Mihemed Elî Sorekî: Kurd li Urdinê gihîştin pileyên birêvebiriyê

12-11-2024
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Hevpeyvîna bi Mihemed Elî Sorekî re/Wêne: Ji ber dîmenan
Hevpeyvîna bi Mihemed Elî Sorekî re/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mihemed Elî Sorekî Urdin Kurd
A+ A-

Dîroknas Dr. Mihemed Elî Sorekî destnîşan kir ku derdora 70-100 hezar Kurd li Urdinê hene.

Dîroknas Dr. Mihemed Elî Sorekiyê ku ji Kurdên li Urdinê ye di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa Kurdan a li Urdinê kir.

Mihemed Elî Sorekî anî ziman:

“Hebûna Kurdan a li Urdinê vedigere berî 900 salî, dema sultan Selahedînê Eyûbî Dewleta Eyûbiyan damezirand.

Tu dizanî stûna artêşa wan Kurd bûn, lewma wan Firqeya Hekariyê li xwe girt, ew jî Kurdên Hekarê bûn.”

Mihemed Elî Sorekî got:

“Kurd gihiştin pileyên birêvebiriyê, bi taybetî di artêşê û birêvebiriyê û îstixbarata giştî de.

Kurdên ku li gel Selahedîn, bi taybetî li Filistînê piştî Nekseya Hezîranê û Karesata 48an, koçberî Urdinê bûn, ew di nava Ereban de hatin pişaftin.

Tenê hinek sîmayên wan ên laşî û hin zanyariyên dîrokî û hin navên malbatan mane.”

Hevpeyvîna Dilbixwîn Dara ya bi Dîroknas Dr. Mihemed Elî Sorekî re:

Rûdaw: Tu bi xêr hatî Rûdaw û Kurdistanê.

Mihemed Elî Sorekî: Spas ji bo te li ser bixêrhatin û mazûvaniyê.

Rûdaw: Doktor em dê li ser Kurdên li Urdinê biaxivin, wekî mînak, pirseke girîng ji bo min, hejmara Kurdên Urdinî yên li Urdinê çi qas e?

Mihemed Elî Sorekî: Derdora 70-100 hezar Kurd li Urdinê hene. Hebûna Kurdan a li Urdinê vedigere berî 900 salî, dema sultan Selahedînê Eyûbî Dewleta Eyûbî damezirand. Tu dizanî stûna artêşa wan Kurd bûn, lewma wan Firqeya Hekariyê li xwe girt, ew jî Kurdên herêma Hekarê bûn, li Kurdistana Bakur, wî ev firqe li bajarê Seltê danî. Bajarê Seltê dikeve rojavayê Umanê û erkê çavdêrîkirina liv û tevgerên Xaçperestan spart wan ku li herêma Xewr el-Urdinê bûn, ew jî ji ber tirsa belavbûna Xaçperestan ber bi rojhilatê Urdinê berfireh bibe. Ev malbat bi erkê xwe yê leşkerî rabû û piştî ku Selahedîn di Şerê Hittînê de, zora Xaçperestan bir û herêm ket bin kontrola Eyûbiyan, ev malbat li Seltê ma û zana û mamoste ji wan derketin. Bi saya wan jî Dibistana Seyfiyê li Seltê hat damezirandin lê tê gotin, piştî demekê ev malbat çû Qudsê, li wir bicih bû û navê taxa ku lê niştecî bûn kir taxa Seltiyan. Demeke dirêj li paş Mizgefta Eqsayê man. Nasnavê Malbata Îmaman li wan hate kirin. Aniha jî Malbata Îmaman li Qudsê ne û ew neviyên Hekariyên Kurd in ku li Seltê bi cih bûbûn. Her wiha Selt, kete bin desthilata Eyûbiyan û Şah Îsayê Eyûbî Keleha Seltê damezirand. Ev keleha ciwan ku Mihemed Îbrahîm Paşayê Misrî ew wêran kir, dema êrişî Bîlad el-Şamê kir û hinek şer û pevçûnên wî bi Împaratoriya Osmaniyan re hebûn. Heta îro, li Seltê taxa Kurdan, wekî rûberekî cografîk heye ango aniha Seltî li ser du beşan dabeşkirî ne; taxa Seltê û taxa Kurdan. Wate, piraniya eşîrên Ereb dibêjin, ez ji taxa Kurdan im, ez Kurd im, li gorî deverê, her wiha Newala Kurdan heye.

Eyûbiyan li Urdinê, her wiha Îmareya Kereka Eyûbiyan hat damezirandan ku 80 salî dirêj kir. Şah Nasirê Dawûdê Eyûbî ew damezirand, bi saya wî careke din, piştî Selahedîn Quds rizgar bû.

Rûdaw: Doktor, gelo Kurdên li Urdinê wekî netewe di Destûra Urdinê de tên binavkirin? 

Mihemed Elî Sorekî: Belê, em dê tiştê ku me dest pê kiribû bidomînin. Kurd di dema Memlûkiyan de man, derebegîtî/tîmarên wan hebûn, navên Kurdî jî hebûn, li cem me li bakurê Urdinê jî, navçeyek heye, li Lîwaya Benî Eyser, gundek heye bi navê gundê El Kurdî). Derebegê wê jî Kurd bû, heta niha jî li Urdinê hin malbat hene, îdia dikin ku ew neviyên Eyûbiyên şahê Kurdan in.

Li cem me, li Urdinê, 81 eşîr hene ku bi regez Kurd in.

Destûra Urdinê di madeyeke xwe de dibêje, hemû Urdinî di maf û erkan de, tevî ku bi regez, ol û ziman ji hev cuda bin jî, hevseng in.

Kêmîneyên etnîkî li Urdinê hene, wekî birayên me yên Çerkez, Çeçen û Ermen. Kêmîneyên olî jî wekî birayên me yên Durzî hene. Her wiha Xirîstyan hene. Ev kêmîne xwedî nêrîneke taybet in, kotaya wan li Parlamentoyê heye. Hin hesabên din ji wan re hene, di dewletê de, di damezirandina hikûmetan de. Sîstema me ya şahinşahiyê bi tebayî serederiyê li gel her kesî dike û derfet jî daye hemûyan ji bo ji destkeftên dewletê qezenc bikin.     

Rûdaw: Piraniya Kurdan li kîjan parêzgehan in?

Mihemed Elî Sorekî: Em bi awayekî tekane û nêrînî hatin Urdinê û her yek jî xwedî çîrokekê ye. Em ne wekî birayên xwe yên Çerkez hatin. Çerkez wekî eşîr hatin, Şapsug û çend eşîrên din, bi nerîtên xwe, bi zimanê xwe lê cografya ji bo wan cuda bû, lewma ew li Umanê, li Wadî El Sêrê û El Zerqayê bi cih bûn û giraniyeke civakî ya mezin ava kir. Her wiha nêzîkî desthilatê bûn lewma wan kota û destkeftî bi dest xistin. Her wiha birayên me yên Xirîstyan, hejmara wan derdora 300 hezar kesî tê texmînkirin, kotaya wan heye, nûnertiya wan di wezaretan û Parlamentoyê de heye. Em li gund û bajaran bi cih bûn û bajarekî Urdinê nîne ku malbateke Kurd lê nebe. Li Irbid, Rimte, Semer, Xor, Selt, Xor El Safî, El Eqebe, Uman, El Zerqa, Cereş û Eclûnê malbatên Kurd hene.

Rûdaw: Gelo Kurdan beşdarî di damezrandina dewleta Urdinê û serxwebûna wê de kiriye?

Mihemed Elî Sorekî: Belê.

Rûdaw: Rola Kurdan di vê yekê de çi bû?

Mihemed Elî Sorekî: Kurdên Urdinî, berî hatina Mîr Ebdulah beşdarî di dewleta Sûriyeyê de kir ku Şah Feysel ew damezirand. Navê wê Şahnişîna Feyselî bû, ji sala 1918yan heta 1920an. Nûnerê Urdinê yê Kurd, Sîdoyê Kurd bû. Ew çû Dîmeşqê û li Kongreya Giştî ya Sûriyeyê amade bû. Kongreya ku bi yekîtiya xwezayî ya Sûriyeyê bang kir. Her wiha li gel kesên Urdinî jî rawestiya di şandina nameyên protestokirinê û damezirandina komîteyên niştimanî de ji bo piştgiriya Sûriyeyê û Şah Feysel a li dijî kolonyaliya Fransayê ku piştî Konferansa San Remoyê herêm di navbera serdestiya Fransa û Brîtanyayê de dabeş kir. Şarezayên birêvebiriyê jî li dadgehên bajarên Urdinê hebûn. Dema Şah Ebdullah hate Meanê ji bo ku Sûriyeyê ji Fransiyan rizgar bike. Fermandarine Kurd pêşwazî lê kir ku ji wan Xelîl Bekir Zaza Fermandarê Pasevanên Şah Feysel bû. Her wiha Nezmî Bedredîn û malbatên Mistefayê Miliyan û Şerîf Hisên jî Kurdek şande Umanê, ji bo amadekariyê ji hatina mîr re bike ku bê Umanê, ew jî zana û şarezayê Sûrî Xeyrudîn Zireklî bû. Xeyruddîn Zireklî ligel kesayetiyekî pilebilind ji malbata el-Harisî, amadekarî ji bo hatinê kir. Êdî dema mîr hate Umanê, Kurdên Umanê, di pêşwaziya wî de bûn. Elî Sîdo yê Kurd, Eliyê Kurd, û Xeyruddîn Zireklî, her wiha gelek ji fermandarên Kurd ên di nava rêzên artêşa Osmaniyan de bûn; ji wan Xelîl Bekir Zaza, Nezmî Bedirxan û fermandarekî ji malbata Berzinciyan jî hebû û Reşîd Paşa Medfeyî ku yek ji serkirdeyên Şoreşa Erebî ya Mezin bû. Li Umanê ma û bû Wezîrê Karên Navxwe, ew yekem Kurd bû wezaret wergirt û birêvebirê Ewlehiya Giştî û Polîsan bû. Her wiha ji damezirênerên Hêza Derek û artêşa Urdinê, Xelîl Bekir Zaza… Van hemûyan beşdarî di rahênankirina artêşa Urdinê de kir. Fermandar artêşa Urdinê Frederîk Beg tîne ziman ku rêjeya fermandarên Kurd di artêşa Urdinê de ji sedî 3-4 e ango dewletê sûd ji ezmûna wan Kurdan wergirt ku li nav artêşa Osmaniyan bûn. Di warê damezirandina hêza Derek û artêşa Urdinê de û li gel mîr man, heta ku Şahnişîna Urdinê ya Haşimî damezirand.

Rûdaw: Wan bi awayekî baş beşdarî di damezrandina şahnişînê de kir.

Mihemed Elî Sorekî: Belê.

Rûdaw: Doktor, şêwazê pêwendiya di navbera Kurdan û malbata şah de li Urdina kevn û nû çawa ye?

Mihemed Elî Sorekî: Belê, belê.

Rûdaw: Cudabûn di navbera pêwendiyên kevn û nû yên Kurdan de li gel malbata şah heye?

Mihemed Elî Sorekî: Belê pêwendiya me li gel malbata Haşimiyan vedigere serdema Eyûbiyan. Dema bapîrê wan Qutade ji Tebûyê hat, milmilanî li Medîne û Mekeyê li ser Şerafeyê hebû. Di wê serdema Melîk El Adil de malbata Qutadeyan hatin destnîşankirin ku ew bapîrên ne, bûne eşraf li ser Mekeya pîroz. Lewma eşrafên ku xizmeta Mekeyê kir, ji serdema Eyûbiyan Şerîf Hisên Bin Elî bû, neviyên Qutade bûn ku ew jî ji neviyên Hesen Bin Elî Bin Talib bû. Di Şoreşa Erebî ya Mezin de jî, hejmarekê ji artêşa Kurdî beşdarî fermandariya Şoreşa Erebî bû, ji wan Cafer Paşayê Eskerî, Reşîd El Medfeyî, bi taybetî dilovaniya Xwedê lê be, Şah Feyselê Yekem, pêşengên hêza wî derbasî Urdin û Bîlad El-Şamê bûn û ew azad kir. Her wiha Xelîl Bekir Zaza, fermandarê istixbaratê bû li cem Şah Feysel û fermandarê pasevanên Mîriyê bû û yekem kesê ku alaya Şoreşa Erebî li Dîmeşq, Heleb û Beyrûtê bilind kir, Kurd bû û ligel Haşimiyan man. Her wiha li Îraqê jî, em Cafer Paşayê Leşkerî, damezrênerê artêşa Îraqî bi bîr bînin ku ew jî Kurd bû. Gelek Babanî serokwezîr bûn. Li Urdinê, Reşîd Paşa El-Medfeyî ma ku yek ji kesayetiyên beşdarî Şoreşa Erebî bûye û postên Birêvebirê Ewlehiyê û Wezîrê Karên Navxwe wergirtin. Wiha jî Elî Sîdo El-Kurdî hebû, ew kesekî berbiçav bû û di partiyên Urdinî de bû û beşdarî di tevgera siyasî ya Kurdan de kir. Elî El-Kurdî jî yek ji Kurdên navdar ên Umanê bû. Elî Sîdo El-Kurdî hebû, Sekreterê Encûmena Teşriyê bû, ji bo zanînê jî, Elî Sîdo, sêyemîn kesê Urdinî bû ku bawernameya zanîngehê bi dest tîne, ji Zanîngeha Amerîkî ya li Beyrûtê, di serdema Îmaretê de.

Rûdaw: Gelek Kurd di damezrandina dewleta Urdinê de hebûn. Bila em bêne vê pirsê doktor, çi mafên Kurdan li Urdinê hene?

Mihemed Elî Sorekî: Bi awayekî giştî, Kurdên Urdinê wekî her kesekî Urdinî hevseng in û wiha li wan tê nihêrîn. Wate, damezirandina di saziyên giştî de, di artêşê de, di birêvebiriyê de, di warê giştî de, eger mirov bixwîne û karibe cihê xwe bigire, êdî dikare di pileyên birêvebirî de bilind bibe, bi belgeya wê yekê ku kesekî Kurd gihişte Serokwezîriyê ku ew jî Seed Cuma El Eyûbî bû.

Rûdaw: Ew li xwe mikur tê ku Kurd e?

Mihemed Elî Sorekî: Belê, belê li xwe mikur tê. Ew ji Kurdên Eyûbî yên Diyarbekirê ne. Bavê wî Serokê Şaredariya Tefîleyê bû. Mihemed Cuma. Di serdema Osmaniyan de, Serokê Şaredariya Tefîleyê bû. Ev kesayetî, sala 1967an serokwezîr bû, heman sala ku Nekseya Hezîranê çêbû û Kerta Rojava tê de ji dest çû. Di wê serdemê de jî, Salih Paşa El Kurdî, Fermandarê Hêzên Asmanî bû.

Rûdaw: Wate, hemû Kurd bûn! Di lûtkeyê de bûn!

Mihemed Elî Sorekî: Firokevanê taybet ê şah jî, Bedreddîn Zaza, ji firokevanên xoşewîst bû li ber dilê cenabê şahê koçkirî. Kurd gihiştin pileyên birêvebiriyê, bi taybetî di artêşê û birêvebiriyê û îstixbarata giştî de.

Rûdaw: Heta niha wiha ye Doktor Mihemed, heta niha Kurd li Urdinê di postên bilind de mane? Mebesta min di dema niha de.

Mihemed Elî Sorekî: Di destpêka damezirandina îmaretê û salên 1950 û 1960an de, serdema wan a zêrîn bû. Wan postên serkirdayetiyê yên birêvebirî û leşkerî wergirtin lê piştî xwendinê û piştî ku Urdinê tevgereke zanistî dît, ez ji te re bêjim, gelekî rola Kurdan a birêvebiriyê û siyasî nema û berbelav bû. Sedema yekser ew bû ku kota bi dest Kurdan neket, ew kotaya ku nûnerekî parlamentoyê dide wan û ew nûner li nav parlamentoyê karibe parastinê di ber mafên wan û destkeftên wan de bike û li saziyên dewletê navbeynkariyê ji wan re bike. Kurd wekî embareke dengan in, lewma berdewam min daxwaza hebûna kotayê ji bo Kurdan dikir, ew jî wekî birayên me yên Çerkez, Çeçen û birayên me yên Xirîstiyan û Bedû û jinê jî, hemû mafên wan ên siyasî hene, gihiştina ji bo parlamentoyê ji bo wan garantî dike.

Rûdaw: Kurdan daxwaza kotayê nekir an sedemeke din heye?

Mihemed Elî Sorekî: Carekê min nivîsî û daxwaza kotayê ji bo Kurdan, ji cenabê şahê koçkirî kir û bijardeyeke Kurd ew nivîs jê re bir lê ez guman dikim rewşa herêmî ne alîkar bû ku ev maf bigihêje Kurdan. Ji ber ku Kurdan li welatê xwe yê resen mafên xwe wernegirtine. Bersiv jî wiha bû ku hûn hemû Urdinî ne û bazineyên hilbijartinan ji we re ne, em naxwazin we ji Urdiniyan cuda bikin, êdî ev yek rûmet e ji bo me ku em Urdinî bin. Di hilbijartinên dawî de, hinek Kurdan hewl da têkevin parlamentoyê lê tu dizanî, rewşa eşîrtî û partiyan û neyekbûna Kurdan, bûne rêgir li ber hebûna nûnerekî Kurd. Mixabin Kurdek li nav Parlamentoya Urdinê nebû, ji Encûmena Teşriyê ji serdema îmareyê heta îro, Kurdek li nav parlamentoyê rûnenişt ji bo ku parastina Kurdan bike.

Rûdaw: Nûnerekî Kurd li parlamentoyê nîne?

Mihemed Elî Sorekî: Erê, nîne.

Rûdaw: Pirsek heye, gelo piştgiriyeke hikûmetê heye ji bo vejandina zimanê Kurdî û çand û dîroka Kurdan a li Urdinê?

Mihemed Elî Sorekî: Erê, Komeleya me ya Selahedînê Eyûbî li Umanê heye. Çalakiyên vê komeleyê civakî û ne siyasî ne. Hewl hebûn ji bo çêkirina Komeleya Urdinî ya Kurdî ya Çandê, şaxekî wê li Umanê û yek li Irbidê jî hebû, çalakiyên wê yên baş hebûn, kursên zimanê Kurdî vekirin. Her wiha me beşdarî di festîvalên neteweyî û niştimanî yên serxwebûnê, Cejna Newrozê de dikir. Dewleta Urdinê rêzê li me digire, wekî mînak, rê dide me ku em şahiya Cejna Newrozê bikin, em kursan li komeleyan vekin. Her wiha di rêbazên xwendinê de nîşan bi wê yekê tê dayîn ku Kurd yek ji pêkhateyên civaka Urdinê ne, wekî kêmîneyeke nijadî. Hin pirtûkên civakî cil û bergên Kurdî nîşan didin. Roleke me Kurdan jî hebû, ji ber ku em, di tevgera siyasî û rewşenbîriyê de li Urdinê, ne çalak bûn.

Rûdaw: Gelo partiyeke Kurdî li Urdinê heye?

Mihemed Elî Sorekî: Na, na. Qedexe ye, partiyên neteweyî, li ser bingehên neteweyî û olî qedexe ne.

Rûdaw: Lê li wê derê heye.

Mihemed Elî Sorekî: Divê partiyeke vekirî be, li ber hemû pêkhateyên civaka Urdinî.

Rûdaw: Li Urdinê, partiyên li ser bingehên neteweyî nînin?

Mihemed Elî Sorekî: Na, nînin. Yasa qedexe dike ku hebe. Wekî mînak, were gotin ev partiyeke Xirîstiyanan e û ev partiyeke Çerkezan e, partiyeke Çeçenan e, na. Lê divê vekirî be. Komele jî, wiha.

Rûdaw: Lê ew komeleyên rewşenbîriyê ne! 

Mihemed Elî Sorekî: Lê mafê her welatiyekî ye ku endam be.

Rûdaw: Tenê rê ji bo van komeleyan tê dayîn, ji bo çalakiyên rewşenbîrî, ne yên siyasî!

Mihemed Elî Sorekî: Erê, ji ber ku çi semînar li kîjan komeleyê be, divê Wezareta Rewşenbîriyê, parêzgar û dezgehên ewlehiyê rizamendiyê li ser bidin, ji bo garantîkirina selametiya wan û her wiha ji bo ew agahdar bin çi di van semînarên civakî de digere, ji hizr û bîrkirinan.

Rûdaw: Çawa we Kurdîtiya xwe li Urdinê parastiye? Tu dibêjî, bêhtir ji 900 salî ye, hûn li Urdinê û li herêmên din in!

Mihemed Elî Sorekî: Binêre, Kurdên ku li gel Selahedîn, bi taybetî li Filistînê ku piştî Nekseya Hezîranê û Karesata 48an, koçberî Urdinê bûn, ew di nava Ereban de hatin pişaftin. Tenê hinek sîmayên wan ên laşî û hin zanyariyên dîrokî û hin navên malbatan mane. Hejmareke gelek a Kurdan hene ku ji 900 salî ve, hebûna wan heye, êdî ev yek jî bes e ji bo ku di civakê de bêne pişaftin. Lê hîn gelek hene, dema mirov ji wan re dibêje, tu Kurd î, dibêje, erê ez bi regez Kurd im lê reftara wî tiştekî din e. Kesên ku Kurdîtiya xwe parast, ew Kurdên ku di sedsala 19em de, hatin Urdin û Filistînê, ango bapîrek yan du bapîrên wan hene. Her wiha li Urdinê, di defterên malbatî de, navê malbatê tê nivîsandin, lewma vê defterê malbatên Kurd parastin, ango nav tê nivîsandin: Axa, Zaza, Kurd, bi berovajî vê yekê li hin dewletên Erebî ev yek qedexe ye. Malbata Berzincî, Baban, Eskerî, Dêrikî, Ebû Resûl, Xidir û hwd.

Rûdaw: Ev malbatên Kurdî yên navdar in li Urdinê?

Mihemed Elî Sorekî: Erê, naskirî ne.

Rûdaw: Wekî mînak, Siwêreg. Bi van navên Kurdî, we hebûna xwe wekî Kurd li Urdinê parast!

Mihemed Elî Sorekî: Belê.

Rûdaw: Tu bi regez, ji Siwêregê yî?

Mihemed Elî Sorekî: Belê.

Rûdaw: Siwêreg bajarek e li Bakurê Kurdistanê. Bajarekî navdar e. Nivîskarekî me yê navdar heye, Şahînê Bekirê Soreklî, li Awisturalyayê ye. Ev pirtûka te li ser Elî Seydo Goranî ye. Elî Seydo El Kurdî, kesayetiyekî Kurd ê navdar e.

Doktor, eger ez bi Kurdî bi te re biaxivim, tu dê fem bikî?

Mihemed Elî Sorekî: Bi Xwedê ez tênagihêjim. Sedsalên 19em, 20em û 21em, em li vê derê ne, ango bi derdora 150 salî em li vê derê ne. Tiştê ku mirov bi kar neyîne ji bîr dike. Wekî min ji te re got, hebûna Kurdî tekane bû, ne bikom bû. Em wekî malbat di nav Ereban de dijiyan, êdî pêwîstiya me bi zimanê Kurdî nebû, em dixwazin di Erebî de bigihêjin, ne ku Kurdî lê hin birader hebûn, li komeleyê kurs didan, tê de zimanê Kurdî didan fêrkirin.

Rûdaw: Kursên fêrkirina zimanê Kurdî li Urdinê hene?

Mihemed Elî Sorekî: Komeleyek li cem me hebû, ders didan. Her wiha Komeleya Urdinî ya Kurdî ya rewşenbîrî, wane didan xwendekaran an jî kesê ku dixwest fêrî Kurdî bibe.

Rûdaw: Xwezî min ev hevpeyvîn bi zimanê Kurdî kiriba?

Mihemed Elî Sorekî: Besî me ye, em li diyasporayê ne û hîn jî hest û nestên neteweyî li cem me hene lê ziman. Rast e, pêwîstiya neteweyitiyê bi du hêmanan heye, ziman û cografya. Êdî dema mirov cografyayê ji dest dide, êdî di civakên din de tê pişaftin. Hîn tê gotin ku kesê Kurd nijada xwe ji bîr nake, lewma gelek Kurd li Sûdanê, li Çadê, li Başûrê Afrîkayê, li Efxanistanê, li Hindistanê, li Pakistanê, şanaziyê bi nijada xwe ya Kurdî dikin, em jî li Urdinê. Bi rastî, du welatên me hene. Welatê me yê Urdinê ku em lê jiyan û bi rastî em şanaziyê bi Urdinîtiya xwe û bi civaka Urdinê dikin ku em wan hevalên xwe, dostên xwe, birayên xwe yên di ol û arezûyan de dibînin û em ti cudahiyê nabînin. Ew bi rêzgirtineke mezin li me dinêrin û dema dizanin ku kesek Kurd e, dibêjin, bes e ku tu neviyê Selahedîn î. Hemû malbatên Urdinî bi eşîrên xwe yên navdar, merivantî bi Kurdan re pêk aniye û me jî merivantî bi wan re pêk aniye. Wekî mînak, zavayên min xelkê Al El-Telê ne, eşîreke mezin e li Urdinê, jê Wesfî El-Tel û yên din hene û ew şanaziyê bi nijada Kurdî dikin ku helbestvanê Urdinî, jiyana hevjîniyê li gel Munîfe Keya Baban pêk anî ku ciwantirîn zilamên Urdinî jê çêbûn ku ew jî Wesfî El-Tel e.

Rûdaw: Doktor, gelekî spas ji bo hevpeyvînê.

Mihemed Elî Sorekî: Lê di dawiya axaftinê de, ez dixwazim spasiya te bikim û spasiya kanala we bikim û spasiyeke mezin ji cenabê Serok Mesûd Barzanî re dişînim, kurê bazê Kurdistanê. Ez şad bûm ku min ev destkeftên avedaniyê û kolan û nivîsgeh dîtin, min hest jî kir ku ev pêşketin bi keda wan û bi keda gelê Kurd e. Her wiha ez spasiyê ji serokê niha yê Herêma Kurdistanê re dişînim, Nêçîrvan Barzanî, kurê Idrîs Barzanî, dilovaniya Xwedê lê be, xebatkarê naskirî. Her wiha spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim, wiha jî spasiya kurê serkirdeyê mezin, Qûbad Talebanî û birayên me yên li Silêmaniyê û hemû Kurdan dikim. Hêvî jî dikim ku gelê Kurd azadî û serxwebûna xwe bi dest bîne, wekî miletên din. Ev gel, wekî ku mamoste Elî Seydo El-Kurdî gotiye, Kurd namirin her wê bimînin, ji ber ku ji serdema Medan ve, heta niha çanda xwe parast û nijada xwe ji bîr nekir lê rewş û guherînên herêmî ew xistin vê kêşeyê. Bi bîr bînin ku milet hebûn ji me bihêztir bûn, Aşûrî, Babilî, Kildan, Fînîkî û Firewnî hemû neman lê Kurd man, bi zimanê xwe û nerîtên xwe.

Rûdaw: Gelekî spas, doktor Mihemed Elî Sorekî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst