Yekî bi navê Ferhat Sarikaya

15-11-2018
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Di lehiyê bûyeran de girtina wî dozgerî nebû rojev. Ji bo desthilatê, "Ew zilamê Cemaata Gulen bû". Ji bo Kemalistan girtin "Têkçûna plangeriya Ergenekon-Balyoz û Şemzînanê bû". Bra?

 

Bûyera Şemzînanê

 

9.11.2005ê li navendê di Pirtûkxaneya Umut de du narincok li ser hev teqiyan. Mehmet Zahir Korkmaz jiyana xwe ji dest da, pênc kes birîndar bûn. Kujer kesê bi navê Veysel Ateş bû. Bi baz telefonî kesekî bi navê Ali Kaya dikir û digot, "Min pêk anî, hûn li ku derê ne?" û digihiştin hev. Kaya ji Ateş dipirsî, "Teqiya?" Bi bersiva "Erê", Kaya digot "Zû xwe bavêje trimbêlê". Di Renaulta spî ya bi pîlaqeya "30 AK 933" de bi navê Ozcan Ildeniz yekî siyemîn hebû.

 

Haya girseyê ji çûnûhatinê dibû û dora wan digirt. Hêzên ewleyiyê diçûn hawara kujeran. Hersê, endamên Sîxuriya Cendermeyan (JIT) bûn. Di trimbêlê de; çek, narincok, dosyeke nav û navnîşanên serokêşîran û nunerên DTPê hebûn.

 

Keysa dîrokî

 

Bûyer fesîh bû. Însan kuştibûn, birîndar kiribûn û kujer li ciyê bûyerê hatibûn girtin. Êrîşa JITEMê bû. Bûyer, mefteya eşkerekirina bi hezaran êrîşên din bû.

 

Kurdan bi xwepêşandanan bertek nîşan dan. Çapemeniyê bûyer dan. Hikûmeta AKPê, da ku di şerê dezgehên dewletê de bi ser bikeve û daku Kurdan bide aliyê xwe, bûyer weke keyseka zêrînî dît û rêya dadgehê vekir. Di Parlemenê de Komîsyona Şemzînanê damezrand. Dozgeriya Şemzînanê jî, dest bi lêpirsînan kir.

 

10.11.2005, li navçeya Şemzînanê, di venasîna dozger, û parlamenterê CHPê Esat Canan de, çawîşê pispor Tanju Çavuş berik reşandin girseya gel, Ali Yilmaz jiyana xwe ji dest da, çar kes birîndar bûn.

 

"Xortê baş" yê Yaşar Buyukanit

 

Hikûmetê, Dadgeha Cezayê Giran a 3mîn a Wanê bi doza Şemzînanê erkdar kir. Doznamê karê dozgehê ciwan Ferhat Sarikaya bû. Veysel Ateş, binevser Ali Kaya û Ozcan Ildeniz, û Tanju Çavuş girtin û şandin Wanê.

 

Ji doznamê; (bi qesta Colemêrgê) di navbera 15.07.-9.11.2005ê de 18 teqîn çêbûbûn û bi girtina Ali Kaya û Ozcan Ildeniz, bi yek derbê ew rawestiyabûn. Balkêş e; 1.09.2005ê li navenda Şemzînanê bi boneya Roja Aştiya Dinyayê, kon vedabûn. Bombe avêtibûn konê, 14 kes birîndar kiribûn, ew jî xistibûn stûye PKKê.

 

Ali Kaya binefser bû, lê bi fermandarên herî jorê re di têkiliyan de bû. Nasnavê wî, "Zilamê fermandaran" bû. Yek ji wan, fermandarê Parartêşa Cendermeyan a 7mîn li Amedê, Yaşar Buyukanit bû. Di dema bûyera Şemzînanê de, ew fermandarê Hêzên Bejahî bû. Wî, Kaya ji bîr nedikir; "Xortekî baş e. Tiştên nebaş nake".

 

Ji bo dozger Sarikaya, Buyukanit ji qamê borîbû. Ji Sererkaniyê di derbara wî de dozvekirin xwest. Sererkanî daxwaz red kir. Berdêl ji bo Sarikaya giran bû.

 

Ali Kaya ne tenê sîxur bû, werger bû, kujer bû û li ser navê generalan sere, bêş û bac didan hev. "Xizmetên" Buyukanit qalkirî, ew kar bûn.

 

Mehmet Ali Altindag, li ser Buyukanit dibêje

 

Têkiliyên fermandaran bi yên bin re, bi gelemperî li ser berjewendiyên kesayetî bûn. Ên jêr, ji bo yên jorê, bêş û bertîl didan hev; ji dewlemendan, ji bazirganên çek û tiryakê pere distandin, ji malbatên girtî û revandiyan sere distandin. Dezgeh, weke şirketekê bêkêmasî dişuxilî.

 

Altindag berhema serokê OHDê Kemal Yamak bû. Bi xêra avahî û rêyên leşkerî bûbû dewlemend. Di ser de sal borîbûn, Yamak çobû (vêga mirî ye). Altindag şiklê jiyanê xwe guhertibû. Êdî saloxdêrî lê nedihat! Li derdora xwe hinek têr dikirin û bi wî awayî xwe diparast.

 

Wî ji bo serdema 1997-2000ê digot: "Ali Kaya li Amedê di sîxuriya cendermeyan de dixebitî. Ji karsazan sere dida hev. Fermandarê Parartêşa 7mîn Yaşar Buyukanit û serdozgerê DGMê Nihat Çakir, ew diparastin. Karsaz digirtin û pereyên mezin ji wan distandin. Ali Kaya, bi Ali Osman Celasin, serheng Cemal Temizoz û serheng serkan Erhan Tavşanli re ev kar dikir. Tavşanli, li ser navê Buyukanit îmze diavêt."

 

Kujeran berdidin

 

Dadgeha Cezayê Giran a 3mîn ya Wanê, 19.06.2006ê 39 sal ceza da her yekê Ali Kaya, Ozcan Ildeniz û Veysel Ateş. Û xirûcirê dest pê kir. Doz çû Dadgeha Leşkerî ya Fermanderiya Parartêşa Cendermeyan ya Ewleyiyê ya Wanê. Ew der jixwe hêlîna kujeran bû. 14.12.2007, di roja yekemîn de Ali Kaya, Ozcan Ildeniz û Veysel Ateş serbest berdan.

 

Doza Tanju Çavuş, li Dadgeha Cezayê Giran ya Colemêrgê dibû. 18.01.2006ê ew berdan. Doz çû Meledîyê. Pêşî cezayê giran danê, dûvre ew xistin 8 sal û 4 mehan, dawiyê bi mehneya "xweparastinê" ew serbest ma. Çavuş, 2008ê li bajarê Ispartaya Tirkiyê, ji kuştina muteahît Salih Uçarê wanî, 22 sal û 6 meh ceza wergirt.

 

Ya hatî serê Sarikaya

 

Sererkanî, ji ber Buyukanit ji Wezareta Dadmendiyê xwest ku ew li dijî dozger dozê veke. Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK), 20.04.2006ê Sarikaya ji kar avêt. Balkêşî; dozger, bi "Zirardayîna rûmeta pîşeya hiqûqî" sûcdar dikirin!

 

Hikûmetê, Sarikaya dehf dabû û ew tenê hiştibû. Dezgeha xwedêgiravî di bin kontrola hikûmetê de, dozger ji kar avetibû. Sarikaya, Tirkiye terikand. 2011ê di HSYKê de guhertin çêbûn. Hikûmeta AKPê bû serdestê wê. Sarikaya zivirî dozgeriyê.

 

Encamên min

 

1- Doza Şemzînanê xaçerêya gellek rastiyan e. Ew cara yekemîn bû, ku deshilata AKPê bi dijwarî diket qada desthilata artêşê. Dev ji serheng berdin, çawîşek jî nedibû mijara darizandinê. AKP ji qamê borîbû. Bersiv erjeng bû. Dezgeha dadî, ya xwedêgiravî di bin hêza hikûmetê de, bi fermana sererkaniyê serobino dibû. Doza Şemzînanê pergala kenûgirî ya dadmendiya tirk eşkere dikir. Doza mijara dadgehên sivîl, bi fermanên artêşê diçû dadgeha leşkerî.

 

2-Îdîaya "JITEM hatibû pelişandin" û bendewariya "kuştinên kujernediyar êdî li paş mane", pûç derketin. JITEM rêxistineke cendermeyan bû û berhema JITê bû. Ji Doznameya Şemzînanê û ji Raporê Komîsyona Şemzînanê; bûyerên kuştinê, ne bi serê xwe dibin, berevajiyê ew bi fermanan û bi awayekî rêxistinî dibin.

 

3-Dibêjin ku Kurd jî weke Tirkan dikarin serî li dadgehan bidin û mafên xwe biparêzin. Bi Doza Şemzînanê diyar bû, ku ew îdîa teretûre ye. Dozeke bi mafên netewî yên kurdan rê têkildar, dozeke siyasî ye. Di wê naverokê de her endamê ewleyiyê, dikare Kurdekî bikuje û ji ber wê ti carî nayê darizandin. Kurd nikare ji dadmendiya tirk bendewar be. Dadmendiya tirk, nirxên navneteweyî nas nake, bi destûrmendî û pêşdaraziyên nîjadî, bi mebest û tirsên bîrdozî û siyasî hatiye damezrandin, rê ji tawanên nîjadî re vedike, mêrkujan diparêzê.

 

4- Ka em hiqûqa berî Şemzînanê û ya piştî, bidin ber hev. Ji 29.10.1923 heya 9.11.2005 (82 sal) dadmendiya tirk, weke ya jorê ye. Tu dikari Kurdekî bikujî. Artêş ferman dide, "Ew zilamê min e". Tu tê serbestberdan. Hûn dibêjin na? Ka li wan 82 salan binêrin, çend endamên dewletê bi kuştina kurdan hatine darizandin? Mustafa Muglali (29.03.1950)? Na. Ew kirin navgina serdestiyê, xwe pê herimandin.

 

Desthilatên herdu serdeman, di kuştina kurdan de yek in. Yek cudahî: Di ya berê de artêşê telefon dikir. Di ya îro de, pêwîstî bi telefonkirinê tineye. Dozger dadger, ji serî ve fêm dikin. Ma mirov dikare ji herduyan yekê çêtir bibîne?

 

5-Serdestê tirk bêbext e. Gava dikeve tengaviyê, kurê xwe jî taveje. Bûyera Sarikaya wisa ye. Bûyera wî, ne ya şermê ye. Bila yên ew kirine qurbanî, yên li ser xwîna kurdan şerê desthilatdariyê didin şerm bikin.

 

Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst