Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê vexwend Herêma Kurdistanê

16-02-2025
RÛDAW
Dilşad Şehab\ Wêne: Rûdaw
Dilşad Şehab\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Dilşad Şehab Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Almanya
A+ A-

Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê vexwend Herêma Kurdistanê

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Herêma Kurdistanê wekî aktoreke bingehîn ê Rojhilata Navîn tê dîtin û nêrîn û ramanên Nêçîrvan Barzanî girîng tên dîtin.

Dilşad Şehab ji li ser hevdîtin û dîplomasiya Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî ji nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê re got,“Dîtinên birêz Serokê Herêma Kurdistanê di van mijaran de bi girîngî tên dîtin. Piraniya wan kesên ku hevdîtin bi wî (Nêçîrvan Barzanî) re kirine di dema borî de tecrûbeyeke wan a kûr bi cenabê wî re hebûye. Gelek caran me derfeta wê hebû ku berê di mijarên cuda de şêwir û rawêj bi wî re bê kirin û piraniya nerînên wî rast derketin, ji ber ku xwendineke wî ya rastîn a rewşê hebû.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de behsa metirsiya DAIŞê jî kir û got: “Piştî guherînên li Sûriyeyê tevgera wan (DAIŞ) zêde bûye û çek ketine destê wan. Ji bo ku bûyereke wisa dernekeve ku dîsa bandorê li ewlehiya cîhanê, koçberî û aliyê aborî bike, divê em piştgiriyê bidomînin da ku pêşiya wê bigirin. Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ew bû ku divê ev piştgirî berdewam bike da ku ev herêma hestyar a cîhanê were parastin.”

Hevpeyvîna Ala Şalî ya bi Dilşad Şehab re wiha ye:

Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê çend civînên girîng pêk anîn, bi Wezîrên Karên Derve yên Sûriye û Amerîkayê û Sekreterê Giştî yê NATOyê re civiya, behsa çi hat kirin?

Dilşad Şehab: Çarçoveya van axaftinan parastina aramiya Rojhilata Navîn e. Herêma Kurdistanê wekî aktoreke serekî tê dîtin di vê rewşê de. Dîtinên birêz Serokê Herêma Kurdistanê di van mijaran de bi girîngî tên dîtin. Piraniya wan kesên ku hevdîtin bi wî (Nêçîrvan Barzanî) re kirine di dema borî de tecrûbeyeke wan a kûr bi cenabê wî re hebûye. Gelek caran me derfeta wê hebû ku berê di mijarên cuda de şêwir û rawêj bi wî re bê kirin û piraniya nerînên wî rast derketin, ji ber ku xwendineke wî ya rastîn a rewşê hebû.

Derbarê Sûriyeyê de dema wezîrê wan ê karên derve li vir bû, tekezî li ser çend xalên hevbeş hat kirin. Yek ji wan ev bû ku em du cîran in û sînoreke dirêj di navbera me de heye û hîn jî hejmareke zêde ya koçberên Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê dijîn. Hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî mijareke girîng e ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê.

Sûriyeyeke ku bibe sedema aramiyê li herêmê, divê Sûriyeyek be ku hemû pêkhate tê de cih bigirin. Nerîn û pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re ew bû ku tecrûbeya Îraqê (rast e kêmasî hebûne), lê ji bo ku her kes di Sûriyeya nû de hest bi hebûna xwe bike, divê hemû beşdarî desthilatê bibin û beşdariyeke çalak a wan hebe, bi taybetî birayên me yên Kurd.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê daxwaz ji cenabê wî (Nêçîrvan Barzanî) kir ku rola xwe bilîze; wekî wê tecrûbeya kûr a ku di nêzîkkirina nakokiyên herêmê de tim faktoreke sereke bûye. Her wiha bi kêfxweşî ev yek nîşan dan ku dixwazin pêwendiyeke gelek baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û sûdê ji hebûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bibînin da ku beşdariyeke çalak a wan hebe û wekî xwediyê malê tevbigerin ne ku wekî beşeke cuda û bikevin nav pêvajoyekê.

Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê vexwendiye Herêma Kurdistanê?

Dilşad Şehab: Belê! Hatiye vexwendin bo Îraqê, cenabê wî (Nêçîrvan Barzanî) dubare kir ku serdana Herêma Kurdistanê jî bike, wî jî (Wezîrê Derve yê Sûriyeyê] bi kêfxweşî qebûl kir.

Rûdaw: Wezîrê Karên Derve û şandeya Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyan, behsa çi kirin?

Dilşad Şehab: Her kes li bendê ye bê ma dê birêvebiriya nû ya Amerîkayê çi siyasetê bimeşîne. Diyar e ku ew giringiyê dide aştiyê, bi taybetî li ser şerê Rûsya û Ukraynayê, agirbestê li Xezeyê, rêvebirina pêwendiyên bi Rojhilata Navîn re û daxwazên vekişîna ji herêmê.

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku metirsiya terorê hîn jî berdewam e. Ji bo têkoşîna li dijî terorê li Rojhilata Navîn, Amerîkayê gelek qurbanî dane. Sedema vê qurbanîdanê ew e ku divê şerê li dijî terorê li her derê bê kirin da ku metirsiya terorê li cîhanê kêm bibe. Ezmûnên nexweş hene ku eger derfet ji ramanên tundrew re hebe bê ka çi dibe. Li gorî agahiyên me, ramanên tundrew niha li vê herêmê hene û komên DAIŞê yên di Kampa Holê de wekî bombeyeke demkî ne.

Piştî guherînên li Sûriyeyê tevgera wan zêde bûye û çek ketine destê wan. Ji bo ku bûyereke wisa dernekeve ku dîsa bandorê li ewlehiya cîhanê, koçberî û aliyê aborî bike, divê em piştgiriyê bidomînin da ku pêşiya wê bigirin. Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ew bû ku divê ev piştgirî berdewam bike da ku ev herêma hestyar a cîhanê were parastin.

Rûdaw: Tê gotin ku dê mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn li Hewlêrê were vekirin û dibe ku Wezîrê Karên Derve jî beşdarî vekirinê bibe. Ma wî behsa beşdariya xwe kir?

Dilşad Şehab: Em kêfxweş in ku ev merasîm dê li Hewlêrê bê lidarxistin û mezintirîn konsulxane dê li Hewlêrê were vekirin. Behsa vê yekê hat kirin lê hîn dem maye.

Rûdaw: Em dê behsa NATOyê bikin ku roleke girîng di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de dilîze û Pêşmergeyan perwerde dike. We bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re behsa çi kir?

Dilşad Şehab: Heman metirsiyên ewlehiyê hene, da ku westandin û qurbanîdana wan bigihîje armanca xwe û aramî li vê herêmê were danîn. Her wiha wan pirsyar li ser çend mijarên têkildarî Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Ew niha teşwîqî wê yekê dikin ku em di avakirina hikûmetê de bilez bin. Ew giringiyeke mezin didin vê hilbijartinê. Li cem wan girîng e ku beşdariya xelkê zêde bû û kêmtirîn gilî û gazin li ser hebûn û yek ji paktirîn hilbijartinên ku li Îraqê hatine kirin. Ev mijar li cem wan girîng bû. Wan dubare kir ku dê piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê bidomînin.

Rûdaw: Bi giştî mijarên civînan çi bûn?

Dilşad Şehab: Ev çend car e ku Herêma Kurdistanê li vir beşdar dibe û li gorî salên berê pêşketineke mezin li Herêma Kurdistanê heye. Berê dema ku em dihatin van saziyên navneteweyî, diviyabû me ji xelkê re şirove bikira ka çawa em qenaetê bi Îraqê bînin ku Herêma Kurdistanê herêmeke federal e di çarçoveya Îraqê de û çawa Kurdistan wekî herêmeke federal bê qebûlkirin.

Niha Herêma Kurdistanê gihiştiye wê qonaxê ku daxwaza nêrîn û şêwra wê tê kirin û wekî lîstikvaneke sereke pê re tev digerin.

Mijareke din jî pirsa neteweyî ya Kurd bû. Em her tim wekî gelekî ku metirsiya tunebûn û qirkirinê li ser wan hebû, dihatin dîtin. Niha ji bilî pêgeha yasayî û destûrî ya Herêma Kurdistanê, di hemû civînan de behsa beşdariya Kurdan di avakirina Sûriyeya nû de tê kirin, behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê tê kirin ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dê roleke çalak tê de bilîzin.

Ew rola sereke ya ku Serokê Herêma Kurdistanê di hemû guherînên herêmê de dilîze, cihê girîng e û dilniyayiyê dide ku Herêma Kurdistanê di pêgeheke xurt de ye.

Rûdaw: Welatên Ewropayê çawa dixwazin bi alîkariya Herêma Kurdistanê re bibin alîkar ji bo vegerandina aramiyê li Sûriyeyê?

Dilşad Şehab: Hemû li ser wê yekê hemfikir in ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ku welatekî pirçandî ye, derfeta beşdariyê ji wan re were dayîn û divê parastina wê were kirin ku Sûriye nebe beşeke din a aloziyên herêmê.

Îşaretên îdareya nû ya Sûriyeyê bi erênî hatine wergirtin, her çi qasî hîn zû be ku biryar li ser were dayîn jî lê nêrîn û îşaret baş in. Diyar e ku civînên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê şopeke baş hiştine ku dixwazin karekî niştimanî bikin. Ya ku ji bo me girîng e beşdariya herkesî ye, bi taybetî jî Kurd, birayên me yên Rojava. Em hêvî dikin ku ev yek bigihê rêbazên rast.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst