Salih Muslim: Kuştina Sulêymanî Sûriyê neçar dike bi Kurdan re diyalogê bike

Salih Muslim, Hevserokê Berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku niha berpirsê peywendiyên derve yê wê hizbê ye, dibêje bi kuştina Qasim Sulêymanî rejîma Sûriyê lawaz dibe û dê neçar dibe ku guftugo li gel Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bike.

Salih Muslim di vê hevpeyvîna li gel Rûdawê, bi dûrî dizane ku Rojavayê Kurdistanê bibe meydana milmilaneya Amerîka û Îranê, ji ber ku Amerîkî ji wir vekişiyane û dibêje eger şer di navbera wan de rû bide, egera wê zêdetir e Iraq bibe qada şer û milmilaneyên wan herdu dewletan.

Rûdaw: Kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, çi karîgeriyê li ser Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dike?

Salih Muslim: Sulêymanî destê veşartî yê Îranê bû li nav Sûriyê. Ji ber ku rêxistinên weke ‘Zeynebiyûn û Fatimiyûn’ li jêr fermana wî de kar dikirin. Di aliyê siyasî û serbazî de karîgeriyeke zêde li ser rejîma Sûriyê hebû.

Piştevanekî mezin bû bo rejîma Sûriyê. Kuştina Sulêymanî bi ziyana rejîma Sûriyê temam dibe. Eger Şamê heta îro derbarê meseleya Kurd lojîk û helwesta xwe neguhertibe, rûniştin û diyalog li gel Rêveberiya Xweser qebûl nekiribe, ji ber hindê bû ku pişta xwe bi Îranê ve girê dida. Li gor min kuştina Sulêymanî heta radeyekê rejîma Sûriyê lawaz dike. Dibe ku bibe sedemek bo rejîma Sûriyê dawî li helwesta xwe ya tund bîne û li gel RêveberiyaXweser birûne.

Gelo piştî kuştina Qasim Sulêymanî, guhertinek bi ser siyaseta Îranê ya Sûriyê de tê?

Niha diyar nîne ka guhertinek di siyaseta Îranê de pêk tê li gel destbikarbûna şûngirê Sulêymanî, yan na. Hêvîdar im rejîm lawaz bibe û li gel Kurdan danûstandinên cidî bike.

Ji ber kuştina Qasim Sulêymanî, Îran gefên tolhildanê li Amerîkayê dixwe. Hêza Amerîkayê li bakurê Sûriyê bi helqeya herî lawaz bi nîsbet Îran û milîşeyên danîne. Gelo tu pêşbîniya êrişeke Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li wê navçeyê dikî?

Amerîka ji navçeyê Kurdnîşîn vekişiyaye û li ser sînorê Iraq û Sûriyê ye. Beşek ji wan jî li derdora bîrên petrolê ne. Hêzên ser bi Îranê ve li navçeya me nînin. Dibe ku hinek Îranî li gel hêzên rejîmê hebin. Ji ber hindê pêşbînî nakim êrişeke  mezin li navçeya me bo ser hêzên Amerîkî rû bide û tolhildana Îranê li navçeya me be. Dibe li cihek din an jî zêdetir li Iraqê be.

Eger Rojavayê Kurdistanê bibe meydana yeklakirina milmilaneyên di navbera Îran û Amerîkayê de,  dê karîgeriyê li ser Rêveberiya Xweser bike?

Rêveberiya Xweser berdewam e li ser kar û barên xwe. Bi ya min milmilaneya di navbera Îran û Amerîkayê de karîgeriyekê li ser Rêveberiya Xweser nake. Ji ber ku weke min amaje pê kir, Amerîkî li vê derê nemane. Pêşbînî dikim rejîma Sûriyê di wê milmilaneyê e lawaztir bibe û Rêveberiya Xweser nas bike. Eger vê yekê bike, Amerîka û Îran ji me dûr dikevin.

Wate kuştina Qasim Sulêymanî karîgeriyê li ser Şamê dike derbarê çareserkirina pirsa Kurd?

Bersiva vê pirsê girêdayî wî kesî ye ku şûna Qasim Sulêymanî digire. Eger ew kes weke Sulêymanî bi şiyan û zîrek nebe, nekare hevkêşeya navbera Zeynebiyûn û Fatimiyûn bi başî îdare bike, ev yek dê rejîmê ber bi lawazbûnê ve bibe. Bi taybetî li Idlib û cihên din rejîm di şer de ye. Dema rejîm lawaz dibe, dê neçar bibe ku danûstandinan li gel Rêveberiya Xweser bike. Dibe bi vî şêweyê erênî be, lêbelê ev der Rojhilata Navîn e û tişt bilez guhertin bi ser de tên.

Piştî kuştina Sulêymanî ti guhertinek dê di helwesta Rûsyayê de bê dîtin?

Me ti guhertinek di helwesta Rûsyayê de nedîtiye. Lêbelê nabe em jibîr bikin ku her sê, ‘Rûsya, Îran û Sûriye’ hevbeş in. Bêguman Sulêymanî beşek bû ji rêkevtina di navbera van hersê aliyan. Aktorekî vê proseyê Sulêymanî bû. Rêkevtina sê alî çi bi ser de tê, em jî nizanin?

Proseya danûstandinên rasterast û nerasterast li gel Şamê di çi astê de ne?

Ti guhertinek nîne. Soza Rûsyayê hebû, guftugo dê navbera me û Rûsyayê, Rûsya û Şamê de hene. Sûriye naxwaze li gel Rêveberiya Xweser guftugoyan bike. Tişta di vê meselê de erên ye, Rûsya xwe weke garantorek di vê meseleyê de nîşan dide. Bi ya min di demeke nêzîk de guftugo ber bi qonaxeke din ve diçin û danûstandin li gel Şamê dest pê dikin.

Tirsek heye ku Tirkiye ji meseleya kuştina Sulêymanî sûd wergire û planên xwe yên li dijî Kurdan cîbicî bike. Heta çi radeyekê egera vê yekê heye?

Bawer nakim ev rû bide, ji ber ku Sulêymanî ji Tirkiyê dûr nebû. Peywendiyên Sulêymanî û Hakan Fîdan gelek bihêz bûn. Hemahengî û planên hevbeş hebûn. Sulêymanî li dijî rûdanan ranewestiya, belkû bi rêkevtin li gel Sulêymanî planên xwe cîbicî kirin.

Li gor boçûnên beşek ji çavdêran qonaxa piştî kuştina Qasim Sulêymanî bo kurdan wek sala 2003 lê tê. Nêrîna te çi ye li ser mijarê?

Li gor min derfeta sala 2003 bi şêweyeke ciyawaz bû. Tişta girîng di vê qonaxê de yekbûna Kurdan e. Kurdan stratejiyeke hevbeş nîne. Niha jî dijmin dikare me li dijî hev bikar bîne. Eger Kurd gotar û stratejiya xwe yek bixe, derfet zêde ne. Di vê qonaxa dîrokî de yekrêziya Kurdan pêwîst e. Niha aloziyeke mezin baskê xwe bi ser Rojhilata Navîn de kêşaye. Ew a ku em dizanin û diyar e, kuştina Qasim Sulêymanî bê sedem nebûye û ne tesaduf e. Biryara kuştina Sulêymanî piştî xwendin û guftugoyên zêde hatiye dayîn. Dibe wan hesab bo karvedanên Îranê jî kiribin. Di egera karvedana Îranê de dûr nîne ku Ameîrka bi tundî bersiv bide. Ev aloziyan zêdetir dike.

Nebe ev qonax, bi qonaxa 2003an bê berawirdkirin. 2003 bo Başurê Kurdistanê derfeteke mezin bû. Lêbelê perçebûna Başur di wê demê de rê neda Kurd zêdetir sûd ji wê derfetê bibînin. Berî çend rojan parêzgarê Kerkûkê got, “Eger lîsta birayetiyê rêkevtin heba, ez niha parêzgarê Kerkûkê nedibûm.” Wate eger PDK û YNK rêkevtiban, li Kerkûkê cih bo kesekî din namîne, eger em bikarin sûd ji ezmûna berê werbigirin, li gor min rojên dîrokî çaverêyî me ne.