Parlamentera Brîtanyayê Feryal Clark: Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di berjewendiya Kurdan de ye

Parlamentera Partiya Karkeran a li ser desthilatê ya Brîtanyayê Feryal Demîrcî Clarkê ragihand ku hikûmeta wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd wekî "gelekî girîng ê ku divê pê re têkilî bên danîn" dibîne.

Feryal Demîrcî Clarkê diyar kir ku pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê dest pê kiriye di berjewendiya Kurdn û aboriya herêmê de ye.

Parlamentera Brîtanî got, "Ez hêvî dikim ku ev danûstandin bi awayekî dilsoztir pêk bên û li Tirkiyeyê bibin sedema pêvajoyeke aştiyê."

Clarkê derbarê rewşa Sûriyeyê û Kurdên li Rojavayêyê Kurdistanê jî got:

"Kurdan her tim êş kişandine û li herêmê bûne armanca DAIŞê. Ji ber vê, ya girîng ew e ku Kurdên ku li herêmê şer kirine û bedelên mezin dane, bikaribin bibin beşek ji her pêvajoyeke demokratîk a ji bo pêşvebirina herêmê."

Parlamentera Brîtanyayê û Alîkara Wezîra Dewletê ya Zanist, Nûjenî û Teknolojiyê Feryal Clarkê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino bersivandin.

Rûdaw: Xatûn Wezîr, partiya we niha li Brîtanyayê li ser desthilatê ye. Hûn dikarin derbarê têkiliyên Brîtanya û gelê Kurd û têkiliyên Brîtanya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çi ji me re bibêjin?

Feryal Clark: Ji bo ku hûn li vir in û we ev derfet daye min, ez spasiya we dikim. Wekî hûn dizanin, hikûmeta Brîtanyayê - çi hikûmeta Partiya Muhafizekar be çi hikûmetên berê bin - her tim girîngî daye têkiliyên bi gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Hikûmetên berê bi eşkereyî anîn zimên ku ev têkilî çi qasî girîng in.

Ez berê endama komeke pirpartî ya Parlamentoya Brîtanyayê bûm û wê demê parlamenterên Partiya Muhafizekar serokatiya vê komê dikirin. Ji ber vê yekê ez dizanim hikûmetên berê girîngî didan van têkiliyan. Niha ez dikarim bibêjim ku hikûmeta Partiya Karkeran a li ser desthilatê ku ez jî endama wê me, bi rastî girîngiyê dide van têkiliyan.

Dawiya sala borî Wezîrê Karên Hundir serdana Herêma Kurdistanê kir. Ev jî nîşan dide ku têkilî bi pêş dikevin. Em hîn jî 6 meh in li ser desthilatê ne û hikûmeta me ji bo pêşxistina van têkiliyan hewl dide. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd, di herêmê de kom û gelekî girîng in ku divê pê re têkilî were danîn.

Rûdaw: Birêz Clark, niha çavê hemû Kurdan li Sûriyeyê ye. Ji ber ku li Sûriyeyê Kurd hene û guherîneke mezin çêdibe. Lê em wekî Almanya û Fransayê tevlîbûneke çalak a Brîtanyayê di pêşveçûnên Sûriyeyê de nabînin. Sedem çi ye? Gelo Brîtanya giringiyê nade Sûriyeyê? Her wiha, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê bi hev re civiyan. Helwesta Brîtanyayê li hemberî Heyeta Tehrîr El Şamê ya ku niha rêveberiya nû ya Sûriyeyê dike çi ye?

Feryal Clark: Berî her tiştî, gelê Sûriyeyê demeke dirêj e ku êş dikişîne û di nav de Kurdên Rojavayê jî hene. Wan zehmetiyên mezin dîtin û zerereke cidî dîtin. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku rewşa Sûriyeyê bi cidiyetî were nirxandin. Kurd, di dirêjahiya dîrokê de gelekî ku êşên mezin kişandine û yek ji wan civakên ewil bûn ku DAIŞê êrişî wan kir. Ji ber vê yekê ji bo min gelekî girîng e ku Kurdên ku têkoşîn kirine û berdêlên mezin dane, bibin beşek ji her pêvajoyeke demokratîk a ku li herêmê dest pê bike.

Em wekî Brîtanyayê tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin û pêşveçûnan bi baldarî dinirxînin. Ez hêvî dikim ku rêveberiya nû dê hemû civakên ku di aştiyê de dijîn girîng bibîne. Ev civak ji Elewî, Kurdên Rojavayê, Mesîhî, Asûrî û Misilmanan pêk tên. Hemû ev civak mozayîkeke mezin in ku ji çand, ol û neteweyên cuda pêk tên û demeke dirêj êş kişandine. Ji ber vê yekê Brîtanya pêvajoyê gelekî ji nêzîk ve dişopîne. Em dixwazin aramiyê bibînin û em dixwazin welat ber bi demokrasiyê ve biçe. Bi ya min, heta ku dengê Kurdan di rêveberiya nû de neyê temsîlkirin, pêşveçûneke rastîn pêk nayê.

Rûdaw: Ez dixwazim pirseke din a li ser Kurdan li Tirkiyeyê ji we bikim. Hûn guftûgoyên li Tirkiyeyê dişopînin?

Feryal Clark: Erê, ez guftûgoyên li Tirkiyeyê dişopînim. Divê Tirkiye vegere pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re. Ev yek hem ji bo welêt û hem jî ji bo civaka Kurd dê baş be û dê bandoreke erênî li ser pêşketina aborî ya herêmê bike. Herêmên Kurdan ji ber kêmasiya binesaziyê tengasiyan dikişînin. Li welêt beşdariya temam a Kurdan kêm e. Ji zaroktiya xwe ve min dît ku gotûbêjên aştiyê bi ser neketin. Ji ber vê ez hêvî dikim ku ev dê bibin diyalogên rastîn û dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke aştiyê vekin. Milyonan Kurd ên ku li Tirkiyeyê dijîn, xwe wekî welatiyên wekhev ên welêtê ku bi sedan sal in beşek jê ne hîs bikin.

Rûdaw: Xanim Clark, pirseke min a din jî li ser erkên we yên di hikûmetê de ye. Bernameya we ya ji bo hişê çêkirî ya sala bê çi ye? Ma hişê çêkirî êdî pirsgirêkeke mezin e? Gelek dadgeh hişê çêkirî dişopînin û hewl didin di pêdiviyên rojane de bi kar bînin. Hûn dikarin ji me re bibêjin ka bernameya we li Brîtanyayê çi ye?

Feryal Clark: Şerê hişê çêkirî (AI) dest pê kiriye û li benda kesî namîne. Ji ber vê yekê, divê em li wê yekê binêrin ka em dê çawa karibin ji bo başkirina jiyana hevwelatiyên xwe yên li Brîtanyayê hêza hişê çêkirî bi kar bînin. Brîtanya niha di pêşengiyê de ye, em piştî Amerîka û Çînê di warê hişê çêkirî de pêşengên cîhanê ne, ji ber vê yekê em dixwazin Brîtanya berdewam bike pêşengiya bipêşveçûna hişê çêkirî û xelkên li seranserê welêt karibin jê sûdê wergirin.

Em dikarin hişê çêkirî ji bo guherîna xizmetên me yên tenduristiyê bi kar bînin. Em dikarin hişê çêkirî ji bo başkirina perwerdehiya zarokên me di polan de bi kar bînin. Mamoste dikarin hişê çêkirî ji bo başkirina planên xwe yên dersan bi kar bînin. Hişê çêkirî dikare li şûna mamosteyan notê bide û rê bide ku mamoste demeke zêdetir bi xwendekaran re derbas bikin. Derfet bêsînor in. Duh, me Plana Çalakiyê ya Derfetên Hişê Çêkirî ragihand ku me ji Matt Clifford xwestibû pêş bixe. Plan 50 pêşniyaran dihewîne û serokwezîr duh got ku dê hemû 50 pêşniyar bên bicihkirin da ku misoger bibe ku Brîtanya dê bibe yek ji welatên herî baş di warê hişê çêkirî de û dê hişê çêkirî ji bo başkirina jiyana hevwelatiyên me bê bikaranîn.

Rûdaw: Gelo pêwîstî bi rêvebirina zêdetir a hişê çêkirî li Brîtanya an jî li cîhanê heye?

Feryal Clark: Di teknolojiyê de bi giştî ewlehî gelekî girîng e û ji ber vê yekê li Brîtanyayê zêdetirî 16 rêvebirên me hene. Tîmeke me ya rêvebirinê ya gelekî xurt heye û her yek taybet e ji bo qadeke diyarkirî, çi di beşa tenduristiyê de be çi di beşa ragihandinê de be. Lê em her tim ewlehiyê datînin pêşiya her tiştî.

Hikûmetê di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku ew biryardar e ji bo derxistina qanûneke berfireh û hûrgilî ya ku dê modelên hişê çêkirî bi rê ve bibe. Ji ber vê ye ku li Brîtanyayê Enstîtuya Ewlehiya Hişê Çêkirî ya me heye ku bi van model û şirketan re têkildar e û em wan test dikin.

Bi vî awayî em dixwazin vê têkiliyê fermî bikin û Weqfa Ewlehiya Hişê Çêkirî bixin ser bingeheke qanûnî. Ev, soza me ye ku em di vê Parlamentoyê de pêk tînin û em dê bi pêş ve bibin.