Rûsya: Em operasyona Tirkiyeyê qebûl nakin

Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê Aleksander Lavrentyev ragihand, Rûsya qebûl nake ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û dê encamên tevgereke wiha negatîv bin.

Aleksander Lavrentyev li ser îhtîmala êrişeke Tirkiyeyê got:

“Em vê yekê qebûl nakin. Me çendîn caran ragihandiye ku operasyonên leşkerî û ragihandina heremên tampon, pirsgirêkan çareser nakin, beklî rewşê hîn zêde aloztir dikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan demên dawiyê gefan dixwe ku dê êrişî Rojavayê Kurtistanê bikin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê gefên Erdogan wiha nirxandin:

“Bi raya min, daxuyaniya cenab Erdogan tenê tê wateya amadehiya operasyoneke wiha lê ne ku ew hema di demeke nêz de dest pê bikin.”

Aleksander Lavrentyev diyar kir ku dê êrişeke gengaz a Tirkiyeyê bi xwe re encamên neyînî bîne û anî zimên:

“Em hêvî dikin ku aliyê Tirkiyeyê xwe ji avêtina pêngavên wiha dûr bigire. Lewre, gavên wiha bi rastî jî dikarin encamên negatîv rasterast li ser rewşa Sûriyeyê bi xwe derxin. Gavên wiha dikarin, ne ku dikarin, ew dê bandoreke rûxîner bi xwe re bînin.”

Lavrentyev diyar kir ku divê Şam û Rêveberiya Xweser li hev werin û got:

“Bi nêrîna me, pêwîst e lihevhatineke navbeyna Şam û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebe.”

Aleksander Lavrentyev li ser diyaloga hikûmeta Esed û Rêveberiya Xweser jî da zanîn:

“Mixabin, wekî em dibînin li wê derê bandaroke mezin a Amerîkayê heye û ew ji bo bipêşveçûna diyalogeke wiha astengiyan derdixin.

Em zanin ku hevdîtinên perîyodîk di navbeyna Şam û Rojavayê de tên kirin lê mixabin heta niha bê encam in.”

Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev, li Astanayê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî bersivandin:

Rûdaw: Serokê Tirkiyeyê Erdogan beriya destpêkirina hevdîtinên we yên li Astanayê bi rojekê ragihand ku ew dê ji bo sazkirina herêmeke tampon a bi kûrahiya 30-40 kîlometreyî li seranserê sînorên Tirkiye û Sûriyeyê van rojan dest bi operasyona leşkerî bikin. Hûn wekî aliyê Rûsyayê, vê hewldana Tirkiyeyê çawa dibînin û gelo li vir, we li gel şandeya Tirkiyeyê ev mijar gotûbej kir?

Aleksandr Lavrentyev: Ez eşkere dikim ku pêgeha me, pêgeha Federasyona Rûsyayê ya li ser operasyona leşkerî ya gengaz ya Tirkiyeyê ya li erdê Sûriyeyê ew e ku em vê yekê qebûl nakin. Me çendîn caran ragihandiye ku operasyonên leşkerî û ragihandina heremên tampon, pirsgirêkan çareser nakin, beklî  rewşê hîn zêde aloztir dikin.

Bi raya min, daxuyaniya cenab Erdogan tenê tê wateya amadehiya operasyoneke wiha lê ne ku ew hema di demeke nêz de dest pê bikin.

Ew, behsa gengaziya operasyoneke wiha ya di paşerojê de dike lê em hêvî dikin ku aliyê Tirkiyeyê xwe ji avêtina pêngavên wiha dûr bigire. Lewre, gavên wiha bi rastî jî dikarin encamên negatîv rasterast li ser rewşa Sûriyeyê bi xwe derxin.

Gavên wiha dikarin, ne ku dikarin, ew dê bandoreke rûxîner bi xwe re bînin. Bi taybetî di mercên qeyranên neçareserkirî yên li ser sînorên Îsraîl û Libnanê û her wiha li Xezeyê. Mirov dikare tesewir bike, ka encamên çawa dikarin hebin.

Aliyên sêyemîn, rêxistin din ên çekdar ên li Sûriyeyê, yên li Îdlîbê jî dikarin sûdê ji vê êrişê wergirin û têkevin tevgerê. Mînak, yên mîna Tehrîr el-Şamê.

Loma jî bi nêrîna me, pêwîst e lihevhatineke navbeyna Şam û Rêveberiya, wek dibêjin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebe.

Rûdaw: Gelo danûsitandinên we li gel Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hene? Hem ji bo diyalogê bi Şamê re hem jî li ser alozbûna rewşa li herêmê? Gelo hûn hesabê faktora Rêveberiya Xweser dikin?

Aleksandr Lavrentyev: Mixabin, wekî em dibînin li wê derê bandaroke mezin a Amerîkayê heye û ew ji bo bipêşveçûna diyalogeke wiha astengiyan derdixin.

Em zanin ku hevdîtinên perîyodîk di navbeyna Şam û wekî dibêjin, Rojavayê de tên kirin lê mixabin heta niha bê encam in. Her wiha, ji daxuyaniya dawî ya Fermandeyê HSDyê birêz Mezlûm Ebdî, careke din eşkere bû ku aliyê Kurd mixabin Şam tawanbar kiriye ku Şam naxwaze rewşa real îtiraf bike û xwe ji diyalogeke avaker dûr digire. 

Em di hemû hevdîtinên xwe de û Formata Astanayê jî dibêjin ku em bi tundî dijî hemû planên cudaxwaziyê ne û em dibêjin, divê dest bi diyaloga bi desthilata real re bikin û xwe bigihînin encameke kompromîs.

Tenê bi rêyeke wiha, çareseriya arîşeyan dikare peyda bibe. Em hêvî dikin ku Rêveberiya Kurdan dê rêya aqilê selîm hilbijêre û hesabê xwe ne li ser dijberî û cudabûna ji Şamê bikin lê beravajî, destê xwe dirêjî Şamê bikin û bi hev re arîşeyên heyî çareser bikin.

Serokê Sûriyeyê çendîn caran gotiye, “Kurd jî zarokên me ne û ew jî ji malbata me ya Sûrî ne. Ew nikarin ji me cuda bin û hebûna xwe cuda bidomînin, em dikarin her cure alîkariyê bidin wan.”

Loma jî hêviya me ew e ku diyaloga Kurdî û Sûrî dê bigihêje encameke erênî.