bi tu hawî alîkariya rewşê bike. Mesele jî ne ewqasî asê ne. Em hemî dizanin ka xelk îro çi dixwaze? Îro hewcedariya xelkê bi çi heye? Lê mixabin di nav hikûmetê de heta niha me nekariye bigihin ji hev têgihiştineke qenc.

Rûdaw: Hûn dibêjin hikûmet cudakariyê dike. Dahata Silêmaniyê ku heye werdigire û wan pereyan ji bo Silêmaniyê xerc nake yan hindik e têr nake..ma çi li dahata Silêmaniyê tê? Vêga dahata Silêmaniyê çend e?

Bafil Talebanî: Niha dahata Silêmaniyê, me çend tedbîr wergirtin, çend hejmarên min jî ji bo cenabê te hene. Her vê mehê dahata Silêmaniyê sê qat bû, lê kêşeyên me yên cidî li vê zonê (deverê) hene. Bila ez ji te re bibêjim. Yek ji mînakan ew e ku dabaşa sînorên me dikin. Baş e sînorê vî alî qet nikare dahata wê qasî sînorê wî alî be. Sînorê me bi Îranê re heye ku ziyaneke pir mezin hatiye lêdan li Hacî Omeranê bi vekirina wê tranzêtê. Wekî din jî, ji vî aliyê deriyê Munziriyê ve niha her tişt diçe, ev ango çi? Ango dahata Silêmaniyê tê xwarê. Miqabilî vê jî li Hewlêrê sînorê Tirkiyê heye. Ne bo Hewlêrê, lê bo tevaya Iraqê ji wir derbas dibe. Sînorê Îranê jî heye. Sînorek jî heye fermî ye nefermî ye nizanim, zêde wan tiştan nizanim bi Sûriyê re. Em hemî dizanin ku çi tê û diçe li wan cihan…baş e çawa dahata me, ya sînorê me dibe wek dahata sînorê wan? Me daxwaza nenavendîtiyê kir, me daxwaza duîdaretiyê nekiriye. Bi rastî ya ku em dibînin duîdaretî ye…

Rûdaw: Duîdaretî ye?

Bafil Talebanî: Erê.

Rûdaw: Ger dahat sê qat zêde bû. Çawa ye hîna her…

Bafil Talebanî: Divê tu vê pirsê ji kekê Qubad bikî, çunke heger ez caba te bidim dibe ku bersiv ne bilê te be, dibe ku piçekî hişk be. Ez cudahiyeke aşkere li vê deverê û wê deverê dibînim. Xelk pê aciz e. Ez pir nerehet im bi vî tiştî. Min hin detay ji te re nivîsîne: 273 şirketan li Silêmaniyê li îflasê dan. Ev beşek ji kêşeyên me ye. Hezar proje li vir sekinîn. Ne avahiyek, ne cadeyek, ne dibistanek, tiştek nayê avakirin. Hemû rawestiyaye. Mizgeft, mizgeft, mizgeft ragirtine, qet nebe camiyên me ava bikin, hûn çima mizgeftan radigirin? Ango li vir atmosferek çêkirine ti îş nameşe, ti proje nayê kirin, tiştek nayê kirin. 31 hezar kompanî hene ku bacê didin, 7 hezar ji wan li Silêmaniyê ne. 4 hezar ji wan vêga naxebitin ji ber ku tevaya projeyên wan rawestiyane. Baş e baca me çawa dibe wek a wî rexî? Tu bi tenê min li ber bixe 7 hezar şirket dikarin heman bacê wek 24 hezar şirketan bidin? Lojîk di vê de tune ye. Ev matematîka pir pir sade ye..pêwîstiya vê bi kesên pir pispor nîne. Nabe, hejmar ne nola hev in. Rast dibêjin? Werine pêş…werine pêş bi me re dahata hemî sînoran, hemî bacan, bila hemî here heman sindoqê. Kîjan şirketê li dinê dixwazin bila were lêkolîn bike. Bi ciwanî dabeş bikin, hemî alî, mîna hikûmetên derên din..ez ê xwe xwedî bikim û ez ê te jî xwedî bikim û rewş jî wisa be? Em ji her tiştî re amade ne. Em qet li ser xwe natirsin. Kîjan şirketê tînin û ji ku derê tînin. Bila ew şirket were vî tiştî lêkolîn bike..em hemî sînoran bikin yek, ewê Sûriyê jî di nav de, bila em hemî petrolê bikin yek, ewê Eyn Zale jî di nav de. Bila bac hemî werin komkirin, bila hemî herin heman cihî û ji wir bê dabeşkirin, lê bi dadmendî..em amade ne.

Rûdaw: Tîma wezarî ya PDKê li hikûmetê dibêje li sînorên Helebçe, Silêmanî, Germiyan û Raperînê, pereyên dahatê li wir nayê komkirin û wek pêwîst nadin hikûmetê. Tu çi li ser vê yekê dibêjî?

Bafil Talebanî: Gotina min wisa ye ku esl û esasê vê yekê tune ye. Tê komkirin û em didin hikûmetê û her vê mehê bi çend tedbîrên ku me bo hikûmetê kirin, me karîbû dahatê sê qat bikin. Lê ez jî naxwazim bigihe asta ku ew bipirse û ez jî bipirsim. Na ez dixwazim bizanim ji kerema we çi li sînorê Sûriyê diqewime? Petrola ku tê û diçe, ji bo kê tê û diçe? Pereyên wê diçin ku derê? Dermanê ku tê û diçe, pereyên wê diçin ku derê? Em wisa nagihin encamekê ku ez bibêjim tu yî û ew bibêje tu yî..çare ew e ku em rûnin û dahata tevaya Kurdistanê kom bikin, em hemûyî bînin eynî cihî, çi şirketekê yan çi pergalekê datînin, dadmendî tê de hebe, şefafiyet tê de hebe, xelk wê bi awayekî aşkere bibîne, em amade ne. Lê em bawer nakin ev yek pêk were.

Rûdaw: Çima?

Bafil Talebanî: Çunke, bi rastgoyî, dibe ku çend alî ziyandar bibin. Dibe ku çend alî ji vê ziyandar bibin. Em ji vê ziyandar nabin, li qezenca me ye. Em wek zona (devera) xwe dê qezencdar bin.

Rûdaw: Axaftin li ser wê yekê hebû ku li deriyên sînorî yên Silêmaniyê gava kelûpel tê gumrik nakin. Niha jî hîna wisa ye yan na?

Bafil Talebanî: Baweriya min bi vê jî nayê. Ez cardin dibêjim çare ev e, werin em bikin heger hûn rast dibêjin. Ger dixwazin tiştan baş bikin, ez dixwazim werin û em bi hev re rûnin. Bila em hemûyî kom bikin, hemû here eynî derê û bi dadmendî bo hemî Kurdistanê were parvekirin.

Rûdaw: Gotineke din jî heye, wek mînak ev hikûmet hikûmeta hevpeymaniyê ye. Hûn beşeke sereke ne tê de. Ger ne hevpeymanî be, hikûmeta her welatekî, mafê her navçeyekê heye destê wê bigihe her qorziyekê, desthilata xwe li her aliyekî cîbicî bike. Hikûmeta Kurdistanê gilî dike ku li Silêmaniyê rê pê nayê dayin ku destê wê bigihe her derekê û desthilata xwe pratîze bike. Pirs ev e: Hûn çi hevkariyekê dikin ji bo ku destê hikûmeta Kurdistanê bigihe her quncik û qorziyekê li sînorê Silêmaniyê?

Bafil Talebanî: Em ê bi her hawî hevkariyê bikin.

Rûdaw: We heta niha kiriye?

Bafil Talebanî: Em amade ne û me kiriye jî. Ez dixwazim hûn mînakeke tenê bidin me. Herçi wezîrek e vê giliyê dike. Serokwezîr, cenabê wî bi xwe..kî dibe bila bibe, bila bibêje me xwest vê yekê bikin vê rojê we nehişt. Mînakeke tenê bidin me. Tenê bi giştî bipeyivin, bibêjin keko çareşemê saet ewqas me xwest vê yekê bikin, lê berevajî ye. Bila ez du sê pirsan ji cenabê te bikim. Çend sal in ev kabîne li hikûmetê ye?

Rûdaw: Dor çar salan e.

Bafil Talebanî: Bû çar sal. Tu dizanî em bi şert û merc hatin nav hikûmetê. Me itifaqek îmze kir. Goran itifaqek îmze kir, lê ti beşek ji wan peymanan nehatiye cîbicîkirin. Dev ji vê jî berde, niha jî posta min li hikûmetê heye û ez nikarim biguherim, ez nikarim tije bikim, hin post heye hîna nehatiye tijekirin, piştî 4 salan.

Rûdaw: Çend postên we yên wiha hene?

Bafil Talebanî: Gelek in. Tu bawer nakî..

Rûdaw: Çima?

Bafil Talebanî: Keko ew nakin, îmze nakin. Postek kekê Qubad dixwaze guhertinê bike, mêrik dibîne rêveberê giştî ye û gendelî kiriye, nikare wî bide alî. Wekîl wezîr e em dixwazin wî bidin alî dibêjin nabe tu wî bidî alî. Wezîr e dixwaze malnişîn bibe, dibêje nabe tu wî bidî alî.

Rûdaw: We ev gotûbêj bi PDKê re kirine?

Bafil Talebanî: Erê me kirine, lê bersiv tune ye. Baş e, em ê heta kengî vê rewşê debar bikin? Hikûmeta te ji bo çi ye? Ji bo xizmeta te ye, ji bo ku alîkariya xelkên te bide. Baş e, hikûmet pereyan naşîne, tiştan bi dadmendî dabeş nake, texsîsatên xwendekaran nade, erzaqan ji pêşmergeyên min re naşîne, meaş naşîne, em her sibeh radibin va meaşê wê saziya ewlehî hatiye qutkirin, pereyên filan saziya ewlehî hatine birîn…pereyan paqijkirina cadeyan nadin, em heqê temîzkirina cadeyan didin. Derman naşînin nexweşxaneyan. Em didin.

Rûdaw: Hûn ji kîjan dahatê didin?

Bafil Talebanî: Ji her tiştî. Biznisman kom dikin. Carina new dikin. Em pereyan nadin pêşmergeyan û em pereyên pêşmergeyan didin wan, bi zor û pînekirin…keko welat bi zor û pînekirin birêve naçe. Ez ji vê siyasetê fêm nakim, min tiştekî wisa nedîtiye. Ez ji vê siyasetê fêm nakim, ez tê nagihêm. A ku dil xweş dike ew e ku komîteyek hatiye çêkirin îşela li wan tiştan binêre û em bigihin netîceyekê û bigihin çareyekê. Lê ya ku ez dibînim çend meh e ew komîte îşê xwe nake yan bê netîce ye û yan caba wê tune ye. Rewş ji bo xelkê Silêmaniyê û navçeya me xerab e. Te qala frakisyona PDKê kir, lê frakisyonên din? Ew hemî kesayetên ku dixwazin ji parlamentoyê derkevin, ew hemû partî dibêjin em ê xwe ji parlamentoyê bikşînin..gelo nabe em li van guhdarî bikin? Ango ev tesadif e? Nabe em bibêjin keko tu çima dixwazî biçî? Dibe ku hin ji wan kesayetan bi min re pir xerab bin. Lê dilê min ne xweş e. Em hemî bi hev re xweşik in. Nabe em rûnin guh bidêrin wan û bibêjin erê hûn ê çima herin? Çima hûn hemî dixwazin îstîfa bikin? Çima hûn hemî dixwazin terka parlamentoyê bidin? Gelo nabe em rûnin û guh bidêrin van? Na em guh nadêrin wan û bi wan re rûnanên û li bal me ne giring e. Keko li nik min giring e. Ango ev ne rasthatin e, her kes nerazî ye. Ez nabêjim çewtiya vê kabîneyê ye. Nabêjim xeletiya kekê Mesrûr e. Lê dibêjim werin em bi hev re çare bikin. Li dewsa ku em dîwar di navbera xwe de ava bikin, bila em çare bikin. Ez ê mînakekê ji te re bibêjim. Berî çend heyvan, me dest bi tedbîran kir, di ketwar de, û ev û ew, telefonek ji min re hat ji hevalekê me di nav hikûmetê de ye. Min hizir dikir destxweşiyê li min bike, gilî li min kir û got hûn çi dikin? Min got birayê min ê delal çima ma ev ne bi dilê te ye? Tu çima xwe ji min cuda dikî? Axir hikûmet ya te ye, dahat ji te re tê, ji min re nayê, tu çima xwe nakî şirîk? Çima cenabê serokwezî nabêje min gotiye wan tedbîran bikin? Bila em bi hev re bikin, çima hûn xwe ji me cuda dikin? Ez ji vê hişmendiyê tê nagihêm..Ev pir ecêb e! Birderê ku ez pê re axivîm, paşê ku ez pê re axivîm, got welle jixwe tu rast dibêjî, ev qezenca hikûmetê ye.

Rûdaw: Frakisyonên ku tu dibêjî ji parlamentoyê vekişiyane, li ser hilbijartinê bû çima di dema xwe de nehat kirin. Ji xwe hûn û PDKê bi hev re li ser dirêjkirina dema wê hevnêrîn bûn.

Bafil Talebanî: Na, pêwîstiya me bi parlamentoyê heye da em qanûna hilbijartinê biguherin. PDK naxwaze hilbijartinê bike, vekirî ji te re dibêjim.

Rûdaw: Ew jî dibêjin YNKê.

Bafil Talebanî: Baş e ez niha wan vedixwînim meydanê. Qebxwestineke fermî ji bo PDKê. Werin qanûnekê deynin ku bişibe qanûnê. Çareyekê ji min re bibînin ji bo talî senter û cureyê hejmartina dengan, lîsteke dengderan hebe ku rasteqîne û realîst be. Ji hemûyî giringtir hindikahî bikarin nûnertiya xwe bikin, em ê sibe hilbijartinan bikin. Gelo min doza tiştekî nelojîkî kiriye? Na. Ya ku ez daxwaza wê dikim li her welatekî din heye, were keko bila qanûn qanûn be. Ma ez çima herim nav hilbijartinekê ku dizanim netîceya wê çi ye. Qanûn bi awayekî hatiye nivîsîn, tişt bi awayekî hatine dabeşkirin ku netîceya wan zelal be. Kê vê yekê dike? Ez vê yekê nakim. Cenabê te di lîstika futbolê de Manchester United futbolê dike, qabil e biçe futbolê bike lîstikê 11 bi sifir yan 23 bi sifir dest pê bike? Ev çi lîstik e! Werin bila em qanûneke bi rêkûpêk deynin, em çareyekê ji hindikahiyan re bibînin ku nûnertiya xwe bikin, em ê sibe hilbijartinan çêbikin.

Rûdaw: Şandeke YNKê seredana partiyan kir û got hikûmet parçe bûye, heger duîdaretî çêbû gilî li me nekin. Gelo tu di wê baweriyê de yî ku dê duîdaretî çêbibe?

Bafil Talebanî: Qet ne wiha ye. A ku min fêm kiriye rastiya rewşê têgihîştine. Nerazîtiya YNKê ji me re gotine. Behsa wê yekê kirine ku ev rewş nikare berdewam bibe.

Bafil Talebanî: Cenabê te çima dereng ketî îro?

Şaho Emîn: Ez çima dereng mam? Ji ber ku li pêşber zanîngehê xwendekaran nerazîtî nîşan dabûn.

Bafil Talebanî: Baş e, ez çi bikim? Xelk dixwaze xwenîşandanê li vir bike. Ev ne xeletiya min e. Keko cadeyê paqij nakin cade! Tiştên zaf ecêb dikin. Ev ji bo kesî ne baş e. Îşela ev ne bername ye. Şaşfêmkirin e. Lê divê ev pir bi lez were çareserkirin. Çunke dibe ku em tavilê negihin duîdaretiyê. Lê dibe ku em pirsên giran ji xwe bikin. Gelo çi sûdeke vê hikûmetê ji bo me heye? Em pir bi cidî van pirsan lêkolîn dikin. Li navbera duîdaretî û vê rewşê çareseriyên din jî hene.

Rûdaw: Çareserî çi ye?

Bafil Talebanî: Ev pergaleke federal e. Gelek celebên pergala federal hene. Bigihe duîdaretiyê pir xerab e. Ez ji vê hez nakim. Herêma me nemîne em li xisarê ne. Lê heger ev rewş hema wisa bidome, bi rastî divê xelk wê pirsê ji xwe bike. Pir bi xerabî jî qala wê duîdaretiyê tê kirin. Wer bawer dikin dê navçeya Silêmaniyê ziyandar be. Bi wî Xwedayî ew alî nola me ziyandar dibe, heger bêhtir jî zirarê nebîne. Du sê mînakên xwerû. Elektrîk li ku ye? Hemû li vir e. Petrola Kurdistanê kuta bûye. Dê çend salên din xelas bibe. Jiyana wê kin e. Tevaya gazê li vir e. Petrola ku heye, bêyî petrola wî alî ku divê tu mîks bikî, çiqasî hejmara wê bilind bibe, petrola wî alî ti qîmeta wê nîne. Qezenca min di vê de tune ye. Lê bi Xwedê xêra yên din jî tê de nîne.

Rûdaw: Peyama te ya zelal çi ye dema tu dibêjî gaz û neft li vir in?

Bafil Talebanî: Peyama min a zelal ew e ku heger em cuda bibin, ew li xisarê ne. Em zirarmend nabin. Lê em naxwazin cuda bibin. Sebra ku me heye li nik kesî nîne. Tu dizanî çi li vir diqewime, roj bi roj hêz tê dirustkirin. Kesek mafya ye asayişekî dikuje, sibetirê dibe lîwa. Tu bi tenê ji min re bibêje gelo ev li ku diqewime? Li hember vê ez nikarim hêzê li wir çêbikim? Ez dikarim navê çend kesayetî û eşîran bînim zimên, lê hûn ê wek Rûdaw rastî pirsgirêkan bên. Lê ez nikarim hêzê di nav wan de çêbikim. Çawa nikarim, pir hêsan e, bi çavqurçînekê dikim. Lê çewtî bi çewtiyê nayê bersivdan. Wê rojê ez li Hewlêrê bûm. tevî konuslan, çima? Peyama min ne ew bû ku biraderên PDKê hizir dikirin. Peyama min ew bû netirsin. Ew ditirsin, wisa hizir dikin dê şerê birakujiyê derkeve holê. Jixwe bi du tiştên wisa şerê birakujiyê peyda dibe. Li cihekî din bersiv tê dayin, ew gulleyan berdide vî. Berî ku tu bizanî agir bi Kurdistanê dikeve, kê dibêje stop? Baş e, em naxwazin wiha lê were. Em dilûbînin wan, keko welle ev çewt e, ev ne siyaseteke rast e. Min ji konsulan re got em dizanin hûn ditirsin, lê piştrast bin dê şerê birakujiyê neqewime. Lê min rewşa siyasî ji wan re şirove kir. Hewce jî nake ez zêde ji wan re şirove bikim. Bi dehan sal e li vir in, gişk dizanin çi heye. Çi diqewime.

Rûdaw: Ez wer ji gotinên cenabê te fêm dikim ku rewş xopan e. Jixwe divê çareseriyek hebe, wek dibêjin mesele negihe qaqa reş. Lê berî ku em biaxivin, ev çend hefte ne kekê Qubad Talebanî li Civata Wezîran dewam nake. Gelo ev biryara wî ye yan te jê re gotiye?

Bafil Talebanî: Bi Xwedê biryara wî ye.

Rûdaw: Çima naçe?

Bafil Talebanî: Çima here?

Rûdaw: Çima neçe, cîgirê serokwezîr e.

Bafil Talebanî: Cîgirê serokwezîr e! Tu dixwazî ev rûniştin pir aşkere be?

Rûdaw: Rica dikim mebesta min ev bi xwe ye.

Bafil Talebanî: Li çi cihekê li dinê mafyayek, li jêr sîwana berevaniya partiyekê destûrê dide xwe ku li hember cîgirê serokwezîrê hikûmeta xwe hêzê bilivîne! Ma ev yek li ku derê diqewime?! Erê, ev yek li vir qewimî. Gelo me caba vê yekê da? Na. Ez bi çewtiyê bersiva çewtiyê nadim. Cara pêşî gava min bihîst, min telefonî kekê Qubad kir. Min got: Rewşa te çawa ye? Got: Bi Xwedê zaf baş e. Derbazê kekê Kosret peyda bûye. Doktor Dara û biraderên Hewlêrê hemû li wir peyda bûn. Kenê wî pê dihat. Tu dizanî kenê min pê nedihat! Ne ku ji ber ez ditirsiyam tiştek were serê kekê Qubad. Lê ji bo me çiqas kirêt e ew kesên biyanî van tiştan dizanin.

Rûdaw: Ma hûn li ser vê yekê bi PDKê re neaxivîn?

Bafil Talebanî: Ez bawer im kekê Qubad gotina xwe biland. Me behs jî kir ku em li ser wê rewşê nameyekê ji cenabê Kak Mesûdî re bişînin. Lê ji bo me întibaya biyaniyan li ser vê yekê ji bo me pir xerab e. Ew tiştên li hember rojnamevan û çalakvanan, em ne ber bi pêş lê em ber bi paş ve diçin. Xêr e 28 rojnamevan li wî alî hatine girtin. 3 li vir hatine girtin! Xêr e dîl heye li zindanê veketiye, qey zindana Silêmaniyê nedîtiye, bila ez herim wê derê, bila ez biçim wir, çima? Gelo ev xêr e? Tesadif e. Ev rewş ne qenc e. Qezenca kesî tê de nîne. Ji bo me pir xerab e. Çima li vir xwepêşandan heye, li wir nîne? Çima hemû dijber li vir civiyane.

Rûdaw: Opozisyon li wir jî heye. Komela Dadgerî heye, Yekgirtû û partiyên jî hene. Li parlamento û televizyonan gotinên xwe dibêjin.

Bafil Talebanî: Gelo em qala wê yekê bikin berî çend salan çi hate serê Yekgirtû li wir?

Rûdaw: Ez ne nûnerê wan im.

Bafil Talebanî: Ez nûnerê wan im. Qet li vir neqewimî. Li vir carekê tiştek çêbû, ew jî biryara takekesî bû. Çewtiyeke stratejî kir û ew bi xwe ziyanmend bû.

Rûdaw: Piştî ku posta serokkomar li Bexdayê yekalî bû, dihat çaverêkirin navbera we û PDKê baş bibe. Niha tê ku li ser wezîrê jîngehê dîsa gengêşî derdikeve, biryara we ji bo vê çi ye?

Bafil Talebanî: Ev tişt heman pakej in..

Rûdaw: Pakej çi û çi ne?

Bafil Talebanî: Her tişt, hemû bi hev re. Ma em bi hev re ne yan ne bi hev re ne? Gelo em şirîk in yan ne şirîk in? Mesele ev e. Em wê biryarê bidin, erê yan na, bawer bike tiştên din pir sanahî ne. Lê divê ew biryar were dayin. Em di hemî aliyan de amade ne. Me tekez kiriye jî ku em amade ne.

Rûdaw: Piştî vekişîna Sedr, hûn û PDKê ketin eynî hevalbendiyê, bi navê îdarekirina dewletê, vêga têkiliya we çima xerab e? Hin postên kurdan hene serokwezîr bêgav e bi xwe wan tije bike, di demekê de ku karê we ye. Çima heya vê radeyê?

Bafil Talebanî: Nizanim!

Rûdaw: Tu aliyekî sereke yî!

Bafil Talebanî: Bila ez ji te re bibêjim: Ma qey em bi hev re rûniştine?

Rûdaw: Bila ez hin agahiyan ji we werbirigim.

Bafil Talebanî: Na! Cenabê te xwest rûnî, min jî xwest rûnêm. Lê ez bixwazim rûnêm, lê aliyê beramber rûnanê, ma ez çi bikim? Ez dixwazim em rûnên, em li hev bikin û polîtbîroyên me bicivin. Lê ew nakin. Ez sibe rabim feraman girtina min heye. Fermana girtina min heye! Ez sibe rabim kekê Qubad fermana girtina wî jî heye, Qubad, Qubadê Celal Talebanî fermana girtina wî heye! Ez hîna jî ji wê yekê fêm nakim çima fermana girtina rêheval kekê Nehroyî heye! Ez sibe rabim va fermana girtina Wehabî heye. Ma ev tişt çi ne? Em ê çawa wiha li hev bikin?

Rûdaw: Bila ez li ser kuştina Hawkar Caf li Hewlêrê bipeyivim.

Bafil Talebanî: Dê zaf baş be.

Rûdaw: Bi baweriya te, ew bûyer terora siyasî bû?

Bafil Talebanî: Bi baweriya min, terora siyasî û şexsî bû. Ez jî dizanim kê kir û bi nêrîna min biraderên Parastinê jê dizanin kê kir. Lê êdî têwer bûne û nikarin bibêjin.

Rûdaw: Li Hewlêrê daxwaza Wehab Helebçeyî hatiye kirin, dibêjin ew tometbar e. Heger bawer dike bêsûc e nexwe çima naçe pêşber dadger?

Bafil Talebanî: Bi rastî çunke dadgeh ne dadgeh e. Çunke dadgeh ne dadgeh e. Ew hate dadgehkirin jî. Di televizyonê de hat dadgehkirin. Min gelek caran bi kekê Ehmed re ew yek nîqaş dikir çima filmên xweş li Kurdistanê nayên çêkirin? Paşê gava min ew film dît, ez li ber ketim, çunke jê fêm nakin. Nola Bollywoodê, ew ku nehatiye dadgehkirin, di televizyonê de hat dadgehkirin. Kekê Şaho, cenabê te îro tu hatî Silêmaniyê. Ez dikarim wêneyê tirimpêlên te ji xalên kontrolê bînim, dibêjim: Wa Şaho hat û filan kes teror kir û va vegeriya. Dadgeh çawa wiha tê kirin? Gava tu li wê vîdyoyê dinêrî, ewas çewtî tê de ne…

Rûdaw: Lê heger meriv bi xwe li tiştekî mikur werin?

Bafil Talebanî: Ma ew devê wan bû? Ma ew devê wan bû? Mêrikê YNKê rûniştiye wisa dixwîne. Her ji gotinên wan diyar bû ku ji wan re hatibû nivîsîn. Xwedê dizane çi jî bi wan kiribûn? Binêre! Endamekî YNKê nabêje: Lahûr, Bafil. Yê vî rexî be û yê wî rexî be jî, wisa nake. Ez heya niha jî dibêjim: Şêx Lahûr. Rast e min 8 caran di 8 saniyeyan de got yên qewitandî hatin qewitandin. Lê em rêza hev digirin. Nepêkan e kesek li saziya min a ewlehî rûnê û bibêje welle Lahûr û Bafil. Yan wer qala YNKê bike. Tiştekî wisa tune ye keko. Pir aşkere ye ka çi qewimiye. Dema ku ew bûyer qewimî hem kekê Qubad û hem min, me têkilî bi çend kesayetên PDKê re danî. Me got were em amade ne bi her hawî hevkarên we bin. Werin bila haya me hinekî ji agahiyan çêbibe. Em zanyariyan bi hev biguherin, bi hev re bikin, em bi hev re çi bikin? Sibetirê lîstek ji me re hat filan ji min re bişîne û bêvan ji min re bişîne, ez naşînim. Wer nabe, ev ne karê hevpar e. Asayiş a hikûmetê ye. Baş e, çima em nizanin çi qewimî? Bila em belgeyekê bînin, belgeyekê nîşanî me bidin. Hîç. Naxwazin em bi hev re bikin. Ev bername bû. Ez ê ji te re îzbat bikim.

Rûdaw: Li televizyonê gelek tişt nîşan dan?

Bafil Talebanî: Bi destûra te, min li gel baştirîn hêza taybet a dinê li wextê xwe mil bi mil şer kir. Ez dizanim çiqas dem lazim e tu pakejekê li ser xaniyekî hazir bikî. Ez dizanim çiqas dem lazim e tu agahiyan berhev bikî. Ez dizanim çi qas dem lazim e tu bavêjî ser malekê. 3 saetan piştî bûyerê, li mala wan dan, ev girtin û ew girtin. Keko ev ne pêkan e. Li dinê tiştê wiha naqewime. Ev bername bû. Îcar kê ew bername kir û çima kir, bi kêfa xwe ne. Em vêga jî amade ne bi hev re wê dozê lêkolîn bikin, lê em ne amade ne em merivên xwe ji ber xwe ve hema wisa radest bikin, ku li televizyonê hatine dadgehkirin, ku nabe li televizyonê werin dadgehkirin.

Rûdaw: Te çawa Wehab Helebçeyî anî Hewlêrê, di demekê de rewş dihat ku bi xerabî biteqe?

Bafil Talebanî: Ez çima wî neyînim Hewlêrê? Jixwe em li fermana girtinê mikur nayên û neqanûnî ye. Me çawa anî jî? Kekê Wehab dixwest here derekê (ez newêrim navê wê derê ji te re bibêjim çunke ditirsim ziyanê bigihînin we), jixwe me ew bi diznî neanî. Min bixwesta kekê Wehab bînim, bi helîkopterekê min nedihişt kes bizane ez ê li nav cihê polîtbîroyê daketama. Kekê Wehab hatiye, me kesên din jî berê anîne, ha! Bi heman awayî, çend tişt hene wek yasa ye û li navbera me nehatine nivîsîn. Em li tv û medyayê naweşînin. Em hatin, li wir rûniştin, li balafirgehê em hinekî dereng xistin (ev jî tiştekî hinekî kirêt bû), lê me tiştek nekir û me got bavo em vedigerin û kêşeya me tune ye. Jixwe bi vî hesabî be divabû ez jî neyêm Hewlêrê. Birako, fermana girtina min jî heye! Çênedibû Qubad jî pê re be, fermana girtina Qubadî jî heye. Ev zaf sosret e! Ev pir ecêb e! Hewlêr paytexta Kurdistana Iraqê ye. Ne eyaleta aliyekî bi tenê ye. Ne eyaleta partiyeke bi tenê ye. Ne eyaleta malbatekê bi tenê ye. Hewlêr paytext e.

Rûdaw: Gelo doza Murad Kanî Kurdeyî giha ku derê, ma kujerên wî aşkere bûn?

Bafil Talebanî: Ev demek e qatil aşkere bûne. Lê nizanim çima li dadgehê asê maye? Em hemî dizanin kê ew yek kir.

Rûdaw: Li dadgeha Silêmaniyê?

Bafil Talebanî: Ez vêga nizanim doz li ku derê ye. Ji ber ku qala wê yekê kiribûn dozê veguhêzin Hewlêrê.

Rûdaw: Çima Hewlêr?

Bafil Talebanî: Divê tu vê pirsê ji wî kesî bikî ku daxwaz kiriye doz bo Hewlêrê bê veguhastin.

Rûdaw: Te berê pesinê Ejî Emîn dida, lê paşê tu bi xerabî jê hêrs ketî?

Bafil Talebanî: Ez niha jî pesinê wî didim. Di dema xwe de hin tiştên cihê şanaziyê kir. Berê efserekî mêrxas bû. Min bi xwe ew dît. Hin operasyonên pir pir giring kir. Lê Selman tûşî xeletiyê bû. Ji xwe ne dawiya dinê bû ku li posta xwe nema. Posteke din jê re hatibû hazirkirin, neçûbû wir. Problema me ne Ejî ye. Dev ji Ejî berde, serê xwe pê neêşîne.

Rûdaw: Çima kêşe ewqasî mezin bû ku gilî dikirin avêtine ser mala diya wî?

Bafil Talebanî: Ez doza lêborînê ji te dikim, lê ne wisa bû. Ez dixwazim ji te re bibêjim: Ejî Emîn (Selman – çi jê re dibêjî?) çend meh e dev ji saziyeke me ya ewlehî berdaye, zanyariyên me hene ku hin tişt bi xwe re birine. Tiştekî me hebû jî ku hîna tiştên wî li wan malan in. Çima? Çunke dema terka vir da, bi nêt bû venegere. Rewş wiha lê hat venegeriya. Bi fermana dadger, bi her tiştî, em diçûn li wan cihan lêgerînê bikin. Lê berê vê jî, em bi biraderekî xwe yê PDKê re axivîn, me got: Em vê nakin. Ji kerema xwe bila zar û zêçên wî biçin Hewlêrê. Me neavêtiye ser zar û zêç û mal û diya kesî, ev xelet e. Me ji wan re got: Keko em ê bên û wî karî bikin.

Rûdaw: We pêşî ew haydar kirin?

Bafil Talebanî: Erê, erê! Bi qanûn, bi fermana dadgerî. Keko li Amerîka li ser kaxezeke tenê avêtin ser mala Donald Trump, lê min du pîkab hard dirve, name, arşîv û agahî li wê malê peyda kir. Bila ez hinekî aşkere bikim jî, berpirsê Parastinê reviya vê derê, dê li wir wisa pê re tevbigeriyana?

Rûdaw: Pirsên asê ji min neke!

Bafil Talebanî: Ez ji te nakim, bersiv nede. Lê ma tu dizanî çawa ye? Çend meh e ev peya bi kêfa xwe li vir tên û diçin, nobedarên wan hene, çek bi wan re ne, çekdar tê û diçe, me qet ew aciz nekirine, lê rewş jî xeter bû ha, teqîn li Silêmaniyê, teqîn li wir. Ez ji wê yekê ditirsiyam Xwedê neke yek tiştekî li zar û zêçên wî bike, dê dîsa filmekê din yê Bollywoodê çêkirina û bigotina dîsa Bafilî ye. Em naxwazin keko, ez wê berpirsiyariyê ranakim. Zar û zêçên xwe bibe nik xwe, tu çima dixwazin li nik min be? Bibe bal xwe.

Rûdaw: Bila em bên ser deriyekî afaqê û li ser biaxivin. Di daxuyaniya kongreya 14 a PDKê de, dibêje: Bila em rûpeleke nû vekin û bi gotûbêjê pirsgirêkan çareser bikin. Ango pêşgaviyekê dike. Gelo hûn ji bo vekirina wî rûpelî amade ne?

Bafil Talebanî: Erê em amade ne.

Rûdaw: Çawa?

Bafil Talebanî: Baş! Ew çi dixwazin em amade ne. Dixwazin em rûnin, bila em rûnin. Dixwazin em hemî bi hev re rûnin bila em rûnin, çawa dixwazin? Di çi astê de û li ku derê be? Dixwazin biyanî tê de bin wek şahid em amade ne, dixwazin em bi xwe bi hev re rûnin em amade ne. Dixwazin em li Amerîka rûnin; em ê rûnin. Me qet deriyê diyalogê negirtiye.

Rûdaw: Bi nêrîna we divê rûpela nû çawa be?

Bafil Talebanî: Divê em biryar bidin.

Rûdaw: Her du alî?

Bafil Talebanî: Erê her du alî. Em biryar bidin çewtiyên ku diqewimin em stopekê li ber wan qît bikin. Ez dixwazim edaletek li navbera Hewlêr û vir hebe. Pêşniyara min ev e. Were bila em tevaya dahatan kom bikin, ew çi pergalekê dixwazin em amade ne. Lê bila îş bi edalet bê kirin. Daxwazeke me ya şexsî tune ye. Lê ev rewşa niha nayê debarkirin. Şagirt birçî ye, kêmendam birçî ye, pêşmerge birçî ye, hemû birçî ne..hemû jî li vir birçî ye, çima? Bi kîjan heqî ez sibe rabim va meaşê dijterorê hatiye qutkirin? Ev hatiye qutkirin, evhatiye qutkirin..ev çi şirîkatî ye? Tu bi kîjan mafî wê biryarê didî?

Rûdaw: Axir ev bes li vir bû yan şopandinek bû ku kekê Qubad jî serkariya wê dosyeya dikir ku mûçeyên zêde bên qutkirin?

Bafil Talebanî: Bi tenê li vir e. Meaşên me birîn, pereyê me qut kirin. Bi tenê li vir e. Erzaq ji pêşmergeyên min re nayê, ji pêşmergeyên aliyên din re diçe. Çima? Ma tu dizanî çawa ye? Dikin hêla sor derbas bikin. Destbirina bo saziyên emnî yên hevdî xelet e û encama wê xerab e. Destbirina bo hêzên pêşmerge û hêzên me yên taybet û sadetirîn pêşmergeyê min, netîceya wê xerab e. Baş e, tu çima wisa dikî?

Rûdaw: Tu dikarî me piştrast bikî ku dê van nêzîkan ev kêşe li gel PDKê çareser bibin? Tu dizanî baca mezin dê xelk bide.

Bafil Talebanî: Erê wisa ye.

Rûdaw: Divê xelk di aliyê derûnî de hinekî vehese di jiyana rojane de bi debareke baş.

Bafil Talebanî: Erê wisa ye. Kekê Şaho! Lewra em ewqasî bi sebr bûne, lewma ku ew li vir hêzê dirust dikin, lê em hêzê çênakin. Lewma gava kesên me direvînin em kesên wan narevînin. Lewma gava ziyanê digihînin kadroyên me, em li vir ziyanê nagihînin kesî. Ji bo xelkê em wer nakin, ez jî ji ber xelkê dilgiran im. Ez bêtaqet im ku xwendekarên min dîsa li ser cadeyê ne. Ez bêtaqet im ku rewşa vê deverê wer e. Hewce jî nake wiha be. Em jî ji ber vê wer nakin kekê Şaho. Bi Xwedê em jî ji ber vê wer nakin. Keko em in ku revîrevî tên Hewlêrê, gelo tu dizanî min çiqas şandiye wî milî û wan çend şand şandine vir? Gelo tu dizanî ez çend caran çûm bal Kak Mesûd û cenabê wî çend caran hatiye vir? Gelo tu dizanî ez çend caran çûme bal kekê Nêçîrvan û ew çend caran hatiye vir? Gelo tu dizanî ez çend caran çûme bal kekê Mesrûr û ew çend caran hati ye vir? Aşkere ye kê hewl dide? Bi min ne xweş e ku têkiliya me ne baş e. Dibe ku cenabê te têbînî bikî, her van çend rojan li sosyalmedyayê binêre. Çiqas dijûn li me tên kirin, dîsa dest bi dijûndana li mamosta Birayim kirine. Carinan sixêfan li Mam Celal jî dikin. Ez dixwazim tu bibînî em li hember wan çawa ne. Ne ji mafê kesî ye qala cenabê Mela Mistefa bike. Ne ji mafê kesî ye qala cenabê Kak Îdrîs bike. Ne ji mafê kesî qet qala Kak Mesûd bike. Min endamên serokatiya xwe ceza kiriye ku gotineke tenê di sosyalmedyayê de kiribe. Em pir rêza wan digirin. Lê mixabin her car ku têkilî diçe pêş, tiştek diqewime. Ez carekê li Bexdayê bûm. Ez vegeriyam Silêmaniyê telefonî min kirin, koma çarçoveyê: "Tu çawa wisa li Kak Mesûd dikî?" Min çi bi Kak Mesûd kiriye? "Kak Mesûd li benda te ye li Hewlêrê, civîna we hebû û tu neçûyî." Min qet tiştekî wer nebihîstiye! Min telefonî vir û wir kir û êvarê dereng, min cenabê Kak mesûd peyda kir. Haya Kak Mesûd jî ji vê nebû. Ev dest e. Diçim bal cenabê wî dibêjin: Bername heye filan û bêvan bên terorkirin. Çi qezenca min e filankes bê terorkirin? Erê ev dest e. Ya ku vêga jî qewimiye, ew jî destek e. Ji bo min pir zelal e..nizanim çima cenabê wî vê yekê nabîne, nabîne ku çiqasî zelal e yek dixwaze navbera me xera bibe! Ji bo min pir pir zelal e. Lê ev cuda ye, cenabê Kak Mesûd bixwe ji min re dibêje: Hûrkariya tiştan ne ez im. Baş e! Kesê li hûrkariya tiştan xeletiyên mezin dike. Neheqiyê li xwe û Kurdistanê dike. Neheqiyê li hikûmetê dike, neheqiyê li her tiştî dike. Were bila em rûnin çare bikin, welle em amade ne. Welle ti problemeke me tune ye, welle kerba me ji kesî venabe. Min heneke pê re kir û got: Me Dr. Fûad kir kargêrê polîtbîroyê. Wisa bû. Silav bi dest li min kir û min got: Va tu bûyî kargêr. Keniya û em çûne hundir, rûnişt, got: We çima ez anîme vir? Min got: Li gel wan bipeyive, bizane raya kargêrê polîtbîroya YNKê çi ye? Yek bi yek ji tundrewan, yeko yeko bi awayekî qala Kak Mesûd kirin, bi awayekî behsa têkiliyên me û wan kirin ku wî bi xwe bawer nedikir û mat mabû. Keko nêta me wer e, lê beramber qet nayê pêş. Tiştek naguhere, rewş xerabtir dibe û baştir nabe.

Rûdaw: Tê gotin peymaneke stratejî di navbera we de hebû, lê kuştina Hawkar Caf ew peyman têk bir. Rast e?

Bafil Talebanî: Me dikir nameyekê amade bikin, lê kuştina Hawkar Caf yan şehîdkirina Hawkar Caf. Pirsa min ev e çima vê têk bir? Tu niha were îzbat bike ku ez im yan îzbat bike ku YNKê ye, hingê em dikarin bibêjin ku vê peyman têk bir. Lê bi rastî dadgeh li tv nayê kirin, li ti dera dinê dadgeh li tv nayê kirin. Hezar û yek xeletî di wan vîdyoyan de hebûn. Doz ne wer cidî bûya û yek nehata şehîdkirin, zar û zêçên wî ne tê de bûna, ez ê bi wê vîdyoyê bikeniyama. Lê mixabin ew felaketek bû.

Rûdaw: Diyar e têkiliya te li gel Serok Nêçîrvan pir baş e. Ma nabe ku em vê têkiliyê bikin hîmê başkirina têkiliyan li gel PDKê?

Bafil Talebanî: Têkiliya min li gel kekê Nêçîrvan xweş e, lê heta berî çend hefteyan jî têkiliya min li gel cenabê Kak Mesûd jî xweş bû. Têkiliya min li gel cenabê kekê Mesrûr jî xweş bû, divê felsefeya xwe biguherin. Cureyê îşkirina xwe bi YNKê re biguherin da em bo pêş herin. Ev bi kesekî û du kesan nayê kirin û pêwîstî bi guhertinê di stratejiya partiyê de heye. Bi gotina xweş, bi îtîfaq, bi diyalog û danûstandinê em her tiştî dikin. Me hertim kiriye û YNKê tenazul kiriye. Her car YNKê amade bû tenazulê bike seba gelê me. Em niha jî amade ne. Lê bila aliyê beramber gavekê were pêş, nayên pêş û stop kirine. Ez bawer nakim ku kekê Nêçîrvan bi tenê bikare vî îşî bike. Çawa ku bawer nakim cenabê kekê Mesrûr bikare bi tenê vê bike. Pêwîstiya vê bi guhertinê di stratejiya PDKê de heye ne li hember me tenê lê li hember partiyên din jî, li hember kesayetan ku dibe ku niha di partiyê de nebin. Li hember mela, mamostayên olî û yên din. Aştbûneke giştî ji me re divê bo xizmeta xelkê, wer zêdetir dengan jî tînin ha.

Rûdaw: Di dema borî de çend alîgir û kesên nêzîkî PKKê bûn armanc û hatin kuştin. Wekî din jî êrîşî ser baregehên hizbên nêzîkî Tirkiyê hat kirin (Bereya Tirkmenî), gelo ev kêşe çareser bû?

Bafil Talebanî: Ev problem wiha bi sanahî çareser nabe, lê bawer im hemî alî di hewldanê de ne ji bo çareseriyê.

Rûdaw: Te pêşî got ez dixwazim em herin polîtbîroyê…

Bafil Talebanî: Min xwest tu bibînî…

Rûdaw: Bi min jî xweş e, tu bixwazî li mala we heya vir bes be û em herin wir gotinên xwe kuta bikin?

Bafil Talebanî: Bi kêfa cenabê te ye..

Rûdaw: Welle bi min xweş e, bila em herin tika ye.

Bafil Talebanî: Bila em herin.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim Dr. Berhem çi dike, pêşniyara we ji bo wî çi ye di nav partiyê de?

Bafil Talebanî: Dr. Berhem li gor tiştên ku kiriye hîna ciwan e. Gelek tişt mane bikare wan bike û çi bixwaze em ê piştevaniya wî bikin.

Rûdaw: Lê hûn ê çi jê re bikin?

Bafil Talebanî: Ez dixwazim tiştê dixwaze bike. Dr. Berhem berî her tiştî hevalê min e. Bawer im ku Dr. Berhem îşê xwe di rewşeke dijwar de kir. Tiştê ku ew dixwaze, wacibê me ye ku em jê re kar bikin. Ez hevalên xwe qet bernadim. Qet. Leave no man behind.

Rûdaw: Lahûr Şêx Cengî hevalê te bû ji bilî xizmatiyê?

Bafil Talebanî: Pir…

Rûdaw: Ango nizanim…te terka wî da, yan wî terka we da, kîjan rast e?

Bafil Talebanî: Helbet em bi heyvan li vê mijarê nahizirin. Axaftina me jî pê re nemaye. Wan biraderan hedek derbas kir ku divabû qet derbas nekin. Min karîbû jî wî îşî bi rengekê din çare bikim, lê min nekir.

Rûdaw: Ango ji hevalîniyê derket?

Bafil Talebanî: Derket..ji her tiştî derket…her hêleke sor derbas kirin. Wek cenabê te pir bi ciwanî kerem kir: Min di dema xwe de 8 caran di 8 saniyeyan de got: Kesên qewitandî hatin qewitandin. Lê min gotinek kir û got: Yek milyon salên din dikarin vegerin, niha 900 hezar û 999 sal mane, niha salek kêm bûye, heger milyon salên din sax bimînin dikarin vegerin nav YNKê.

Rûdaw: Lahûr Cengî got: Qasim Suleymanî gotiye ez ê Berhem Salih bikim serokê YNKê û Bafil Talebanî bikim cîgirê wî, lê min nehişt. Ev rast e?

Bafil Talebanî: Bi rastî ez qet guh nadim gotinên kekê Lahûrî. Bi kêfa xwe ye çi dibêje bila bibêje. Çurçil got: Dema tu diçî derekê, her xetra ku kûçikek ewitî û te li paş xwe nihêrt û sekinî, tu yê qet negihî armanca xwe. Siyaseta min wer e.

Rûdaw: Ango tu hertim diçî pêş?

Bafil Talebanî: Ez diçim pêş, qet venagerim paş, li paş mêze jî nakim, çima? Çunke naçim paş. Ew qonax kuta bû, mecalekê wan hebû têk birin.

Rûdaw: Ew ên ku li maratonê jî direvin, her kes li paş binêre winda dike…

Bafil Talebanî: Eynî wisa…siyaset jî ne pêşbaziya 100 metreyî, lêbelê maraton e.

Rûdaw: Kêşeya jehrxwarinkirinê çi lê hat?

Bafil Talebanî: Min di vir de hilgirtiye.

Rûdaw: Jehr yan kêşe?

Bafil Talebanî: Tevlihev e. Wisa nefikirin ji bîra min çûye.

Rûdaw: Lê tu wek kesekî dilpak tê naskirin.

Bafil Talebanî: Dilê min pak e, lê ez ne bêaqil im. Kêfa min tê ku dilê min pak e. Mam hertim ji min re digot “Kurê min, dilekî te yê wek dilê min heye.”

Rûdaw: Mam Celal digot?

Bafil Talebanî: Erê!

Rûdaw: Dixwazim bizanim li gel mala ap ên te pêwendiya te çawa ye? Te gotin navegerin nav YNKê, lê pêwendiya we ya civakî çawa ye?

Bafil Talebanî: Pêwendiya me sifir e. Mixabin…pêwendiya min ligel Hana û yên din li Brîtanya maye, ez pir ji wan hez dikim, ew pir dûrî diyasetê bûn. Lê yên dîtir bi rastî pêwendiya min li gel wan tune ye û naxwazim pêwendiya min bi wan re hebe jî.

Rûdaw: Medyaya YNKê di dema serîhildanê da û piştî serîhildanê pir bihêz û kartêker bû. Niha qels e û wer nemaye. Tu wek kesê yekem ê YNKê çi ji bo medyaya wê dikî?

Bafil Talebanî: Ev hinekî neheqî ye. Tu bi çi re didî ber hev? Gelî Kurdistana me heye, tu didî ber hev bi K24ê û ya ku ez navê jî nizanim? Dibe ku kekê Ehmed navê wê ji min re bibêje. Welle li gor wan zaf baş e…lê heger cenabê te Gelî Kurdistan bi Rûdawê re bidî ber hev, hingê rast e. Lê cuda ne. Rûdaw kanaleke din e, cureyekî din e ji Gelî Kurdistan. Bawer im dê YNKê kanaleke din jî veke.

Rûdaw: Dê veke?

Bafil Talebanî: Erê, erê! Van nêzîkan dê kanaleke din veke ku bi nêrîna min wê kanaleke baş be û pir serkeftî be û piraniya biraderên ku li vir hatin perwerdekirin û hînî hunera xwe bûn, îşela em ê tiştekî wer bikin ku hemî vegerin vir.

Rûdaw: Ango dê dîsa siyaseta YNKê şênber bike yan wê kanala gel be?

Bafil Talebanî: Na na! Pêwîstiya em bi kanalekê heye ku ya gel be. Ez kanaleke hizbî naxwazim, kanala me ya hizbî heye.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim armanca mezin a jiyana te çi ye?

Bafil Talebanî: Ez dixwazim xizmeta gelê xwe bikim. Gelê min gelê kurd e. Gava ez behsa Kurdistanê dikim, ez behsa her çar parçeyan dikim. Rewşa miletê kurd tenê wisa ye, rewşa ti miletekî din ne wisa ye. 45-50 milyon kes hîna dengê wan tune ye û nikarin bi hev re rawestin. Kekê Şaho! Bîne ber çavê xwe tu 45 -50 milyon kesî top bikî, kes nikare ji te re bibêje na! Kes nikare pêşî li te bigire, ne Amerîka û ne ti welatekî din. Kê dikare li hember 50 milyon kesî raweste? Ti kes nikare. Pirsgirêka me ew e ku me nikarîbû xwe birêxistin bikin, tiştên biçûk bidin alî seba armaceke mezin. Dev ji hizbatiyê berde, em hemî xwe top bikin û bo armanceke mezintir bixebitin, armanceke mezintir ji hizbatiyê. Bi nêrîna min, em dikarin tiştekî wisa bikin, nola welatên din. Lê heta em bi vê hişmendiya biçûk bihizirin û bi vî celebî siyasetê bikin, dê kurdên dinê hema wisa xopan bin.

Rûdaw: Min rojeke xwe bi te re kuta kir. A ku min dît zêdetir, şexsiyeta xwerû û sadetî û rastgotin bû. Bi min xweş bû…dinyayek spas.

Bafil Talebanî: Ez spasiya cenabê te dikim. Cenabê te jî baş dizanî, mecal hebû ez pirsên te bibînim, lê min nexwest, min xwest ji dil cab ate bidim û pir bi rastgotî bersiva te bidim. Daxwazeke min ji kesên ku niha me dibînin heye, ku vê wek heye werbigirin, ez dixwazim em ji hev fêm bikin, heger em ji hev fêm bikin, çareya her kêşeyekê heye, lewra min xwest wiha rastgo bim. Armanca min ne ew bû ziyanê bigihînim aliyekê yan kesekê biêşînim, lêbelê min xwest bibêjim ku YNKê amade ye bo her tenazeulekê ku bo Kurdistan û gelê me û miletê me qenc be. Ev siyaseta me ye. Îşela piştî vê kongreyê PDKê dê siyaseta xwe nîqaş bike li nav xwe û belkî mecalek hebe em xizmeteke baştir ji miletê xwe re bikin û ez spasiya cenabê te dikim. Ez spasiya kanala te dikim. Bi rastî ez bi dîtina cenabê te pir kêfxweş bûm.

Rûdaw: Ji me re jî derfeteke xweş bû ku em bi we re rûniştin.

Bafil Talebanî: Ez gelek memnûn im.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst