Dr. Amanc Rehîm: Divê Hewlêr pabendiyên xwe yên li hemberî Bexdayê bi cih bîne

14-04-2024
Dr. Amanc Rehîm bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Amanc Rehîm bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dr. Amanc Rehîm Hewlêr Bexda Mûçe
A+ A-

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm got ku dê piştî cejnê dest bi danûstandinên xwe yên li gel hikûmeta Îraqê bikin.

Dr. Amanc Rehîm da zanîn, “Heke Herêma Kurdistanê bixwaze şandina mûçeyan ji Bexdayê berdewam be, divê pabendiyên xwe yên li hemberî Bexdayê bi cih bîne.”

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro û mijarên li rojevê nirxandin.

Dr. Amanc Rehîm bal kişand ser pirsgirêkên mûçeyan û da zanîn:

“Hikûmeta Îraqê û Dadgeha Federal li bendê ne ku Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih bîne da ku careke din pirsgirêk ji bo mûçeya mûçexwerên Herêma Kurdistanê çênebe.”

Sekreterê Encûmena Wezîran qala hûrkariyên peymanên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê kir û anî zimên:

“Ez dengê xwe tev li dengê Serokê Herêma Kurdistanê cenabê Nêçîrvan Barzanî dikim ku nabe êdî mûçeyê mûçexweran bibe nûçe di demekê de ku şayisteyeke yasayî, diravî û kargerî ya asayî ya her mûçexwerekî ye.”

Sekreterê Encûmena Wezîran qala gelek dosyeyên girîng û hevdem ên wekî “pirsa destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, pilebilindkirina karmendan, hevtakirina mûçeyan li navbera Îraq û Herêma Kurdistanê, kêmkirina bac û risûmatan, damezrandina yekemên zanîngeh û peymangehan û hertimîkirina fermanberên girêbestê û destpêkirina damezrandinê li Herêma Kurdistanê” kir.

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm bi vî awayî ye:

Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê got nabe ku mûçe bibe nûçe. Xelk jî bêzar bûye ku çend sal in mûçe dibe nûçe û ji sala 2014an ve bi berdewamî xelk her çend mehan carekê dibihîze ku dibêjin hêviyeke nû û rêkeftineke nû heye lê her bi ser neketiye. Gelo vêga mûçe ji qonaxa dilfikariyê boriye?

Amanc Rehîm: Bi rastî, ez jî dengê xwe tev li dengê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dikim. Xwezka ev cure dîdarên me ne li ser mûçeyê bûya çimkî mûçe şayisteyeke diravî û yasayî ya mûçegirên Herêma Kurdistanê ye li beramberî erkê ku bi cih tînin lê piştî sala 2014an, li gorî min, ên ku zafî ziyanmend bûne ji qeyrana darayî mûçexwer in.

A ku di heyva sibat û adarê de jî rû da ev yekem car e di 10 salên borî de hikûmeta federal tevaya mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê li gorî wan lîstan dişîne ku ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê ve arasteyî wê tên kirin.

Ev pirs di mejiyê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de ye ka gelo şandina mûçeyê ji hêla Bexdayê ve di dema xwe de dê berdewam bike yan na? Bê guman, ger em qala çarçoveya yasayî ya xerckirina mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê bikin, ji yasaya budceya Îraqê pêk tê ku 3 madeyên yasayê têkildarî Herêma Kurdistanê ne, madeyên 11, 12 û 13an.

Di dema gotûbêjên reşnivîsa yasayê de jî min nivîsî ku ev proje hin qeyd û bendan li xwe digire ku wiha dikin Herêma Kurdistanê para xwe wernegire.

Di yasaya ku niha li Îraqê berkar e, wekî hejmar 16 trîlyon û 670 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re hatine danîn û divê mehane qet nebe trîlyonek û 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re werin lê ya ku wer kir ku birên ku di yasaya budceyê de hatine bicihkirin jî negihin Herêma Kurdistanê, hebûna hevoka “xerciyên rastîn” e, her wisa girêdana mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya şandina nefta Herêma Kurdistanê, radestkirina dahatan û dayîna deynên “TBI” ye.

Li dawiya sala 2023yan me seriyek da birêz serokwezîrê Îraqê ku em pêk hatibûn ji wezîrê darayî, serokê dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û ez. Em bi serokwezîr re civiyan û me jê re teqez kir ku ev yasa bi vî rengê vêga û bi van hevokan nabe garantî ji bo mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê.

Di demekê de ku me 16 trîlyon wernegirtibûn li gorî xiştên berê belkî ji sedî 50 şandibûn çimkî hevoka xerciyên rastîn hemî şayiste kiribûn nîvî. 10 trîlyon û 800 milyar dînar ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine danîn ku ev têrê dike ger bê xerckirin, loma em her du alî gihane vê encamê ku divê yasa bê sererastkirin.

Me li ser 3 xalên sereke li hev kir ji bo serrastkirinê: Mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê li gel mûçeyên tevaya Îraqê bikevin nav budceya hakîmeyê, xerciyên rastîn li ser mûçeyan nemînin û mûçeyê mûçexwerên Herêma Kurdistanê şayisteyeke darayî û yasayî ye û nabe bibe rehîneya nakokî yan rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser şandina neft û dahatan.

Ev sîsika rêkeftineneke hikûmetî bû û me jihevtêgihiştinek îmze kir û tewra serokê komîteya darayî ya parlamentoyê jî hat nav gotûbêjan lê paşê ji ber rewşa siyasî hin guhertin qewimîn û serokê parlamentoyê li postê xwe nema û bi awayekî ji awayan karên parlamentoyê asteng bûn û mijar bi vî rengî ma, loma li meha yekê ya îsal jî li ser hîmê xerciyên rastîn pereyên mûçeyan hatin bo Herêma Kurdistanê ku 618 milyar dînar bûn lê ji bo heyvên 2 û 3yan 949 milyar dînar ji bo her mehekê hatiye, heke em her duyan kom bikin dikin trîlyonek û nêzî 900 milyar dînarî ango di kêmî 10 rojan de Herêma Kurdistanê nêzî milyarek û 200 milyon dolarî wergirt.

Rûdaw: Ango Dadgeha Federal hevkêşe guhert?

Amanc Rehîm: Bê guman erê. Rast e, lihevhatinek di navbera her du hikûmetan de hebû lê mixabin ronahî nedît, Dadgeha Federal 21ê Sibata 2024an biryarek derbarê mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê û bankîkirina wan de derxist ku bi eşkereyî qala wê yekê kir ku qet nebe nakokiya navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê li pêşberî xerckirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê bibe asteng.

Ev bû çarçoveyeke yasayî ji bo serokwezîr û wezîrê darayî yê Îraqê ku li ser vê bingehê ji meha sibatê ve biryar bê dayîn ji bo xerckirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê dûrî xerciya rastîn.

Rûdaw: Yanî ya ku we ji serrastkirina qanûnê dixwest, Dadgeha Federal ji bo we kir?

Amanc Rehîm: Belê, bê guman..

Rûdaw: Lê gotina xerciyên rastîn hîna jî di yasayê de maye..

Amanc Rehîm: Lê biryara Dadgeha Federal ku derketiye heçku xala 11an a madeya 2yê serrast kiribe ku tê de hevoka xerciyên rastîn hatiye nivîsîn, loma ger li mehên 2 û 3yan serokwezîrê Îraqê li gor yasaya budceya berkar kar bikira, divabû 600 milyar dînarên din ji Herêma Kurdistanê re bişanda.

Rûdaw: Yanî biryara Dadgeha Federal a Îraqê ji bo xerckirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê destê serokwezîr vekir?

Amanc Rehîm: Belê, xerckirina mûçe ji aliyê serokwezîr û piştre jî wezîrê darayiyê yê Îraqê ve biryareke îdarî ye. Her biryareke îdarî divê xwedî çarçoveyeke destûrî û yasayî be.

Ger em li nivîsên Wezareta Darayiyê binêrin ku behsa şandina pereyan ji bo ser hesabê hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, di destpêkê de behsa biryara Dadgeha Federal hatiye kirin.

Rûdaw: Gelo biryara Dadgeha Federal ji bo vê bûdceyê û bûdceya salên bê ye?

Amanc Rehîm: Belê, wekî min behs kir, ev biryara Dadgeha Federal hemwarkirina made û bendên yasaya budceya Îraqê ye ku bûbûn astengî, niha sererastkirin jî bûye projeyasayek û li Sekretariya Encûmena Wezîran, li Bexdayê ye.

Ez dikarim bibêjim ku ev biryara Dadgeha Bilind a Federal dûrî hemû nakokiyên siyasî ye ku di civata nûneran de hene, ji ber ku ez bi xwe wekî endamê şanda danûstandinan li nik min ne hêsan bû ku heke hemwar ji encûmena wezîran jî derbas bibe û li encûmena nûneran kêşe jê re neyên çêkirin lê bi rastî jî biryara Dadgeha Federal wer kir bingeheke li cih peyda bike da ku di zûtirîn çax de ev lihevkirin bibe beşek ji hemwara yasayê.

Biryarê Civata Nûneran pabend kir ku bendên yasayê biguhere. Di danûstandinên xwe de, em jî dikarin biryarên Dadgeha Federal bikin bingeha hemwarê xasma wekî min qal kir gotina xerciyên rastîn.

Her wiha rehînnegirtina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji bo ku her du alî li ser hinartina neftê yan dahatên nepetrolî li hev bikin.

Rûdaw: Çi garantî hene ku careke din kelem li pêşiya mûçeyan neyê çêkirin?

Amanc Rehîm: Bi rastî dibe ku li Îraqê garantîkirin ne pir hêsan be. Herdem biryar li pêşberî her guhertineke siyasî ne lê ez wek kesekî teknîkî û endamê şanda danûstandinan dikarim bibêjim ku hin garantî hene. Garantiya yekê biryara Dadgeha Federal e.

Rast e ger li Herêma Kurdistanê têbînî li ser biryarê û Dadgeha Federal hebin lê li nik Îraqê biryara Dadgeha Federal pabendiyê ji bo hemî desthilatan çêdike. Loma ev biryar yek ji garantiyan e.

Garantiya duyem û girîng babeta diravê li ber destê hikûmeta federal e. Heke em li yasaya budceyê binêrin, nefta texmînkirî ya rojane 3 milyon û 500 hezar bermîl e bi nirxê 70 dolarî lê duh nirxê nefta brentê giha 90 dolarî, wate ji bo her bermîlekê nêzî 20 dolarî sûda Îraqê heye, ango niha Îraq ji hêla darayî ve di rewşeke pir baş de ye û ev dikare bibe garantiya duyem.

Garantiya sêyem ku zafî girîng e û me di civînan de dît ku hem ji wezîrê darayî û hem ji şêwirmendên serokwezîrê Îraqê û tew parêzgarê Banka Navendî ya Îraqê têgihiştineke cihê heye ji bo mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê ku divê ji nakokiyên siyasî dûr bê girtin.

Xaleke din jî babeta hûrbînîkirinê ye, bo yekem car lîsta mûçeyê mûçexwerên Herêma Kurdistanê ji hêla dîwana çavdêriya darayî ve hat hûrbînîkirin û tewra mûçeyê hêzên ewlehiyê ku kirin kod, ew jî ji hêla çavdêriya darayî ve hat hûrbînîkirin.

Loma ez dikarim bibêjim ku hemahengiya di navbera her du dîwanên çavdêriya darayî bi awayekî ji awayan piştrastiyekê dide Hikûmeta Federal ku ev pere dê ji bo karmendên mûçegir werin xerckirin.

Rûdaw: Ji bo îsal jî nêzî 80 trîlyon dînar kêmasiya bûdceya Îraqê heye, gelo ev yek ji bo dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan dernaxe?

Amanc Rehîm: Wezîrê Darayî hefteya borî bi rengekî fermî got ku mûçeyê fermanberên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya sala 2024an hatiye garantîkirin û tu pirsgirêk nîne.

Rûdaw: Serdana vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê çi garantî ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê çêkir?

Amanc Rehîm: Niha her kes gihîştiye vê encamê ku çareseriya pirsgirêkên me li Bexdayê ye. Derket holê ku ger bi rastî pêwendiyeke destûrî ya hevseng di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hebe, ev pirsgirêk ne zêde zehmet in û dikarin bên çarekirin xasma babeta mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê.

Lewra pêwendiyên ku niha di navbera serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Îraqê de hene, wekî te jî behs kir, birêz cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ku bi berdewamî çûye Bexdayê û herwiha serkirdeyên din ên siyasî, xurtkirin û bihêzkirina vê pêwendiyê, em dikarin bibêjin ku garantî ye ji bo berdewamiya çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan de, bi taybetî yên girêdayî pirsa mûçeyan.

Xaleke din ku bi rastî garantî ye niha hikûmeta federal dibêje, wan erkên xwe yên du mehan li hemberî Herêma Kurdistanê bi cih kirine. Girîng e ku em jî wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih bînin.

Rûdaw: Dadgeha Federal çend pabendî da Herêma Kurdistanê, gelo nepêkanîna wan dê pirsgirêkan ji bo mûçeyan çêbike?

Amanc Rehîm: Şertê sereke yê Dadgeha Federal ji bo Herêma Kurdistanê mijara bankîkirina mûçeya mûçexwerên Herêma Kurdistanê ye. Bankîkirin mijareke girîng e. Herêma Kurdistanê nêzî 6 mehan e dest bi pêvajoya bankîkirinê bi rêya çend bankan kiriye,lê ev bank qet ne bankên hikûmî ne lê bankên bazirganî yên nehikûmî ne û di bin serpereştî û moleta Banka Navendî ya Îraqê de ne.

Li civîna me ya dawî jî birêz parêzgarê banka navendî beşdar bû û yek ji teweran axaftina li ser bankîkirinê bû. Dadgeha Bilind a Federal jî paş derçûna biryarê, daxuyaniyeke fermî da û got li gor ku bankîkirin demê dixwaze rê da Wezareta Darayiyê li gorî lîsteyê mûçeyan bide da ku her du hikûmet pêk ve li ser mekanîzmayeke hevbeş ji bo bankîkirinê li hev bikin.

Hem ji bo hikûmeta Îraqê û hem jî ji bo dadgeha federal, armanc ne mekanîzm û hûrgilî lê bankîkirin e. Birêz Hadî Amirî di van rojan de li dîdara Rafîdeynê pir bi zelalî got li nik hikûmetê û dadgehê jî armanc ew e ku bankîkirin bê kirin, ango mûçe bigihe destê mûçegirên hêja, loma vêga bi rengekî ji rengan hevahengiyek li navbera her du hikûmetan çêbûye û banka navendî hatiye erkdarkirin ku vê hemahengiyê çêbike.

Berî du hefteyan, banka TBIyê bi awayê fermî daxwaz pêşkêş kir ku di çarçoveya Hejmara Min de, beşdarî proseya bankîkirinê bibe.

Peyva “Hejmara Min” tenê brand e, heke na kar her bank dikin,çimkî Hejmara Min ne bank e, niha çend bank in û heke TBI were nav proseyê em dikarin bibêjin ku deriyek ji bo mûçegirên Herêma Kurdistanê vedibe ku dixwazin mûçeyên xwe ji bankeke Îraqî wergirin, hingê bijareya TBIyê ji bo wan berdest e.

Rûdaw: Pirsgirêka Îraqê bi projeya Hesabê Min re heye?

Amanc Rehîm: Bankîkirin, bank wê dike û banka navendî jî dêya bankan e. Projeya Hejmara Min, li jêr sîwana banka navendî hatiye kirin. Bankên ku beşdarî projeyê ne li jêr çavdêrî û rênimayiyên banka navendî ne.

Loma ev bi serê xwe xaleke xurt e lê di biryara dadgeha federal de bi awayê fermî behsa bankên fermî dike, bankên fermî jî bankên Reşîd û Rafîdeyn û TBIyê li xwe digire. Loma vêga hewlek heye ku babeta bankîkirinê careke din nebe asteng û dilxweşiya mûçegirên Herêma Kurdistanê ji ber mijareke teknîkî têk neçe.

Loma lihevkirinek derketiye holê û komîteyeke me heye li ofîsa birêz serokê encûmena wezîran ji bo vê dosyeyê û wer biryar e li jêr ronahiya banka federal mekanîzmayekê bibîne ji bo cîbicîkirina biryara dadgeha federal.

Rûdaw: Ev li ser mûçeyan ye lê mafê darayî yê Herêma Kurdistanê ne tenê mûçe ye, gelo Bexda dê bûdceya Herêma Kurdistanê bişîne?

Amanc Rehîm: Li gorî qanûna budceyê 16 trîlyon û 700 milyar dînarên Herêma Kurdistanê hene. Jê 10 trîlyon û 800 milyar dînarên budceyê ne û 2 trîlyon budceya bikarxistinê ye û 2 trîlyon ên projeyên veberhênanê ne.

Heke ev lihevkirina niha berdewam bike, bê guman, ger daxwazên hikûmeta navendî li ber ronahiya biryarên dadgeha federal bên bicihanîn, bê şik Herêma Kurdistanê şayisteya xwe ya budceya bikarxistinê jî dibe û şayisteya budceya projeyan jî dibe ku her du 4 trîlyon dînar in bo her salê.

Hevdem xaleke din jî ku wekî parêzer e bo mûçeyê mûçexwirên Herêma Kurdistanê ew e ku her jêbirînek hebe ji para Herêma Kurdistanê divê ji budceya bikarxistin û projeyan be, ev jî yek e ji wan garantiyên ku destkarî bira hatî danîn a bankî ya mûçeyê neyê kirin.

Xaleke din a girîng jî têkildarî malnişînbûnê ye. Li Herêma Kurdistanê malnişînî heye bira wê 15 hezar dînar e lê li Îraqê malnişînî bêtirî 500 hezar dînarî ye.

Ji bo vê xalê jî em dikarin biryara Dadgeha Federal bikin argumanek ji bo hevtayîkirina mûçe û pileyan ku ev jî xaleke erênî ye.

Rûdaw: Li ser yasaya birêvebirina darayî ku kîjan dahat navxweyî ye û kîjan dahat federal e, li gel dahata xalên sînorî û dahata petrolê, li ser neftê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de nakokî hene?

Amanc Rehîm: Eger em bixwazin ku rewşa niha berdewam bike, divê Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih bîne da ku em niyeta xwe ya baş pêşkêşî hikûmeta navendî bikin. Me pêşniyarek amade kiriye û em bi niyaz in ku pêşkêşî hikûmeta navendî bikin ku di vê xalê de hemî parêzgehên Îraqê li gel me ne û em daxwaz dikin ku beşek ji dahata neftê bi mebesta xizmetguzariyê vegere parêzgehan.

Di yasaya budceyê de jî rê hatiye dayîn ku ji sedî 50ê dahata deriyên sînorî li parêzgehan vegere, loma ev xal daxwaza hemî parêzgehên Îraqê ye ku beşek ji dahatê vegere û qanûnî ye jî.

Rûdaw: Di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de cudahî li ser bacê heye, gelo dê bac li Herêma Kurdistanê were kêmkirin?

Amanc Rehîm: Derbarê bacê de têgihiştineke çewt heye. Bac di desthilata Encûmena Wezîran de nîne ku biguhere. Madeyeke destûrî heye ku dibêje, guhertina bacê yan jî danîna bacên nû hemû di desthilata parlamentoyê de ne û divê bi yasayî bên rêkxistin, ango mafê Encûmena Wezîran û desthilata bicihanînê nîne ku zagonên bacê biguherin.

Yasaya bacê ku li Îraq û Herêma Kurdistanê heye, yek e. Li Parlamentoya Kurdistanê ti qanûneke nû derneketiye, li Herêma Kurdistanê hinek guhertin hatine kirin lê prensîp yek e.

Rûdaw: Di risûmatan de cudahî di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de heye, dê biguhere, gelo li Herêma Kurdistanê dê risûmat bên kêmkirin?

Amanc Rehîm: Belê, risûmat cuda ne. Eger em bixwazin bibin temamkerên sîstema darayî ya Îraqa federal, divê mijara risûmat û bacan bi yek pergalê li seranserê Îraqê were birêxistinkirin.

Beşek ji pêşniyara ku me amade kiriye ew e ka em çawa dikarin bac û risûmatên li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê bikin yek çarçove û heman mîqdar û heman rêje bin.

Rûdaw: Ev 8 sal in ku pilebilindkirina karmendan li Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Ger dîsa dest pê bike, lêçûn dê zêde bibe, ma ev ji bo mûçeyan pirsgirêkan dernaxe?

Amanc Rehîm: Pilebilindkirin mafekî yasayî yê mûçexwiran e. Mixabin çend sal in em jê mehrûm in. Vêga rêkaran dest pê kiriye û hin rênimayî û giştandin derketine holê. Encûmena Wezîran, Wezareta Darayiyê erkdar kiriye ku amadesaziyê bike û nexşeyekê amade bike ku her mûçexwirek li egera destpêkirina pilebilindkirinê hêjayî çi pileyekê dibe lê mijar ji wezaretekê bo wezareteke din cihê ye û ji karmendekî heta karmendekî din cihê ye. Loma ji pêvajoyê re dem divê.

Rûdaw: Dadgeha Federal û Hikûmeta Îraqê çend daxuyanî li ser naveroka biryarên Dadgeha Federal da, em li benda tu daxuyaniyeke din a Dadgeha Federal in?

Amanc Rehîm: Dadgeha Federal di destpêka meha adarê de daxuyand ku mijara bankîkirina mûçeyan demeke dirêj dixwaze, Wezareta Darayiyê ya Îraqê pabend kir heya bankîkirin biqede, mûçeyan bi lîstê xerc bike. Ev jî dikare wekî celebekî garantiyê were dîtin.

Rûdaw: Çarenivîsa sê mûçeyên dawî yên sala 2023yan dê çawa be?

Amanc Rehîm: Ofîsa Serokwezîrê Îraqê li ser van mûçeyan daxuyaniyek belav kir û tê de got, em pabendî yasaya bûdceyê û biryara Dadgeha Federal in, ku derfetê dide me ku em li ser van mûçeyan kar bikin.

Rûdaw: Pirsek li vir derdikeve pêş. Hikûmet carinan hewcedar e ku hejmara karmendên xwe zêde bike yan damezrandinê bike, gelo ev rewşa niha hikûmeta Herêma Kurdistanê destgirêdayî Bexdayê nake?

Amanc Rehîm: Pirseke li cih e. Heke em li biryara Dadgeha Federal meyzînin, Wezareta Darayiyê ya Îraqê ji dabînkirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê berpirs e. Xişteyek heye jê re tê gotin xişteya hêza kar li Îraqê.

Çendik û çend sal in hejmara mûçegirên Herêma Kurdistanê di wê xişteyê de 681 hezar û 22 kes in, negıheriye çimkî heya heyva 1ê ya sala 2014an jî trîlyonek û 250 milyar dînar ji Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê dihatin çimkî hingê xerciyên rastîn nebûn, vê yekê wer kiribû ku li nik Herêma Kurdistanê ne girîng be ku hejmara mûçexwerên wê di xişteya hêza kar a Îraqê de çend in.

Niha ji bo ku desthilata cîbicîkirinê mûçegirekî deyne pêdiviya wê bi du babetan heye. Xala yekê jê re tê gotin pileya wezîfî. Ev bi qanûnê tê destnîşankirin. Bo mînak, dibêje Wezareta Tenduristiyê-Birêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ji bo sala 2025an hewcedarî 100 karmendên nû ye. Divê ev 100 karmend di xişteya hêza kar de cih bigirin û xişte were nûkirin. Li beramberî vê yekê jî divê pere ji wan re bên terxandin.

Terxandina darayî jî bi yasaya budceyê tê kirin. Ango ger ev pêwendî û lihevkirina niha li gel Hikûmeta Federal bidome, mimkin e ku di qanûna hemwar a yasaya bûdceyê de xişte jî werin guhartin çimkî wekî nimûne heke em pilebilindkirinê bikin, hingê 949 milyar dînar têra me nakin. Heke em mûçeyên mûçexwir û kesûkarên şehîdan bi Bexdayê re hevta bikin, 949 milyar dînar têra me nakin. Heke em pabendiyên xwe çawa ku di biryara dadgeha federal de hatine û berî her tiştî jî em babeta bankîkirinê çare bikin, bi baweriya min, çareserkirina mijarên din dê hêsan bibe.

Çi serokê hikûmetê û cîgirê wî û çi jî em wekî şanda danûstandinkar û kabîneyê, em di wê baweriyê de ne ku nabe em bafikê bidin destê Îraqê ku careke din derengketina mûçeyan ducar nebe û em pabendiyên xwe bi cih bînin.

Rûdaw: Çarenivîsa yekemên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê ji bo damezrandinê dê çawa be?

Amanc Rehîm: Ez şanaz im ku ez her dem ji bo vê pirsê li ser xetê bûm û yên ku berê jî hatine damezrandin, rola min tê de hebû çimkî ez bi xwe yekemê koleja xwe bûm. Loma ez wan piştrast dikim ku li gel başbûna rewşa darayî, karê wan ê herî li pêş e.

Xaleke xurt ew e ku li Bexdayê ev mijar bi yasayê hatiye rêkxistin, yasayeke taybet ji bo damezrandina derçûyên yekem ên kolejan li zanîngehên fermî heye. Wê demê divê ev yasaya Hikûmeta Federal li Herêma Kurdistanê jî were bikaranîn, ji ber wê jî piştî cejnê ligel mijara pilebilindkirin û wekhevkirina mûçeyan em dê vê mijarê jî bînin rojevê û bila hêviya wan hebe.

Rûdaw: Çarenivîsa karmendên bi peyman dê çawa be, ew dê bibin dayîmî?

Amanc Rehîm: Li gel birêz serokê dîwana encûmena wezîran û serokê fermangeha hevahengiyê hefteya borî em 45 xulekan li gel nûnerên karmendên bi peyman civiyan û me rizamendiya cenabê serokê encûmena wezîran û cîgirê wî wergirt ku em careke din piştî bêhnvedanên cejnê mijara damezrandina mûçexwirên bi peyman bibin encûmena wezîran.

Ji bo van jî xala xurt ew e ku Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê nivîsarek raberî me kir ku mûçeya ku vêga bi mûçegirên bi peyman tê dayîn dê ne pir cuda be heke bibin karmendên daîmî. Ya ku dilê meriv xweş dike jî ew e ku me lîsta mûçexwerên bi peyman şand Bexdayê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê di çarçoveya lîstên mûçegirên Herêma Kurdistanê de pejirandiye û Wezareta Darayiyê jî pere ji wan re veqetandiye ku nêzîkî 28 hezar kesan in.

Rûdaw: Çarenivîsa mamosteyan dê çawa bibe?

Amanc Rehîm: Eger em di warê cêgîrkirina karmendên bipeyman de gavekê ber bi pêş ve biavêjin, wê demê divê em paşê kar li ser mamostayan bikin di qonaxa yekem de herî kêm bibin girêbest, ku yek ji daxwazên mamostayan niha çareserkirina rewşa wan e.

Rûdaw: Li ser mijara petrolê yek xal cihê nakokiyê bû: Heqdestê şirketan, li ser vê mijarê rêkeftinek çêbûye?

Amanc Rehîm: Berî her tiştî Herêma Kurdistanê ne xwediya şirketa niştimanî ya petrolê ye ku kompanyayên xwe neçar bike bi pereyên ku ji hêla Wezareta Petrola Îraqê ve hatine destnîşankirin razî bibin.

Lewra bi qasî ku ev pirsgirêk di navbera kompanyayên petrolê û Wezareta Petrolê ya Îraqê de li ser lêçûna berhemanîn û veguhestina petrolê ye, ew qasî ne di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye.

Di pêngava dawî de jî me nûnerên hemû kompanyayan bi xwe re birin Bexdayê û em bi serpereştiya Komîteya Darayiyê ya Parlamentoyê bi Wezareta Petrolê re civiyan û her belgeyên ku wan xwest me pêşkêş kirin.

Loma niha kêşe di navbera kompanyayan û Wezareta Petrola Îraqê de ye lê mixabin rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê mehane zêdetirî 500 milyon dolar ziyan gihand xezîneya Îraqê.

Rûdaw: Wekî tîmên YNK û PDKyê, niha hevahengiya we di nava Encûmena Wezîran de çawa ye?

Amanc Rehîm: Wekî şanda danûstandinan ez şahidiyê didim ku kes hîs nake ka kî YNK ye û kî PDK ye.

Me hemûyan pêk ve bi yekdengî û yekdestî kar kir û çi ji destê me hat me kir. Rast e rola me hebû lê asayîbûna têkiliyên Hewlêr û Bexdayê xasma di warê mûçeyan de karê hemû dilsozên din e jî nexasim birêz serokwezîrê Îraqê.

Min li gel hemî serokwezîrên berê yên Îraqê kar kiriye. Demek e di nav danûstandinan de me lê ya ku ez hîs dikim ji birêz Sûdanî bi niyeteke zafî cidî dixwaze van pirsgirêkan di serdema kabîneya xwe de çareser bike.

Di heman demê de birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her tim rênîşanderiya me kiriye ku em tu bafikekê nehêlin di çarçoveya destûrê de û piştî cejnê em dê dest bi gotûbêj û danûstandinên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst