Namzedê DEM Partiyê yê Bursayê: Em dê li Bursayê bi du zimanî şaredariyeke demokratîk ava bikin

Partiya desthilatdar AK Partî û partiya mixalefeta sereke CHP, ji bo şaredarîya Bursayê ku 4emîn bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye bi dest bixin, di nav rikeberiyeke tund de ne.

Lê DEM Partî jî piştî 10 salan, li vî bajarî namzedên xwe yên şaredariyê destnîşan kiriye.

HDP (DEM Partî), ji bo şaredariyan herî dawî di hilbijartinên herêmî ya 2014an de li Bursayê namzed derxistibû lê di hilbijartinên Adara 2019an de namzed dernexistibû û wekî bajarên din ên metropolan piştgirî dabû namzedê CHPê.

DEM Partî, ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an, ji 17 navçeyên Bursayê, li 13 navçeyan û li navendê bi namzedên xwe yên hevşaredariyê tevlî hilbijartinan dibe.

Lê ji ber êrîşên nîjadperestiyê, DEM Partî li bajarê Bursayê di bin zor û zextan de, li qad û meydanan xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibe. 

Bursa bi nifûsa xwe ya 3 mîlyon û 215 hezaran piştî Stenbol, Enqere û Îzmîrê 4emîn bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye.

Li gorî texmînan, li Bursayê derdora 700 hezar Kurd dijîn.

DEM Partî, li vî bajarî, di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de nêzî 90 hezar dengî wergirtibû lê nikaribû parlamenterî qezenc bike.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez, bi hevkarê xwe yê kameraman Faruk Uysal re, ji bo kampanyaya hilbijartinan bişopînin çûn Bûrsayê û li avahiya Serokbajariya DEM Partiyê, bi namzedê DEM Partiyê yê Bursayê Îhsan Seylan re hevpeyvîneke kir.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bûrsayê Îhsan Seylan Seylan, ji Rûdawê re behsa kar û projeyên xwe kir.

Îhsan Seylan got ku eger ew bi ser kevin dê li Bûrsayê şaredariyeke demokratîk ava bikin.

Her wiha Seylan, derbarê êrişên li hemberî DEM Partiyê de jî da zanîn ku ew dê li hemberî êrişên nîjadperestiyê bejna xwe natewînin û xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin.

Tevahiya hevpeyvîna Omer Sonmez a bi namzedê DEM Partiyê yê Bursayê Îhsan Seylan re bi vî awayî ye:

“Em xebatên xwe yên hilbijartinê bi zimanê Kurdî dikin”

Rûdaw: Li Bursayê atmosfera hilbijartinê çawa ye? Xebatên we yên bo hilbijartinê çawa dimeşin? Lewra DEM Partî piştî 10 salan li Bursayê namzedên şaredariyê derxist.

Îhsan Seylan: Xebatên me bi coş derbas dibin. Em li 13 navçeyan û li bajarê mezin tevlî hilbijartinan dibin. Em li sûkan, li qehwexaneyan, li parkan, li bazaran, li meydanan dixebitin. Em di nav gelê xwe de ne. Em her roj serê sibê dest bi xebatan dikin heta êvarê, heta şevê.

Li Bursayê li ser gelê Kurd zordarî heye”

Rûdaw: Duh me xebata we ya hilbijartinê şopand. Hûn bi Kurdî û Tirkî xebatan dikin. Dema hûn bi Kurdî propaganda dikin xelk eleqeyeke çawa nîşanî we dide?

Îhsan Seylan:  Xebatên me zêdetir  di nav gelê Kurd de ye. Jixwe em dibêjin, em dê bi slogana şaredariyên demokratîk bi du zimanan şaredariyan bi rê ve bibin. Ji loma jî em xebatên xwe yên hilbijartinê bi du zimanî dikin.

Gel jî pir kêfxweş dibe. Lewra ji aliyê ziman ve li Bursayê, li ser gelê me hinekî zordarî heye. Em xebateke Kurdî dikin. Ji wan re jî dibe hêvî û ronahî. Ji ber vê qasê em bi du zimanî dikin.

“Piştî êrişa Înegolê, xelk li partiya xwe xwedî derket”

Rûdaw: Ji aliyekê ve jî êrîşên li ser partiya we berdewam dike. Di 4ê Adarê de êrişî avahiya partiya we ya li navçeya Înegolê kirin. Ev êrîş çi bandor da ser xebatên we? Çima êrîşkar hat berdan?

Îhsan Seylan:  Roja ku êriş çêbû em li qadê di nav xebatên hilbijartinê de bûn. Me serdana komeleyan dikir. Dema me bihîst ku êriş hatiye kirin em çûn navçeya Înegolê.  

Piştî êrişê derdora 500 kesî hat ber avahiya me û xwedî li partiya xwe derket. Êrişkat hat desteserkirin lê dûv re hat berdan. Li ser êrîşê gelê me li ber partiye kom bû û bertek nîşan da. Xelk niha zêdetir xwedî li xebatan derdikevin. Em carekê din wê êrişê şermezar dikin.

“Ji xeynî EMEPê tu partiyekê peyama piştevaniyê neda me”

Rûdaw: Ji ber êrîşê ji tu partiyeke peyama şermezarkirinê û peyama piştgiriyê ji bo we hat gelo?

Îhsan Seylan: Em di serî de bi hêvî bûn ku dê partiyên siyasî vê êrişê şermezar bikin. Lê bele ji xeynî EMEPê tu partî peyama piştevaniyê neda me. Wekî din tu partî ne peyam da, ne jî xwedî li me derket.

“Li qadê provakasyon û êrîş li ser me tên kirin”

Rûdaw: Li qadê him ji aliyê polîsan ve, him jî ji aliyê partiyên din ve li hemberî we astengî û zor û zext çêdibin qet?

Îhsan Seylan: Provakasyon çêdibin lê em naxwazin gelê me bikevin tengasiyê. Herî dawî jixwe bi bivir êrişî avahiya me hat kirin. Wekî din heqaretên tund li me dikin.

“Gelê me xwest em bi serê xwe bikevin hilbijartinan”

Rûdaw: Bursa ji ber ku bajarê pîşesaziyê ye him ji bo desthilatê, him jî ji bo mixalefetê bajarekî girîng e. Demekî hat gotin dê DEM Partî li Bursayê dîsa piştgirî bide namzedê CHPyê. Lê hûn bûn namzed. Ji ber çi, “lihevkirina bajêr” a bi CHPyê re çênebû?

Îhsan Seylan: Di serî de jixwe me gotibû, eger destekftiyeke ji bo gelê me û gelan çênebe em bi kesî re li hev nakin. Em bi her kesî re rûniştin, em axivîn lê tu encam jê derneket. Kesên ku bi me nerînên û ji bo gele me tiştek neke em nikarin i wan re bimeşin. Li Bûrsayê jî tiştekî wiha qewimî. Em bi CHP û partiyên din re jî axivîn lê lihevkirina bajêr çênebû. Jixwe gelê me jî xwest em bi serê xwe bikevin hilbijartinan.

Rûdaw: Li gorî texmînan li Bûrsayê derdora 700 hezar Kurd dijîn. Li gorî we pirsgirêkên wan ên sereke çi ne?

Îhsan Seylan: Li vir her daîm êriş li ser gele Kurd heye. Kurdên li Bursayê kedkar in. Ev 40 sal in xebitî ne, bi keda xwe hatin van deran. Ji xwe re mal û milk çêkirine. Lê sîstem pirsgirêkên wan çareser nekiriye. Em dixwazin ji pirsgirêkên wan re çareserî bibînin û bibin dengê wan.

“Em ê krêşên bi Kurdî vekin”

Rûdaw: Ger hûn bên hilbijartin projeyên we yên ji bo Kurdan çi ne? Bi taybetî li ser pêşvebirina çand û zimanê Kurdî hûn dê kîjan xebatan bikin?

 Îhsan Seylan:  Em dibêjin bila li şaredariyê her kes karibe bi zimanê dayika xwe xizmetê bibîne. Ya din jî zarokên me êdî Kurdî nizanin. Em dê krêşên bi Kurdî vekin. Kurdên me yên ku li vir di tengasiya aboriyê de ne em dê projeyên alîkariyê pêşkêşî wan bikin. Em dê pirsgirêka trafîkê çareser bikin.

Bursaya hêşîn dibêjin lê hemû ji rant û îmarê re vekirin. Em dê zilm û zordariya li ser gel rakin. Kedkarên me yên li bazar û li înşaatan dixebitin dê bigihîjin mafên xwe. Dê şaredariya me ji herkesî re xizmeta wekhev pêk bîne. Em dixwazin bi saya şaredariyên demokratîk  keda gel berhewa nebe.

“Em dê li Bursayê dengê xwe zêde bikin”

Rûdaw: We heta niha ji bo Bursayê qet anket çêkiriye? Li gorî we hûn dê çiqas deng bi dest bixin?

Îhsan Seylan:  Me di 14ê Gulana 2023yan de nêzî 93 hezar dengan girtibû. Dengê me li  vir derdora ji sedî 4,6 bû. Em dixwazin dengê xwe zêde bikin û derkevin ji sedî 5an. Em ji bo vê yekê dixebitin. Niha me rapirsî nekiriye, lê dengê me wê parastî be.