Zerîf bo Rûdawê: Ti pêwendî bi Trump ve nîne

15-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îran Mihemed Cewad Zerîf Kurd Kurdistan
A+ A-

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ji Rûdawê re ragihand, ku ew geşbîn e bi başbûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di qonaxa bê de û diyar kir, ku ew yek di berjewendiya Iraqê de ye. Zerîf herwiha got: “Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dostên me yên nêzîk in û em hêviya serkevtinê ji wan re dixwazin.”

 

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf îro bi serdaneke fermî gihîşte Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê çend civîn encamdan.

 

Di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, Mihemed Cewad Zerîf behsa hewlên welatên xwe bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Wezîrê Derve yê Îranê, Kurd weke nêzîktirîn millet li gel Îranê bi nav kir û diayr kir, berçavgirtina mafên Kurd li Iraqê bo Îranê giring e.

 

Mihemed Cewad Zerîf amaje bi wê yekê jî kir, ku bihêzbûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di berjwendiya wî welatî bi xwe de ye û tekez kir, bo qonaxa dahatî ew geşbîn e ku pêwendiyên herdu aliyan baştir bibin.

 

Naveroka hevdpeyvînê li vir bixwînin:


Rûdaw: Pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene. Komara îslamiya Îranê çi hewlan dide ji bo ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdyaê bêne çareserkirin. Di vê serdana xwe de we behsa Hewlêr û Bexdayê kiriye?

 

Mihemed Cewad Zerîf: Komara Îslamiya Îranê li gel hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam hevkarî û pêwnediyên gelek baş hebûne. Ji me re hevkarî û hevrêziya Iraqê û parastina serweriya axa Iraqê gelek giring e,herwiha berçavgirtina mafên Kurd ku nêzîktirîn gel in li gel Îranê. Lewma me hertim hewl daye, di çarçoveya parastina serweriya axa Iraqê de pêngavan bavêjin ji bo pêşxistin û bihêztirkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî ya Iraqê. Ev yek di berjewendiya me de ye ku ew pêwendî, pêwndiyeke baş be û em geşbînin jî. Min îro gotûbêjên baş hebûn li gel rayedaran. Li bexdayê jî me gotûbêjên baş hebûn, wiha xuya dike ku di qonaxa nû de li Iraqê piştî hilbijartinan û pêkhatina hikûmeta nû, pêwendiyên navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe û em jî pêşwaziyê li wê yekê dikin.

 

Serederiya we li gel Herêma Kurdistanê çawan e bo çar salên dahatû, di demekê de ku Nêçîrvan Barzanî hatiye berbijêrkirin bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî berbijêr e bo posta Serokwezîriyê?

 

Birêzan Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî hevrêyên me yên nêzîk in. Em hêviya serkevtinê ji herduyan re dixwazin. Hêvîdarim ku birêz Mesrûr Barzanî bikare di demeke herî nêzîk de Hikûmeta Herêmê pêk bîne. Pêşniyara me bo hemû aliyên Kurdî ev e, ku bi avakirina hikûmeta yekgirtî ya Herêma Kurdistanê, derfetê ji hevkariyên zêdetir ên him di navebra Hewlêr û Bexdayê de, û him jî di navbera Tehran û Herêma Kurdistanê de xweş bikin.

 

Trump dibêje, Kurd petrolê difiroşe Îranê, hûn çi dibêjin?

 

Ev babet ti pêwendiyek bi birêz Trump ve nîne. Em û Kurd bi sedan û hezaran sal e ku pêkev bûne û em dê her pêkve bin. Ew hikûmetana tên û diçin, û em dê her pêkve bin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst