Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re: Dema ku li dijî Kurdan cudakarî tê kirin em nerazîbûna xwe digihînin Tirkiyê
Berdevkê Berpirsê Peywendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, Peter Stano di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, Ew ji cudakariya Tirkiyê ya li dijî kurdan a li wî welatî nerazî ne û divê Enqere rêzê li wan nirxan bigire ku li gor Yekîtiya Ewropayê giring in.
Peter Stano destnîşan kir, Tirkiyeya ku dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê ji çi nîjad, bawerî, netewe û zimanên cuda dibe bila bibe, divê rêz li azadiya siyasî û mafên bingehîn ên gelan bigire.
Peter Stano diyar kir, Li Tirkiyê her ku li hemberî kurdan neheqî tê kirin, ew wek Yekîtiya Ewropayê têkiliyê bi rayedarên Tirkiyê dikin û nerazîbûnên Brukselê ji tirkan re radigihînin.
Derbarê dubare qebûlkirina Sûriyê ji aliyê welatên endamê Komkara Erebî ve, Berdevkê Berpirsê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê got, "Rejîma Esed ti rewabûna wê nîne" û tekez kir, ku helwesta Yekîtiya Ewropayê derbarê vê mijarê de nehatiye guhertin.
Li ser mijara koçberiyê û koçberan jî Peter Stano got ku koçberî pirsgirêkek mezin e li pêşiya welatên Ewropayê û da xuyakirin, ew tundkirina sînorên welatên Yekîtiya Ewropayê wek rêyeke çareseriyê bo wê krîzê dibînin.
Wî berpirsê Yekîtiya Ewropayê herwiha da xuyakirin, ew dê bazirganiya kesên ku qaçaxçîtiya mirovan dikin û rewşa xirab a mirov ji xwe re dikin derfet ji bo komkirina pereyan, nehêlin.
Di dema borî de û piştî zêdebûna hejmara koçberên neyasayî di van salên dawî de welatên Yekîtiya Ewropayê çend tedbîr ji bo parastina sînorên xwe girtin. Gelek ji wan koçberan welatiyên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ne û welatiyên Iraq, Îran û Sûriyê ne.
Ev pêngava Yekîtiya Ewropayê piştî krîza aborî ya li wê parzemînê tê ku bi sedema şerê navbera Rûsya-Ukraynayê çêbûye.
Têkildarî Îranê jî Peter Stano bi bîr xist ku ji ber li dijî xwepêşanderan tundî bikar aniye û di şerê li Ukraynayê de bi dronan alîkariya Rûsyayê kiriye, wan ceza li ser Tehranê sepandine. Stano diyar kir ku ger ev helwesta Îranê bidome dê cezayên ser Îranê dijwartir bibin.
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Peter Stano re wiha ye:
Rûdaw: Ji bo vê derfetê gelek spas birêz Stano, sala borî biryar bû hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên kirin lê hatin paşxistin. Biryar e 18ê Mijdarê hilbijartin bên kirin, lê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê lidarxistina hilbijartinan de nêrînên cuda hene, helwesta Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê çawa ye?
Peter Stano: Ji perspektîfa Ewropayê ve, hilbijartin her dem wek pêngaveke girîng a pêkanîna mafên gel di hilbijartina nûnerên xwe yên siyasî yên rewa de tê hesibandin; Ji ber vê yekê Yekîtiya Ewropayê dibêje ku rewabûna her rêveberiyekê ji hilbijartinên pêbawer tê. Helbet ger rêz li çerxa hilbijartinê were girtin û were parastin dê pir baş be, nexwe ger ji bo her şert û mercekê pêwîstî bi paşxistina hilbijartinan hebe, li gorî min di berjewendiya her rêveberiyekê de be, dema ku derfet hebe hilbijartinan pêk bîne.
Divê jîngeheke ewle hebe, divê hawirdoreke yasayî hebe daku hilbijartinên rasteqîn li ser bingeha destûra Iraqê û pîvanên navdewletî bên lidarxistin û di asta hêvî û bendewariyên gelê Iraqê de be, da ku xelk bikarin nêrîna xwe ya rast diyar bikin û nûnerên xwe yên siyasî hilbijêrin.
Rûdaw: Îsal di meha 3an de, Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ya Parîsê, hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê wek pêngaveke nedestûrî bi nav kir, ji wê demê ve petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Yekîtiya Ewropayê çawa li biryarê dinêre?
Peter Stano: Ez ne pisporê mijarên neft û enerjiyê me. Erka min şirovekirina siyaseta derve û ewlekarîyê ya Yekîtiya Ewropayê ye, lê ji bo YEyê bi giştî, heke biryarek dadgehê hebe, yan heke dadgehek navneteweyî ya tehkîmê biryarekê bide, divê rêz lê were girtin. Yekîtiya Ewropayê rêxistinek e ku li ser bingeha serweriya qanûnê û serxwebûna desthilaya yasadanînê hatiye damezrandin, ev tê wê wateyê ku divê rêz li qanûnan were girtin, lewra heke biryarek ji hêla saziyek serbixwe ve hatibe dan, pêdivî ye ku ew were cîbicîkirin.
Rûdaw: Diyar e ku Yekîtiya Ewropayê siza li ser Îranê sepandine, lê heta niha Supaya Pasdaran nexistiye nav lîsteya terorê ya wê yekîtiyê, çima?
Peter Stano: Dema ku em behsa peywendiyên YE û Îranê dikin du mijar hene ku divê em bînin bîra xwe. Belê, me berê jî çend caran ceza li ser Îranê sepandibûn, ji ber du sedeman: Ya yekem berdewamiya tepeserkirina xwepêşanderên xelkê Îranê ye ku daxwaz dikin zêdetir rêz li maf û azadiyên wan were girtin. Sedema duyem sepandina sizayan bi ser Îranê de ye ku eger pêwîst bike em ê berdewam bin jî, piştevaniya Îranê ji dijminatiya Rûsyayê bo Ukraynayê ye. Sedema sereke ya duyem dayîna dronên Îranê ye ji Rûsyayê re, ku Rûsya di êrîşên xwe yên li ser armancên sivîl ên li Ukraynayê de bikar tîne, ev yek jî nayê qebûlkirin. Derbarê Supaya Pasdaran de, divê em ji bîr nekin ku me berî niha jî siza bi ser Supaya Pasdarên Îranê û endamên wê de sepandibû lê ji bo ku saziyeke wek Supaya Pasdaran têxin lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê, di destpêkê de pêwîstiya me bi biryareke dadwerî ya welatekî heye. Tenê wê demê YE wek pêkhateya 27 welatên endam dikare dest bi nîqaşê bike ka em dikarin heman tiştî bikin yan na. Lê ji bo binavkirina saziyekê weke rêxistina terorîst, berî her tiştî pêwîstiya me bi biryara dadweriya yek ji 27 welatên endam heye, wê demê Yekîtiya Ewropayê dikare biryarê bide ku kesekî bixine lîsteya rêxistina terorîst yan na.
Rûdaw: Di van salên dawî de bi hezaran koçber ji welatên Rojhilata Navîn berê xwe dane Ewropayê, piraniya wan bi awayekî yasayî yan ne yasayî xwe gihandine Ewropayê. Yekîtiya Ewropa dixwaze çawa pirsgirêka koçberan çareser bike û gavên wê yên pêşerojê dê çi bin?
Peter Stano: Koçberî yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Yekîtiya Ewropayê ye û ji çend aliyan ve, yek ji metirsiyên herî mezin, nemaze koçberiya neyasayî, metirsî heye ku kesên niyetxerab ji bo armancên ku li dijî ewlehiya Yekîtiya Ewropî bin, derbas bibin. Lê bi giştî, koçber tenê ne ji xelkên Rojhilata Navîn in, her wiha gelek kesên ji Afrîkayê jî hewl didin xwe bigihînin peravên Ewropayê. Ev pirsgirêkeke mezin e û YE di vê mijarê de xwedî siyaseteke sêgoşe ye: ya yekem, bê guman ew e ku em sînorên xwe li hember her ketineke ne bi dilê me diparêzin. Ya duyem, em ê bazirganiya kesên ku qaçaxçîtiya mirovan dikin û li ser neçariyên xelkî pereyan kom dikin ji holê rakin. Sêyem, em bi welatên transît re, nemaze welatên ku çavkaniya koçberiyê ne re dixebitin da ku sedemên bingehîn ên koçberiyê ji holê rakin, ji ber ku piraniya van mirovan ji ber şer û pevçûnan nereviyane, an bi rastî ne penaber in û ne wek mirovên ku ji Ukraynayê direvin in ku ji jiyana xwe ditirsin. Di şûna wê de, piraniya koçberan li dû jiyanekê digerin ku ji aliyê aboriyê ve xweştir bijîn. Ji ber vê yekê, divê em derfetan ji bo wan li welatên wan durist bikin ku bibin xwedî kar û jiyaneke aram ji bo xwe û malbatên xwe û neçar nebin ku di nav çolan û gelek welatan re derbas bibin û jiyan û tenduristiya xwe bixin xeterê da ku bi rêyên neyasayî bigihin Yekîtiya Ewropayê.
Rûdaw: Eger pêla koçberan ber bi Ewropayê ve bidome, gelo rayedarên Ewropayê dê neçar bin ji bo parastina sînorên xwe tedbîrên tundtir werbigirin?
Peter Stanno: Bi giştî destûr nayê dayîn ku koçberên neqanûnî bikevin welatan. Her welat sînorên xwe diparêze, ji ber vê yekê sîstemên me yên vîzeyê û deriyên sînorî yên têkildar hene. Çawa ji kesekî ku dixwaze wekî geştiyar were YEyê re rave dike ku divê serî li vîzeyê bide û ji bo wergirtina vîzeyê 40 an 60 Euroyan bide û di deriyên sînorî yên guncav derbas bibe û pasaporta wî were kontrol kirin. Bê guman her welatek axa xwe ji hatina neyasayî diparêze û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo parastina sînorên xwe heman tişt kirine û dikin lê di heman demê de em hewl didin bi awayekî guncav koçberiyê çareser bikin, nemaze sedemên koçberiyê û çawaniya rêgirtina li kesên êrîşkar. Ji bo ku hêviya vî xelkê ya ji bo jiyaneke xweştir ji bo qezenca xwe bi kar neyînin û wan îstîsmar nekin, wan nexapînin, derewan li wan nekin û qaçaxçîtiya wan nekin. Yanî ev nêrîna Yekîtiya Ewropayê ye; ne tenê rêkarek di heman demê çend rêkar ji bo çareserkirina sedemên bingehîn, ji bo parastina sînoran û mijûlbûna bi çend dozên ku bi rastî mafên wan ên wergirtina penaberiyê heye ji ber ku ew penaberên rastî ne û neçar in ku welatên xwe biterikînin ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye.
Rûdaw: Amareke we ya fermî heye ku di 12 mehên borî de çend koçberan hewl dane derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin?
Peter Stano: Ev hejmar li cem welatên endam in, ji ber ku koçber hewl didin sînorên welatên cuda re derbas bibin. Di nava Yekîtiya Ewropayê de, parastina sînoran û tomarkirina van amaran erkên welatên endam in lê her sal bi hezaran kes hewl didin vê yekê bikin lewma ev diyardeyeke ne tenê ya îsal e, her wiha diyardeyeke çendîn salên paşerojê ye. Helbet divê em ji hev cuda bikin ka em behsa kîjan alî dikin, xelk ji Afrîka û başûr tên, xelk ji Rojhilata Navîn tên lê ji rojhilatê me jî, ji welatên cîran, ji Ukraynayê tên. Di 12 mehên borî de 8 milyon kes ji Ukraynayê reviyan û derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne. Çar milyon ji wan li YEyê mane, çar milyonên din jî yan çûne cihekî din yan jî vegeriyane Ukraynayê. Wate her sal hejmareke qerase ya mirovan hewl didin ku xwe bigihînine Yekîtiya Ewropayê.
Rûdaw: Ka em herin ser mijara Tirkiyê. Receb Teyib Erdogan careke din di hilbijartinên Tirkiyê de bi ser ket. Weke ku tê zanîn jî, pêwendiya serokkomarê Tirkiyê bi Ewropayê re aloz e. Yekîtîya Ewropa (YE) çawa li vê serketina Erdogan dinêre? Nemaze ku divê Ewropa di 5 salên bê de bi Erdogan re tev bigere?
Peter Stano: Gelê Tirkiyê biryara xwe da. Bijarteya xwe diyar kir. YE hertim rêzê li biryara xelkê digire. Ji ber ku cardin hat hilbijartin, em pîrozbahiyê li Serok Erdogan dikin. Berpirsiyariyeke wî ya mezin heye, erkên wî di nav civaka Tirkiyê de mezin in.
Berjewendiya YE ya stratejîk heye ku têkiliyeke zaf hevkar berdewam bike ku di berjewendiya her du aliyan de ye, Tirkiye û gelê wê jî. Ev di berjewendiya me de ye, ew cîranên me ne. Tirkiye welatekî girîng ê deverê ye û ji bo aramiya deverê jî girîng e. Tirkiye endama NATOyê ye. Tirkiye hîna jî welatekî berendama endametiya YE ye. Tirkiye dixwaze bi awayekî fermî bibe endama YE. Ji ber vê yekê, gelek sedem hene ku bihêlin em ji têkiliyeke hevkariyê hez bikin ku di berjewendiya her du aliyan de be. Çi ji destê me bê jî em ê bikin ji bo ku em vî celebê karê hevbeş bi cih bînin. Lê bê guman ji bo ku her têkiliyek bixebite, hewcedariya wê bi du aliyan heye. Ji bo pêşvebirina vê hevkarîya avaker û ji ber ku tu bijarteyeke din nîne, YE amade ye bi Tirkiyê re kar bike. Lê bê guman em dixwazin vî karî li ser hîmên wekî serweriya qanûnê, mafên mirovan, rêzgirtina qanûna navneteweyî û aramiya herêmî sergihayî bikin. Ji ber ku hem li Tirkiyê û hem jî li YE tenê bi vî rengî dikare bi kêrî welatiyan were û sûdê bigihîne wan.
Rûdaw: Di dema borî de, YE siyaseta Tirkiyê ya li hember kurdan rexne kir û Tirkiyê çend siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanên kurd girtin. Helwesta YE bi taybetî di vê mijarê de çi ye?
Peter Stano: YE qet ji derbirîna nerazîbûnê dudil nabe, ango dema ku tiştekî wiha diqewime û mirov ji ber ramanên xwe yên siyasî û neteweyî armanc tên girtin. Ev tişt bi nirxên me re li hev nake, loma her dema ku tiştekî wisa li Tirkiyê biqewime, dema ku cihêkarî li hember kêmneteweya kurd tê kirin, yan jî bi awayekî neheq û newekhev têne pelçiqandin, YE nerazîbûna xwe nîşan dide, çi bi awayekî eşkere be bi rêya daxuyaniyan an jî bi rêya peywendîkirina rasterast bi hevtayên me yên Tirk re be. Em gelek caran vêya dikin û ji wan re dibêjin ku em çavdêriya çi dikin. Em daxwazê ji wan dikin ku sedeman zelal bikin. Em daxwazê ji wan dikin ku daxuyaniyan bidin. Her wisa em helwest û hêviyên xwe radigînin wan. Ji ber ku di dawiyê de, wek min got, Tirkiye welatek e ku di pêvajoya endametiya YE de ye û eger ew bixwazin bibin endamên YE, em herdem behsa prensîb û nirxên YE dikin ku divê rêz li azadîyên siyasî û mafên bingehîn ên azadiyên mirovan bê girtin, bêyî li ber çavgirtina nijad, ol, netewe yan zimanê ku bi kar tînin.
Rûdaw: Di çend heyvên borî de, hikûmeta Sûriyê ji aliyê Komkara Erebî ve hat pêşwazîkirin û endamtiya wê di wê rêxistinê de ji nû ve hat aktîfkirin. Hejmareke welatan jî peywendiyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re asayî kirine, lê Amerîka dijî vê pêngavê ye û çend caran jî hişyarî da hevalbendên xwe ku vê pêngavê neavêjin. Helwesta YE di vê mijarê de çi ye?
Peter Stano: Me biryara welatên endamên Komkara Erebî ya vegerandina endametiya Sûriyê têbînî kir. Ev biryara wan e. Bê guman em ê bi hevbeşên xwe yên Ereb re bişêwirin û biaxivin ji bo ku bi taybetî bizanin ka sedema biryareke wiha çi ye û çi ji wê biryarê tê hêvîkirin, lê helwesta YE gelekî zelal e. Tu rewatiyeke rejîma Esed nîne. Ji ber kirinên ku dijî gelê xwe kirin, rejîmê di çavê gelê Sûriyê de hemû rewatiya xwe ji dest daye. Rejîmê tu pirsgirêkên ku bûn sedemên derketina hevrikiyê çareser nekiriye. Rejîm wekî ku tê xwestin ji bo pêşvebirina pêvajoya lihevhatin û guhertinê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî kar nake. Lewma em ji aliyê xwe ve tu sedemekê ji bo asayîkirina peywendiyan nabînin. Ji ber ku eger tu guhertineke berbiçav di reftarên rejîma Esed de çênebe, dê helwesta me wekî xwe bimîne. Em hê jî alîkariya gelê Sûriyê dikin. YE mezintirîn bexşkar e ji bo pêwîstiyên gelê Sûriyê û penaberên li derveyî welêt û koçberên li nav welêt. Loma em nikarin bibêjin ku tu têkiliya me bi gelê Sûriyê re nîne. Lê dema ku axaftin tê ser pêwendiya bi rejîma siyasî re ku angaşta nûnertîkirina vê gelî dike, helwesta me neguheriye. Ji bîr nekin ku welatên endamên YEyê geşedanên dawîn ên li deverê gotûbêj bikin. Lê heta niha helwesta YEyê neguheriye û em piştgiriyê didin pêvajoya ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî birêve diçe. Lê rejîm qet ji ya xwe nayê xwarê û tu amadebûnekê ji bo pêşveçûn û dîtina çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo kirîza Sûriyê nîşan nade.
Rûdaw: Ji bilî pirsa koçberiyê, mijareke din ku Ewropa pê re rû bi rû maye, qeyrana enerjiyê ye, xasma piştî şerê Ukraynayê. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê ji aliyê samanên xwezayî ve dewlemend e, gelo YE li ser wê yekê fikiriye ku ji bo dabînkirina gaza xwezayî, Herêma Kurdistanê bike alternatîva Rûsyayê?
Peter Stano: YE ji ber du sedeman biryareke pir zelal da û me xwe ji sotemeniyên fosîl ên Rûsyayê veqetand: Sedema yekem demdirêj e ku me hergav xwestiye vêya bikin, ji bo ku em xwe veguhêzin ser enerjiya kesk. Em dixwazin xatirê xwe ji sotemeniyên fosîl bixwazin ji ber ku qirêj in, ji bo xweza û jîngeha me ne baş in. Lê biryara Pûtîn a ji bo dagirkirina neqanûnî ya Ukraynayê hêla ku em biryara xwe bileztir bidin. Ji ber vê yekê me dev ji komira Rûsyayê berda, me dev ji petrol û piraniya gaza Rûsyayê berda. Me jê re çavkaniyên alternatîf dîtin. Çi qasî çavkaniyên me yên bawerpê bêhtir jî hebin, dê ji bo YE çêtir be. Em hertim li derfetan digerin da ku em pirsgirêkê çareser bikin. Tişta ku heye ne qeyrana enerjiyê ye, ji ber ku kêmasiya me ya enerjiyê nîne, li şûnê qeyrana bihayê enerjiyê hebû ku me ew jî kêm kir. Ji ber ku me karîbû pirsgirêkê çareser bikin. Lê heger petrola Kurdistanê yan jî gaza Kurdistanê yek ji bijardeyan be, em tiştekî dûr nabînin. Lê cardin, ji bo me, Iraq welatekî serbixwe û xwedî serwerî ye û hevbeşekî pir girîng e ji bo ku em bi hev re di gelek biwaran de kar bikin. Di nav wan de, li ser veguheztina bo enerjiya paqij, çimkî dê demek were ku pêdiviya Iraqê jî bi wê yekê çêbe ku xwe ji sotemeniyên xwe yên fosîl xilas bike. Em amade ne ku bi hevparên xwe re gotûbêjê li ser çend bijarteyan bikin, bi awayekî ku bi çarçoveyên qanûnî yên niha re bigunce. Armanca sereke jî ew e ku em xwe veguhêzin ser enerjiya kesk ji bo ku em jîngeha xwe qirêj nekin. Ya duyem jî qutkirina her dahateke rejîma Pûtîn e ji bo ku ew nikaribin dijminatiya xwe ya neqanûnî ya dijî Ukraynayê fînanse bikin.
Rûdaw: Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve ya YEyê Peter Stano, gelek spas.
Peter Stano: Spas ji bo we jî.