Parêzgarê Kerkûkê: Erdogan got xweserî!
Kerkûk (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê liser pêşniyaza xwe ya xweseriyê dibêje ew hêvî dike vê fikra xwe bifiroşe xelkê Kerkûkê û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê.
Kerîm got dema ew û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbûne Tirkiyê, Serokomarê wî welatî Tayyip Erdogan jî pêşniyaza xweseriya Kerkûkê kiriye.
Ji bilî mijara xweseriya Kerkûkê, Kerîm herwiha bal dikişîne ser kêmasiyên aborî yên bajêr û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di parastin û rêvebirina wî bajarê Kurdistanî de.
Parêzgar Necmeddîn Kerîm bersiva pirsên Rûdawê da.
Niha rewşa aborî ya Kerkûkê çawa ye?
Beriya rewşa aborî pêwîst e em behsa rewşa emnî bikin. Ji hêla ewlehî ve nava bajarê Kerkûk ji aliyê polîs û Asayîşê ve paş hatiye parastin. Pêşmerge jî derdora wî parastiye. Hemahengiyeke baş di navbera rêvebiriya Kerkûkê û hêzên Pêşmerge de heye.
Pêşmerge Kerkûk parastiye yan Heşdî Şebî?
Pêşmerge parastiye. Heşdî Şebî ya li Kerkûkê niştecihên devera Taze û Beşîr, ew birayê Şîe ne ku Daquq û navçeyên xwe yên din diparêzin.
Dibêjin rewşa aborî ya bajarê Kerkûkê gelekî xirab e?
Ji sala 2014an ve rewşa me ya aborî ber bi xirabî ve çûye. Çimkî sala 2014an li Iraqê deng bi budçeyê nehate dayîn. Dûvre DAIŞ hat. Ji destpêka îsal ve, heta îro yek dînar pere ji Bexdayê ji me re nehatiye. Ji biî wê ku du caran 200 milyon dînar ji bo paqijkirina bajêr hat.
Herêma Kurdistanê hîç arîkarî dide we?
Belê. Pêşmergeyên li Kerkûkê ne mûçeya xwe ji Herêma Kurdistanê werdigirin. Piraniya mûçexwarên Kurd ên Kerkûkê mûçeya xwe ji Herêma Kurdistanê distînin. Ji 8 hezarî bêhtir karmendên perwerdeya Kurdî mûçeya xwe ji Herêma Kurdistanê werdigirin. Asayîşa Kerkûkê mûçeya xwe ji Herêma Kurdistanê distîne. Mûçeya malbatên şehîdan û Pêşmergeyên berê ji Herêma Kurdistanê tê.
Li hemberî vê yekê, Herêma Kurdistanê çi sûd ji Kerkûkê wergirtiye?
Herêma Kurdistanê ji meha 7an a 2014an ve, bi rêya Kompanya Kar ji sedî 60ê petrola Kerkûkê kontrol dike. Ev petrol tê bi derve tê firoştin. Herêma Kurdistanê ji vî rûyî ve sûdemend bûye. Me ji wê petrola hatî firotin petrodolar wergirtiye. Lê ji meha 4an ve me tu tişt wernegirtiye.
Bi nêrîna te baştir e petrola Kerkûkê bi borîya Kurdistanê yan bi rêya Bexdayê bê şandin baştir e?
Me ji sala 2014an ve tu pereyê petrodolarê ji Bexdayê wernegirtiye. Me li Herêma Kurdistanê peyman danî. Herêma Kurdistanê ji Temûza 2015an heta Nîsana îsal %100ê petrola Kerkûk difiroşte derve. Me li hev kiriye ku Kerkûk petrodolar wergire. Lê meha Adarê Bexdayê firotin ji sedî 40î rawestand bi hênceta ku li gorî peymana navbera wan, Herêma Kurdistanê divê pereyê wê petrolê bi rêya SOMO bide Bexdayê.
Bexda mafdar e?
Nexêr. Divê Bexdayê wiha nekira. Ev ji sê aliyên ve zirardar e. Yekem, Kerkûk bê petrodolar ma. Duyem, hinek petrol derxistin da ku gaz jî pê re derkeve. Dûvre wê petrol dîsa dixine bîran, ew jî zirarê bi bîrên petrolê digihîne. Sêyem, Bexda dizane îro Herêma Kurdistanê di krîzî aborî re derbas dibe ku ev jî li serê dibe gefek. Ev yek peywendiyan xirabtir dike.
Kerkûk bi rêya kê petrol bişîne qizinc dike, Hewlêr an Bexda?
Kerkûk qizinc dike dema petrola wê bê derxistin, veguhestin û firoştin, ji aliyê her kê ve. Bexda nikare. Bexdayê ji Adara 2014an ve nikariye petrola Kerkûkê derfiroşe. Çimkî terorîstan beriya DAIŞê li Selaheddîn boriya petrolê teqandibû. Piştî DAIŞê tekane rê ji bo veguhestina petrola Kerkûkê Herêma Kurdistan e.
Te digel herdu aliyan tecrube heye. Kîjan şefaftir e, pêvajo li ba kîjan aliyî rêkûpêktir e?
Di çapemeniyê de gelekî behsa petrola Herêma Kurdistanê tê kirin. Bexda, li wir gendelî gelek e. Me dît ka çi liser Unaoil hatin belavkirin, çawa pere hatiye dizîn û çawa îş kirine. Lêbelê em dixwazin pabendî peymana ligel Herêma Kurdistanê bin. Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî em dilniya kirine. Em dizanin krîza darayî heye. Eger mehekê bi paş bikeve, em têdigehin. Lê Iraq du sal û nîv e pereyê me yê petrodolarê naşîne.
Bi niştecihên Kerkûkê baş e peywendiyên digel Herêma Kurdistanê bihêztir bin, yan girêdayî Bexdayî bin?
Ji rûyê revebirî ve, me gelek pirsgirêk ligel Bexdayê hene. Heman demê, li ba hemû pêkhateyên Kerkûkê ew qinyat çêbûye ku pêwîst e peywendiyên baş digel Herêma Kurdistanê hebin. Çimkî niha Pêşmerge Kerkûkê diparêze.
Lê gelo ji Bexdayê bêhêvî bûyî, ku demek e behsa herêmeke xweser dikî ji bo Kerkûkê?
Ez bi xweseriyê bawer im. Parêzgeh xwe bi xwe birêve bibin.
Lê tu bêhtir xweseriyê dixwazî?
NK: Bexda niha jî bi biryarên Encûmena Serkirdatî ya Şoreşê ya serdema Beesî kar dike. Heşt wezaretan li Bexdayê biryar daye desthilata xwe veguhezînine Kerkûkê, lê Encûmena Wezîran bi hênceta li Kerkûkê hilbijartina Encûmena Parêzgehê nehatiye kirin, qebûl nake. Li Kerkûkê tayînkirina kurdan hema bêje nîne. Me li Encûmena Parêzgehê biryarek derkiriye ku ewên di serjimêra 1957an de navê malbata wan nehatiye li Kerkûkê neyên tayînkirin. Em rê li kesên nekerkûkî digirin, lê Bexda yekser dibake rêvebiran û ceza dide wan. Wekî nimûne sala 2013an li Kerkûkê hezar mamoste hatin tayînkirin ku di nav wan de ne kurd ne turkmen hebûn. Ji bo budçe û pere em li benda rehmeta Bexdayê mane. Îsal me dînarek ji Bexda nestandiye. Em nikarin bi vî şêweyî berdewam bin.
Yanî, projeya te berteknîşandan e yan çareseriyek bingehîn e ku bi dîroka hebûna Kurd li Kerkû ve girêdayî ye?
Nexêr, ne bertek e. Ev yek ji serpêhatiyan tê. Kurd çû Bexdayê, beşdarî dariştina Destûrê bû da ku sîstemek federal çêbibe. Lê Besre ku doza federaliyê dike, rê nade Kurd ji xwe re bixwaze. Selaheddîn, Enbar û Mûsilê xwest, rê nedan.
Te hêvî bi çi heye ku pêşniyazeke wiha dikî, gelê Kerkûkê, pêkhateyên Kerkûkê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, yan partiyên siyasî?
Me pişta xwe ve bi gelê Kerkûkê ve girê daye. Çimkî eger gelê Kerkûkê li serê deng nede, kîjan partî yan aliyekî herêmî bixwaze jî nabe. Em behsa rewşa nihayî bikin. 12 sal e xala 140m heye nehatiye cîbicîkirin. Kerkûkiyên vegeriyane, 200 metre zevî li wan nehatiye tapokirin. [Nekerkûkiyên Beesiyan anîbûne] vir bi du qatê yên derkirî pere wergirtine û venegeriyane. Kar li ser wan zeviyan nehatiye kirin ku divabû bi kurd û turkmenan bêne dayîn.
Yanî herêmeke xweser çareserî ye?
Bi nêrîna min dûrxistina Kerkûkê ji Bexdayê wê nêzîkî Herêma Kurdistanê dike.
Çima wê hewla ji bo xweseriya Kerkûkê didî, ji bo vegerandina wê li ser Herêma Kurdistanê nadî? Wa pêkhateyên Kerkûkê bi te re ne, hestiyariya berê ya ereb û turkmenan nemaye?
Li ba min Kerkûk Kurdistan e. Ez dixwazim Kerkûk îro vegere ser Herêma Kurdistanê. Lê dibe?
Te hewl daye bibe?
Ez digel hemû aliyan gelekî axaftime. Min digel birayên me qise kiriye. Ligel Amerîkayê, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye û ligel Îranê jî.
Da ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê?
Eger tu îro bixwazî Kerkûkê vegerînî ser Herêma Kurdistan, tu kes pişta te nagire.
Ma kes heye piştevaniya herêma xweser bike?
Erê, piştevan çêdibin.
Barzanî, polîtburoya partiya te, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl çiqasî piştevanî te ne?
Eger rastiyê têbigehin ku îro bi çi awayî bi navê destûr û yasayê demografiya Kerkûkê diguhere, bibînin çawa Bexda mamele bi Kerkûkê re dike, dê qinyat bînin ku divê Kerkûk ji Bexdayê bê dûrxistin.
Te qinyata wan bi xwe aniye?
Qinyata wan bi min hatiye. Lê nav nabêjim.
Çima hinek berpirsên partiya te li dijî pêşniyaza te ne?
Tu nikarî qinyata her kesî bînî. Ya girîng ew e piraniya gel û aliyên siyasî ligel te bin. Xelk heye, dixwaze bi Bexdayê re bimîne. Xelk heye dixwaze bi yekcarî em bibin herêmeke xweser. Boçûna me ew e em karibin xizmeta gelê Kerkûkê bikin, karibin budçeyê jê re peyda bikin, karibin niştecihên wê tayîn bikin. Bi awayê niha ligel Bexdayê, rê li me girtî ye. Niha li nav pêkhateyên Kerkûkê nêrîneke bihêz heye ku Kerkûk bibe herêmeke xweser. Nêrîna me ew e ji bo sê-çar salan bibe herêmeke xweser, da ku di wan çar salan de nimûneyeke baş bi gelê Kerkûkê bê nîşandan. Heman demê bila Herêma Kurdistanê helwesta xwe aşkere bike. Eger bixwaze Kerkûkê bê nava Herêma Kurdistanê, li Parlementoya Kurdistanê rewşa ereb, turkmen, kildanî û aşûriyan dibe çi? Çawa beşdarî hikûmetê dibin? Bila van mijaran yasayî bike. Piştî wan çar salan, referandumê ji bo xelkê Kerkûkê dikî: Dixwazî herêmeke xweser bimînî yan bibî beşek ji Herêma Kurdistanê? Bi Herêma Kurdistanê re bûn divê rewşeke taybet be.
Kî pişta te digire?
Me nû dest bi projeyê kiriye. Em digel serokatiya herêmê, hikûmet, parlemento û partiyan diaxivin.
Lê te got te ligel Amerîka, Tirkiye û Îranê qise kiriye?
Em li Tirkiyê bûn. Kekê Nêçîrvan Barzanî û kekê Qubad [Talebanî] jî li wir bûn. Ligel birêz Ahmet Davutoglu civîna me hebû, dûvre digel birêz Erdogan. Wan bi zelalî daxwaz kir Kerkûk bibe herêmeke xweser. Ji Amerîka, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê û heta Bexdayê jî tu dengê nerazîbûna li pêşniyaza min nehatiye. Behsa wê hatiye kirin, kes li dijiyê nebûye.
Te çima nexwest Kerkûk liser Herêma Kurdistanê be?
Min xwest lê serkeftî nebûm.
Kî ye xwediyê fikra xweseriya Kerkûkê? Em di dîrokê de li ser kê tapo bikin?
Fikra xweseriya Kerkûkê ji bo sê-çar salan ya min e, û hêvî dikim bifiroşime xelkê Kerkûkê, Encûmena Parêzgehê û partiyên Kurdistanê. Çimkî ew tekane rê ye karibî mafên kerkûkiyan biparêzî û xizmeta wan bikî.
Dê te kiryar hebin?
Belê.
Kekê Mesûd Barzanî dê dengê xwe bide te?
Kekê Mesûd, dema ez pê re diaxivim dibêje desthilata Kerkûkê çawa dibe, kî dibe xwedî desthilat ne girîng e. Ya girîng ew e nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê bê parastin.
Yanî ew yek ne rast e ku Kerkûk ji PDKê re ne girîng e, ji ber ku YNK li wir bihêz e?
Ew gotina kêbirkêyî ya navbera partiyan e. Ne bawer im li nav serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê fikreke wiha hebe.
Derfirotina petrola Kerkûkê, eger tu biryar bidî dixwazî bi boriya Kurdistanê bê şandin and peymaneke nû ligel Bexdayê deynî?
Yekalî nikarî biryar bidî. Em divê hem ligel Bexdayê hem ligel Herêma Kurdistanê hewl bidin nêzî hev bibin. Mixabin, dema wan pirsgirêkek hebe, tên daxwaza arîkariyê ji me dikin em bidin wan. Îca çi Bexda, çi Herêma Kurdistanê, bêhtir Bexda. Lêbelê temaşe dikî, Bexda bi keyfa xwe xelkê dişîne Kerkûkê. Vê maweyê, 500 fermanber tayîn kirin ku tek ji wan ne kerkûkî ye.
Gotegot hene petrola Kerkûkê bi rêya Îranê bê firoştin?
Ka borî? Li kû heye?
Dibêjin ji bo siberojê, îş liserê tê kirin, rast e?
Gotin in. Min liser vê mijarê agahî nîn in. Ji aliyê kirdarî ve, heta xeta boriyê deynî pêwîstî bi du salan heye.
Fikreke wiha heye?
Wisa dizanim hinek behsê dikin. Ez pratîk nabînim.
Ew pêşniyaza hikûmetê ye, yan hinek ji YNKê?
Pêşniyaza hikûmetê jî, ya hinek kesên nav YNKê jî ye.
Eger kete pratîkê û YNKê jî biryareke wisa da, wekî Diktor Necmeddîn Kerîm, bi te baş e?
Yek ji xeletiyên Kurdistanê ew e ku gelek tişt hene partî liserê biryar didin. Çima divê partî liser petrolê biryar bidin? Ev biryar a hikûmetê ye.
Lê eger YNK biryar da, tu wekî siyasetmedarekî pêşniyazeke maqûl dibînî?
Partî (YNK) jî biryar bide nikare cîbicî bike. Sê çar alî dixwazin liser petrola Kerkûkê îş bikin. Va te Yekîtî jî anî nav mijarê. Herçendî bi însaf dibêjim li nav Yekîtiyê qet behsa vê mijarê nehatiye kirin. Ev gotin li nav xelê têne kirin. Li aliyekî Bexda heye, li aliyekî herêm, divê ev kar bi lihevkirinê bê encamdan. Lê ez li vir yek tiştê bibêjim, her biryareke liser derfirotina petrola Kerkûkê bi rêya Îranê bê dayîn, divê tu tiştan li ber çav bêne girtin; yekem ji aliyê emnî vê bê parastin, duyem çiqasî mesref lê tê kirin.
Me bila du borî hebin, an yek?
Asayî ye me du borî hebin. Lê îro me yek heye. Nabe em ji bo derfirotina petrola Kerkûkê li benda çêkirina boriyeke Îranê bin. Ne pratîk e. Ev hemû gotin in. Bertek in, pirsgirêkên siyasî ne.
Te vê dawiyê tu hewl daye da ku petrola Kerkûkê dîsa bi rêya boriya Kurdistanê bê derfirotin?
Taze, şandeyek ji Wezareta Petrolê ya Iraqê li vir bû. Çûbûne Herêma Kurdistanê jî. Gotin hene li hev bikin û dîsa dest bi firoştina neftê bikin.