James Jeffrey: HSD ji % 95ê bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dike

Nûnerê taybet ê serokê berê yê Amerîka bo şerê dijî DAIŞê û şandiyê taybet ê berê yê Amerîka bo karûbarên Sûriyê dibêje, berdewamiya piştgirî û hevkariya bo Iraqê yek ji wan siyasetên îdareya Biden e ku "Tu dikarî bi temamî jê piştrast bî". Li gor wî "Niha rewş aram e. Lê her roj li Iraq û Sûriyê sûprîzeke nû heye".

Nûnerê taybet ê serokê berê yê Amerîka bo şerê dijî DAIŞê û şandiyê taybet ê berê yê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, ku Bêstûn Osman pê re saz kiribû, ragihand "Berjewendiya Amerîka di wê yekê de ye ku leşkerên xwe li Iraqê bihêle ji bo ku piştgiriya wî welatî bike da berevaniya xwe li hember neyarên xwe xasma DAIŞê bike".

Li ser çalakiyên Îranê li deverê, Jeffrey wiha got "Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li tomeriya deverê, di karkirinê de ye, bi rêya hevbeş û hevpeymanên xwe ji bo ku rûbirûyî çalakiyên Îranê bibe û wê bidehifîne paş". Li gor Jeffrey, her çiqas Îsraîl naxwaze pir bi dengê bilind û li ser medyayê behs bike, "lê çalak in û wan çalakiyên xwe jî bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî encam didin, di çarçoveyeke giştî de". Dibêje jî "Em berdewam in di paşve kişîna Îranê li Sûriyê".

Girêdayî peymana atomî, nûnerê taybet ê serokê berê yê Amerîka bo şerê dijî DAIŞê, ragihand "Ew peyman dikare pirsgirêkekê çareser bike, pirsgirêkeke tenê, mijara gihiştina Îranê bi çekên atomî, lê ne ku tomeriya pirsgirêka Îranê çareser bike".

Bi baweriya James Jeffrey, Hêzên Sûriya Demokratîk – HSD û Tirkiyê careke din nakevin rewşekê ku bi awayekî çekdarî rûbirûyî hev bibin, wek ku di cotmeha 2019an de qewimî, dibêje jî "Ez pir piştrast im ku karvedana îdareya Biden a cidî dibe. Heke her kesek hewl bide guhertinê di statûya niha ya bakurê rojhilatê Sûriyê de bike, gelek kes hene dixwazin guhertinê bikin".

Derbarê encamdana tawanên şer bi destê Tirkiyê, Jeffrey wiha got "Hêzên dijberiya Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin, tawanên şer encam dan".

Bêstûn Osman: Rêzdar Jeffrey, zor spas ji bo beşdarbûna te bi me re ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka. Ez dixwazim pêşî ji Iraqê dest pê bikim. Hûn dizanin ku hilbijartin hat kirin û partiyên Iraqî di destpêka danûstandinan de ne ji bo pêkannîa hikûmeta nû. Gelo hegemoniya Amerîka di Iraqê de ewqas bihêz e ku bikare piştrast be kabîneya bê nabe kabîneyeke dijî Amerîka?

James Jeffrey: Berî her tiştî, spas ji bo mêvandarîkirina min di programa te de. Silavên min hene û ez pîrozbahiya sala nû (2022) li hemî dostên xwe li Hewlêr, bakur û Iraqê dikim. Ez kêfxweş im ku bi we re me. Pêşî, biryardana li ser pêkanîna hikûmetê, li welatên xwedî serwerî de, piştî hilbijartineke demokratîk, ku ev hilbijartin hilbijartineke azad û baş bû, her çiqasî rêjeya beşdariyê tê de nizm bû, mijarek e divê Iraqî bi xwe biryarê li ser bidin. Lê ev nayê wateya ku cînarên te yan dostên te ku Amerîka dostek rasteqîn e, ti berjewendiyeke wan tune ye. Berjewedniya Amerîka jî ne ew e ku hikûmeteke dijî Amerîka yan dosta Amerîka yan dost yan dijmina filan welatî were ser desthilatê. Berjewedniya Amerîka ew e ku hikûmetek ava bibe ku xizmeta berjewendiyên hemî gelê Iraqê ji Hewlêrê heya Besrayê bike. Heke hikûmet bi vê şêweyê be, ez dikarim te piştrast bikim ku dê Amerîka pêşwaziya wê bike û pê re bixebite. Têkildarî rola Amerîka ya hevkarîkirina Iraqê ji bo pêşxistina wê ber bi serxwebûn, ewlekarî û serweriya niştimanî, em ê di vê hevkariyê de berdewam bin. Ti dudiliyek di vê de nîne. Gelek tişt di siyaseta Rojhilata Navîn a îdareya Biden de hene ku bala min dikişînin. Berdewambûna piştgirî û hevkariya ji bo Iraqê yek ji wan siyasetên îdareya Biden e ku tu dikarî bi temamî jê piştrast bî.

Rûdaw: Lê heke tu di navbera îro û berî 5-10 salan de danberhevekê bikî, gava tu li ofîsê bûyî, rol, bandor û hegemoniya Îranê li ser Iraqê ji wê çaxê heya îro bi şêweyekê guhertiye?

James Jeffrey: Pîvana rol û hegemoniya welatekî biyanî li ser siyaset, ewlekarî û civaka dewleteke din karekî pir giran e. Lê tiştê min dilgiran dike; Îran berî 5-10 salan, dewleteke wê ya çekdar di nêv dewletê de nebû, ku îro heye. Bê guman wê demê jî komikên mîlîs hebûn, komikên terorîst ên wek Ketaîbên Hizbulah, Esaîbên Ehlê Heq û yên din hebûn ku dirav û piştgirî ji Îranê werdigirtin; lê wek komên li derveyî qanûnê dihatin wesfkirin. Îro beşek ji van grûpan bi fermî beşek ji Hêzên Çekdar ên Iraqê ne. Saziyeke wan a fermî bi navê Hêzên Heşda Şeibî heye. Bi diravên welatiyên Iraqê tên maldarkirin, di demekê de ku girêdana wan cihê pirsyar û pûnijîneke mezin e. Ev cihê dilgiraniyê ye. Ji bilî vê jî, Îran wek reftara xwe bi Libnanê re bi Iraqê re tevnagere. Lê ev bi xwe dîtina Îranê li ser Iraqê ye. Ne tenê ji bo Iraqê, lê belê bi zelalî li ser Sûriyê, Yemenê û her cihekî din ku bikare rehên xwe lê bikute. Lewra pir girîng e ku gelê Iraqê vê fêm bikin û helwestê li dijî wê werbigirin.

Rûdaw: Tu qala mîlîsên Şiî yên ser bi Îranê li Iraqê dikî û dibêjî, divê Iraqî têbigihin dîtina wan ji bo welatê wan çi ye. Lê di heman demê de ew mîlîs li ser hêzên Hevpeymanan, hêzên Amerîkî jî di nav de, gef in. Di roj, hefte û mehên borî de me encamên van gefan di êrişên wan de dîtin. Niha jî beşek ji wan bi eşkere dibêjin, heke piştî 01.01.2022 şêwirmend yan rahênerekî Amerîkî yê tenê jî li Iraqê bimîne, dê wî armanc bigirin. Pirs ev e: Gelo Amerîka ev fêm kiriye û berteka wê li dijî van mîlîsan bes e ji bo ku bikevin marjînalê û bê hêz bibin bi şêweyekê ku êdî nebin metirsî li ser berjewendiyên wê li Rojhilata Navîn?

James Jeffrey: Berî her tiştî, berjewendiya Amerîka ew e leşkerên xwe li Iraqê bihêle ji bo ku piştevaniya wî welatî bike da li hember dijminên xwe, xasma DAIŞ, berevaniya xwe bike. Ya duyem, hêzên Amerîka çi di çarçoveya hevpeymaniya dijî DAIŞê de bin, çi di çarçoveya hêzên hevpeymaniya NATOyê de bin, dikarin berevaniya xwe bikin. Berê jî her kesî ev dîtiye, lê xala herî girîng ew e ku Iraq xwedî hikûmet e, serokwezîrê wê heye, ku niha karbirêker e, lê serokwezîr e û ji aliyê parlamentoyeke xwedî serwerî bawerî standiye. Erkê li ser milê sazî û dezgehên fermî yên Iraqê ye ku biryarê li ser têkiliyên derve yên welêt bidin. Erkê wan e biryarê bidin Iraq bi kî re kar bike û leşkerên kî li Iraqê bimînin. Leşkerên me di çarçoveya erkê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê de li wir in. Bi şêweyeke qanûnî û li ser biryara hikûmeta Iraqê. Lê ev mîlîs, li şûna Iraqê û li şûna sazî û dezgehên fermî yên wî welatî dibêjin, ew biryarê didin ka kî li Iraqê be û kî lê nebe. Ji bo bicihanîna van xwestekên xwe jî şidetê bikar tînin. Ev berevajî xwesteka pişka herî zêde ya gelê Iraqê ye ku dixwaze Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ji bo nehiştina DAIŞê. Bê guman ev pirsgirêk e, lê bêhtirî ku ji Amerîkayê re pirsgirêk be, ji Iraqê û gelê Iraqê re pirsgirêk e. Çunke deng, serwerî û azadiya wan a siyasî rûbirûyî astengiyê dibe û biryara wan dikeve destê Tehranê, li şûna ku di destê rûniştiyên Iraqê bi xwe de be.

Rûdaw: Lê di eynî demê de, berjewendiya Amerîka li Rojhilata Navîn li jêr gefa van mîlîsan e! Li gor te, tiştek ji destê Amerîka nayê bike bike yan ti tedbîrek nîne li dijî van komên mîlîs werbigire?

James Jeffrey: Amerîka dizane çawa berevaniya xwe bike û çawa bersiv bide heke gef li ser çêbû. Her kesî ev dîtiye. Ev xala ewil e. Xala duyem; Amerîka li hemî deverê di karkirinê de ye. Bi rêya hevbeş û hevalbendên xwe ji bo ku çalakiyên Îranê qels bike û bide paş. Min hêvî dikir ku Amerîka di vê mijarê de çalaktir bûya. Bi dîtina min, bala sereke ya Amerîka li ser danûstandinên atomî ye. Lê bê guman îdareya Biden, qet nebe di bingeh de, wê metirsiyê dibîne ku îdareya Obama nedidît. Mijar ew e ku hêj pêngavên bihêz neavêtiye wek ku îdareya Trump davêt. Tiştê ku ez niha dikarim bêjim ev e.

Rûdaw: Erê. Min bi pirsa Iraqê dest pê kir û em ji bersivên te çûn mijara Îranê. Bi baweriya min sedema vê yekê jî heye. Dîsa li ser Îranê, li 15 salên borî binere. Îran sereqet di berfirehkirin û bihêzkirina hegemoniya xwe de bû. Ne tenê li Iraqê, lê li Sûriyê, li Libnanê, li Yemenê û li welatên din ên Rojhilata Navîn. Di yek ji hevpeyvînên te yên borî de, ku min şeva borî lê temaşe kir, min dît tu qala stratejiyên Amerîka li Sûriyê dikî. Yek ji stratejiyên wê li gor gotina te, ew e ku heya bikarin Îranê ji wî welatî dûr bixin. Xasma dawîanîna li bikaranîna roketên Îranî li Sûriyê, ku dibin gef li ser cînarên Sûriyê. Di 10 salên borî de ev stratejiya Amerîka li Sûriyê bû ku hegemoniya Îranê li wir kêm bike, lê em dibînin berevajî vê qewimiye. Sal bi sal Îran bihêztir bûye. Çima wisa ye? Çima Amerîka nikare wê armanca xwe bîne cih?

James Jeffrey: Berî her tiştî, hêzên Amerîka û Tirkiyê bi hevalbendên xwe yên xwecihî re ku şerê dijî terorê dikin, heya vê çirkeyê jî ji %30ê axa Sûriyê di bin destê wan de ye. Cezayên me li ser hikûmeta Sûriyê hêj berdewam in. Em berdewam in di karkirina ji bo dirêjahjîdana boykota Sûriyê ji hêla welatên erebî û welatên din ve. Hevdem em kar dikin ji bo ku siyaseteke bihêz a Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji bo cezakirin û dorpêçkirina Şamê hebe. Di demekê de ku di hemî hewldanên xwe de berdewam in ji bo pêşvebirina kar û çalakiyên Neteweyên Yekgirtî (NY) li gor biryara hejmara 2254. Ji bilî van, Îsraîlî jî pir baş dixebitin û êrişî hêzên Îranî li Sûriyê dikin. Her çiqas naxwazin pir bi dengê bilind û li ser medyayê qal bikin, lê Îsraîlî çalak in û wan çalakiyên xwe bi piştgiriya Amerîka di çarçoveyeke giştî de pêk tînin. Bi tomeriya van ku min ji te re qal kir, em berdewam in li ser paşvekişandina Îranê li Sûriyê, lê ez mikur têm ku tiştê em dikin ne bes e. Çareseriya tenê jî danûstandina ligel Rûsya ye bo gihiştina rêkeftinekê ku Sûriyê wek welatekî asayî vegere nêv civaka navdewletî. Ez qala rêkeftinekê dikim ku herçî leşker li Sûriyê hene ji wî welatî derkevin û cezayên li ser bên hilgirtin, bi awayekî ku li berjewendiya me, Tirkiye, Îsraîl û hemî cîhana erebî ye jî. Heya niha Rûsya û Beşar Esed bi wê rêkeftinê razî nebûn, lê em ê di hewldana bi wan re berdewam bin.

Rûdaw: Lê dema Amerîka û hevalbendên xwe mijûlî wan hemî mijaran in ku te di bersiva xwe de ji min re qal kir, Îran roj bi roj di rastiyê de bihêztir dibe. Tu hest nakî wisa bidome çaverêkirina gihiştina rêkeftinekê bi Putin û Esed re we ewqasî dereng dixe, ku wê rojê êdî dem qediyabe û tew ew rêkeftin jî ne bes be ji bo ku hegemoniya Îranê were kêmkirin?

James Jeffrey: Te xaleke pir girîng tev da. Îran û mîlîsên girêdayî Îranê wek Hizbulahê, ji bilî ku hevkariya Esed di şerî wî de dikin li dijî neyarên wî, ajendayeke wan a din jî heye. Ew jî hewldana wan e ku rehên xwe kûr berdin nav civaka Sûriyê. Em mînaka van hewldanan li derdora Firat, li Dêrezor û Reqayê dibînin. Em haydar in ku rêkeftinê bi hozên wê deverê re dikin. Divê ev ji bo Rûsyayê jî cihê dilgiraniyê be û lê mikur were û bibe sedema ku bi Amerîka re li hev bike. Eynî ev xala ku te tev da, ew bû ku wezîrê derve yê berê Pompeo bi xwe re bire Soçiyê û li wir me bi Putin re gotûbêjeke kûr li ser kir. Putin wê çaxê gavên pêwîst neavêtin, lê bi nerîna min îro rewş cihê ye. Lewra rêya tenê ji bo pêşveçûnê ew e ku Rûsya wê metirsiyê fêm bike û ew têgihîştin bibe bingeha peymana Amerîka û Rûsya. Her tişt li derveyî vê vala xerckirina demê ye. Fermo, îro tu bi çi mekanîzmê dikarî Îranê ji Libnanê rakişînî derve? Lewra pêwîst e Rûsya û Sûriyê û gelê Sûriyê li bersiva vê pirsê bihizirin.

Rûdaw: Pêwîst e Amerîka jî lê bihizire!

James Jeffrey: Bê guman, pêwîst e Amerîka jî lê bihizire.

Rûdaw: Peymanek ligel Rûsya û Putin li ser Sûriyê wer dixuye ne hêsan be ji îro ve pêşbînî jê re were kirin, lê peymana atomî ligel Îranê mijarek e ku ji destpêka destbikarbûna îdareya Biden ve tê qal û behskirin. Li gor piraniya nirxandinan Biden naxwaze vegere peymana Obama, naxwaze wek Trump jî bi wê dosyeyê re tevbigere. Li gor te, Biden dixwaze çi bike? Gelo planeke nû ya Biden di rê de ye?

James Jeffrey: Bi dîtina min, Biden dilxweş dibe ku kitûmit vegere bo dirêjahîdana bi siyasetên Obama derbarê peymana atomî bi Îranê re. Rast e Biden dibêje, li ser maseya danûstandinê bi Îranê re dosyeya moşekên wî welatî û hegemoniya wî li navçeyê hene û em çaverê ne li ser hemiyan bi hev re bigihin lihevkirinê, lê ev tenê propagandaya siyasî ye. Îdareya Biden pir baş dizane ku pir dijwar e tu Îranê qayîl bikî danûstandinê bi te re bike li ser reftar, tevger û moşekên wê li Rojhilata Navîn. Îran ne amade ye li ser van mijaran ne bi me re û ne bi kesî din re gotûbêjan bike, tew welatên erebî jî. Ew jî baş dizanin. Ji me re dibêjin ew li Iraq, Sûriyê û Libnanê ne ji ber ku hikûmetên wan welatan daxwaz ji me kirine û têkiliya we bi vê nîne. Ya rast ew e ku tekane bala îdareya Biden li ser Îranê mijara peymana atomî ye. Ji vê bêhtir tiştekî din tune ye. Di vê de jî pirsgirêk ew e ku Îran ne razî ye li wê peymanê vegere. Îraniyan pêşveçûneke mezin di programa xwe ya atomî de tomar kirine û dixwazin di wê pêşveçûnê de berdewam bin. Naxwazin vegerin sala 2018. Di wê demê de, piştî 2018an pir nêzîktir bûne ji bidestxistina amûra atomî. Herwiha, di wê baweriyê de ne têkiliyên wan ên aborî bi welatên wek Çîn û Rûsyayê re, wan diparêzin ji cezayên ku Amerîka danîne ser wan. Herdu alî hewl didin rewşa ku îro heye bidomînin ji bo ku xwe ji krîzên mezin di sala 2022yan de biparêzin. Ji ber ku heke Îran ji bidestxistina çekên atomî nêzîk bibe, ku eger mezin e di mehekê de bigihe wê astê, dê karvedaneke mezin li deverê bike, ji bijareya leşkerî bigire heya ser xwesteka welatên din ji bo geşedana programa atomî.

Rûdaw: Heke wiha bû, tu ji min re dibêjî, tew heke li ser dosyeya atomî jî bigihin peymanê, êdî bandora vê li ser kêmkirina hegemoniya Îranê li Iraq, Sûriyê û welatên din ên Rojhilata Navîn nabe. Tu ji min re dibêjî, ev mijareke din e û her çiqas îdareya Biden dibêje girêdayî hev in, ev tenê propaganda ye?

James Jeffrey: Mijar ev e. Bila gotineke Obama were bîra te, di gotarekê de got "Pêwîst e welatên deverê xasma Erebistana Siûdî fêr bibin deverê bi Îranê re parve bikin". Obama wisa difikirî ku Îran welatekî asayî ye û sedema xerabiyên wê li deverê tenê ew e ku hest bi bêaramiyê dike û peymana atomî karekî dike ku Îran hest bi aramiyê bike û ev dibe sedema ku wek dewleteke asayî tevbigere. Obama ew rastî fêm nekir ku Îran dewleteke firehxwaz e û dixwaze şoreşa xwe bibe derveyî sînorên xwe. Îro Biden cuda difikire, wek ku sala 2015an lê difkirî. Îro bawer dike ku peymana atomî mijareke taybet e bi wî û ew peyman dikare pirsgirêkekê çare bike, pirsgirêkeke tenê; mijara gihiştina Îranê bi çekên atomî, lê ne hemî pirsgirêka Îranê çareser bike. Bi nerîna min cudahiya navbera Biden û Obama ev e.

Rûdaw: Baş e, bila em herin ser Sûriyê. Gelek kes hene wisa difikirin ku siyaseteke îdareya Biden a zelal li ser Sûriyê tune ye. Piştî 10 salên berdewam ên şerê navxwe li wî welatî, Îro Rûsya, Îran û Tirkiyê pir bêhtir ji Amerîka çalaktir in li ser erdê. Pirs ev e: Gelo îro siyaseteke Amerîka ya zelal ji bo siberoja Sûriyê û Rojavayê Kuridstanê heye?

James Jeffrey: Ez pêşî dixwazim bêjim ku Amerîka di jinavbirina DAIŞê li Sûriyê û li Iraqê jî pir bandorker bû. Hêza me ya leşkerî li wir heye û ev pir li berjewendiya Hewlêrê û hemî Iraqiyan e jî. Amerîka berdewam e hêzên xwe yên çekdar li beşeke giring a Sûriyê bihêle û kes bi cidî tehedaya mana wê hêzê nekiriye û bawer nakim kes bikare wê qebxwestinê bike jî. Hevbeşên xwecihî yên Amerîka hene û berdewam e ku piştrastiyê bide ku ew du hevbeşên xwecihî, Hêzên Sûriya Demokrat – HSD û Tirkiyê careke din nakevin rewşekê ku bi çekan rûbirûyî hev bibin, wek me di cotmeha 2019an de dît. Amerîka di vê de jî serketî bû. Lewma ez nabêjim em li Sûriyê ne serketî bûn.

Rûdaw: Lê tu nikarî bêjî ku Amerîka qasî Rûsya, Tirkiyê û Îranê xwedî hegemonî û bandor e li Sûriyê. Tu dikarî tiştekî wisa bêjî?

James Jeffrey: Ez dikarim bêjim ji bo qonaxa ku ez nûnerê Amerîka bo karûbarên Sûriyê bûm.

Rûdaw: Lê ji bo îro?

James Jeffrey: Tiştê ku me karî bikin ew bû ku em pevçûnan di nîveka 2018an de ragirin. Bêje min, bizanim Esed li kîjan derê kariye pêş ve here û cihên nû bixe jêr kontrola xwe, ji nîveka 2018an ve. Me pevçûn ragirtin û di danîna guvaşan de li ser Esed berdewam bûn. Ev gav piştî şikestinên siyaseta Amerîka hat berî 2018 li Sûriyê û gaveke pir giring bû ber bi pêş ve. Îdareya nû berdewam e di meşandina vê siyasetê de bi awayekî giştî, lê Esed nehate pêş. Tevî van hemiyan, ne zelal e ku Biden çawa li siberojê dinere. Ev ne dilgiranî û giliha min tenê ye, lê belê dilgiraniya herdu senatoran Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Senatoya Amerîka Bob Menendez û hemkûfê wî ji Partiya Komarî James Risch e. Ev ew kes in ku pêwîst e bizanin. Ev pirsgirêkeke mezin e ku li bal hevbeşên me li Sûriyê jî heye. Em nizanin îdareya Biden bi nêt e çi bike piştî gava ku me di 2018an de avêt. Ew gav giring bû. Ji ber ku pêşçûnên Esed ragirt. Lê em ê ji niha bi şûn de çi bikin, ne zelal e. Ev pir metirsîdar e. Hêza me ya çekdar li wir heye. Dewletên din hêza wan nîne. Gelek lîstikvanên din hene: Hizbulah, DAIŞ, Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û Ehrarûlşam. Herwiha çekên kîmyayî li deverê hene, moşekên Îranê hene. Pêwîst e îdareya Amerîka van li ber çav bigire, ne tenê seba me, lê seba hevrêyên wî jî li deverê ku dikevin jêr bandora wê rewşê, wek mînak Iraq.

Rûdaw: Te qala Cotmeha 2019an kir. Nexwe bila ez jî li serê ji te bipirsim. Hingê tu di erk de bûyî û îro tu ji min re dibêjî qonaxa ku tu di erk de bûyî, Amerîka di parastina heval û hevalbendên xwe de serketî bû. Lê gava tu ji vê pişka cîhanê li bûyeran dinerî, berevajî gotinên te ew qonax bi neqenciya li hember hevalbendên we tê wesfkirin. Îro bêhtirî du salan di ser têkiliyeke telefonî di navbera Trump û Erdogan re derbas bûne ku bû sedema kişandina hêzên Amerîka ji beşeke diyarkirî ya Rojavayê Kurdisanê. Li bîra te ye jî ku ev kişandin bû sedema bêhêzkirina kurdan li Sûriyê, guhertina demografî û di heman demê de zeliqandina pişkek ji axa Sûriyê bi dewleta Tirkiyê ve, di pratîkê de, tew heke ne bi fermî be jî. Ev ne gotinên min in! Gotina serok û endamên komîteya têkiliyên derve yên senatê ne gava ji bo pirsandinê bangî we kir. Ew paşvekişîn wek “nepakiya mezin” hat navandin. Ne tenê ji hêla kurdan ve, lê belê ji hîla senator Lindsey Graham, Marco Rubio û Mitt Romney. Niha ku em derbasî 2022yan bûne û îdareyeke nû li Washington, D.C. heye, gelo Amerîka vegeriyaye ser rêya rast ku êdî bi pêwendiyeke telefonî guhertineke dramatîk a mezin di siyaseta derve ya Amerîka de neqewime?

James Jeffrey: Immmm..ez…tu dizanî çawa ye?!! Berî her tiştî…Amerîka ji bakurê rojhilatê Sûriyê venekişiyaye. Em heya vêga li bakurê rojhilatê Sûriyê ne. Me hêzên xwe ji hinek navçeyan kişand. Ji ber ku Rûs di wê demê de hatin nav meseleyê, lê em hêj li wir in û Hêzên Sûriya Demokratîk – HSD nêzîkî ji sedî 95ê axa bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dikin. Tirkan navçeyeke biçûk kontrol kirin. Nêzîkî 100 km pehin û bi kûrahiya 30 km li bakur. Em ji vê poşman in û me her wê demê zûtirkê ceza danîn ser Tirkiyê ku ez ceza bûne sedema rawestandina êrişên Tirkiyê. Ji wê çaxê ve jî û heta niha ti pêşçûneke tirkî nebû. Niha rewş aram e. Her çiqasî di medyayan de guhê me lê bû ku Tirkiyê bi nêta tevgereke leşkerî ya nû ye. Lê îdareya Biden bi zelalî nîşan da ku piştevaniya ti tevgereke bi wî rengî nake. Lewra bi nerîna min rewş niha aram e. Lê hûn bi xwe dizanin her roj sûprîzeke nû li Sûriyê û Iraqê heye. Hewce dike em bipên û bibînin. Tevî van hemiyan jî, ez pir piştrast im ku karvedana îdareya Biden cidî dibe, heke her kesek hewl bide guhertinê di statûya niha ya bakurê rojhilatê Sûriyê de bike, ku gelek kes hene dixwazin wan guhertinan bikin.

Rûdaw: Ango tu ji min re dibêjî ku Amerîka vegeriya ser rêya rast ku êdî pêwendiyeke telefonî nikare guhertineke dramatîk di siyaseta derve ya Amerîkayê de bike. Baş e, lê niha li Til Temirê binere, hefteya borî êrişî ser gundên vê deverê hat kirin ji aliyê hêzên esmanî yan topxaneyên Tirkiyê ve û sê kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 10ê din jî birîndar bûn. Karvedana Amerîka çi dibe, heke Tirkiyê berdewam be di van êrişên xwe de bi nêta kontrola zêdetir li bakurê rojhilatê Sûriyê?

James Jeffrey: Peymaneke Amerîka bi tirkan re heye ku 17ê cotmeha 2019an hat îmzekirin. Li gor vê peymanê ti tevgereke bejayî ya din a Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê nabe. Tirk pabendî vê peymanê ne. Tiştê ku heye armancgirtina hin xalan in ku bi baweriya Tirkiyê pêwendiya wan bi PKKê re heye. Ji wê deverê, ji aliyê PKKê, ji aliyê DAIŞê û ji aliyê rejîma Esed ve êrişî ser Tirkan tê kirin, ew jî bersiv didin. Em dilgiran in ji wan rûbirûbûnan, lê ew ti guhertinekê di rewşa cihgirtî ya bakurê rojhilatê Sûriyê de nakin ku bêhtirî 2 salan e cih girtiye.

Rûdaw: Sala 2019 dema hûn li pêşber senatê bûn ji bo pirsandinê, yek ji endamên komîteyê pirs li ser egera encamdana tawana cengê ji we kir û got "Gelo hûn ê Tirkiyê bibin pêşber dadgeha Lahay", wê çaxê te got "çend raporek li ser encamdana tawanên şer hene û em wan lêkolîn dikin". Ez piştrast im demeke we ya zêde ji bo encamdana wan lêkolînan hebû. Hûn îro çi dibêjin? Gelo Tirkiyê tawanên şer encam neda di êrişên xwe yên li ser bakurê rojhilatê Sûriyê de?

James Jeffrey: Ez bi piştrastî dibêjim, hêzên dijber ên sûrî ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, tawanên şer encam dan. Îdareya Biden piştî lêkolîneke kûr yek ji wan grûpan ceza kir. Wê demê jî, immmmm, di dema xwe de, di 2019an de, me komek belgeyên cuda danîn pêşber hêzên tirk li ser karên hêzên hevalbendên wan. Wan jî ew mijar lêkolîn kir. Hin pêngav jî avêtin. Kesek du kes hatin dûrxistin jî. Em ne zêde dilxweş bûn bi encaman. Niha jî îdareya Biden yek ji wan komikan ceza kiriye.

Rûdaw: Lê we li ser bikaranîna çekên fisforî çi kir? Gelo hûn vêga piştrast in ku tirkan fisfor tenê bi meremên leşkerî yên rewa bikar anîn? Yan berevajî wek çekeke kîmyayî ya qedexekirî bikar anîn li dijî kesên medenî li bakurê rojhilatê Sûriyê?

James Jeffrey: Ez ne haydarî ti raporeke fermî ya amerîkî me ku gihiştibe wê encama ku fisfor li derveyî merema leşkerî ya rewa hatibe bikaranîn. Ev pirseke pir dijwar e. Ji ber ku du cureyên bikaranîna fisforê hene. Ya yekemîn bi mebesta leşkerî bo ronkirina ezman di eşvê de tê bikaranîn. Duyemîn bikaranîna wê jî bikaranîna wê mîna çek e. Wek mînak wek napalmê. Ku ev li gor beşeke zêde ya peymanên cîhanî ne qanûnî ye. Lê ez bawer nakim ku ev yek ji pirsên sereke yên Amerîka di vê demê de be.

Rûdaw: Tu dixwazî ji min re bêjî Amerîka ji 2019an ve û heya niha, ti lêkolînek li ser vê mijarê nekiriye?

James Jeffrey: Her tiştekî ku li bakurê rojhilatê Sûriyê qewimîbe, lêkolîn li ser hatiye kirin û lê hatiye temaşekirin. Wer dixuye hêj encamekî yekalîker bidest neketibe.

Rûdaw: Baş e, bila niha, em hinekî berfirehtir li Rojhilata Navîn binerin. Amerîka li Iraqê bijareya cengê ya tam bikar anî, destwerdaneke sînordar encam da li Lîbya û li Sûriyê jî destwerdana rasterast encam neda bi armanca şerkirina ligel rejîmên van sê welatan, lê li gor piraniya nirxandinan her sê rê jî bi ser neketin. Ango rêya alternatîv çi ye? Ti stratejiyeke din maye biceribînin?

James Jeffrey: Immmmmm. Amerîka li Lîbyayê şikest. Yekem destwerdana me li Sûriyê jî ku îdareya Obama ji sala 2011an bi şûn de encam da, bi rêya piştgirîkirina hêzên dijber bi merema rûxandina Esed dîsa şikest. Lê ez dikarim ji te re bêjim ku destwerdana Amerîka ji sala 2014an bi şûn de ji bo jinavbirina DAIŞê bi temamî serketî bû û mana niha ya hêzên Amerîkayê jî li Sûriyê hevmil ligel komek pêngavên welatên din bûne kelem li pêşber wê yekê ku Esed şer bibe û hemî deveran bixe destê xwe. Ji ber vê ez berevajî te difikirim. Em serketî bûn. Em li Iraqê jî serketî bûn. Iraq îro dewleteke demokratîk e…

Rûdaw: Bibore ez gotina te kin dibirim. Ez ecêb dimînim tu wan wek serketin bi nav dikî. Li her sê welatan binere. Li her sêyan kaos û tevlihevî serdest e. Dibe ku tu bi nêrîneke leşkerî wek Amerîkiyekî navê wê bikî serketin. Lê gelo tiştê ku tu li ser erdê li wan her sê welatan dibînî, ji kaos û tevliheviyê wêdetir tiştekî din e?

James Jeffrey: Bila ez ji te bipirsim. Wek Iraqiyekî tu îro dilxweştir î yan tu berî 20 salan ji niha dilxweştir bûyî?

Rûdaw: Bê guman ez dibêjim vêga, lê…

James Jeffrey: Ez pir spasiya te dikim. Tiştê ku min dixwest bêjim te got. Heke tu ji Sûriyekî jî bipirsî…

Rûdaw: Lê bibore… wek Kurdistaniyekî, ez îro dilxweştir im. Ez nikarim li şûna Iraqiyekî şêniyê Mûsilê yan Enbarê yan cihekî din ên Iraqê caba te bidim. Dibe ku tu ji wan bipirsî heman cab bidest te nekeve.

James Jeffrey: Ez dibêjim heke tu vê pirsê ji %80yê Iraqê bikî ku wekhev e bi rûniştiyên ereb ên Şîe û Kurd, dê heman cab bidest te bikeve. Ji %80 rêjeyeke baş e! Li Sûriyê, em di destwerdana xwe ya ewil de şikestin. Ew rast e, lê piştî wê, me karî DAIŞê ji holê rakin. Me karî jî pêşî li serketina Esed li Sûriyê bigirin. Pêkan e tu dikarî tomeriya wan wek nîv serketinekê li wî welatî bihejimêrî. Herçî Lîbya ye, zelal e ku em li wir şikestin. Ango asta serketina me li Rojhilata Navîn wekhev e bi yek û nîv ji sê re. Li gor ezmûna ku min li Rojhilata Navîn heye ji sala 1973an ve, ew rêje ye ku tu dikarî bidest bixî.

Rûdaw: Baş e…nexwe bila ev pirsa min a dawî be…em ê kengî careke din te li vir, li Kurdistanê bibînin?

James Jeffrey: Hûn ê min li Kurdistanê bibînin. Min di navbera salên 2018-2020an de 5 caran serdana wir kiriye. Ez niha jî bi coş im ji bo ku werim. Baş e?

Rûdaw: Pir baş e! Em ê bendewariya te bikin. Zor spas ku tu bi me re bûyî.

James Jeffrey: Ez jî spasiya te bo vê hevpeyvîna zehmet dikim!

Rûdaw: Ez spasiya te dikim!