Serokê Tîma Lêkolîn û Pişkinînê ya Şikefta Şanederê Prof. Dr. Graeme Barke ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku vedîtina qoqê serê jineke Neanderthal a sala 2018an (Shanidar Z) ji bo Kurdistanê pir girîng e.
Belgefîlm Shanidar Z ji aliyê BBCya Brîtanî ve hatiye amadekirin û li ser Netflixê weşiya.
Li gorî gotina Prof. Dr. Graeme Barke wê belgefîkmê "Wiha li Kurdan kir ku giringiya kelepûra xwe ya zengîn binasin.
Kurdan ew wekî dêya xwe hesiband. Tiştekî balkêş e ku tu bibînî çawa (Shanidar Z) û Neanderthal bûne beşek ji nasnameya Kurdan.
Bi baweriya min, ev beşa yekem e çimkî tê wateya ku Kurd kifş dikin ku ne tenê (Shanidar Z) lê Şikefta Şanederê jî çiqasî giring e."
Prof. Dr. Graeme Barker diyar kir, “Divê dosyeyek li ser Şikefta Şanederê ji UNESCOyê re dosyeyek bê amadekirin da ku şikeft bibe cihekî kelepûrî yê cîhanî."
Pispora Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê û Endama Tîma Lêkolîn û Şûnwarnasiyê ya Şikefta Şanederê Dr. Emma Pomeroy di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ku 7ê vê mehê weşiya got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2011an ve pêwendî bi tîma wan re daniye.
Dr. Emma Pomeroyê diyar kir wan sala 2014an li Şikefta Şanederê dest bi kolanê kir û wan karî sala 2016an de bermahiyan bibînin û qoqeserê jinika Neanderthal di 11ê Îlona 2018an derxistin.
Prof. Dr. Graeme Barker di bernameya (Ligel Renc) de eşkere kir:
"Neanderthal û mirovê hişmend ku em jê re dibêjin mirovê hevdem, ango mirovê hişmend ê kevnar, divê rastî hev hatibin û hev dîtibin."
Serokê tîma şûnwarnasiyê ya Şikefta Şanederê agahiyeke din a gelekî girîng ji Rûdawê re eşkere kir û got:
"Yek ji tiştên ku me li vir dît û kêmpeyda ye, ew e ku bi şûştina xweliyê me dît ku giyayên şewitî mane ku wan xwariye.
Di Şikefta Şanaderê de me vedît ku wan agir kontrol kiriye û dexlûdan û giya kom kirine û kirine cureyekî hevîr û kevir di agir de germ kirine û ew tişt wek xwarin pijandine.
Li dora êgir rûniştine û bi hev re xwarine. Ev vedîtineke nû ya girîng e çimkî berê dihat hizirkirin ku Neanderthal xwedî çandeke hindik in lê tiştê ku em li Şanederê dibînin ev e ku ew li dora êgir kom dibûn û bi hev re xwarin dixwarin, mîna me."
Hevpeyvîn a Renc Sengawî ya bi Serokê Tîma Lêkolîn û Pişkinînê ya Şikefta Şanederê Prof. Dr. Graeme Barke re bi vî rengî ye:
Renc Sengawî: Spas ji bo vê derfetê. Diyar e, ev ne cara yekem e ku mirovê Neanderthal li cîhanê tê dîtin lê vedîtina Neanderthal Z bombeyeke medyaya civakî ye û cîhan pê mijûl e?
“Kurdan ew nola dêya xwe hesiband”
Graeme Barker: Du sedemên sereke yên giringiya Shanidar Zyê hene.
Yekem: Eşkere ye tişta ku belgefîlm û karvedanên wê nîşan da ew e ku Shanidar Zyê wiha li Kurdan kir ku kelepûra xwe ya zengîn binasin.
Kurdan ew nola dêya xwe hesiband. Tiştekî balkêş e ku tu bibînî çawa Shanidar Z û Neanderthal bûne beşek ji nasnameya Kurdan.
Bi dîtina min, ev beşa yekem e çimkî tê wateya ku Kurd dê kifş bikin ku ne tenê Shanidar Z lê Şikefta Şanederê jî çiqasî giring e.
Vedîtinên Profesor Siluki di salên 1950î de û vedîtinên me jî girîng in. Tiştên ku ji aliyê me û Profesor Siluki ve hatine vedîtin tiştên kêmpeyda ne.
Em hêvîdar in ku navendeke baş, navendek ji bo serdanîkirina xelkê bê çêkirin da ku wê dîrokê têbigihin û herwisa kar li gel rêveberiya giştî ya şûnwar û rêveberiya şûnwarê Soranê û berpirsên hikûmî bê kirin ji bo amadekirina dosyeyekê li ser Şikefta Şanederê ji bo UNESCOyê da ku şikeft bibe cihekî kelepûrî yê cîhanî. Li Kurdistanê tenê yek cihê kelepûrî yê cîhanî heye ku ew jî Keleha Hewlêrê ye.
“Bi me re jî DNAya Neanderthalan heye”
Renc Sengawî: Spas lê karê min pê neketiye ku xelk wê wekî dotmama xwe yan xaltîka xwe yan xalê xwe dihesibînin, lê bersiva te wek şûnwarzan ji bo min girîng e…
Graeme Barker: Bila ez berdewam bikim. Ez dixwazim zelal bikim…
Renc Sengawî: Gelo tu ti girêdanekê dibînî li navbera xatûn Z ku wekî mirova Neanderthal an mirova Şanederê tê nasîn li gel wî gelê xwedî şaristanî ku jê re dibêjin Kurd û ser bi mirovên hişmend in û ser bi koma mirovên hişmend in?
Graeme Barker: Têkilî heye çimkî em vêga bi rêya genan dizanin ku Neanderthal û mirovên hişmend koka nijada me ne. Hin hêmanên têkilbûnê hene. Di me hemûyan de ji sedî 2 heta ji sedî 4 DNAya Neanderthalan heye.
Renc Sengawî: Baş e, lê gelo ew DNA di Renc Sengawî de heye yan di Graeme Barker de jî ew DNA heye ango tenê di min de heye yan di te de jî heye?
Graeme Barker: Piçekî di me de heye.
Renc Sengawî: Ango di hemû mirovan de heye?
Graeme Barker: Di her kesî de heye. Mirovên hişmend ji Afrîkayê hatine. Hemû mirovên hişmend ji Afrîkayê hatine. Mirovên hevçax ku li başûrê rojavayê Asya û Ewropayê dijîn û yên ku çûne Amerîka jî di me hemûyan de rêjeyeke kêm a DNAya Neanderthalan heye ku vedigere berî 50 – 100 hezar salî.
“Mirovên hişmend ji rojavayê Ewropayê çûne Rûsyayê”
Renc Sengawî: Ev gotinên te pir girîng in, ango di heman serdemê de mirovên Neanderthal û mirovên hişmend hebûn. Ango têkiliyên seksî û cotbûn û anîna zarokan hebû li navbera mirovên hişmend ku dapîr û bapîrên me ne li gel Neanderthalan cotbûn çêbûye?
Graeme Barker: Divê çêbûbe çimkî pisporên genan rêjeyeke kêm a DNAya Neanderthalan di hestiyên mirovên hişmend ên pêşiyên me de dîtine.
Ev mirovên hişmend ji rojavayê Ewropayê çûne Rûsyayê. Loma di serdemekê de ku bi baweriya me di navbera berî 50-100 hezar salî de ye, divê hin têkiliyên seksî hebûbin.
Em nizanin têkilî çiqas bû, em tiştekî di vî warî de nizanin lê eşkere ye ku di derdora bidawîhatina serdema Neanderthalan de bû.
Neanderthal û mirovê hişmend ku em jê re dibêjin mirovê hevçax, ango mirovê hişmend ê kevnar, divê rastî hev hatibin, hev dîtibin û dibe ku hin ji wan têkiliyan jî tundûtûjî bûbin, dibe ku hin ji wan jî ne tundûtûjî bûbin.
Çima navê wê Shanidar Z ye?
Renc Sengawî: Çima ev jinik bi Shanidar Z hat binavkirin? Ti paşxaneke vî navî heye? Kê ev nav lê kir?
Graeme Barker: Profesor Siluki li navbera 1951 – 1960î de bermahiyên 10 Neanderthalên jin, mêr û zarok dîtin. Ji ber vê Şaneder ji şûnwarzanan re girîng e. Piştî kolanên wî ye çimkî ew yek ji mezintirîn komeleyan bû.
Me bermahiyên kêm ên hin Neanderthalan dîtin ku wî dîtibûn. Li cihên ku wî nikarîbû kolanê lê biqedîne.
Wekî mînak, piştî sala 1960î wî xwestibû vegere lê nikarîbû. Me karîbû bermahiyên du yan sê Neanderthalan bibînin û baştirîn bermahî ya Shanidar Z e. Me tenê beşa serî dît. Ji serê wê heta dest, navteng û lingên wê komeleya Profesor Siluki ew dîtine li gel navdartirîn hestiyepeyker ku Siluki bawer dikir ku bi gulan hatiye veşartin.
Em jê re dibêjin Shanidar Z çimkî em vêga wê dinasin. Me navê wê danî Z çimkî ji pêşî ve Profesor Siluki hejmarên romanî bi kar anîne ku li hemberî (1, 2, 3) (V, I, II) heya 10 bi kar aniye û (10) dibe (X).
Paşê me hemûyan hejmarên Erebî bikaranîn. Da ku em tevliheviyê çênekin û hejmaran bi kar neyînin ku wiha bê fikirîn ku yek ji yên din e, me (Z) hilbijart da ku em bêjin cuda ye û ji parçeyê ku me dît em ji pêwendiyên wî ne piştrast in û eger heye ku beşeke wê beşek be ji hestiyên ku Profesor Siluki dîtibûn.
Renc Sengawî: Navlêkirina wê wekî Shanidar Z mêvanên min qayîl nake û tu dikarî bêtir zelal bikî?
Graeme Barker: Profesor Siluki 10 Neanderthalên jin, mêr û zarok dîtibûn û ji (1) ta (10) hejmar li ser wan danîn.
Renc Sengawî: Hemû li Şanederê?
Graeme Barker: Li Şanederê. Bi hejmarên romanî hejmar ji wan re danîn ku di hejmarên romanî de 10 dibe X. Em ne piştrast in ji têkiliya Shanidar Z bi koma Neanderthalên ku Profesor Siluki ew dîtibûn ku yek an du metre li ser Shanidar Zyê ne. Loma me navê wê kir Z çimkî tê wateya ku ev bi temamî ji yên Siluki cihê ye.
Renc Sengawî: We çend metre kolan heta ku we Shanidar Z dît?
Graeme Barker: Shanidar Z nêzî 8 metran li jêr asta rûyê erdê bû.
Renc Sengawî: Hûn pêşbînî dikin ku di bin heşt metreyan de hestiyepeykerên mirovan ên din hebin? Gelo ew der cihê jiyanê bû yan goristan bû?
Graeme Barker: Belkî. Profesor Siluki 14 metre koland.
“75 hezar sal berê laşek li wê şikeftê hatiye veşartin”
Renc Sengawî: Goristan bû yan cihê jiyanê bû?
Graeme Barker: Em pênc metreyên din ji Neanderthalên ku hatin dîtin, kûrtir û jêrtir çûn. Goristan peyveke çewt e, çimkî em behsa nêzîkî 8-9 metre kûrahî dikin ku 4-5 Neanderthal û gulên cenazeyê tê de bûn û Shanidar Z jî di wir de bû. Lewra dibe ku bêtirî bi sedan sal li navbera wan hebe.
Neanderthalan beriya derdora 75 hezar salan laşek li wê şikeftê veşartiye. Dibe ku piştî 2 nifşan vegeriyabin heman şikeftê û wan li heman cihî û termekî din veşartibe.
Herwisa nifşekî dîtir jî heman tişt kiribe. Loma çewt e mirov bibêje goristan bû çimkî em behsa 5-6 Neanderthalan dikin ku dibe ku 500 sal di navbera wan de hebûbe lê ya girîng bîranîn û çanda Neanderthal e.
Şikefta Şanederê cihekî taybet bû ku lê vegeriyane û bîranînên wan lê hebûn û cenazeyên xwe tê de veşartine.
“Shanidar Z kengî vedigere Kurdistanê?”
Renc Sengawî: Rêvebirê Şûnwarnasiya Kurdistanê dibêje, ji bo vegerandina wê nêzîkî pênc salan pêwîst e. Tu çi dibêjî? Çiqas pêwîst e?
Graeme Barker: Ev vedîtineke pir balkêş e. Ji lêkolîna wî qoqê serî gelek zanyarî tên bidestxistin. Zanayên ji gelek welatên cihê beşdarî van lêkolînan dibin.
“Divê Kurdistan pir pê serbilind be”
Renc Sengawî: Kengî vedigere Kurdistanê? Çima ew qas salan dixwaze?
Graeme Barker: Kengî û çima bi zanistê ve girêdayî ye. Ev zanistek e ku di warê navdewletî de girîng e û divê Kurdistan pir pê serbilind be. Qoqeserê Shanidar Zyê dê vegere û dê ji niha pir navdartir be.
Dema ku belgefîlm weşiya, xwesteke giştî çêkir lê li seranserê cîhanê guhdaneke zanistî jî heye.
Renc Sengawî: Niha Shanidar Z dê kengê vegere?
Graeme Barker: Bi nêrîna min 5-6 sal jê re pêwîst in. Li gorî min, ger rojek were diyarkirin û lêkolîn nîvco bimîne dê zirarê bide Kurdistanê.
“Me jî gelek tiştên balkêş dîtin”
Renc Sengawî: Gelo hûn gihîştine heman encama Siluki?
Graeme Barker: Siluki çaleke mezin kolaye. Ev bersivek e. Wî gelek kolan kiriye. Wî 14 metre koland. Ev cureyekî şûnwarnasiyê ye ku em niha nikarin bikin çimkî divê em gelek rêbazên zanistî bi kar bînin.
Loma kolandina me biçûk e û nêzî 10 metreyan de, li gel jî çala Siluki heye. Me gelek rêbazên arkeolojîk ên cihêreng keşf kirine.
Ne rast e meriv bibêje ku wî yan vî gelek tişt dîtine. Wî çaleke pir mezin koland û me jî gelek tiştên balkêş dîtin. Em bi gelek zanistên ku di dema Siluki de nebûn di çaleke biçûk de bûn. Em li tiştên organîk geriyan, her tiştê ku wî kolandiye û dîtiye tiştên hişk û req in. Em wan di amûrekê de dişon…
Rêveberê Şûnwarnasiya Herêma Kurdistanê: Lê 70 sal di ser vedîtinên wî re derbas bûne. Çima encamên Siluki ji yên we çêtir in di demekê de ku ev 10 sal in hûn mijûl in û teknolojiyeke pir pêşketî li ber destê we ye?
Graeme Barker: Encamên wî ne çêtir in lê cuda ne. Wî di rûbereke fireh de kar kiriye, me rûbereke pir biçûk kolaye lê me gelek zanyarî û zanist bi dest xistine li ser ka Neanderthal çawa jiyane, çawa mirine û tuxmên wan çawa bûn.
Loma bi rêya zanista şûnwarnasiya hevdem zanîneke me ya zafî dorfireh heye. Loma ne rast e ku tu bibêjî wî gelek dîtiye û me hindik dîtiye yan me zêdetir dîtiye. Ev proseyeke zanistî ya nû û genetîka nû ye.
“Model çawa hat hilbijartin?”
Renc Sengawî: Gelo rengê çermê qoqeser li ser kîjan bingeha zanistî hat hilbijartin? Pir kes difikirin ku ew ji merivê Neanderthal bêtir dişibe Hindiyên Sor?
Graeme Barker: Em şûnwarzan di Şikefta Şanederê de kar dikin û beşdarî modela rûyê wê nabin lê model bi sûdwergirtina tam ji zanîna hevçax hatiye çêkirin. Em bi rêya genetîkan dizanin ku wek mînak li şikefteke Rûsyayê ku genetîk zafî baş mabûn, em dikin pir baş ji xwezaya por û çermên wan zanyariyan werdigirin.
“Behsa pirsgirêkên têkiliyên xwe dikin”
Renc Sengawî: Ango çermê wan wekî yê modelê bû?
Graeme Barker: Bi dîtina min belgefîlmê biryareke pir baş da li ser ku ji aliyê reng, çerm, por û nemaze li ser reftara wan çawa Neanderthalan nîşan bide.
Di belgefîlmê de jineke mirovê hişmend û jineke Neanderthal tên dîtin ku behsa pirsgirêkên têkiliyên xwe dikin ka gelo tundûtûj in an na.
Em di belgefîlmê de dibînin ku têkilî tundûtûj e û jina hişmend xwarinê pêşkêşî wê dike. Ger tu li belgefîlmê binerî, ew mirovê jîr wekî Afrîkiyan nîşan dide.
Renc Sengawî: Dibêjin Neanderthalan goştê hev dixwar, lewra perçe perçe tên dîtin. Gelo Neanderthal tundûtûj bûn an jî dilovan bûn?
Graeme Barker: Şikefta ku tu behsa wê dikî Krapina li Kroatya ye û dibe ku kesên hov jî tê de hebûn.
“Neanderthal nêzî miriyên xwe dijiyan”
Renc Sengawî: Min biryar neda lê min pirsî. Gelo ew dilovan bûn an tundûtûj bûn?
Graeme Barker: Hovîtî nayê wateya tundûtûjiyê. Wekî di belgefîlmê de heye, dibe ku cureyekê rêzê li miriyên xwe girtibin.
Li Şikefta Şanederê hovîtî tune lê belgeyên me hene ku xelk hatine û miriyên xwe bi hişyarî veşartine û bi giyayan nixamtine.
Herwisa belgeyên me hene ku Neanderthal nêzî miriyên xwe dijiyan. Ew hatin şikeftê û dibe ku çend hefteyan tê de jiyabin.
“Wan agir kontrol kiriye”
Renc Sengawî: Li devereke din bi vî rengî bi gulan hatine nixumandin?
Graeme Barker: Na me nedîtiye lê yek ji tiştên ku me li vir dît û kêmpeyda ye ew e ku bi şûştina xweliyê me dît ku giyayên şewitî mane ku wan xwariye.
Di şikefta Şanaderê de me dît ku wan agir kontrol kiriye, dexlûdan û giya kom kirine û kirine cureyekî hevîr û kevir di agir de germ kirine û ew tişt wek xwarin pijandine.
Li dora êgir rûniştine û bi hev re xwariye. Ev vedîtineke nû ya girîng e, ji ber ku berê dihate fikirîn ku Neanderthal xwedî çandeke hindik in lê tiştê ku em li Şanederê dibînin ev e ku ew li dora agir kom bûne û wan bi hev re xwariye, lap mîna me.
Xwarin çand e. Ev mînakeke bo pirsa ku te pirsî, me zêde yan kêm dîtiye. Ev mînakeke ku zanista hevdem tiştên bi tevahî nû li ser awayê Neanderthalan nîşan dide.
Lêkolîna me mîkroskopî û hûrbîn e. Loma ne rast e ku tu bêjî me gelek dîtiye yan Profesor Silûkî.
Renc Sengawî: Ango ya ku tîma we eşkere kiriye ew e ku mirovên Şanederê xwedî şaristaniyeke cuda bûn, ne dêw bûn û têkiliyên wan ên civakî hebûn û dibe ku zewicîbin jî?
Graeme Barker: Tiştê ku me li Şanederê û cihên din ên Neanderthalan li cîhanê vedîtiye ew e ku zêdetir ji ya ku me zanîbû çanda wan hebû.
Vê ji vedîtina Siluki dest pê kir ku gul li ser miriyên xwe danîne û belgeya yekem Neanderthalê ku birîndar bû.
“Neanderthal wekî me bûn û ne wek me bûn jî”
Renc Sengawî: Giringtirîn cudahiya Neanderthalên Şaneder û cihên din çi ye?
Graeme Barker: Neanderthal wekî me bûn û ne wek me bûn jî. Herwisa bo mirovên hişmend ên ku li Şanederê jiyane, belgeyên me pir in.
Em nabêjin ku Neanderthalên Şanederê ji Neanderthalên derên din cihê ne. Em dibêjin ku ew belgeyên zanistî ku li ba me hene belgeyên zêdetir didin me li ser ku Neanderthal çawa jiyane û di warê çandî de çawa jiyane. Em nabêjin ku cihê ne û ji yên cihên din ên cîhanê çêtir bûn.
Renc Sengawî: Gul li cihên din hatine dîtin an ev taybetmendiya Neanderthalên Şanederê ye?
Graeme Barker: Veşartina bi gulan tiştekî kêmpeyda ye. Her tim veşartina bi gulan cihê gotûbêjê bû û gelek şûnwarzan jê bawer nakin. Bi nêrîna wan gul li ser terman nehatine veşartin û bi rêya giyaneweran hatine guhastin. Loma ji sala 1960î ve gelek gengeşe li ser heye. Me jî di vê demê de lêkolînek weşand û em dibêjin ku bi nêrîna me dibe ku gul li ser terman nehatibin danîn, wekî ku Siluki difikirî lê bi dîtina me hin giya li ser hemî laşan hatine danîn, dibe ku bi sedema ku ajelan dûrî wan bixin.
Loma veşartina bi gulan ne rastiyeke zanistî ye lê me vedîtiye ku ew li miriyên xwe fikirîne û bi hişyarî veşartine. Bi heman awayî veşartine û serê wan ber bi pêşiya şikeftê ye. Gelek tişt hene nîşan didin ku mirî parçeyek ji çanda wan bûn. Loma nabe em wiha bifikirin ku veşartina bi gulan tiştekî taybet e.
“Pêvajoya zanistî ew e ku tu lêkolînê binivîsî û paşê testkirin û sererastkirin”
Renc Sengawî: Vedîtinên giringtir di qoqê serî de hene?
Graeme Barker: Em her dem tiştên nû dibînin û lêkolînên zanistî dinivîsin. Pêvajoya zanistî ew e ku tu lêkolînê binivîsî û paşê ji aliyê saziyên navdewletî ve bê testkirin û sererastkirin. Loma em di wê pêvajoya şûnwarzaniyê ya nû de ne ku lêkolînan ji jurnalên bilind re binivîsin. Mînakek ji tiştên ku me dît ku hîn di proseya belavkirina di lêkolînê de ye ew e ku me qepaxelî pir biçûk dîtiye ku di nav…
Renc Sengawî: We ti parçeyekî giringtir ji rû dîtiye ku we ranegihandibe?
Graeme Barker: Ti kesî û li ti derê çermê Neanderthal nedîtiye.
Renc Sengawî: Tiştekî din hatiye dîtin ku hûn naxwazin ji raya giştî re bêjin?
Graeme Barker: Na, şûnwarnasî û zanista hevdem bi tevlîbûna hemûyan e. Tiştekî veşartî nahêle. Ez dixwazim zelal bikim ku me qepaxelî pir biçûk dîtiye ku quleke biçûk tê de ye û alava xweparastinê ye.
Şûnwarnasan li Afrîkayê qepax dîtine ku mirovê hişmend berî 18 hezar salan wekî alava xweparastinê bi kar aniye û berî 80 hezar salî jî li Mexribê.
Alava xweparastinê ya piştî serdema Neanderthalan hebû. Çima ev giring e? Çimkî ev wek çandeke hêmaya mirovê hemdem tê dîtin. Vêga ev lêkolîn tê sererastkirin.
“Şaneder bo Kurdistanê girîng e û civaka zanistî ya navdewletî niha bi saya wê belgefîlmê bêtir li Kurdistanê dinêre”
Renc Sengawî: Bersiva te ji bo mamoste Soran çi ye?
Graeme Barker: Me ji ber sedemên zanistî navê wê kir Shanidar Z çimkî Şaneder bo Kurdistanê girîng e û civaka zanistî ya navdewletî niha bi saya wê belgefîlmê bêtir li Kurdistanê dinêre. Em di çarçoveya wê cîhana zanistî de kar dikin. Her tiştê em lêkolîn dikin diçe Brîtanyayê û li wir jî lê dikolin û vedigere.
Ev ne şûnwara min e û ne şûnwara Cambridge ye, şûnwara Kurdistanê ye. Ji bo lêkolînên zanistî diçe derên din û vedigere. Ev nav bi tîpa Z ji ber sedemên zanistî ye ku niha hemî zana dipejirînin.
Renc Sengawî: Pirs ev e: Gelo rola Kurdan di navlêkirina wê de heye û peymana we li gel hikûmetê çawa ye ger hûn tiştekî bibînin divê vegerînin Kurdistanê?
Graeme Barker: Bêguman. Hevkarên Kurd li gel hemî tîmên biyanî hene. Em li gorî qanûnên hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin. Hemî vedîtin tên vegerandin.
“Li Herêma Kurdistanê bi başî pere ji şûnwarnasiyê re nayên veqetandin”
Renc Sengawî: Zor spas rêzdar Barker. Karê we cihê destxweşî û şanaziyê ye, her çend ku pereyên kêm li ser şûnwarnasiyê tên xerckirin û guhdaneke kêm pê tê kirin li Herêma Kurdistanê lê we karekî zafî baş kir û spas ji bo we û hikûmetê jî.
Graeme Barker: Erê, ez hevnêrîn im ku li Herêma Kurdistanê bi başî pere ji şûnwarnasiyê re nayên veqetandin.
Şûnwarzan di rewşeke dijwar de dijîn. Ez û rêvebirê giştî yê şûnwarên Herêma Kurdistanê hêvîdar in ku ew belgefîlm nav di ciwanên Kurd bide ku berî bidin şûnwarnasiyê.
Baştirîn tişt bo siberoja şûnwarnasiya kurdî ew e ku ciwan û kesên diçin zanîngehan ne tenê li jimêryarî, bazirganî, pîşesazî û endezyariyê bifikirin lê bixwazin şûnwarnasiyê bixwînin çimkî dikarin di vê belgefîlmê de bibînin ku şûnwarnasî çiqasî giring e û çiqasî pîşeyeke qenc e.
Bi nêrîna min ev hêviya me ye.
A rast, ku ev bernameya we heye…baş e…spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse