Gary Kent*
Bi salan, xala destpêkê ya gelek kurdan di nirxandina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê ji Sykes-Picot pêk dihat, peymana di navbera Fransa û Brîtanyayê de di sala 1916an de ku di encamê de bû sedema pêvekirina bi zorê ya Kurdan bi Iraqê ve.
Lê, piştî çend dehsalan ji cudakariya Iraqê li hember Kurdan ku bû sedema jenosîdê, niha Herêma Kurdistanê li Iraqê tekane herêma xwerêveber a lêmikurhatî ya Kurdan e, hevdem maf û statûya wê di Destûra Iraqê ya sala 2005an de, her çend bi kêmasî jî be, cih girtine.
Du bûyerên bibandor alîkar bûn ku statû û cihê Herêma Kurdistanê di siyaseta derve û raya giştî ya Brîtanyayê de baş bibin. Herdu bûyer jî bûn sedema nirxandineke erênî ya têkiliya Brîtanya bi Kurdistanê re.
Bûyera yekemîn biryara serokwezîrê wê çaxê yê Brîtanya Sir John Major di sala 1991ê de bû, wexta ku karî hevalbendên xwe yên Amerîkî û Fransî îqna bike piştgiriyê bidin navçeya nefirînê ji bo beşeke zêde ya Kurdistana Iraqê. Ev jî wek bersivdanekê bû ji tirsa pêkanîna jenosîdên din, hevdem bersiva wê zextê bû ku raya giştî û Parlamentoya Brîtanyayê çêkirin, wexta ku me bextreşiya xelkê li çiyayan didît.
Helbet, Sir John Major hewldaneke mezin kir da ku bikare Amerîkayê razî bike piştgiriyê bide vê destwerdana leşkerî. Şêniyên Amerîka, piştî serketina rizgarkirina Kuweytê, dixwestin leşkerên wan vegerin welêt. Di heman demê de wê biryarê di aliyê teknîkî de serweriya Iraqê binpê dikir, lewra jî Iraqê hewl da wê sist bike û êrişî ser wan firokeyên rojavayî kir ku navçeya dijîfirînê sepandibûn.
Navçeya dijfirînê rêxweşker bû daku bi milyonan kes ji çiyayan vegerin û bikarin zêdebarî rewşa kambax a wê çaxê, otonomiyeke bi şêweya dewletekê ava bikin. Di sala 1992an de, Kurdan deng dane parlementoyeke nû û yekemîn hikûmeta hevpeyman hat avakirin. Êdî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dayik bû.
Brîtanî û Amerîkiyan bo dema 12 salan Kurd parastin, heya wê dema bûyera duyem karî parêzvanî û avadaniya Herêma Kurdistanê bigihîne qonaxeke nû, ku ew jî dagirkirina Iraqê di sala 2003an de bû.
Nemana dîktatoriya Sedam Hisên derfet da Kurdan, ku demeke dirêj bi Şîeyan re li dijî Sedam hevalbend bûn, ku careke din vegerin ser Iraqê, bi şertê ku Iraq bibe welatekî federal. Hevalbendên Kurdan, her çiqas bêyî dilê wan be jî, berî dagirkariya Iraqê bi vê daxwaza Kurdistanê razî bûbûn û dû re di sala 2005an de tev li nav Destûra Iraqê hat kirin û tê de cih girt.
Dehsaliya pêşî ya piştî sala 2003an bi gelemperî wek serdema zêrîn tê binavkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî ji sifrê sektoreke nû ya neft û gazê ava bike, jiyana xelkê baş bike, zanîngehên nû veke, jêrxana Herêma Kurdistanê baş bike, wek avakirina balafirgeheke nû – balafirgeha kevin tenê cihekî piçûk ê leşkerî yê demkî bû – herwiha çend nûneratiyên berçav jî li derve vekirin. Min bi nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li Londonê dest bi kar kir, wê çaxê di sala 2005an de Beyan Samî Ebdilrehman serokatiya wê dikir.
Brîtanya dengê xwe tev li dengê Amerîka û hêzên din kir ku bi mana doza niha re ne, ew jî wexta ku piştgirî nedan referandûma li ser serxwebûnê. Lê hemî kar ji bo hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê li hundirê Iraqê dikin.
Doza Kurdan li Iraqê bi şêweyeke berçav sûd ji biryara wêrek a Sir John Major wergirt wexta ku guherîn di yasa û rêzikên têkiliyên navneteweyî de kir. Di heman demê de guman tune ku beşdarbûna Kurdan di aramkirina Iraqê de piştî sala 2003an, giringiya Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya hêzên Rojava de zêdetir kir. Êdî çi rola Kurdan di serokatîkirina Iraqê de be ku heya niha sê caran serokatiya komarê di destê Kurdan de bû, têkbirina Daişê, nehiştina ekstremîzmê, parastina hindikahiyan, meşandina nermiya olî û herwiha parastina mafên jinan.
Yên ku dixwazin pêwendiyeke pêbawer a zêdetir bi Bexdayê re hebe û herwiha daxwaz dikin têkiliyên xwe bi welatên cînar re danin ser rêya rast, pêdivî ye ku kapasîteya xwe ava bikin û aboriya xwe çaksaz bikin û cûrbecûriyê bikin, ev jî ji bona ku xweragir û domdar be. Ew dikarin vî karî bi welatên wek Brîtanyayê re bikin, xasma ku ev welat girîngiya guhertinên bi vî rengî têdigihin ku li ser hîmê berjewendî û sûda hevpar be.
Pêşxistina têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha beşdariya revenda Kurd – her li wê navçeya min sê berberxaneyên Kurd hene - tevî piştgirî û dostaniya aliyên wek Koma Partiyên Parlementoya Brîtanyayê, hemî dibin alîkar ku doz û berjewendiyên gelê Kurd li ber çav bimînin.
Serdana şandiyar û delegasyonên me ji bo Herêma Kurdistanê û nîqaşên berdewam li parlamenê di heman demê de dibin alîkar da ku fikarên hevalên me di rojevê de bimînin, xasma wexta ku ajenda gelek daxwazên cuda û pircûre li xwe digire.
Serdana fermî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Brîtanyayê derfeteke mezin e daku çavê me li ser herçi zêdetir pêşvebirina wê pêwendiya bihêz û dezgevanî be di warên ewlehî, bazirganî û mijarên siyasî de.
* Gary Kent, Sekreterê Koma Partiyên Parlamentoya Brîtanyayê yên Piştgirên Herêma Kurdistanê Iraqê ye. Ev nivîsar jî tenê nêrîna wî ya taybet nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse