Konsulê Brîtanyayê: Kurdistan di nav bazneya agir de ye

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Thornton dibêje ew gelek ji Herêma Kurdistanê hez dike û xelkê herêmê mêvanperwer û dost in.

James Thornton diyar kir ku ji bo Herêma Kurdistanê herêmeke aram e, hêviyên wî jê hene û ew di wê baweriyê de ku Herêma Kurdistanê tiştên heta niha kirine, eger berdewam bike, aramî dê berdewam be û got: “Herêma Kurdistanê di nav bazneyeke agir de ye, lewma pêwîstiya wê bi dostên baş heye.”

Derbarê çaksazkirina Hêzên Pêşmege de Thornton got: “Em ji aliyê teknîkî ve dibin alîkar. Ji bo me girîng e Hêzên Pêşmege bê modernîzekirin û li gor mercên sedsala 21ê bibe artêşeke bi bandor û ne di bin kontrola partiyên siyasî de be, lê dibin kontrola hikûmetê de be.”

Thornton da zanîn ku ew ji operasyonên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê dilgiranin û divê agirbest berdewam be û şer û pevçûn rawestin û got: “Em naxwazin xelkê herêmê koçber bibin. Divê li tevahiya Sûriyê rêz li mafê mirovan were girtin.”

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Thornton ligel Rûdawê derbarê pêşhateyên li herêmê de hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Birêz Thornoton, tu ji meha Tîrmeha îsal ve li Kurdistanê yî û di vê heyame de derfeta te ji bo geştên bajarên Kurdistanê çêbû? Tu ciwaka Kurdî çawa dibînî?

Ez di meha Tîrmehê de hatim vê derê û di vê heyamê de min du-sê caran serdana bajarê Silêmaniyê kir, ez çûme Duhokê jî. Min li Barzanê serdana gora Mela Mistefa Barzanî kir. Herwiha ez çûm Raniyayê û min dît ku li wê derê arkeologên Brîtanî lêkolînê bo du cihan dikin. Ev yek jî dide xuyandin ku dîroka Herêma Kurdistanê bi çiqas vedigere demên berê. Yek ji wan cihan di heyama Aşûriyan de beriya zayînê di salên 700î de hatiye avakirin. Cihê din jî di heyama Persan de hate çêkirin û ew jî vedigere beriya zayînê di salên 100î de. Lewma ez ji dîroka dêrîn a herêmê agahdar im û herwiha derbarê çanda herêmê de jî li ba min zanyarî hene. Li vê derê ez beşdarî çend pêşangehên nîgarkêşiyê bûm. Ez dixwazim herêmê ji nêzîktir ve nas bikim. Ez ji Herêma Kurdistanê hez dikim, mirovên wê mêvanperwer in û dost in. Hevjîna min giliyan dike ku ji ber kebabên li vê derê ez hinek qelew bûme.

Baş e, nêrîna Londonê derbarê Herêma Kurdistanê de çawa ye?

Em dixwazin peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê bihêz bibin. Ev çend sal e em mijûlê avakirna konsulxaneya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê dibin. Avahiya konsulxaneya nû dê gelek ji ya niha mezintir be. Em girîngiyeke mezin didin Herêma Kurdistanê. Ez dixwazim peywendiyên me bigehêjin qonaxeke baştir. Ne tenê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û cîgirê wî jî peywendiyên me yên baş hene. Ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî tekîliyên me hene. Bi rastî peywendiyên me yên li vir di asteke baş de ne. Ez dixwazim carna xwe ji bazneya siyasî rizgar bikim û tevlî civaka li vir bibim. Ji bo vê yekê hewldanên min hene, minak min di TEDxê de gotarek pêşkeş kir. Ez tevlî çalakiyên kulturî dibim û hevdîtina ligel girseyên gencan û jinan dikim. Ez di wê baweriyê de me ku divê girîngî bi vê beşa civakê were dayîn. Jin dikarin di gelek waran de li nav civakê roleke girîng werbigrin. Ez dixwazim xwe nêzîk genc û jinan bikim daku wan bo xebatan han bidim.

Konsulê giştî yê pêştir jî digot ku ew piştevaniya Kurdistaneke bihêz û aram dikin. Ji despêka avakirina Iraqê ve Brîtanyayê li herêmê pêgeheke xwe ya bihêz hebûye. Ji bo Kurdistaneke bihêz û aram çi hewldanên Brîtanyayê hene?

Ji bo ku Herêma Kurdistanê herêmeke aram e, hêviyên min jê hene. Bi min ji bo berdewamiya vê aramiyê, Herêma Kurdistanê tiştên heta niha kirine, eger berdewam bike aramî dê berdewam be. Divê peywendiyên wê ligel cîranên wê baş bin.  Herêma Kurdistanê di nav bazneyeke agir de ye, lewma pêwîstiya wê bi dostên baş heye. Rewşeke berbiçav e ku pêwendiyên bihêz ên ligel Bexdayê di berjewendiyên Hewlêrê de ne jî. Bi saya peywendiyên bihêz pirsgirêkên weke darayî, petrol û deynan dê bêne çareserkirin. Herwiha piştî çaresekirina pirsgirêkên ewlehiyê mijara herêmên nakok jî dê li gor destûrê bê çareserkirin. Ev yek girîng e. Tişta din a girîng jî ew e ku li Herêma Kurdistanê herdu alî weke yek herêmê bi hev re kar bikin. Hikûmeta niha bihêz e, bernameya çaksaziyê bicih dike.

Ev mijarên tu behsê dikin, weke mijarên madeya 140 a destûrê, Kerkûk û bûdçeyê ji sala 2014an ve di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên herî mezin in. Ji bo Iraq budçeya Herêma Kurdistanê ya ev sale bê bide hûn dikarin çi bikin?

Ez bawerim hûn behsa rêkevtina ligel hikûmeta Bexdayê dikin. Niha ev yek hineke zêhmet e, çimkî di heyama nêzîkî de destjiberdana kar a Adil Ebdulhmedî di rojevê de ye. Ji aliyê din ve gava ku di vî warî de bê avêtin girêdayî biryara Herêma Kurdistanê ye. Bi min rêkevtineke bi vî awayî di heyama Adil Ebdulmehdî bê pêkanîn baştir e. Bi giştî em dikarin bibêjin pêwîstî bi rêkevtineke baş a ligel Bexdayê heye.

Herwiha em ji rewşa Iraqê hinek metirsîdar in. Ev xwepêşandan nîşan didin ku xelkê sivîl zêde ji rewşa xwe bêzar bûne. Divê ev bêzarî were çareserkirin. Pêwîst e çaksazî bêne kirin û Iraq di hemû waran de xizmetguzariyê ji xelkê re pêşkeş bike. Divê xwepêşandan jî bi aştiyane bin û li hemberî xwepêşanderan tundûtujî neyê bikaranîn. Nabe bi sedan kes bêne kuştin.

Bi te niha ne zû ye Serokwezîr ji kar were dûrxistin? Çimkî ne gelek zêde ye desthilatdarî ketiye di destê wî de û hêj derfeta sepandina bernameyên çaksaziyan peyda nebûye.

Xelkê Iraq û sîstema siyasî ya li wî welatî diyar dike ku dê kengê serokwezîr were guhertin. Em nikarin ji wan bibêjin divê hûn wiha bikin. Em dixwazin Iraqeke bihêz û bixwe bikare biryarên xwe bide bibînin. Divê Iraq aboriya xwe bihêz bike, xwe pêş bixe û dahata xwe baş bikar bîne û girîngiyê bi pêşxistina kerta taybet û çalakiyên aborî bide û aboriya xwe tenê bi petrol û gaza sirûştî ve girênede.

Li gor raporên hinek rêxistinên destpakiyê, li Iraqê 450 milyar dolar wenda ne. Ev hikûmet dikare di heyama salekê de vê valahiyê dagire?

Bi zelalî diyar e ku pêwîstî bi bernameyeke reforman heye ku di berjewendiyên raya giştî de be. Herwiha divê cedweleke şefaf dabeşkirina dahatê hebe ku çavkaniyên dahate bo berjewendiyên xelkê bê bikaranîn.

Parlamentoya Iraqê biryar da ku hinek xalên destûrê bêne guhertin. Kurd ditirsin ku xalên mafên Herêma Kurdistanê diparêzin bêne guhertin. Ji bo ew xal neyên guhertin Brîtanya dikare çi bike?

Bi nêrîna min di destûra 2005ê de statûya Kurdan hat diyarkirin.  Eger destûre were guhertin, divê ew bi razîbûna tevahiya Iraqiyan be. Li Iraqê hevsengiyek heye û mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine garantîkirin. Herwiha çend xal ji bo parastina demokrasiyê hene. Lewma guhertinên bêne kirin, divê ev xal li ber çavan bêne girtin û bi razîbûna Kurdan û tevahiya Iraqiyan bêne kirin.

Hersê hikûmetên Brîtanya, Amerîka û Almanyayê derbarê çaksazkirina Wezareta Pêşmerge de projeyeke hevbeş hene. Di vê projeyê de roleke te ya berbiçav heye?

Çaksaziyên di vî warî de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne sepandin. Dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê nû hat hilbijartin hat ragihandin ku pêvajo dê hineke din were dirêjkirin. Em jî ji aliyê teknîkî ve dibin alîkar. Ji bo me girîng e Hêzên Pêşmege bê modernîzekirin û li gor mercên sedsala 21ê bibe artêşeke bi bandor û ne di bin kontrola partiyên siyasî de be, lê dibin kontrola hikûmetê de be.

Heta niha di çarçoveya bernameya ji aliyê Brîtanyayê ve hate amadekirin de li jêr kontrola Wezareta Pêşmerge lîwa li gor wê sîstemê hatine rêkxistin. Dibe di vê mijarê de rola te jî hebe?

Em di mijara çawaniya çaksaziyan de alîkariya şêwirmendiyê bo Wezareta Pêşmerge pêşkeş dikin. Pêvajoya rêkxistina lîwayên navborî dest pê kiriye. Bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya leşkerî ji wan hêzan re tê pêşkeşkirin. Em bi wan lîwayan dest pê kir, lê pêwîst e tevahiya hêza Pêşmerge bikeve jêr kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li herêmê bi taybetî Sûriyê veguherînên bilez rû didin. Brîtanya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê paşeroja Kurdan çawa dibîne?

Em ji operasyonên Tirkiyê yên li herêmê dilgiranin. Divê agirbest berdewam be û şer û pevçûn rawestin. Em naxwazin xelkê herêmê koçber bibin. Divê li tevahiya Sûriyê rêz li mafê mirovan were girtin.

Hikûmeta rasterast ji Tirkiye re ragihand ku ew li dijî operasyonê ye, lê Tirkiyê ew hişyarî paşguh kir. Ji bo rawestandina şer û pevçûnan û mirov neyên kuştin pêwîst çi gav bêne avêtin?

Weke ez dizanim niha operasyon hate rawestandin. Ez hêvî dikim ku rewşa agirbestê berdewam bike. Em naxwazin operasyonên leşkerî were encamdan û mirovên sivîl zerarê bibînin. Em dixwazin xelk weke berê di nav aramî û aştiyê de bijîn.

Bi nêrîna te li Rojavayê Kurdistanê rêya herî baş a li pêş Kurdan çi ye? Divê çi bê kirin?

Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê divê tevahiya aliyan hewl bidin.

Niha hewl tê dayîn ku ligel rêveberiya Şamê rêkevtinek were kirin. Bi te ev yek vebijareke baş e?

Divê ew bixwe biryara xwe bidin ka çi ji bo wan baş e, û li gor wê yekê tevbigerin. Em pêşhateyên vê dawiyê ji nêzîk ve dişopînin. Weke min got em dixwazin li vê herêmê aştî û aramî vegere. Em dixwazin bibînin ku li herêmê rêz ju mafên mirovan re tê girtin, aboriya herêmê pêş dikeve û xelkê koçber bûye bi dilniya vegerin bo ser mal û cihên xwe.

Ji bo vê yek roleke dikev li ser milê we? Rola Brîtanyayê li Sûriyê çi ye?

Ji destpêka krîza Sûriyê ve Brîtanyayê hewl daye aştî û aramî vegere. Em ji vê kuştin û wêrankirina bi salan e berdewam dike dilgiranin. Li Sûriyê ji milyonekê zêdetir sivîl hatine kuştin. Piraniya kuştinan bi destê rejîmê hatine kirin. Ji bo pêkanîna mercên aramiyê me gelek hewl da û herwiha hinek alî û kesên nêzîkî rejîmê siza kirin. Me alîkariya sivîlan kir. Me hewl da gelek tiştan bikin, lê Rûsyayê di Encûman Asayişa Navneteweyî de rê li ber me girt.

Hûn qebûl dikin ku kontrola navçeya aram tenê di destê Tirkiyê de be?

Di vê mijarê de hevdîtin têne kirin û di vê mijarê de ne nînin. Me metirsiyên xwe derbarê vê mijarê de eşkere kirine. Em naxwazin kes ji cihê xwe koçber bibe û were kuştin. Divê li vê herêmê aştî û aramî were parastin.

Te gotin ku piştî kuştina Ebubekîr Baxdadî, gefa DAIŞê li ser welatên Ewropayê zêde dibe. Bi te ev rast e?

Em bi erênî pêşwaziyê li tekbirina gefa Bexdadî dikin. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku DAIŞ bi temamî ji hole hate rakirin. Eger heye xwe ji nû ve rêk bixe. Li Iraqê êrişên terorî yên DAIŞê berdewam in. Metirsî ew e ku DAIŞ niha li benda demeke guncav e. Li herêmên binakok xwe vedişere. Em ji aliyê ve metirsiyeke girîng e. Lewma em weke beşek ji hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Ji bo rê li ber ji nû ve derketina DAIŞê were girtin, pêwîst e çi were kirin? Brîtanya dê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê hemwelatiyê xwe werbigire?

Na, bi me baştir e ku tawanbar li herêmên ku tawan encam dane bimînin. Me derbarê vê mijarê de hevdîtin ligel hikûmeta Iraqê kirine, lê mijar hêj bi temamî nehatiye zelalkirin. Ji bo rêgirtina vegera DAIŞê kar û xebatên me yên serbazî ligel Hevpeyamaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê berdewam in. Lê ji bo paqijkirina herêmên nakok pêwîst e di navbera hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge de hevsengiyek hebe û oprasyonên hevbeş pêk bînin. Erkê me ye em bi hev re li dijî DAIŞê têbikoşin. Herwiha divê rasterast rê li ber mercên ku DAIŞ derketiye bê girtin.Divê hêviyên xelkê ji hikûmetê hebin, ne ji DAIŞê.

Tu dikarî hinek behsa projeya welatê we ya Chevening bike ku di çarçoveyê wê projeyê de beşek xwendekarên li Herêma Kurdistanê bo xwendinê diçin Brîtanyayê. Heta niha di çarçoveya projeya Chevening de çend xwendekar çûne Brîtanyayê û ev proje dê heta kengê berdewam be?

Ez dixwazim behsa bernameya Chevening bikim. Ji bo xwendinê me hejmareke xwendekarên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê bo Brîtanyayê şandin. Berî çend hefteyan me hevdîtinek ligel grûpeke xwendekar ên tevlî bernameyê bûne kir. Ew xwendekar li zanîngehên herî baş ên Brîtanyayê masterê dikin. Ew xwendekar dê piştre vegerin welatê xwe û bixebitin.

Ez ne şaşbim heta niha 11 xwendekar hatine wergirtin?

Belê, ev hejmar rast e, 11 xwendekar hatine wergirtin.

Her sal hejmara xwendekarên bêne wergirtin dê heman hejamr be?

Dibe ku hejmara li gor salan were guhertin. Di herdu salên li pêş me de em dê hejmar heman e. Ji bo Iraqê 22 herî zêde 24 kursî hatine veqetandin. Lê di nav vê mijarê de pişka Herêma Kurdistanê zêde ye, çimkî li vir xwendekarên baş dizanin îngilîzî û jîr zêde ne.