Joey Hood bo Rûdawê: Azadiya raderbirînê ji bo demokrasiyê gelekî pêwîst e

14-04-2022
Şaho Emîn
Şaho Emîn
A+ A-

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood di çarçoveya hevdîtinên bi rayedarên Kurdistanê re li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ye û li ser bûyerên vê dawiyê û mijara azadiya raderbirînê, mafên mirovan û serweriya qanûnê civîn pêk anîn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, "Em kêfxweş in bi rûniştin û diyaloga her du aliyan û em hevdîtina teşwîq dikin, ji ber ku em bawer dikin ku ew dikarin bigihîjin çareseriyekê û divê bi vî awayî be. Çareseriyeke ku ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê ya Iraqê an jî deverên din ên Iraqê, ji bo bazara enerjiyê ya cîhanê jî."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood di hevpeyvîneke taybet a bi Bêjerê Rûdawê Şaho Emîn re d, got, "Em di wê baweriyê de ne ku azadiya raderbirînê ji bo demokrasiyê gelekî pêwîst e. Bi ya min pir zelal e ku li ti welatekî ku azadiya raderbirînê lê hebûye alzoî pêk nehatiye, çima? Ji ber ku medya alî me dike ku em fêm bikin ka pirsgirêk di ku de ne, xizmetên hikûmetê kengî bi rêk û pêk naxebitin."

Rûdaw: Ez dixwazim li ser serdana we ya bo Kurdistanê dest bi guftûgoya xwe ya kurt bi we re bikim. Armanca serdana we bo Kurdistanê û civînên we ji bo çi ne?

Joey Hood: Spas ji bo ku we mazûbaniya min kir. Ez dixwazim silavê li temaşevanên we bikim û hêvîdar im Remezana we baş be. Ji bo me demeke girîng e ku em li vir bin, ne tenê ji ber hewaya xweş û dema bêhnvedanê ye, ev yekem serdana min a Dihokê ye, em ji bo pîrozbahiyekê li vir in, ji ber bernameyeke ku serokatiya Amerîkayê bi kêfxweşî piştgirî dayê. Ev danûstandina di navbera gelê me de cureya pêwendiyê ye ku em dixwazin li vir pêş bixin, ji ber ku fikrên nû, karên nû tên afirandin û derfetên nû ji bo kar peyda dibin û aborî geş dibe. Bi vî rengî jiyan ji bo her kesî baştir dibe.

Rûdaw: Min bihîst ku hûn beşdarî bername yan jî çalakiyeke ku ji aliyê derçûyên bernameya Exchange a Amerîkayê ve hatiye organîzekirin bûne. Tu dikarî zêdetir li ser bernameya biaxivî ku Amerîkayê piştgiriya wê ya aborî dike?

Joey Hood: Bernameya guherandina serkirdayetiya ciwanan ya Iraqê yek ji bernameyên me yên herî kevn e li vir di çarçoveya dîplomasîya çandî de. Em ciwanên Iraqî bo çar hefteyan dibine Amerîkayê da ku ew welatê me bibînin û kesên cuda bibînin. Ew tenê agahdariyên di bareya civaka Amerîkayê de wernagirin û di bareya mijarên wek serokatiyê, aboriyê û hinek mijarên din de jî pêzanînan bi dest dixin. Em hêviya wî tiştî li wan dikin ku dema ew vedigerin Iraqê sûdê jê werbigirin û tiştên nû jî biafirînin. Îro em kêfxweş bûn ku beşdarî bernameyeke ku ji aliyê du beşdarên berê ve hatibûn amadekirin bûn û me bawername dane beşdaran.

Rûdaw: Encama wê çawa bû?

Joey Hood: Pir balkêş bû. Ew bi başî dipeyivîn û bîr û nerînên xwe didan nîşandan. Min di rûyê wan de enerjî û coş dît û ev jî ew e ku em dixwazin di peywendiyên xwe yên bi Iraqê re bibînin. Bi taybetî li Herêma Kurdistana Iraqê, ji ber ku wek min got, em dê ji wir bîr û enerjiyê werbigirin da ku peywendiyên me bi pêş bikevin, aboriya welatên me geş bibin û aramî û aştiyeke bêhtir pêk were.

Rûdaw: Birêz Hood, azadiya raderbirînê mafekî bingehîn ê mirovan e, helwesta Amerîkayê ya li ser azadiya raderbirînê û çapemeniya Kurdistanê çi ye?

Joey Hood: Em di wê baweriyê de ne ku azadiya raderbirînê bê guman ji bo demokrasiyê gelekî pêwîst e. Bi ya min pir zelal e ku li ti welatekî ku azadiya raderbirînê lê hebûye alzoî pêk nehatiye, çima? Ji ber ku medya alî me dike ku em fêm bikin ka pirsgirêk di ku de ne, xizmetên hikûmetê kengî bi rêk û pêk naxebitin, mirov kengî tên îzolekirin, azadiya raderbirînê alîkariya me dike ku em van pirsgirêkan çareser bikin, ji ber vê yekê em her tim behsa girîngiya azadiya raderbirînê dikin û durist dikin, bi perwerdekirina rojnamevanan, guhertina agahiyan û xwestina çareseriya pirsgirêkan dema ku haya me ji wan çê dibe.

Rûdaw: Gelek baş e, xaleke din kêşeya di navbera Bexda û Hewlêrê de ye, hûn çawa nakokiyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûdceyê dibînin, biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê çawa dinirxînin?

Joey Hood: Em kêfxweş in bi rûniştin û diyaloga her du aliyan û em hevdîtina teşwîq dikin, ji ber ku em bawer dikin ku ew dikarin bigihîjin çareseriyekê û divê bi vî awayî be. Çareseriyeke ku ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê ya Iraqê an jî deverên din ên Iraqê, ji bo bazara enerjiyê ya cîhanê jî, ji ber ku hûn dizanin bazara enerjiyê ya cîhanê ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê rastî pirsgirêkan hatiye, ji ber vê yekê kêşeya ewlehiya xwarinê heye. Ji ber vê divê em dilniyayiyê bidin ku bazar bi qasî ku bikarin enerjîyê bistînin, lewma jî sedemeke din a ku girîng e her du alî bigihîjin lihevkirinekê ku her du alî qebûl bikin."

Rûdaw: Xaleke din derbarê hilbijartinên dawî yên li Iraqê ye, heta niha jî hikûmeta nû pêk nehatiye. Hûn di vê mijarê da çi dikin? Hin caran hin aliyên siyasî diyar dikin ku Amerîka di vê mijarê de bêdeng e, çima?

Joey Hood: Amerîka û hevkarên me ji bo amadekariyên hilbijartinê bêdeng nebûn û me 10 milyon dolar ji bo piştevanîkirina mîsyona Neteweyên Yekbûyî û 5 milyon dolarên din ji tîma çavdêriya prosesê re terxan kir. Vê yekê welatên din teşwîq kir ku hewldanên bi vî rengî bikin, ji ber vê çendê encam ew bû ku heta niha hilbijartina ji aliyê teknîkî ve ya herî baş bû li Iraqê, lewma divê em şaş nemînin bi encamê ku li gor hilbijartinên berê gelekî cuda bû. Niha dema pêkanîna hikûmetekê ye ku îradeya dengdêrên Iraqê nîşan bide. Diyar e ku ev yek hîn bi ser neketiye û Amerîka zextê li hemû aliyan dike ku bi lez li hev bikin û hikûmetekê ava bikin da ku karibin dest bi pêşkêşkirina xizmeteke baştir ji bo gelê bikin, ji ber ku rayedarên hikûmetê ji bo vê yekê têne hilbijartin.

Rûdaw: Birêz Hood, ji ber bername û mijûliya we, ez ê zêdetir pirsan ji we nekim. Gelek spas.

Joey Hood: Spas ji bo mazûbaniya we. Ez kêfxweş bûm.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst