Xelkê digotin Zubêr Quran kiriye stran

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Zubêr Salih sala 1965ê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Temenê wî 7 sal bûn, dema ku dest bi stranbêjiyê kir. Bavê wî yek ji dengbêjên navdar ên navçeyê bû. Bandora vê yekê jî li ser wî hebû. Zubêr Salih di sala 1979ê de yekem berhema xwe tomar kir, ku straneke li ser koça dawî ya Mela Mistefayê Barzanî bû. Heta niha xwediyê 18 berheman e, ji pêvî wan kasêtên ku di helkeftan de hatine tomarkirin. Berhemên wî niha jî li tomargehên Rojavayê Kurdistanê tên firotin. Zubêr Salih piştî klîpkirina strana "Sebehulxeyrî xana min", ku teksta wê helbesteke Melayê Cizîrî ye, bêhtir li parçeyên din ên Kurdistanê hate naskirin, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Zubêr Salih ji sala 2000î ve ji Rojavayê Kurdistanê derketiye û niha jî li Almanyayê niştecih e.

Rûdaw: Tekstên hemû stranên berhema we ya dawî ji helbestên Melayê Cizîrî ne. Hûn gellekî sersam in bi Melayê Cizîrî?

Zubêr Salih:  Sala 1988ê min helbestên Melayê Cizîrî nas kirin. Dostekî min şiroveya dîwana Melayê Cizîrî ji min re anî, bi navê "El'iqd Elcewherî". Helbestên wî gellekî giran bûn. Mela Ehmedê Zivingî, ku miftiyê Qamişloyê bû, ev helbest şirove kiribûn. Dema min wateyên helbestan xwend, êdî min nikarîbû dest jê berdim.

Her kesek nikare xwe li gor helbestên Melayê Cizîrî bibîne. Min biryar da helbesta "Sebahulxeyrî xana min" bikim stran û sala 1988ê min tomar kir. Gellek xelk tê nedigihiştin. Digotin tu bi çi zimanî distirê, tew hinekan digotin Zubêr awaz ji bo Quranê daniye û ayeta Quranê kiriye stran. Lê feqe û mela, ji ber ku pirraniya wan helbestên Melayê Cizîrî xwendibûn, têdigihiştin. Piştî demekê xelk rahatin û helbestên Melayê Cizîrî dixwendin.

Di nêrîna we de hûn hokarek bûn, da ku xelkên Rojavayê Kurdistanê Melayê Cizîrî binasin?

Erê, rast e. Dikarim bêjim heta min ev stran negot, beşekî mezin ji miletê kurd Melayê Cizîrî nas nedikirin. Tenê ewên ku li hucre û mizgeftan bûn ew nas dikirin. Min Melayê Cizîrî ji hucreyan derxiste nav xelkê.

Ango Melayê Cizîrî jî we da naskirin?

Erê. Dikarim bêjim ku strana "Sebahulxeyrî xana min" nasnameya min e. Gellek kes hene navê min nizanin lê strana min dizanin.

Li Başûrê Kurdistanê kêm hunermend hene ku xwe li gor helbestên helbestvanên klasîk yên wek Nalî yan Mehwî dibînin û bikin stran. Ji bo helbestên Melayê Cizîrî jî her wiha ye?

Ji bo helbestên Melayê Cizîrî xirabtir e jî. Her kesek nikare helbestên wî bike stran. Gellek kes ji min re dibêjin tu pirr dilxurt î ku tu dikarî helbestên Melayê Cizîrî bikî stran. Awazdanîn ji bo helbestên Melayê Cizîrî pirr zehmet e. Hestên Cizîrî ne wek hestên Cegerxwîn û Tîrêj in. Wek mînak Tîrêj gellek ji helbestên xwe ji bo stranên dîlanê nivîsandine. Lê Melayê Cizîrî bêhtirên helbestên wî tesewuf in. Ji pêvî dengbêjên ku helbestên Melayê Cizîrî kirine stran, tenê yek hunermend bi navê Reşîd Sûfî çend helbestên Cizîrî kirine stran.

Serokê Herêma Kurdistanê sersam e bi Melayê Cizîrî. Hûn di wê baweriyê de ne ku ewê li stranên we guhdarî bike, bi taybetî strana "Sebahulxeyrî"?

Ev pirsa min e jî. Ji ber ku min jî bihîstiye ku malbata Barzanî bi giştî sersam in bi Melayê Cizîrî. Min bihîstiye ku Mela Mistefa dema koça dawî kir, quranek û dîwaneke Melayê Cizîrî di çanteyê wî de bûn.

Destpêka naskirina we bi rêya stranên malan û dawetan bû. Lê piştre birayê we bi destê rejîma Baasa Sûriyê hate kuştin. Guhertineke mezin bi ser stranên te de hat. Ev çawa bû?

Rast e, gellek bandora vî birayê min li ser min hebû, 2 salan ji min biçûktir bû. Sala 1988ê, dema karesata kîmyabarana Helebçeyê, min li ser Helebçeyê stra. Min di hemû helkeftan de ev stran digot û xelk digiriyan. Vê yekê jî rejîma Sûriyê dilteng kiribû. Carekê hatin li deriyê me dan. Ji min re gotin tu bi vê stranê hestên xelkên gur dikî. Wiha bi hêsanî di ser te re naçe. Piştre birayê min şehîd bû. Bi rastî mebesta wan kuştina min bû. Gellekî bandora şehîdbûna birayê min li ser min hebû. Piştre min dest ji karê hunerî berda. Lê rewşenbîr û wêjevan hatin cem min û gotin nû tu bûyî milkê milet tevî, nabe tu dest ji stranbêjiyê berdî.

We li ser Mistefayê Barzanî straye. Hûn amade ne ku li ser serkirdeyekî din ê kurd bistirên. Wek mînak Abdullah Ocalan?

Erê rast e min li ser Mela Mistefayê buhuştî stra. Ji bo zanînê, ev stran yekem strana min bû ku sala 1979ê min tomar kir. Ev stran yek kasêta tekûz e, wate yek demjimêr e. Ez li ser mirovê sax nastrêm. Ji ber ku dibe mirov bê guhertin, hingê nirxê strana min jî namîne.

Hûn ne bi niyaz in ku vegerin Rojavayê Kurdistanê?

Beriya 6 mehan bi rêya Bakurê Kurdistanê çûme Serê Kaniyê. Piştî 14 salan, ku gellekî şa bûm, ez giriyam. Ku min xaniyên Serê Kaniyê dîtin, ku gulle li wan ketine, weke ku ev gulle li dilê min ketibûn. Lê ji tirsa rejîmê min nikarîbû herim Hesekê, ji ber ku rejîmê hêla sor li bin navê min daniye.

Niha Rojavayê Kurdistanê di qonaxa şoreşê de ye. We ti stranek şoreşgêrî ji bo Rojava tomar kiriye?

Erê, min 2 sirûd tomar kirin. Yek ji wan 8 hunermend bi hev re dibêjin, lê mixabin ji ber berberiya partîzanî kes ne amade bû vê berhemê belav bike. Ji ber ku di vê berhemê de min dîmenên pêşmergeyan, ala Kurdistanê, gerîllayan û rêberên El-Partî û PKKê danîne nav klîpê.  Lewma em neçar bûn vê klîpê li ser facebook û youtubê belav bikin. Herwiha min di klîpa xwe de behsa valakirina Rojava kiriye. Dozê li xelkê dikim ku gellekî ji warê xwe dernekevin. Wek mînak bajarê Hesekê berê 70 ji sedî Kurd bûn, niha 70 ji sedî Ereb in. Tenê 30 ji sedî kurd tê de mane. Berê dijmin Kurdistan erebkirin, niha em bi destê xwe erebdikin.

We li ser gellek bûyerên nexweş straye, wek Helepçe, mirina Mela Mistefayê Barzanî, terorkirina Şêx Meşûqê Xiznewî, bûyera 12ê Adarê li Qamişloyê, teqîna mezin li Şengalê. Lê we ji bo qurbaniyên bûyera Roboskiyê nestraye. Çima?

Rast e. Ev jî bûyereke mezin bû. Li ser vê yekê ez xwe rexne dikim. Pêwîst bû stranekê ji bo vê bûyerê bêjim. Lê ez bi xwe jî nizanim çima min negot.