Konê Reş: Mîr Celadet Alî Bedirxan ji ber hejariyê bû cotkar

Konê Reş nivîskarekî navdar e, ne tenê li Rojavayê Kurdestanê, hemû beşên din ên Kurdistanê wî baş nas dikin.

Dema bi taybetî behsa mala Celadet Bedirxan tê kirin Konê Reş tê bîra mirovan çimkî wekî arşîva wan e.

Konê Reş got ku wî cara ewil hingiv, penêr, rûnê malê, savar û nîsk diyarî Rewşen Bedirxanê kirine.

Konê Reş da zanîn ku Mîr Celadet Alî Bedirxan gora Mîr Bedirxan vedike û axa Cizîra Botan lê direşîne û wiha got:

“Di wê demê de Ebdilkerîm Efendî xwediyê Eyn Dîwarê ye, jê dixwaze ku divê ew axê ji Cizîra Bota bîne, ew axê ji Cizîra Bota jê re dibe Şamê, gora bapîrê xwe vedike û axa Cizîra Bota li direşîne û ji nû ve hestiyên bapîrê xwe Mîr Bedirxan dixe nava wê axê û li rex wî di heman gorê de, cihekî dihêle û dibêje eger ez mirim hûn ê min li rex bapîrê min veşêrin.”

Konê Reş got ku Celadet Alî Bedirxan ji ber hejariyê bûye cotkar û got, “Tiştekî wî tunebû. Xaniyê wî yê li Şamê jî bi kirê bû.”

Konê Reş amaje pê kirk u wî berê bi Erebî dinivîsan lê bi bandora Cegerxwîn dest bi nivîsandine bi Kurdî kiriye.

Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Cegerxwîn jî hejar bû û got:

“Xanima wî jî keseke hûrik bû, diçû û dihat digot Seyda bi Xwedê çayê tune ye.”

Konê Reş li ser Kurdperweriya mala Bedirxaniyan jî ev agahî dan:

“Mala malbata Mîr Bedirxan, min tiştine ecêb dîtin, Kurdperweriyeke ecêb, cihê Bedirxanî lê bin, Kurdistan li wir e.

Neferekî Bedirxaniyan li ku derê be, Kurdistan li wir e, ev yek. Ya din, min hezkirineke Bedirxaniyan ji zimanê Kurdî re dît, gelekî ecêb bû, neferekî me du zarokên wî hebin, du salan mala xwe dibe Şamê û vedigere, zarokên wî bi Kurdî nizanin.

Heta roja îro Sînem Bedirxan bi şêwaza Botanî diaxive. Ev ne tiştekî hindik e.”

Rûdaw: Tu bi xêr hatî, mamoste Konê Reş.

Konê Reş: Spas, Xwedê li rêya we be. Ez serkeftinê ji te û tîma Rûdawê re dixwazim.

Rûdaw: Tu her hebî. Tu jî ji Qamişloyê bi xêr hatî Kurdistanê. Min behsa Rewşen Bedirxanê kir. Te kengî nas kir, te çawa nas kir, te çawa zanibû ew li ku derê ye, te cara yekemîn çawa dît?

Konê Reş: Min Rewşen Bedirxan sala 1989an meha adarê, min û hevalê xwe Ebdilbaqî Huseynî me kovareke folklorî û çandî bi alfabeya Latînî bi dizî weşand, bê guman bi dizî. Ew jî di bin bandora hatina Celîlê Celîl, xwîşka wî Cemîla Celîl û danheva folklore Kurdî. Vê yekê hişt ku em kovarê ji xwe re çap bikin û bi dizî belav bikin da ku em kultur û zimanê xwe biparêzin. Her du mehan me hejmarek jê derdixist, me çend hejmar jê dibirin Şamê

Rûdaw: We li Qamişloyê derdixist?

Konê Reş: Me li Qamişlo Photocopy derdixist Me dibirin ji wan nivîskarên me yên li Şamê re yên wekî Dilawer Zenkî, Diya Ciwan û çend kesên din jî hebûn û em çûn cem Apo Osman Sebrî. Apo Osman Sebrî, ji me re qal û behsa Hawarê dikir, qala Mîr Celadet Bedirxan dikir, qala Rewşen Xanimê dikir. Dema ku Apo Osman Sebrî ev tişt digotin, min xwest ku ez Rewşen Bedirxan, kebaniya Mîr bibînim. Got ew sax e û li bajarê Banyasê dimîne.

Rûdaw: Osman Sebrî ji te re got?

Konê Reş: Erê, Osman Sebrî, siyasetmedar û nivîskarekî navdar e. Min got Apo numareya telefona wê peyda dibe? Got, erê heye, min numareya telefona Rewşen Bedirxanê ji Apo Osman Sebrî stand û ez vegeriyam mala xwe ya li Qamişloyê.

Ez vegeriyam malê û ez li wê numareyê geriyam, kesek derket bi Tirkî bersiva min da, min got ev mala emîre Rewşen Bedirxanê ye? got, belê. Bi Tirkî weke nîv deqeyekê axivî, piştre kesek derket û got, Elo, Kî ye?

Min got emîre Rewşen Bedirxan, ez im, got, tu kî yî? Min got ez Kurdek im ji Qamişlo ez xeber didim, got li ser çavan kurê min, min got emîra ez dikarim carekê werim te bibînim, got çima na kurê min û beriya tu werî telefonekê bike.

Kêfa min gelekî hat ku ez wê şevê bi emîra Rewşen Bedirxan re axivîme û geşbînek di dilê min de çêbû. Mehek an 20 roj derbas bûn, min amadekariyên xwe ji bo serdana Rewşen Bedirxanê kirin.

Rûdaw: Di kîjan salê de bû?

Konê Reş: Sala 1989an bû.

Rûdaw: Lê wê demê te kovara Hawarê dîtibû.

Konê Reş: Kovara Hawarê, min nedîtibû, min bihîstibû û me navê Mîr Celadet Bedirxan dibihîst lê me bi berfirehî nebihîstibû, ji ber ku rêxistinên me haya wan ji Mîr Celadet Bedirxan tunebû, haya wan ji Rewşen Xanimê tunebû, kesekî ji me re qala wan nedikir, tevî ku di wê demê de çend kovar derdiketin, kovara Gulistanê ya Cigerxwîn derdiket, kovara Gelewêjê ya Partiyê derdiket, kovara Xunavê derdiket, ango kovara me ya Gurzek Gul a 4emîn bû.

Rûdaw: Te biryar da ku tu herî Şamê Rewşen Bedirxanê bibînî.

Konê Reş: Min biryar stand, min qetermîzeke hingiv, qetremîzeke penêr, qetremîzek rûnê malê, hinek savar û hinek nîsk, min xistin du kartonan û demjimêr 12ê şevê bi tirênê ji Qamişloyê derketim min berê xwe da Helebê, wê demê tirên demjimêr 7 û çarîkekê ji Helebê diçû Laziqiyeyê.

Rûdaw: Tirên wê demê ji Qamişlo ne diçû Şamê? Diviyabû tu biçî Helebê û ji wir biçî Laziqiyê

Konê Reş: Ez ji Helebê çûm Laziqiyê û ji wir min taksiyek kirê kir û ez çûm Banyasê.

Rûdaw: Diyariyên wê demê ne, temaşevanên hêja, hingiv e, penêr e, savar e, rûnê malê ye, em jêre dibêjin rûnê nivîşk.

Konê Reş: Rast e ew diyarî bûn û nîsk bûn. Ez çûm, derdora demjimêr 1ê nîvroj ez gihîştim Banyasê û ez çûm hotêlê û ji kêfxweşiyê, min bawer nekir ez ê kengî wê bibînim, min demildest telefonî wê kir. Min got ez hatime, dinya havîn bû, got kurê min demjimêr 5an were, niha wexta xewa û vehesta min. Demjimêr 5an ez çûm min taksiyek kirê kir û min diyariyên xwe xistin nava wê, ji min re gotibû mala min li taxa Qisûrê li ser rêya Ceblê ye û ez çûm li ber deriyê mala wê rawestiyam, min li deriyê wê da, kesekê derî ji min re vekir, min her du kartonên xwe rakirin li ber derî danîn, ez çûm ew rûniştiye û telefona wê li ber wê ye, pakêta wê ya Kênt li ber wê ye, min xwest ez destên wê maç bikim lê nehişt, min got bi Xwedê ezê destên de maç bikim.

Rûdaw: Cixare dikişandin?

Konê Reş: Cixare gelekî dikişandin, Kênt vedixwar.

Rûdaw: Wê demê Kênt cixareyeke gelekî bi nav û deng bû.

Konê Reş: Û em ketin nav danûstandinan, qehwe ji min re hat, bi berdesta xwe ra axivî, ew bi Tirkî pê re diaxivî. Min dîtin fîncana min a qehwê û ya wê ne wekî hev in, em axivîn. Min pirsa Mîr Celadet Bedirxan, Cizîra Botan, malbata wê, surguniya wan jê dikir. Piştre çayê hat, min dît qedeha min a çayê û ya wê ne weke hev in. Xwe Mîr didît, emîra Bota ye.

Rûdaw: Wê dixwest ew cuda be?

Konê Reş: Erê emîra Bota ye, min pirsa Hawarê û nivîskarên Hawarê jê kir, min pirsa Cigerxwîn jê kir, min gelek pirs ji wê kirin. Di dawiyê de min dît ew westiya ye, min got dayê min hin diyarî ji te re anîne, emîra Rewşen, got diyariyên te çi ne? Min got hingiv e, rûn e, penêr e, savar û nîsk e. Got te kirîne? Min got dayê bi Xwedê min ji malê anîne, got ma tu ne Kurd î? Min got çawa ez ne Kurd im, got mala Kurdan malên min in, piştre bi Tirkî bi berdesta xwe re axivî û berdesta wê çû û hat û wê ji min re got penêrê te ne yê sîrikan e. Min got dayê, em Xerbî ne, penêrê sîrkan li Dêrik û Koçera tê çêkirin, got xwezî yê sîrikan bûya.

Rûdaw: Botî ne, Botî penêrê sîrkan çêdikin.

Konê Reş: Piştre min ji mala Mihemedê Nayif penêrê sîrikan jê re bir.

Rûdaw: Rewşa wan çawa bû? Min bihîst di van demên dawî de, hejar bûbûn, halê wan ne xweş bû, rewşa wan ne baş bû.

Konê Reş: Halê emîra Rewşen Bedirxanê li gorî wê ji min re digot, zavayê wê, hevjînê xwîşka wê, Zuhêrê Elî Axa Zulfo, kesekî milyonêr bû li Qahîreyê bû û xwîşka wê Buseyma li ba wî bû. Buseyma ew qîza ku ne ji Celadet Bedirxan bû.

Rûdaw: Berê zewicîbû?

Konê Reş: Erê berê zewicîbû û ev Buseyma jê re çêbû, ji Omer Malik Hemdî, hunermendekî Urdinî bû. Ji ber ku Rewşen Bedirxan, yekemîn mamosteya Sûrî bû û di wê demê de Sûriye û Urdin yek bûn û li Kerekê ders didan. Ev hunermendê Urdinî li Kerekê jê hez dike û pêre dizewice û Buseyma jê çêbû, kê Buseyma anî û bi Kurmanciya wê diaxivî, digot, ez şagirta Mîr Celadet Bedirxan im. Ez çûm Qahîreyê cem wê jî. 

Rûdaw: Celadet ew mezin kiribû.

Konê Reş: Celadet ew xwedî dikir û got ez şagirta Mîr Celadet Bedirxan im.

Rûdaw: Weke bav ji xwe re didît.

Konê Reş: Celadet jê re bav bû, hevjînê wê jî, Zuhêr Elî Axa Zulfo bû. Elî Axa Zulfo milyonêrekî Kurd bû, kesê ku kompanyaya 5 alî li Sûriyeyê ava kirbû

Rûdaw: Destpêkê jî min got Konê Reş weke arşîva mala Bedirxaniyan e. Ne hemû lê herî kêm beşeke wan nas dike. Te tiştek ji Rewşen Bedirxanê stand. Rewşen Bedirxan, ti arşîvek, ti dokumentek, tiştekî ku nehatibe belavkirin, yekem car te belav kiribe?

Konê Reş: Mamoste, ev tiştekî dîrokî ye, pirsa te gelekî girîng e. ji ber ku beriya ez biçim ba wê, ez sala 1989an çûm ba wê. Ew xwendekarên me yên Kurd, yên piştî derbeya Îlona 1980yî ya Kenan Evren, ewên hatin Qamişlo û ji Qamişlo derbasî Şam, Heleb û Beyrûtê bûn û ji wir berê xwe dan Ewropayê ku piraniya wan çûn Swêdê. Ez dikarim bêjim, kesekî din Mehmed Emîn Bozarslan e ku gelek pirtûk ji arşîva Bedirxaniyan dane min, Rewşenê ji min re digot, Mehmed Emîn Bozarslan bi mehan ji Swêdê tê ba wê, ew û kebaniya xwe. Ev di wan salên 80yî de bû, êdî weke romannivîsê Kurd Mihemed Uzun, dihat bi mehan li cem wê dima.

Rûdaw: Bîra Qederê

Konê Reş: Erê, Bîra Qederê. Firat Cewerî, kesekî din hebû bi navê Şêx Seîd, yek ji neviyên Şêx Seîd e, ew jî dihat ba wê, ji min re digot, kurê min li Şêx Seîd bipirse, wî ferhenga bavê min biriye, ez nizanim çi pê hatiye. Navê wî Şêx Seîd bû, wê wiha ji min re got.

Rûdaw: Tiştekî din, min xwest ez bizanibim, ti dîmenekî Celadet Bedirxan heye?

Konê Reş: Ez bawer nakim, wêne hene lê dîmen ez bawer nakim, wêne dema ku wî dibin mizgefat Hemo Leylê û li wir dişon û ji mizgefta Hemo Leylê wî dibin li goristana Şêx Xalidê Nexşîbendî vedişêrin.

Rûdaw: Li Şamê.

Konê Reş: Ez tiştekî girîng ji te re bêjim, piştî Serhildana Araratê, sala 1930î û 1931an bi dawî dibe Mîr Celadet Bedirxan tê Şamê û li Şamê dikeve çarçoveya niştecîbûna bi zorê, piştî ku mohleta Hawara xwe werdigire, biryarê distîne ku dibêje ew ê gora bapîrê xwe Bedirxan nûjen bike.

Di wê demê de Ebdilkerîm Efendî xwediyê Eyn Dîwarê ye, jê dixwaze ku divê ew axê ji Cizîra Bota bîne, ew axê ji Cizîra Bota jê re dibe Şamê, gora bapîrê xwe vedike û axa Cizîra Bota li direşîne û ji nû ve hestiyên bapîrê xwe Mîr Bedirxan dixe nava wê axê û li rex wî di heman gorê de, cihekî dihêle û dibêje eger ez mirim hûn ê min li rex bapîrê min veşêrin.

Niha ew gora Mîr Bedirxan bi xwe du gor in, gora Mîr Bedirxan û gora Mîr Celadet Bedirxan e. Qedrî Canê ji Dêrika Çiyayê Mazî, helbestvanekî nûjen, gava ku Mîr Celadet 15ê Tîrmeha 1951ê diçe ber dilovaniya Xwedê, helbestekê dinivîse û li ser wê kêla gorê datîne. Dibêje, Mîr Kurd, lawê Kurdistan, neviyê Bedirxan Celadet, fîdakar, xwediyê himet, cendekê ku di vê gorê de binax bû, giyanê wî bilindî asman bû, rêya niştiman, êdî bi can giyanê xwe kir qurban, ne mirî ye, zindî ye, navê wî ebedî ye. Niha ew kêl li ber gora Mîr Bedirxan û Mîr Celadet li Şamê ye. Dema ku Rewşen Bedirxan di sala 1992yan de çû ber dilovaniya Xwedê, wesiyeta wê jî ku di wê gorê de li kêleka wê kombedê de, li kêleka wan were veşartin. Gora wê jî li kêleka wan e. Min jî helbestek li ser çê kir.

Rûdaw: Rewşa wan ne baş bû, ya madî?

Konê Reş: Rewşa wan a madî ne baş bû.

Rûdaw:  Kê alîkariya wan dikir?

Konê Reş: Zuhêrê Elî Axa Zulfî.

Rûdaw: Li ba me, ji Rojavayê ti kesî alîkariya mala Bedirxaniya dikir?

Konê Reş: Ez bawer nakim. Min nebihîstiye.

Rûdaw: Celadet çû û bû cotkar?

Konê Reş: Ji ber hejariyê. Piştî ku hikûmetên Erebî hatin, kovara wî Hawar û Ronahî hatin rawestandin û wî jî diviya ku karekî bike. Mîr Celadet nizanibû bê kar bimîne. Gelek gotin hene (Siya Evînê) Siya Evînê kê nivîsandiye? Bîra Qederê, ez bawer nakim wî nivîsandibin. Gelo Mîr Celadet Bedirxan bi kovara Serbestiyê ya Mewlana Rifet Begzade ye ku li Stenbolê dihat derxistin.? Li ber destê Mewlana Rifet Begzadê fêrî rojnamegeriyê bûye. Mîr Celadet, piştî ku Hewar û Ronahî hatin rawestandin, were binivîse, ne pêkan e.

Rûdaw: Hinekan zevî dane wî û alîkariya wî kirin, ji bo bi karê çandiniyê xwe xwedî bike, tenê ew bû? Ti milk û malên wî tunebûn?

Konê Reş: Na tiştekî wî tunebû. Xaniyê wî li Şamê jî bi kirê bû.

Rûdaw: Te hemû tiştên li ser Mîr Celadet Bedirxan belav kirin?

Konê Reş: Tiştê ji min re hatiye, ne li ser Mîr Celadet Bedirxan tenê ye, weke mînak, li ser Kamil Bedirxan, li ser Ebdilrezaq Bedirxan, li ser Leyla Bedirxanê, min li ser wan jî belav kirine. Li ser Ezîz Bedirxan ê ku niha li Alma Ata ye, ji heman malbatê ye. Serokê Kurdên li Alma Atayê ye, li Qazaxistanê Ezîz Zeyo Bedirxan.

Rûdaw: Te hemû kirin pirtûk û belav kirin?

Konê Reş: Erê min erşivandin û min kirin pirtûk û min bi Erebî û Kurdî belav kirin.

Rûdaw: Min got Konê Reş arşîva mala Bedirxaniyan e, bi taybetî . Ez behsa Midhet Bedirxan nakim ku di salên 1898an de rojnameya Kurdistanê. Konê Reş, çend pirtûkên te hene?

Konê Reş: 33 pirtûkên min hene, niha jî 3 pirtûk amade ne werin çapkirin, yek jî min şandiye Stenbolê ruhban e, ji evîna rojên kevin, di bin çapkirinê de ye.

Rûdaw: Tu çawa çap dikî, kî alîkariya te dike?

Konê Reş: Ez bi pereyên xwe çap dikim.

Rûdaw:  Kesek alîkariya te nake?

Konê Reş: Na, ti kes alîkariya min nake.

Rûdaw: Ti sazî, ti dezgeh?

Konê Reş: Na, na, ez bi dengekî bilind dibêjim, ti kes alîkariya min nake. Zarokên min li Almanyayê ne ji min re dişînin û alîkariya min dikin, birê min rewşa wan baş e, alîkariya min dike û ez pereyan ji destê ti kesî wernagirim û pere ji min re hatin û min jî qebûl nekirine.

Rûdaw: Çend sal in tu dinivîsî?

Konê Reş: Ev bêtirî 45 salan e, ez dinivîsim, ez diçûm ba Cegerxwîn.

Rûdaw: Em ê piştre behsa Cigerxwîn bikin. Ez dixwazim li ser 33 pirtûkên te biaxivim. Te bi Kurdî û Erebî nivîsandine, ji hin zimanên din hatine wergerandin?

Konê Reş: Pirtûkên min ji sedî 85 bi Kurdî ne, ji sedî 15 bi Erebî ne. Gotar, helbest û du dîwanên min bo ziman Erebî hatine wergerandin û çapkirin. Gotarên min bo Tirkî hatine wergerandin, hin bo Fransî hatine wergerandin û Filamanî.

Rûdaw: Tu hez dikî pirtûkên te bo zimanên din werin wergerandin?

Konê Reş: Bê guman, ez hez dikim.

Rûdaw: Gelo te ti alî dîtiye ku ti pirtûk û berhemên xwe bidî wan û da ku bêne wergerandin, ti kes heye bibe alîkar?

Konê Reş: Mixabin, ez negihîştime wê qonaxê, ji ber ku ev di nava me Kurdan de kêm e. Hema dema em bibin dewlet jî eger kesek me nas neke, toreya me, zimanê me, kultura me. Edebiyat exlaq e, eger romanên me nas nekin, em bi pêş nakevin. Niha pêwîstiya me bi wergerê heye, wergera zimanê Ingilîzî bi taybetî, zimanê Spanî ku gelekî li dunyayê belave ye, zimanê Fransî û Almanî, pêwîstiya me îro bi vê yekê heye.

Beriya 3 rojan di 27ê mehê de, romaneke Helîm Yûsif bo zimanê Almanî hat wergerandin, ez gelekî pê kêfxweş bûm, Jan Dost ku romanên wî tên wergerandin bo ingilîzî û Almanî ez gelekî pê kêfxweş dibim. Ji xwe wergera me çênebûye, eger beriya 50 yan 60 salî bibûya, mîr Kamîran Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, hin edebiyata me wergerandine Fransî, niha nivîskarên me çêbûne û bi Kurdî dinivîsin, ez gelekî kêfxweş bûm dema ku Gundikê Dono, Mehmûd Baksî, yan jî romanên Mihemed Uzun, an ên Helîm Yûsif yan ên Jan Dost, yan jî ên din ku bo zimanê Swêdî, Almanî û Fransî tên wergerandin, ez gelekî kêfxweş dibim. Em nû derbasî xeleka dewletên dunyayê, zimanê me dikeve wê xelekê.

Rûdaw: Te çima karekî din nekir, te berê xwe da nivîsandinê? Kê berê te da nivîsandinê?

Konê Reş: Ez jî weke gelek dost û hevalan, min bi Erebî dinivîsand lê piştî ku min serdana Cegerxwîn kir û ez bi Cigerxwîn ve mijûl dibûm.

Rûdaw: Kîjan salê bû, ew sal tê bîra te?

Konê Reş: Erê, sala 1976an bû. Mala Cegerxwîn ji Beyrût û Şamê anî Qamişlo. Di sala 1975an de Şivan Perwer derket û helbestên wî kiribûn stran, me dipirsî ev gotin Şivan ên kê ne, yên Cegerxwîn bûn. Ka Cegerxwîn, gotin li Qamişlo ye û me dest pê kir em diçûn ba wî. Em xort bûn, me modêla şirlisto li xwe dikir, me ber guhên xwe dirêj dikir, em diçûn ba Cegerxwîn.

Rûdaw: Niha modêla Şirlisto nemaye. Konê Reş behsa wê yekê dike, nifşê niha nizanin, berê şirlesto hebûn, nîvmetre çêdikirin, derlingê pantalon fireh bû, 40 santîmî fireh bû, niha 15 santîmetre ne.

Konê Reş: Em diçûn ba Seyda Cegerxwîn, kêfa wî gelekî ji keç û xortan re dihat, digot werin lawo. Tiştê ku ji me hat me kir û niha jî dora we ye. Wê yekê hêzek da me ku çima em bi Kurdî nanivîsin, çima ez bi Erebî dinivîsim û hestên xwe dertînim, çima ne bi Kurdî be û piştre me dest bi Kurdîtiya xwe kir û wî jî pesna me dida.

Rûdaw: Cegerxwîn mirovekî çawa bû?

Konê Reş: Weke mînak Cegerxwîn, dema em diçûn ba wî, bang li diya Keyo dikir digot ka çayekê ji xortan re çê bike.

Rûdaw: Ji xanima xwe re digot.

Konê Reş: Xanima wî jî keseke hûrik bû, diçû û dihat digot Seyda bi Xwedê çayê tune ye.

Rûdaw: Rewşa wî nebaş bû.

Konê Reş: Wî coreyeke çayê dianî di qutiyên biçûk de bûn, nêzîkî 60 -70 qurişan bû. Dukana kesekî Xiristiyanî nêzîk bû, min du caran çayê ji wir kiriye.

Rûdaw: Ezê behsa Osman Sebrî bikim. Dibêjin Osman Sebrî bihnteng bû, tore bû, zû hêrs dibû, te Osman Sebrî çawa dît?

Konê Reş: Osman Sebrî li gorî min ew didît, min ew di pîrbûna wî de ew dît, li ser textê xwe bû, me jê re digot Apo, wî jî ji me re digot Apo. Osman Sebrî Kurdekî hişk bû, li gorî dost û hevalên wî jî digotin. Min bi wî re gelek danûstandin nedikir, min pirsên li ser zimên jê dikirin, ên helbestê, ên Mîr Celadet Bedirxan, ên Rewşenê, ên nivîskarên Hawarê, ji ber ku ew kesê duyemîn e ku di Hawarê de nivîsandibû, piştî Qederî Can. Ew ê duyemîn bû. Qedrî Can û Kamîran Bedirxan ên yekem in û Osman Sebrî yê duyemîn e. Cegerxwîn li pey wan tê.

Rûdaw: Konê Reş, te hez dikir tu di Hawarê de binivîsî?

Konê Reş: Ji bo min xewn bû ez tê de binivîsim.

Rûdaw: Yanê tu dibêjî, xwezî ez nivîskarekî Hawarê bûma?

Konê Reş: Ew xewn bû, bi dest her kesî nakeve, nivîskarê Hawarê.

Rûdaw: Te di wê malê de çi dît? Di wê binemalê de? Yanê te çi taybetmendî di binemala Bedirxaniyan de dîtin? Te gelekî li ser wan nivîsandiye.

Konê Reş: Mala malbata Mîr Bedirxan, min tiştine ecêb dîtin, Kurdperweriyeke ecêb, cihê Bedirxanî lê bin, Kurdistan li wir e. neferekî Bedirxaniyan li ku derê be, Kurdistan li wir e, ev yek, ya din, min hezkirineke Bedirxaniyan ji zimanê kurdî re dît, gelekî ecêb bû, neferekî me du zarokên wî hebin, du salan mala xwe dibe Şamê û vedigere, zarokên wî bi Kurdî nizanin. Mînak. Sînem Bedirxan, Bavê Sînem Bedirxan Mîr Celadet Bedirxan li Stenbolê çêbû, Sînem li Şamê çê bû, Emîn Elî Bedirxan, bapîrê wê li girava Kirêstê ya Yûnanê çêbû û ti carî terka zimanê xwe nekirin, heta roja îro Sînem Bedirxan bi şêwaza Botanî diaxive. Ev ne tiştekî hindik e.

Rûdaw: Dema ku kesek biçe mala Sînem Bedirxanê, bi Kurdî neaxive, tê cezakirin, cezaya pereyan li wan dixe.

Konê Reş: Dema kesek bi Erebî biaxiviya, wê dibersivand, ka pereyan bide min.

Rûdaw: Digot nabe tu werî mala min û bi Erebî, yan bi Tirkî yan bi zimanekî din bi min re biaxivî

Konê Reş: Ez ê tiştekî xweş bêjim 131 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan beriya çend rojan bû li Stenbûlê ji dayîk bûbû. Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê û gelek rêxistinên Kurdî, yekemîn car Mîr Celadet Bedirxan bi awayekî fermî li Stenbolê tê bibîranîn, min jî belav kir.

Rûdaw: Ez gelekî li dîmenekî Mîr Celadet Bedirxan digerim, hema 2 yan 5 çirke bin, Mîr Celadet Bedirxan ji nêzîk ve koça dawî kiriye, 1951 yek bû. Di wan deman de dîmen dihatin girtin. Ne demeke ku dîmen nedihatin girtin. Di wê demê de fîlm dihatin girtin, fîlmên sînema dihatin girtin, gelo ew dîmen peyda nabin.

Konê Reş: Haya min jê tune ye.

Rûdaw: Gelekî Spas.

Konê Reş: Spas.