Ciwan Haco: Divê em zimanê xwe biparêzin, ne dewleta Tirk!

13-01-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ciwan Haco Dersa Kurdî Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Bijarte
A+ A-

Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco got “Divê em vî zimanî biparêzin, ne dewleta Tirk. Dewleta Tirk naparêze. Dewleta Tirk dixwaze vî zimanî bikuje."

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê proseya hilbijartina dersa zimanê Kurdî berdewam e û dê heta 20ê vê mehê berdewam bike.

Ciwan Haco hilbijartina dersa Kurdî  weke gaveke giring bi nav kir û bang li malbatên Kurd kir ku zarokên xwe teşwîq bikin ji hilbijartina dersa Kurdî û got “Gelek caran em dibêjin ziman ziman her tişt e, bi rastî jî ziman her tişt e her tişt. Yanî nasname ye, welat e, cografya ye, cil û berg in, muzîk e, evîn e. Her miletek bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman hebe milet dimînin, ziman nebe milet namînin. Giringiya wê pir e. Lê weke ku min got, firseteke gerek Kurd vê dersê hilbijêrin, gerek ba û dê zarokên xwe teşwîq bikin ji bo herin dersên Kurdî.”

Ciwan Haco diyar kir ku baweriya wî bi dewleta Tirk naye ji ber ku di vê mijarê de ne cidî ye û Kurdan her tim dixapîne û wiha got “Gelek caran dewleta Tirk em xapandine. Dîsa jî ev xapandine, ev sed sal e henekên xwe bi me dikin, îro jî henekên xwe bi me dikin, îro jî berdewam e. Yanî dewleta Tirk tiştekî nade me.”

Hunermendê Kurd Haco ji bo parastina ziman bang li dê û bavan jî kir û got “Gerek em Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Jê asanîtir nîne. Ne hewceye tu tiştekî biki. Ez îro li Ewropayê me, du keçên min hene, ez bi Kurdî bi wan re diaxivim. Ez ne li Kurdistanê me jî. Bi zimanê xwe biaxivin! Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, ne bi Tirkî!"

Hunermendê Kurd û mezin û navdar Ciwan Haco beşdarî Bultena Rûdawê bû û di derbarê hilbijartina dersa Kurdî de bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Rawîn Stêrk da.

Rûdaw: Mêvanekî me yê suprîz ku me gotibû heye Ciwan Haco hunermendê navdar û mezin li Swêdê amade ye, bi rêya Skypê dê li gel me be. Roj baş tu bi xêr hatî studiyoya me ya Stenbolê Ciwan.

Ciwan Haco: Roj baş gelek spas birayê hêja, gelek memnûn.

Rûdaw: Saxbî, pêşî ez wê bibirsim tu baş î, tendirustiya te, halê te baş e înşellah?

Ciwan Haco: Ez baş im, kêf kêfa min e spas.

Rûdaw: Weke ku tu jî dizanî hem li Tirkiyê hem jî li Bakurê Kurdistanê ji bo ku zarokên Kurdan êdî li dibistanan bi awayekî fermî dersa Kurdî bibînin bi awayekî hilbijare, helbet ew nayê wateya perwerdehiya bi zimanê zikmakî, lê alternatîfek heye ku zarokên Kurdan dikarin li dibistanan fêrî Kurdî bibin. Ev yeke weke hunermendekî ku hemû jiyana xwe di ber muzîka Kurdî de daye, di ber Kurdî de xemeeke zêde xwariye, dema te ev yek bihîst ku li Tirkiyê êdî li dibistanan Kurdî bi fermî tê fêrkirin te çi hîş kir û li ser vê kampanyayê hestên te çi ne?

Ciwan Haco: Belê ez jî weke Kurdekî vê dibêjim, bila hebe yanî çi firset ji bo zimanê Kurdî were dayîn, gerek yek bike. Gelek caran em dibêjin ziman ziman her tişt e, bi rastî jî ziman her tişt e her tişt. Yanî nasname ye, welat e, cografya ye, cil û berg in, muzîk e, evîn e. Her miletek bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman hebe milet dimînin, ziman nebe milet namînin. Giringiya wê pir e. Lê weke ku min got, firseteke gerek Kurd vê dersê hilbijêrin, gerek ba û dê zarokên xwe teşwîq bikin ji bo herin dersên Kurdî. Lê me lêlê got lolo maye. Baweriya min bi dewleta Tirk nayê. Dewleta Tirk ne cidî ye di vê meseleyê de. Eger dewleta Tirk cidî be di vê meselê de gerek di destûra bingehîn a dewleta Tirk de were nivîdandin, îtirafe resmî bi zimanê Kurdî were dayîn. Eger ew bû, serçavan hingê em dê bibêjin rast e, me ji we bawer kir. Gelek caran dewleta Tirk em xapandine. Dîsa jî ev xapandine, ev sed sal e henekên xwe bi me dikin, îro jî henekên xwe bi me dikin, îro jî berdewam e. Yanî dewleta Tirk tiştekî nade me. Ew dizanan ku ziman bidin me, vêya jî mana wê her tiştî dane me, ziman ji ber ku her tişt e, her tişt. Yanî henekên xwe bi 73 milyon Kurd dikin, henekên xwe bi 33 milyon Kurd dikin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn. Henekên xwe bi me dikin. gerek êdî em bibêjin bes e, heta kîngê hûn dê henekên xwe bi me bikin. Êdî miletê Kurd jî bi aqil bûne, xwendevanên me hene, zanayên me hene, akademîsyenê me hene, em ne Kurdên zemanê berê ne. Kurd êdî ne gundî ne, Kurd îro miletekî zana ye, meiletekî bi aqil e. Em Kurd divê li vê derê çi bikin? Dewlet tiştek nake, baweriya min pê nîne.”

Rûdaw: Ji ber ku derfeteke wisa hîn nîne ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, helbet di yasayan de divê bê pesendkirin. Lê her çi be jî, derfeteke biçûk be jî ji bo geşbûna ziman ji bo ku qet nebe zarok li dibistanan fêrî Kurdî bibin, ev derfeteke giring e ji bo te?

Ciwan Haco: Birayê hêja min di destpêkê de got, yanî çi firseteke ji bo zimanê Kurdî were dayîn, gerek em bidest bixin. Lê ev tenê têr nake. Em Kurd gerek çi bikin? Tiştekî gelek hêsanî heye, îro tiştek ji malbata mirov giringtir nîne. Ne wilo ye? Yanî malbat; Bav, dê û zarok tiştek ji vê asayîtir tine ku di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Eger me ev kir, zimanê me namire. Yanî pir hêsan e, her Kurdek dikarê vê bike. Hin tişt hene divê yek bike. Rast e dewleta Tirk bi sîstematîk hatiye şerê vî zimanî dike. Kurd heta dereceyekê bi awayekî xurt asîmîle kirine. Ew meseleya sîstematîk li van parçeyên din li Rojava, Başûr, Rojhilat çê nebûn. Lê li Bakurê Kurdistanê bi ev meseleya sîstematîk dixwestin vî miletî asîmîle bikin. Gerek em Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Jê asanîtir nîne. Ne hewceye tu tiştekî biki, ev hêsan e. Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive. Ez îro li Ewropayê me, du keçên min hene, ez bi Kurdî bi wan re diaxivim. Ez ne li Kurdistanê me jî. Ez ne li Diyarbekirê me, ne li Dêrsimê me lê ez bi hezaran kîlometre ji welatê xwe dûr im, bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivim. Ev tiştekî gelek asan e, rast e divê Kurd vê fêr bibim, divê gav werin avêtin. Divê em vî zimanî biparêzin, ne dewleta Tirk. Dewleta Tirk naparêze. Dewleta Tirk dixwaze vî zimanî bikuje, bimre ev ziman.

Rûdaw: Em gelekî sipasiya te dikin Ciwan. Eger peyameke te ya kurt hebe em wergirin ji ber dema me kêm dibe, piştre jî em sipasiya te bikin.

Ciwan Haco: Bi zimanê xwe biaxivin! Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, ne bi Tirkî! Ev e mesaja min.

Rûdaw: Gelek sipas. Hunermedê naskirî û navdar ji bo Kurdan Ciwan Haco ji Swêde tu li gel me bûyî em gelekî sipasiya te dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst