Balyozê Îranê: Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke girîng a jeopolîtîk e

12-11-2018
Hîwa Cemal
Nîşan Îran Kurdistan PDK YNK Îrec Mecidî Iraq
A+ A-

Îrec Mescidî kêmtir ji du salan e ku Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê ye. Mescidî di wê baweriyê de ye, ku di serdema wî de pêwendiyên Iraq û Îranê gelek ber bi pêş ve çûne, bi taybet di aliyê ewlehî û aborî de. DAIŞ li Iraqê nema, hawirdeya gaz û enerjiyê jî bo Iraqê zêde bûye, ku ew dibêje, pêwîst e gaza wan bigihe Herêma Kurdistanê jî.


Îrec Mescidî di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, ku pêşkêşkarê Rûdawê Hîwa Cemal pê re encam daye, behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê dike û dibêje, pêwendiyên niha gelek baş in. 


Di derbarê pêwendiyên Îranê yên ligel PDKê û YNKê de jî dibêje: Pêwendiyên me li gel YNKê ji pêwendiyên me yên bi PDKê re zêdetir nînin, renge pêwendiyên me li gel PDKê zêdetir bin jî.


Mescidî ragihand ku rêveberiya Tehranê gelek rêzê ji xelkê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire û got: “Îranê, di heyama şerê DAIŞê de ti cudahî nexist di navbera herêmên din û Herêma Kurdistanê de alîkariya hemû aliyan kir.”


Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên wan ligel tevahiya partiyên bi awayekî baş hebin û got ku alîkariya welatî wî dê ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be û eger partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê jî çekên xwe danîn dikarin tevlî jiyana siyasî ya Îranê bibin.


Herwiha Mescidî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ce herêmek girîng e, wan bi zelalî ji rayedarên Iraqîê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ew li dijî perçebûna “xaka Iraqê” ne.


Rûdaw: Ev cara yekem e tu hevpeyvîneke dirêj bi kanaleke Kurdî re dikî, bi taybetî. Tê gotin ku reh û koka cenabê te Kurd e. Ev rast e gelo?


Îrec Mescdî: Bi navê Xwedayê dilovan û dilvîn. Ez pêşî silavên xwe pêşkêşî hemû temaşevanên ezîz û nişteciyên birûmet û hêja yên Kurdistanê dikim. Ez hêviya tendirustî û serketin û laşsaxiyê dixwazim. Eger em bixwazin behsa hêla nijadî bikin, em û Îranî û Kurd em hemû hevnijad in û girêdayî heman reh û kokê ne. Ez bi vî tiştî kêfxweş im. Lê wek netewe, na ez ne Kurd im. Ez li başûrê Îranê ji dayik bûme. Li Parêzgeha Xûzistanê. Lê ez gelek salan di nav Kurdan de jiyame, hem Kurdên Îranê û hem jî Kurdên Iraqê. Pêkan e ji ber vê jî be ku behsa vê xalê tê kirin, lê ez bi xwe ne Kurd im.


Bi berdewamî rola Îranê wek hêzeke navçeyî li Iraq û navçeyê jî hebû. Niha rola Îranê li Iraqê çawa ye û hûn çawa dinirxînin?


Îran ji ber wî sînorê cînartiyê yê berfireh bi Iraqê re û herwiha Herêma Kurdistanê re heye, herwiha li gor sînorên dûr û dirêj, têkiliyên kultûrî û siyasî û dîrokî, herwiha wek du welatên misilman û cînar jî, normal e ku têkiliyên navbera me bihêz û berfireh bin. Ev hem di warên aborî de ye û hem jî di warên civakî, çandî, siyasî û ewlekarî de ye. Ev têkilî piştî sala 2003an û ketina Sedam geştir bûn, wek çawa bi Herêma Kurdistanê re jî bi heman awayî bû. Şikir ji Xwedê re îro pêwendî di asteke pir baş de ne.


Ev piştî 2003an, lê bi taybetî di dema du salên borî de û piştî ku cenabê te bû balyoz li Iraqê, pêwendî çawa ne?


Di vê gera balyoztiya min de, em kêfxweş in û şikir ji Xwedê re kêşeya DAIŞê ku gef li Iraq û navçeyên Kurdistanê dikir çare bû. Navçeyên ku dagir kiribûn hatin vegerandin, kêşeya DAIŞê çareser bû û li holê nema. Her çiqasî bi nerîna min pêkan e hêj şaneyên biçûk ên DAIŞê hebin. Xala duyem jî, têkiliyên me di warê aborî de geş bûne, wek mînak di dema wan du salan de hinardeya gaza Îranê û hinardeya elektrîka Îranê û hinardeyên bazirganî yên Îranê bi asteke berçav geş bûne û bi pêş ve çûne. Şikir ji Xwedê re roj bi roj pêwendiyên Îranê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re jî bi pêş dikevin û baştir dibin.


Ji ber em li Bexdayê ne û cenabê te jî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê yî. Ez dixwazim em ji Iraqê dest pê bikin û paşê herin ser pirsên Kurdistanê jî. Hûn çawa berê xwe didin pêkhateya nû ya hikûmeta Iraqê, bi serokatiya Dr. Adil Ebdilmehdî?


Rêzdar Dr. Ebdilmehdî ji wan heval û kesan e ku pêwendiyeke wî ya dîrokî û kevn bi Îranê re heye. Nasîna me pê re vedigere qonaxa berî hilweşandina Sedam û em bi temamî rêzdar Dr. Adil Ebdilmehdî nas dikin. Pêwendiya me bi cenabê wî û hikûmeta cenabê wî re wê avaker û erênî be. Bi baweriya min, wê rêzdar Dr. Adil Ebdilmehdî pêwendiyên xwe bi Îran û welatên din re jî geştir bike. Me ji bo serketina hikûmeta Iraqê di aliyên cuda cuda de amadebûna xwe ragihand. Me ji hikûmeta Iraqê re jî got, her hevkarî û alîkariyek ku pêwist be ji ber wê girêdana ku Îran û Iraqê bi hev re heye, yanî hem em ji bo Iraqê û hem jî Iraq ji bo Komara Îslamî ya Îranê, me amadebûna xwe nîşan da ji bo em hevkariya wan bikin û alîkariyên xwe zêdetir bikin. Pêşbînî û hêvî û hewldana me ew e ku Xwedê alîkar be dewleta nû ya rêzdar Adil Ebdilmehdî û wezîrên wî bikarin serketî bin.


Ev wek pêkhateya hikûmetê, lê wek kesayetiya Dr. Adil Ebdilmehdî, dîtina we û Îranê çi ye?


Bi baweriya min, rêzdar Dr. Adil Ebdilmehdî kesayetiyeke jêhatî ye, zana ye, mirovekî bi bername ye. Bernameya ku ji hikûmeta xwe re birêk xistiye, bernameyeke giştgîr û baş e, eger bikarin cîbicî bikin û bikarin pirsgirêk û kêşeyên ku hene çareser bikin, dikare hikûmeteke serketî be. Helbet normal e ku li Iraqê ji ber astengiyên siyasî û kêşeyên ewlekarî û çend kêşeyên din, karê hikûmetê bi rastî karekî dijwar e. Ji ber ez çend salan di nav desthilata cîbicîkirinê de bûm, lewma ez vê dizanim. Lê pêwistiya vê bi hewldan, plandanîn, yekrêzî û hevkariya hemû grûp û partiyan û encûmena niştimanî ya Iraqê û piştgiriya kesayetiyên cuda cuda heye. Lewma eger hemû dest bixin nav destên hev, alîkarî û hevkariya hikûmetê bikin û hikûmeta Dr. Adil jî hewldana xwe bike, êdî bi alîkariya Xwedê wê serketî be.


Rola Îranê di hevkarîkirina Dr. Adil Ebdilmehdî de çi dibe?


Hevkarî pirreng in. Hem hevkariyên siyasî li xwe digire, beşekî wan ê girîng jî hevkarî û alîkariyên aborî ne. Herwiha wek çawa di şerê dijî DAIŞê de me hevkarî û alîkariya wan kir û şikir ji Xwedê re DAIŞ li holê nema, niha jî pêkan e hevkariyên bergirî û ewlekarî berdewam bin. Di aliyê kultûrî û civakî de jî pêwendiyên navbera herdu welatan pir berfireh in. Binerin, salane bêtirî 6 heta 7 milyon nişteciyan di navbera herdu welatan de çûnûhatinê dikin, îcar ji bo ziyaretê be yan ji bo armancên geştyarî û bijîşkî be, Îranî tên Iraqê û Iraqî diçin Îranê. Ev li Herêma Kurdistanê jî wiha ye. Lewma asta hevkarî û têkiliyan pir cidî û berfireh e.


Hevkariya Îranê di aliyê ewlekarî de ji bo hikûmeta Adil Ebdilmehdî çi û çawa dibe?


Di aliyê ewlekarî de, di qonaxa DAIŞê de hevkariyên me leşkerî bûn, şêwirkarî bûn, hevkariyên di aliyê çek û lojistîkê de bûn, hevkariya rahênanê bû, anku ji hemû aliyan ve li tenişta artêş û Heşda Şeibî û Hêzên Çekdar ên Iraqê, Komara Îslamî ya Îranê alîkariya wan kir daku şerê DAIŞê bikin. Normal e ku piştî DAIŞê ew hevkarî di warê teknîkî, lojistîkî, rahênan û di warê şêwirkariyê de berdewam bin.


Berdewam dibin…


Erê ev girêdayî pêwistiyên Iraqê ye. Her çi Iraqî pêwistiya wan wek mînak bi kereseyên teknîkî yan çek yan hevkariyên cuda cuda hebe, li gor pêwistî û daxwaza hikûmeta Iraqê em ê hevkariyên xwe bidomînin, me amadebûna xwe jî ragihandiye.


Me derbarê kesayetiya Adil Ebdilmehdî qise kir, ez dixwazim nirxandina we  li ser kesayetiya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih zanibim. Hûn dîtinên Berhem Salih çawa dinirxînin?


Derbarê serokkomarê birêz, rêzdar Dr. Berhem Salih, em kêfxweş in ku di hikûmeta Iraqê de Kurd bi roleke cidî û bibandor radibin, li ser asta berpirsên bilind ên welat, wek serokkomar û çend wezîran. Berî ez bême vir, îro piştî nîvro civîneke min bi Wezîrê Darayî Dr. Fûad Hisên re hebû. Em kêfxweş in ku bira û dostên ezîz ên Kurd di hikûmeta navendî ya Iraqê de roleke wan a berçav û girîng heye. Nasîna me bi serokkomarê rêzdar, birêz Berhem Salih re vedigere serdema rehmetiyê Talebanî. Bi nerîna min, hilbijartina wî dikare alîkariya Iraqê bike, hem ji bo pêşketina Iraqê û hem ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û herêmê, hem jî di pêwendiyên navbera Îran û Iraqê. Lewma rola serokkomarê birêz Dr. Berhem Salih û rola Dr. Adil Ebdilmehdî û Parlamentoya Iraqê dikare roleke girîng û kartêker be di avakirina vî welatî de. Wiha tê ber çavên min û hêvîdar im jî wiha be ku Dr. Berhem, ku her çawa be ew ji Yekîtiya Niştimanî ye û ji dostên Komara Îslamî ye, hem di dema serokatiya xwe de, pêwendiyên xwe ligel Komara Îslamî geş bikin û hem jî di pêwendiya bi Herêma Kurdistanê re jî bi heman awayî, hem pêwendî û kêşeyên navxwe yên Iraqê çareser bikin.


Yanî hûn ji stafê Dr. Berhem razî ne, bi taybetî ku yek ji şêwirmendên wî yên mezin Aras Şêx Cengî ye û dostekî nêzîk yê Îranê ye? Nerîna we li ser stafê wî çawa ye?


Binere, girîng Dr. Berhem bi xwe ye, anku serokatiya komarê. Pêkan e gelek kes pê re hevkar bin, yan şêwirmend bin yan jî di dezgeha serokatiya komarê de pê re bin, lê meseleya girîng serokomar û îdareya wî ye, ku pêwendiyên wan ên pir baş bi Îranê re hene. Ev berê û niha jî wiha ye. Ez piştrast im di siberojê de jî ev pêwendî wê zêdetir û baştir bibin. Lê kesên cuda, ji wan jî dostên Dr. Berhem û hin kesên ku nêzîkî Îranê ne yan jî pêwendiyên wan ligel Îranê di rabirdû de zêdetir yan kêmtir bûn, bê guman ew kes dikarin alîkar bin û rola wan a şêwirmendî yan hevkarî ligel serokomar hebe, daku pêwendî ber bi pêş ve herin. Hemû birêzên ku Kurd in û di pêkhateya desthilata Iraqê de ne, çi di serokatiya komarê de be, yan di wezaretan de yan parlamentoyê de yan her cihekî din cihê rêz û hezkirina me ne.


Yanî hûn bi awayekî giştî ji Dr. Berhem razî ne?


Erê em jê razî ne…


Bila em vegerin ser hikûmeta Iraqê û hikûmeta Adil Ebdilmehdî û hinek wezîran, bi taybetî wezîrên Sunî, ku tê gotin berê Beisî bûn û niha di nav hikûmetê de cih digirin. Ev mijar heta çiqasî ji Komara Îslamî ya Îranê re girîng e û heta çiqasî cihê têbîniya wê ye?


Ya ji me re girîng û rêza me jê re heye, hilbijartina parlamentoyê ye, yanî Encûmena Nûnerên Iraqê nûnera gel e, di wê encûmenê de jî hem nûnerên Herêma Kurdistanê hene û hem nûnerên navçeyên Sunî hene û hem nûnerên navçeyên Şîe yên din jî hene. Lewma bi nerîna Komara Îslamî ya Îranê, Encûmena Nûnerên Iraqê, yanî parlamento, bijartina gelê Iraqê ye. Deng dabe her kesekî û her wezîrek hilbijartibe, her serokkomarekî hilbijêre, ew hilbijartin cihê rêz û piştevaniya me ye, êdî çi ji Sunî, ji Kurdan, ji Şîeyan yan ji yên din be. Lewma nerîna me ne nerîneke mezhebî ye, anku em nayên napirsin ev ji çi grûp yan partî yan tayife û mezhebekî ye, na, tişta ji Komara Îslamî re girîng ew e gelo ev wezîr yan ew berpirs yan serokkomar yan hikûmet ji hêla parlamentoyê ve hatine hilbijartin an na? Eger bi hilbijartin hatibin, êdî normal e ku cihê rêza Komara Îslamî bin.


Qonaxa duyem a cezayên Amerîka li ser Îranê dest pê kir, berê hûn wek Îranê nerazî bûn ji pêşwaziya Serokwezîrê Berê yê Iraqê Dr. Heyder Ebadî li biryara cezayan. Bendewariya we ji hikûmeta nû ya Adil Ebdilmehdî derbarê cezayên nû çi ye?


Bendewariya me ji Iraqiyan ew e ku divê berjewendiyên gelê Iraqê û berjewendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan li ber çav bigirin. Ambargo yan cezayên Amerîkiyan li ser Komara Îslamî ne tiştekî nû ne. Bi taybetî ku di qonaxa berê de ceza ji hêla Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve bûn û Ewropî û yên din ligel bûn. Lê îro mesele ne wiha ye, lê tenê Amerîkî ne ku ji peymanê derketin û berê xwe dan ceza û guvaş û gefxwarinan, ev jî ti kesî pabend nakin. Bendewariya me ji hikûmeta Iraqê û her hikûmeteke din a cîhanê, Ewropî û yên din jî têde, ew e ku nabe berjewendiyên xwe û berjewendiyên xwe yên hevbeş ligel Komara Îslamî bikin qurbana siyaset û xwestekên Amerîkayê. Tişta ku çi pêwendiyeke wan ligel Amerîkiyan heye mijarek e, çimkî ev têkildarî bawerî û pêwendiyên wan e, ji wan jî Iraq. Lê nabe ew pêwendî bandorê li ser lawazkirina pêwendiyên Îran û Iraqê çêbikin.


Tew di projeyan de jî, rol û kartêkirina Îranê li Iraq û Sûriyê û navçeyê jî heye, ev ceza kar li ser ser projeyên Îranê li Iraq û Sûriyê dike?


Diyar e Amerîkî dixwazin binpêkirinê bikin. Amerîkî naxwazin pêwendiyên aborî yên Îranê ligel welatên navçeyê, ji wan jî Iraq û cihên din, geş bibin. Ew fişarê dikin ser wan welatan daku pêwendiyên xwe ligel Îranê sînordar bikin, aloziyan çêdikin, ev karê Amerîkiayn e, lê ya bi nerîna min girîng ew e ku gelê Îranê û gelê Iraqê, hikûmeta Îranê û hikûmeta Iraqê divê berjewendiyên xwe li ber çav bigirin. Ma mumkin e çi bendewariyeke me ji welatekî dost û bira û misilman û cînar wek Iraq û Herêma Kurdistanê hebe? Bendewariya me ew e ku dostaniya xwe ligel Îranê bihêz bikin û pir bi eşkereyî ji Amerîkiyan re bêjin pêwistiya me û Îranê bi hev heye û pêwendiyên me yên cidî bi hev re hene, nabe ev bikeve jêr kartêkirina siyaset û cezayên we. Helbet normal e ku ev bendewariya me ji hikûmeta Iraqê hebe.


Gelo wê Îran piştî cezayan jî berdewam be li ser hinardekirina berheman ji bo Iraqê?


Pêwendiyên me yên niha ligel Herêma Kurdistanê pir baş in, pêwendiyên siyasî jî têde. Niha du nûnertiyên Komara Îslamî li Herêma Kuerdistanê hene. Yanî konsulxana Silêmanî û konsulxana Hewlêrê. Pêwendiyên me yên siyasî jî pir baş in. Derbarê pêwendiyên aborî jî divê bêjim, li sînorên navbera Îran û Kurdistanê, anku sînorê Başmax, sînorê Perwêzxan û sînorê Temerçîn û Hacî Omeranê, pêwendiyeke aborî ya bihêz di navbera Îran û Iraqê de heye. Lewma gelê Kurd û hikûmeta herêmê ji sedî sed cihê rêz û hezkirina Komara Îslamî ne. Em bi alîkariya Xwedê ji bo wan pêwendiyan di astên cuda cuda de hewl didin, anku bi alîkariya Xwedê ji bo pêwendiyên aborî û siyasî, pêwendiyên zanistî û zanîngehî û kultûrî em hewl didin wan geştir bikin.


Dîsa derbarê pêwendiya ligel Kurd û Iraq û Herêma Kurdistanê û Bexdayê, hikûmeta Iraqê ragihand şandina petrola Kerkûkê bi riya tankeran radigire, ev biryar heta niha hatiye cîbicîkirin û petrol hatiye ragirtin?


Peymaneke me ji bo alûgora petrolê ligel Iraqê hebû û niha jî heye, lê li ser awayê cîbicîkirina wê peymanê û bihêzkirina wê, ew heye ka gelo bi tankeran be yan wek mînak bi awayekî din, eger heye di siberojê de ji bo hêla boriya petrolê û yan şêweyeke hevkariya din biguhere. Ev vedigere berjewendiyên du welatan, normal e ku ev cureya pêwendiyên me hene. Asayî ye ku Amerîkî vê yekê qebûl nekin û red bikin, lewma hewl didin pêşî li van hevkariyan bigirin, lê bi baweriya min bi ser nakevin, çima? Çimkî berjewendiyên du welatên Îran û Iraqê wiha dixwaze ku ev pêwendî di hemû waran de hebin, yek ji wan jî babeta ku cenabê te behs pê kir.


Pirsa min ev e helwesta we li ser biryara hikûmeta Iraqê derbarê ragirtina hinardekirina petrolê ji bo Îranê bi riya tankeran çi ye?


Em vêga mijûlî danûstandinê ne.


Wezîrê Petrola Îranê di civîna OPECê de ji Rûdawê re ragihand boriya petrolê di navbera Iraq û Îranê de çêdibe, bi taybetî ji bo petrola Kerkûkê. Ev biryar kengî tê cîbicîkirin û kengî diçe warê cîbicîkirinê?


Danûstandin û lêkolîn li ser vê projeyê tên kirin. Niha di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, yek ji babetên cihê girîngîdanê di navbera me û Iraqê de ye.


Niha alûgora bazirganî di navbera Iraq û Îranê de çend e, bi taybetî piştî DAIŞê?


Rêjeya alûgora me di sala borî de 6.5 milyar dolar bû di salekê de, îsal jî wê zêdetir bibe. Bi nerîna min heya dawiya îsal wê bigihe hejmareke nêzîk ji 8.5 milyar dolaran. Ez behsa alûgora bazirganî dikim…


Di navbera Îran û Iraqê de…


Erê temamiya Iraqê. Lê ligel vê firotina elektrîkê jî heye, firotina gaza xwezayî jî heye. Vêga gaza Îranê ji du navçeyan tê, hem ji Xuremşehr ji bo Besrayê û hem ji Neftşehrê ji bo Bexdayê tê û enerjiya pêwist ji bo stasyonên berhemanîna elektrîkê misoger dike. Ev mijareke pir girîng e, ez hêvîdar im hêla gaza Îranê bi Kurdistanê ve jî bê girêdan, divê em ligel dostên herêmê û hikûmeta navendî danûstandinê bikin daku gaza Îranê ji bilî navçeyên başûr û navîn li navçeyên bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê jî sûd jê bê wergirtin. Herwiha warên teknîkî û endezyarî jî hene, şîrketên Îranê gelek projeyên wan hene, hem li Herêma Kurdistanê û hem navçeyên cuda cuda li navîn û başûrê Iraqê. Lewma asta alûgorên me di sektora gaz û elektrîk û bazirganiyê de bi hev re nêzîka 10 milyar e di salekê de. Di warê xizmetguzariyên teknîkî û endezyarî de jî, niha şîrketên me bi nêzîka 10 milyar dolaran girêbest û projeyên wan hene, ev jî dirustkirina stasyon û parzûngehan û heya digihe yarîgehan li xwe digire…


Li temamiya Iraqê, anku Iraq û Herêma Kurdistanê…?


Erê temamiya Iraqê. Amara ku ez behs dikim têkildarî temamiya Iraqê ye, yanî herêmê jî li xwe digire. Lewma mijara aboriya me niha mijareke çalak û cidî ye. Bi nemana DAIŞê şert û merc pêş dikevin. Em pêşbînî dikin ku di salên bê de têkiliyên me yên aborî zêdetir bin.


We berê ragihandibû ku we di şerê DAIŞê de bi tibaba 3 milyar dolaran hevkariya Iraqê kir, ji wê hevkariyê çend ji bo Herêma Kurdistanê bû?


Hûn bi xwe şahid bûn û dostên Herêma Kurdistanê jî bi temamî serwext in ku Îranê di şerê DAIŞê de ferq nexist navbera herêmê û xeyrî herêmê de. Hem li Kurdistanê, anku Herêma Kurdistanê û hem jî li navçeyên girêdayî hikûmeta navendî me alîkarî û piştgirî kir, hem di aliyê şêwirmendî û hem di aliyê piştevaniyê de, herwiha kerese û lojistîk, lewma Herêma Kurdistanê jî ji aliyê Komara Îslamî ve piştevanî û piştgirî lê hat kirin. Rêzdar Barzanî bi xwe, ku wê çaxê serokê herêmê bû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar cenabê Nêçîrvan Barzanî pêzanîna xwe ji bo Îranê nîşan dan û bi fermî spasiya wê kirin. Ev diyar dike ku Komara Îslamî di şerê DAIŞê de hem li kêleka gelê Kurd bû, yanî li tenişta Pêşmergeyan bû, hem jî li tenişta Hêzên Çekdar ên Iraqê bû û me alîkariyên pirreng kirin. Di vî warî de jî em pir kêfxweş in, ku Îran di şerê terorîzmê de li tenişta birayên Kurd û Iraqî bû û alîkariya wan kir.


Yanî li Herêma Kurdistanê ne cuda bû ji Iraqê, hemû wek hev bû, hem Pêşmerge û hem Artêşa Iraqê? Hevkarî wekhev û yeksan bûn?


Binere, ev têkildarî pêwistiya her navçeyê bû, wek mînak her navçeyek çi cure pêwistiyeke wê heye û pêwistiya wê bi çi hejmarekê ji hêza şêwirmend heye, yan jî çi radeyê ji kereseyên lojistîkî û çek û piştevaniyan dixwaze. Ev têkildarî rewşa şer bû. Helbet em kêfxweş in ku navçeyên Herêma Kurdistanê zû ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, lê şerê DAIŞê li Parêzgeha Neynewa, Parêzgeha Enbar, Selahedînê heta digihe sînorên Sûriyê şerekî demdirêj bû. Lewma asayî ye ku rêjeya hevkariyan bi wê arasteyê de, ji ber amadebûna berfireh a DAIŞê li wir, zêdetir be. Lê li herêmê ji ber hevkariyan û mêrxasiya Pêşmergeyên hîja û cengawer û hevkariyên Îranê û hikûmeta Herêma Kurdistanê pir zû navçeyên xwe ji DAIŞê wergirtin. Rast e şerekî giran bû û birayên me li Herêma Kurdistanê şehîdên zêde dan, lê normal e ku rêjeya hevkariyan li gor hevkariyên ji bo hikûmeta navendî, çimkî li vir meydan û dema şer û wextê şerê DAIŞê pir dirêjtir bû.


Tê gotin we hevkarî û hevahengî bi Partiya Karkerên Kurdistanê re kir da li Şingalê


Na, ne rast e.


Ti pêwendiyek di navbera we û Partiya Karkerên Kurdistanê de tune?


Na, çimkî eger ew bên li navçeyên Iraqê têne hundir, yanî yan li bakurê Iraqê yan li navçeyên herêmê, li wir jî ti hizûreke Komara Îslamî tune, destê me li wan navçeyan tune…


Em ê dîsa li Herêma Kurdistanê bimînin. Dawîtirîn hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, û Partiya Demokrat a Kurdistanê kursiyên zêde anî, anku 45 kursî. Tê gotin ku nexşeyeke siyasî ya nû li Herêma Kurdistanê heye, hûn çawa li wê nexşeya siyasî ya nû dinerin?


Em wek Komara Îslamî kêfxweş in ku demokrasî li Iraqê roj bi roj bihêztir dibe. Bê guman nîşana demokrasiyê hilbijartin e, pêkanîna parlamentoyê ye, nîşana demokrasiyê dengê gel e. Em li Komara Îslamî pir rêza dengê xelkê digirin, pir jî piştgiriyê lê dikin, lewma hilbijartinên parlamentoyê li Iraqê be ji bo pêkanîna encûmena niştimanî yan li Kurdistanê be ji bo pêkanîna encûmena Kurdî, encama van hilbijartinan û dengê gelê Kurdistanê cihê rêza me ye. Erê wek te got Partiya Demokrat a Kurdistanê yan Partî, dengên zêdetir anî. YNK bi radeyekê deng anî. Goran bi heman awayî û kemîneyên din jî, lê ya bi nerîna min balkêş ew e ku parlamentoya Kurdî ji hemû şepêl û nûnerên hemû gelê Kurdistanê û grûp û partiyan pêk tê. Îcar rast e pişka Partî zêdetir e û partiyên din bi rêjeya xwe dikarin li Parlamentoya Kurdistanê bi rola xwe rabin. Em rêza parlamentoya Kurdî digirin, wek çawa rêza me ji bo nûnerên wê û biryarên wê û prjeyasayên wê heye. Dostên zêde jî ji wan birêzan li herêmê û li parlamentoyê hene ku ji berê ve pêwendiyên wan ên pir baş ligel Komara Îslamî hebûn û niha jî hene. Bi heman awayî di hikûmeta herêmê de jî pêwendiyên wan ên pir baş ligel Komara Îslamî hene. Bi alîkariya Xwedê parlamento jî her wisa dibe.


Wek Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên we yên bihêz ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hene. Pêwendiyên we ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê li hêlekê û Tevgera Goranê li hêla din çawa ne?


Em her ji berê ve, anku beriya 1991ê zayînî ve, ku beşekî zêde yê Partî li Îranê bû, ligel rehmetiyê rêzdar Îdrîs Barzanî û ligel rêzdar kekê Mesûd Barzanî û serkirdên din ên Partî, ku niha eger bixwazim navê wan bêjim dikarim navê 100 kesî ji tere bêjim, pêwendiyeke me ya pir baş hebû. Pêwendiyên me ligel Yekîtiya Niştimanî jî pir baş bûn. Ligel rêzdar rehmetiyê Newşîrwan û Goran jî bi heman awayî, çi wê dema ku cenabê wî di Yekîtî de bû û cîgirê rêzdar Talebanî bû û çi dûre ku cuda bû û Partiya Goranê çêkir. Îran ligel hizbên Kurdî, yanî Partî, Yekîtî û Goran û partiyên din jî, pêwendiyên pir erênî heye û bi nerîna me ew hemû dostên Komara Îslamî ne. Dibe ku di navbera wan de hinek hevrikî hebin, nakokiyên wan hebin yan jî hinek caran aloziyên siyasî û hwd ji bo hilbijartinan di navbera wan de hebin, lê ev kêşeyên navxweyî yên herêmê ne. Komara Îslamî wek welatekî dost û cînar û bira miamele û dostaniyê ligel hemû partiyên Kurdî dike. Em dixwazin kêşeyên navbera bizavên Kurdî ligel hev çareser bikin, ji bo ku bi aştî û biratî û dostane li tenişta hev bijîn, anku di hikûmeta herêmê û li parlamentoya herêmê de jî yan jî wê dema ku li Bexdayê hizûra wan heye û herwiha di pêwendiyên wan ligel Komara Îslamî de. Em ferq û cudahiyê naxin navbera PDK û YNKê de. Pêwendiyên me yên biratî û dostane ligel wan hene.


Rûdaw: Baş e çima ev pêwendî ligel hinekan ji wan bihêztir e, wek mînak pêwendî ligel Yekîtiya Niştimanî bihêztir e li gor Partî, yan li gor pêwendiyên ligel Goranê?


Na ne zêde ye…pêwendiyên me ligel Yekîtî ji pêwendiyên me ligel Partî ne zêdetir in. Pêwendiyên me ligel Yekîtî û Partî jî hene, herdu hizb li wê gorê ku yek ji wan mîrasa rêzdar Talebanî ye, ku rêzeke me ya zêde jê re heye, ya din jî rêzdar Barzanî ye ku dost û birayê me yên ezîz e. Kê dibêje pêwendiyên me ligel vê zêdetir û ligel ya din kêmtir in? Na pêwendî bi herdu aliyan re hene, dibe ku ligel Partî zêdetir jî bin. Em dixwazin pêwendiyên me bi hemû partiyên Kurdî re hebin, rêza me ji hemûyan re heye, ew jî ji Komara Îslamî hez dikin.


Bendewariya we ji hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê çi ye, ku biryar e bê pêkanîn, bi taybetî ku sînorê Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê sînorekî dirêj e û alûgora bazirganî heye, nexasim piştî cezayên ku Amerîka li ser Îranê sepandin?


Em hêviya serketinê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixwazin. Pêwistiya wan bi her alîkarî û hevkariyekê be, em ê hevkariya wan bikin. Bi nerîna min Herêma Kurdistanê pêgeheke wê ya jeopolîtîk û navçeyî ya pir girîng di welat de heye. Lewma pêwendî ligel herêmê pêgeh û bihayekî xwe yê girîng ji bo Komara Îslamî heye. Baweriya me û hêvî û daxwaza me ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku ji bo jiyana xweş û xweşkirina jiyana xelkê û pêşketin û geşkirina herêmê heta ji wan bê hewldanên bêtir bikin, xizmetan zêdetir bikin. Em wek Komara Îslamî ligel wan in, alîkariya wan dikin, pêwendiyên me yên aborî dikarin alîkariyeke mezin bigihînin herêmê, lewma pir hêviya min bi hikûmeta herêmê heye. Bi baweriya Komara Îslamî û bi baweriya min jî, rêzdar Nêçîrvan Barzanî hukmdariyeke pir baş li Herêma Kurdistanê dike, guherînên pir mezin li herêmê çêbûne, pêşketinên zêde lê çêbûne, em pir kêfxweş dibin ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bêtir pêş dikeve û dibe cihekî pir pêşketî û balkêş û di asta bilind de. Piştrast bin Îran jî li tenişta herêmê wek bira û dost piştevaniya xwe dom dike.


Lê giliyên wê jî hebûn. Di dema borî de we gilî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di alûgora bazirganî de miameleya wan zêdetir ji Tirkiyê ve nêzîk e, anku zêdetir girîngiyê dide Tirkiyê û kêmtirî dide Îranê. Hêj ev giliya we maye?


Em nikarin bêjin gilî bû. Belkî ez bikarim vê têgihê rast bikim. Herêma Kurdistanê du sînorên wê yên hevbeş ên girîng hene, hem ligel Tirkiyê û hem ligel Îranê. Bi baweriya min, pêwendiyên herêmê ligel van herdu welatan pir normal e. Ew dikarin sûdê ji şiyan û îmkanên Tirkiyê werbigirin, hem jî dikarin sûdê ji Komara Îslamî werbigirin. Lê normal e ku em wek Komara Îslamî, çimkî ez balyozê Îranê me, em dixwazin ew pêwendî ligel Îranê pir bihêztir û zêdetir bin. Em bi ti hawî pêwendiyên herêmê ligel cihên din red nakin, çimkî ev girêdayî pêwistî û pêdivî û berjewendiyên herêmê ye, ku biryarder e. Lê tişta têkildarî bendewarî û xwestek û hewldana me ye, ew e ku herêm pêwendiyên xwe ligel Komara Îslamî, ku dikare roleke mezin di hevkariyan de hebe, kûrtir û geştir û zêdetir bike.


Mijareke din ku pir caran di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de dibe kêşe yan kêşeyên hûr derdixe, mijara hizbên Rojhilatê Kurdistanê ye, bila em bêjin opozisyona Îranê. Di dema borî de Hizba Demokrat hat roketbaran kirin, dihat gotin ku çend balafirên bêpîlot çavdêrî kirine, ku ji Kerkûkê rabûne, ev rast bû?


Bila ez li ser opozisyonê tiştekî bêjim. Opozisyon yanî şepêlek, hizbek, grûpek yan desteyek ku rexnegirên dewletê ne û pê re nakok in, yan jî dîtin û nerîneke wan a din heye. Ev kêşe têde tune û li temamiya cîhanê heye, li Herêma Kurdistanê jî heye û li Komara Îslamî jî heye û li Iraqê û li her cihî heye. Lê gava ev opozisyon ji bo bizaveke çekdarî guherî, yanî çek girte dest li dijî wê hikûmetê, êdî ev ne rola opozisyonê ye, lê dibe grûpeke xirabker û çekdar, yanî dibe grûpek ku dixwaze ligel wî welatî şerê çekdarî bike, tiştekî normal e ku her welat û hikûmetek rê li wan bigire. Ez ji we dipirsim, eger li herêmê grûpek hebe ku ya herêmê bi xwe jî be û dest bibe çekan daku li dijî herêmê were meydanê, hikûmeta herêmê ji xwe rûnanê lê nanere, lê bê guman dê wê hefsar bike û şerê wê bike, wek mînak DAIŞ. Derbarê Hizba Demokrat yan hizbên din ku pêkan e hebin, tişta ku Komara Îslamî dixwest ew bû ku ew hizb çalakiyên siyasî bikin, çalakiyên civakî bikin û propaganda bikin, tew li Herêma Kurdistanê jî bin, kêşeya me nebû, bo hikûmeta herêmê, bo Partî, bo Yekîtiya Niştimanî û bo wan hizban bi xwe jî hatiye gotin ku çalakiyên we bi wê arasteyê, anku bi arasteya aştiyane û neçekdarî, bi dîtina Komara Îslamî qebûlkirî ne û hûn dikarin wan çalakiyan bikin. Lê gava ew hizb bê û di nav sînorên Îranê de û li şarên Komara Îslamî operasyonên çekdarî bike, bê guman wê Komara Îslamî li dijî wê derkeve, êdî bi roketan be yan bi balafir û topxaneyan be, bi her tiştekî be Komara Îslamî rê nade ew her dema bixwazin tevgerên çekdarî bikin.


Ev bangewaziyeke balkêş e, çimkî berê hinek berpirsên Partiya Demokrat, tew di bernameya min de jî, daxwaz kiribûn, ligel Îranê danûstandin û diyalogê bikin, ji bo ku bigihin encamekê. Gelo ti guftûgoyeke we ligel wan tune daku ne bi riya çekdarî, lê di aliyê siyasî de kar bikin?


Dibe ku danûstandina me ya rasterast nebûbe, lê bi riya Herêma Kurdistanê peyam hebûn, kakila meseleyê jî ew bû ku rê bi we nayê dan hûn operasyon û kampînên çekdarî bikin, niha jî Komara Îslamî li ser wê rêçik û boçûnê diçe, partiyên Kurdî yên Îranê, eger bixwazin li Herêma Kurdistanê bin, nabe şert û mercên herêmê xirab bikar bînin, evê ziyanê bigihîne welatî û hikûmeta herêmê jî, çimkî divê jiyaneke wan a xweş hebe, nabe li dijî Komara Îslamî çalakiyên çekdarî bikin.


Hûn wek Komara Îslamî ya Îranê amade ne, di çarçoveya otonomiyê de ligel Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê danûstandinê bikin yan ew partî vegerin Îranê?


Çimkî ew grûpên çekdarî ne…


Baş e eger ne çekdar bin û çekan deynin?


Çimkî ew çekdar in lewma em nikarin bi ti hawî bi wan re li hev bikin. Binere, yasaya partiyan li Îranê heye, niha jî di hilbijartin û meseleyên din de pir hizbên siyasî hene, lê grûpên wek Munafiqîn (Mucahidînê Xelq) yan ev Hizba Demokrat çek di destê wan de ne, ji çarçoveya yasa û destûra Komara Îslamî derketine, lewma asayî ye ku Komara Îslamî nikaribe ti danûstandineke aştiyane bi wan re bike.


Di dema borî de, giştpirsî li Herêma Kurdistanê hat kirin, Îlnûr Çevîk, şêwirmendekî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, derbarê giştpirsiyê got: “Pêwist nake Tirkiyê tiştekî bike ji bo rêgirtina li giştpirsiyê, çimkî Îranê nexşeyeke pir berfireh ji bo têkbirina giştpirsiyê amade kiriye.” Ji bo çi Îran ji welatên din zêdetir li dijî giştpirsiyê bû?


Binerin, daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê girêdayî wan bi xwe ne, çi bêjin û çi nebêjin ew bi xwe dibin bersivder û girêdayî wan bi xwe ye. Nerîn yan nirxandineke min li ser daxuyaniyên kesên din tune. Lê tişta têkildarî Komara Îslamî ye, siyaseta Îranê û helwesta Komara Îslamî pir zelal bû û pir eşkere ye, me ev helwest û nerîna xwe ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û ji dostên xwe re ji Partî û Yekîtiya Niştimanî û ji hemûyan re ragihand. Ev ne tiştekî veşartî ye jî. Me ragihand ku em li dijî cudabûna Kurdistanê ji Iraqê ne. Lê ji bo çi? Gelo sedem ew e ku em li dijî gelê Kurd in? Na. Lê me got Îran wek siyaseteke sereke dijî dabeşbûn û parçe parçebûna Iraqê ye, eger ev dabeşbûn li her navçeyeke din a Iraqê jî be, ti cudahî tune, li Besre be, li parêzgehên din be. Komara Îslamî ji ber ku bawer dike dabeşbûna welatên Îslamî û cînar siyasetek e ku li derveyî navçeyê bangewazî jê re tê kirin û tê gurrkirin, lewma em wek Komara Îslamî nikarin qebûl bikin. Lewma mijar ne Kurdistan e, mijar ne li ser giştpirsî yan xwişk û birayên me li Kurdistanê ye, lê me pir bi zelalî û eşkere ji dostên xwe li Herêma Kurdistanê re ragihand ku Îran li dijî vê mesela cudaxwaziyê ye, li dijî vê mesela cudabûna Kurdistanê ji Iraqê ye…îro jî heman helwesta me heye…ev ne tiştekî nû ye…


Bi gotina hinek berpirs û aliyên Herêma Kurdistanê, Îran hewla parçekirin û dabeşkirina Herêma Kurdistanê dide, rast e?


Na, ev bi ti hawî ne rast e. Danûstandinên me ligel Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêzdar cenabê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî berdewam birêve çûne, ev jî hem li herêmê bû û hem jî li wan geştên rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê bûn. Pêwendiyên me pir dostane ne. Gotina ku dibêje em hewl didin herêmê tûşî hilweşîn û rûxandinê bibe yan parçe parçe bibe, ev bi ti hawî ne rast e. Hûn niha li Herêma Kurdistanê ne, gelo hûn hewldanekê yan karekî ji aliyê Komara Îslamî li dijî herêmê dibînin? Tiştekî wiha li holê tune.


Ev tişt ne diyar in, lê yên veşartî nizanim…


Ez ê ji te re bêjim, eger hûn nizanin va ez ê ji te re bêjim. Komara Îslamî ne bi eşkere û ne bi nihênî jî bi ti hawî karekî nake Herêma Kurdistanê pê lawaz bike. Ji ber çi nake? Çimkî ew hemû pêwendiyên siyasî, aborî, bazirganî, çûnûhatin û nûnertiyên Komara Îslamî û geştên cuda cuda ji bo bihêzkirina pêwendiyan in. Bila ez vê nîşanî we û gelê bişeref û ezîz yê Kurdistanê û hikûmeta herêmê bikim. Komara Îslamî pêwendiyên wê yên pir dostane hene, siyaseta me ya eşkere û ne eşkere ji bo bihêzkirin û hevkarî û piştevaniya herêmê di çarçoveya destûra Iraqê de ye, di çarçoveya pêwendiyên me yên biratî û dostane û parastina cînartî û rêza dualî de ye.


Lê pirseke girîng li vir heye, li gor wan zanyariyên ku eşkere ne û li gor daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, yanî serokê wê çaxê yê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî, tew li gor gotina hinek fermandeyên Heşda Şeibî jî, roleke Îranê ya sereke di bûyera 16ê Cotmehê de hebû, anku ji bo êrişa Heşa Şeibî li ser Kerkûkê. Ji ber çi ev rola Îranê hebû?


Binere, Heşda Şeibî ji bo çi li Iraqê hat çêkirin? Çawa hat çêkirin? Heşda Şeibî bizavek bû ku bi fetwaya lêvegerê, anku merceiyeta birêz a Iraqê û beşdariya berfireh a xelk û ciwanên Iraqê ji bo nehîştina terorîzmê hat çêkirin, anku DAIŞê. Jixwe felsefe û naveroka Heşda Şeibî li Iraqê şerê dijî DAIŞ û şerê li dijî terorîstan bû, herwiha rizgarkirina çend navçeyan bû ku dest bi ser wan de hatibû girtin. Ev Heşda Şeibî ye. Komara Îslamî alîkariya hikûmeta Iraqê dike, li tenişta hikûmeta Iraqê ye, îro Heşda Şeibî beşek ji Hêzên Çekdar ên Iraqê ye, li jêr sîwana Hêzên Çekdar ên Iraqê ye, lewma Îran piştgir û piştevana Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Iraqê bû. Komara Îslamî bi ti awayî û ji bo ti yekî ji wan li dijî aliyekî din nayê nav meseleyê, belkî bi berevajî em hewl didin pêwendiyên hikûmeta herêmê û hikûmeta Bexdayê, pêwendiyên berpirsên herêmê û berpirsên Bexdayê, pêwendiyên navbera xelkê û pêwendiyên aborî û siyasî û hem jî mijarên leşkerî û ewlekarî di navçeyê de roj bi roj nêzîktir bin…bi dîtina me tişta girîng dirustkirina pêwendiyeke birayane û nêzîk û dostane ye di navbera hemû tiwêjeyên Iraqê de, anku di navbera herêmê û hikûmeta navendî de.


Ez pirsa xwe ya dawîn dikim, çimkî mijara Kerkûkê girîng e, tew navdewletî ye jî û ji bo Iraqê jî girîng e. Bi dîtina Îranê pirsgirêka Kerkûkê di Iraqê de çawa tê çareserkirin?


Bi nerîna me ev mijar girêdayî hikûmet û destûra Iraqê û hikûmeta herêmê ye, em axaftinê têde nakin, bi her tiştekî yan bi her berjewendî û şêweyekê ku hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê li hev bikin, em hem rêzê lê digirin û hem jî piştgiriya wê dikin.


Ez jî spasiya cenabê te û hemû hevkarên te dikim. Ji gelê hêja û bişeref yê Kurdistanê re jî hêviya serketinê dixwazim, bila ew piştrast bin ku Komara Îslamî dost û birayê rasteqîn û cidî ye û ligel wan e. Em hemû ji heman nijadê ne, kultûra me ya hevbeş heye û dostaniyeke me ya dîrokî heye. Hêvîdar im jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî roj bi roj baştir û zêdetir bibin.


* Ji Soranî: Besam Mistefa

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst