Farhan Haq hişyarî da: Rewş li gorî berê xirabtir û cidî ye!

Duh li 01:36
Sinan Tunçdemir
Farhan Haq û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Farhan Haq û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Farhan Haq Neteweyên Yekbûyî (NY) Xeze Hişyarî Şer Rojhilata Navîn
A+ A-

Ji 300 rojî zêdetir e şerê li Xezeyê dest pê kiriye û belav dibe, ev şer bi taybetî jî li Îran û Libnanê belav dibe.

Pevçûnên dawî jî pirsekê derdixin holê. Gelo em li Rojhilata Navîn ber bi şerekî berfirehtir ve diçin?

Em li ser vê mesleyê bi Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq re axivîn.

Farhan Haq hişyariyê dide civakên navneteweyî da ku pêşiya şerekî berfirehtir ê li Rojhilata Navîn were girtin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên Nûçegahinê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin:

“Sekreterê Giştî hewl dide ku li Xezeyê agirbestek çêbibe”

Rûdaw: Farhan zor spas ji bo derfetê. Pirsa min a yekem ev e: Li Rojhilat a Navîn pevçûn zêde dibin û çend roj berê jî Serokê Hemasê li Îranê hat kuştin. Gelo Sekreterê Giştî vê kuştinê şermezar dike?

Farhan Haq: Sekreterê Giştî ji ber van hemû êrişên dawiyê gelekî dilgiran e ku li Tehran, Beyrût û ewilî li Golanê pêk hatin.

Ev êriş tansiyona rewşa li wir kûrtir û zêdetir dikin. Sekreterê Giştî hewl dide ku li Xezeyê agirbestek çêbibe, mirovên desteserkirî werin berdan û pêşiya rêya alîkarîyên mirovatîyê were vekirin.

Ew wisa difikire ku ev daxwaz dikarin rewşa herêmê aramtir bikin lê li cihê van, em tevgerên dijî van daxwazan dibînin û rewşê zêdetir xirabtir dikin.

Sekreterê Giştî jî dixwaze ku bila pevçûn bisekinin lê ne tenê sekinandinê daxwaz dike ji ber ku rewş li gorî berê xirabtir e û cidî ye. Ango hi bo rewşa li herêmê aramtir bibe karekî cidî dixwaze.

“Dê bibe sedema malmîratî û wêranbûneke mezin”

Rûdaw: Daxuyanîya Sekreterê Giştî ya dawî bihêztir bû û bang li civakên navneteweyî dikir û digot, “Ger gavên dîplomatîk neyên avêtin em dê li Rojhilata Navîn bibînin şerekî berfirehtir.” Gelo Sekreterê Giştî bi vê bangê çi peyam da?

Farhan Haq: Belê, ger em gavekê neavêjin em dê ber bi senaryoyeke xirabtir biçin ne ya herî baş. Êrişên rojên dawî, em ber bi alîyekî zêdetir negatîv ve dehf dan.

Bi rastî pêvîst e ku li herêmê rewş were aramkirin. Ne tenê ji alîyê serokên herêmê ve, her wiha serokên der û dora herêmê û dewletên ku têkiliyên wan bi wan dewletan re hene û wekî hevalbendên hev in û dewletên wekî di qada navneteweyî de xwedî têkiliyên firehtir û baştir in divê bi hev re kar bikin.

Ger vê nekin dê bibe sedema malmîratî û wêranbûneke mezin li Rojhilata Navîn û em nikarin niha xeyal jî bikin ka wê encam çi qasî xirab bibe.

“Bi hemû alîyan pêwendiya me heye”

Rûdaw: Gelo Sekreterê Giştî piştî van êrişên dawî bi desthilatdarên Îsraîl û Îranê re pêwendî danî?

Farhan Haq: Belê Sekreterê Giştî Antonio Guterres roja pêncşemê bi Vezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî re bi rêya telefonê xeber da û jê re behsa dilgiranî û metirsîyên xwe kir.

Bi hemû alîyan pêwendiya me heye, di nav de Îsraîl jî heye.

Her wiha Kordînatorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Birêz Tor Wennesland jî li herêmê di navbera Îsraîl û Filîstinê de kar dike û têkilîyên xwe zindî digire û hewl dide ku rewş aramtir bibe.

“Êriş rewşê dişidînin”

Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e: Îran dibêje ku dê tola xwe hilînin li hemberî Îsraîlê. Gelo hûn dikarin ji bo vê gefê çi bibêjin?

Farhan Haq: Em careke din dibêjin, me gelek êrişên li hemberî hev dîtin ango yek êrişek dike û yê din jî bersivekê dide. Ev jî rewşê dişîdîne.

Em hez dikin gavên ku ji alîyê her kesî ve tên avêtin û her kesî nêzikî hev dikin bibînin û gavên ku rewşê aramtir dikin. Wekî din jî em nizanin dê encameke çawa bide.

Rûdaw: Zor spas Farhan ji bo wextê te.

Farhan Haq: Spas Sînan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst