John Kirby: DAIŞ hewl dide dîsa bihêz bibe

12-07-2024
Diyar Kurde
Nîşan John Kirby Joe Biden Koşka Spî NATO DAIŞ Volodymyr Zelensky Rûsya Çîn Îran
A+ A-

Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatiyê û Berdevkê Encûmena Neteweyî yê Amerîkayê John Kirby diyar kir ku DAIŞ lawaz bûye û wekî sala 2014an nîne lê belê rêxistineke tûndrew e hewl dide dîsan xwe bihêz bike.

John Kirby behsa hilbijartina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî kir û  da zanîn ew ne li heviya guhertinên mezin in û bi tenê kesek biryarên mezin li ser Îranê dide.

John Kirby li ser zindîkirina rêkeftina atomî ya bi Îranê jî re wiha got: "Di demeke nêzîk de em rêyekê nabînin ku dîsa gotûbêjên dîplomasiyê li ser lihevkirina atomî.”

John Kirby di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku dê piştgiriya Amerîkayê ji bo Ukraynayê berdewam bike û heta Joe Biden serok be dê ew piştgiriyê bidin Ukraynayê.

John Kirby li ser rewşa Rojhilata Navîn, Şerê Ukrayna û Rûsyayê bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Wahingtonê Diyar Kurde.

Rûdaw: Gelekî Spas birêz John ku hûn bûn mêvanê Rûdawê. Îro roja sêyem û roja dawîn a Lûtkeya NATOyê ye. Ew tişta ku we dixwst pêk hat û hûn dikarin peyameke zelal ji Çîn û Rûsyayê re bişînîn?

John Kirby: Ez wisa nafikirim ku eger birêz Putin di van rojan de li vê lûtkeyê binêre û peyameke zelal nebîne. Alîkariyên NATOyê wekî hevpeymanî û welatên endamên NATOyê dê ji bo Ukraynayê berdewam bikin. Divê ew piştrast bin ku Ukrayna ew tiştê ku jê re hewce dike dê bidest bixe. Li hin daxuyaniyên vê hefteyê binêrin, dabînkrina sîstemên berevaniya hewayî, balafirên F-16, piştrastkirina wê yekê ku dê Ukrayna rojekê bibe endamekî NATOyê. Serokê Çînê (Xi Jinping) bizanibe pir zelal e ku ew bi gelek awayan piştgiriyê dide pîşesaziya berevaniya Rûsyayê.

Amerîka hevalbendên me yên NATOyê û  yên ne tenê di wê hevpeymaniyê de ne wekî Japonya, Koreya Başûr, Zelandaya Nû, Awistralya, hevalbendên me yên li Okyanûsyaya Hîndê pabend in piştrastin ku Ukrayna biserkeve birêz Putin dê têk biçe.

Rûdaw: Ukrayna dê di vî şerî de bi ser bikeve?

 John Kirby: Em difikirin ku ew (Ukrayna) teqez dikarin bi ser bikevin. Ez nikarim pêşbîniya encamên şer bikim lê ez dikarim pêşbînî bikim ku Amerîka û Serok Biden dê heta ku şer berdewam bike dê piştgiriya bidin Ukraynayê. Serok herî dawî wisa got. Her wiha ji bo ku di qada şer de ew bi ser bikevin em dê her tiştî bikin. Şer wê çawa biqede? Wê kengî biqede Ez nikarim ji we re tiştekî bibêjim. Em difikirin ku şer bi rengekî lihevhatinê bi dawî bibe lê divê ew ji hêla Serok Zelenskyy ve were pesendkirin. Eger Serok Zelenskyy biryar bide ku ew ji bo diyalogê û cûreyeke danûstandinan amade ye, dema ku ji hêzek jî were wê vê yekê bike û ew dê bizane ku gava dest bi vê yekê bike, piştgiriya Amerîkayê heye.

Rûdaw: Baş e, li ser Ukraynayê, CNNê îro ragihand ku Amerîka û Almanyayê rêliber plana kuştina CEOyê Kompanyaya Rheinmetallê Armin Papperger ku çekan Ukraynayê girtine.

John Kirby: Ez nikarim wan raportan piştrast bikim û ez naçim nav hûrguliyên îstixbaratê. Binêrin, hewldanên sabotajê yên Rûsyayê ne nû ne. Armanca van kiryaran belavkirina kaosê û lawazkirina dijberên xwe ye ew bi tundî tevdigerin, ev jî baş tên zanîn. Ji ber vê yekê, divê em hemû pir hişyar bin, divê em di helwestên xwe de bibin yek, divê em piştrast bin ku birêz Putin ji ber tiştên ku dike, berpirsiyar be. Tiştekî din, ez van raporan piştrast nakim lê ew (Putin) mirovek e ku dizane di bin zextê de ye, ew dizane ku li ser asta cîhanê bêtir tê marjînalîzekirin, ji bo peydakirina dronan ji Îranê alîkariyê dixwaze. Ew ji Koreya Bakur alîkariyê dixwaze û ji wan fuzeyên balîstîk û topan dixwaze. Ew hewl dide ku hin kompanyayên Çînî alîkariya wî bikin û hinek ji wan jî vê yekê dikin û parçeyên sîstema wî ya çekan dabîn dikin. Bingehên wê yên berevanî û pîşesazî ji hêla welatên din ve hatine eşkere kirin. Putin dizane ku ew di bin zextê de ye, ew dizane ku ew marjînal e, ew dizane ku aboriya wî ji ber tiştê ku NATO û hevalbendên me li çaraliyê cîhanê kirine di qeyranê de ye.

Rûdaw: Demeke dirêj e ku we behsa Îranê kir ku Îran di şerê li Ukraynayê de alîkariya Rûsyayê dike. Îran potansiyela xwe yên atomî bi pêş dixe. Bi dîtina we hatina serokekî nû yê Îranê pencereya hêviyê vekiriye û guhertin li wî welatî çê dibe?

 John Kirby: Em dizanin ku Îran hîn jî ji bo dewlemendkirina uranyumê dixebite. Serok Biden ev yek pir zelal eşkere kir. Em ê rê nedin ku Îran çekên atomî bi dest bixe. Rastî ev e ku em dixwazin bi rêya dîplomasiyê bigihêjin wê armancê lê niha ti dîplomasî nîne. Ez ti rêyekê nabînim ku di demek nêzîk de danûstandinên dîplomatîk ên li ser rêketina atomî pêk werin. Li ser serokkomarê nû jî divê em temaşe bikin û bibînin ka ew çi dike, me hinek ji gotinên wî dîtine lê ez dixwazim bi ji re rast bibêjim, em pêşbîniya guhertineke mezin di reftarên Îranê de nakin.

Rûdaw: Çi guhertin jî nabe?

John Kirby: Em ne li bendê ne ku ti guhertinek mezin di helwestên Îranê de çêbibin. We behsa piştgiriya wan ji Putin re kir, ev rast e. Ew [Îran] jî piştgiriyê didin Hamasê, piştgiriyê didin Hûsîyan ku hîn jî mûşekan diavêjin Deryaya Sor, piştgirîya Hizbulahê dikin. Îranê bi xwe alozî ji bo veguhastina deryayî li herêma Kendavê çêkiriye ji ber vê yekê hêviyek kêm li cem Amerîka heye ku helwêsta Îranê gelekî biguhere. Kesek (Elî Xamineyî) hemû biryarên mezin li Îranê dide.

Rûdaw: Pirseke din a li ser civîna NATOyê û metirsiyên li ser ewlehiya civaka navneteweyî û berjewendiyên Amerîkayê. Gelo bi dîtina we NATOyê gefeke weke DAIŞê paşguh kiriye ku her carê dikare li Rojhilata Navîn derkeve? Hûn di NATOyê de çawa tehdîdên duyemîn ên li Rojhilata Navîn û herêmên din ên ku bandorê li welatên NATOyê jî dikin dinirxînin?

John Kirby: Ez dikarim bibêjim ku ti kes guh nade metirsiya DAIŞê, ez nikarim ji bo NATOyê biaxivim lê piraniya hevpeymanên me yên NATOyê û di nav wan de Amerîka, niha rastî metirsiya terorê tên. Di nav de DAIŞê. Serok Biden têkoşîna li dijî terorê kir karê xwe yê sereke. Niha DAIŞ ji sala 2014an lawaztir e lê ew hîn jî xwedî şiyan e û tundûtûjiyê dike û hewl dide ku dîsan vegere wekî serdema xwe. Ji ber vê yekê divê em pê ewle bin ku em wê peywirê ronî bikin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, tiştê ku min di van 3 rojan de îro jî di nav de bihîst û medyayê jî behs kir “şiyana Serok Biden bû” ku bandorê li lûtkeyê bike. Ti tişt di lutkeyê de li ser vê babetê hat gotin?

John Kirby: Ez tenê dibêjim, axaftinên ku serok li vir dike û em hemî li vir dikin li ser mijarên ku ji bo hevalbendiyên me girîng in wekî berevanî, çavdêrî, pîşesaziya berevaniyê, piştgirîkirina Ukrayna û cûreyên kêşeyên ku 75 salên pêş de wê tifaq rû bide. Tiştên ku me ronî kirine ev in. Nîqaş li ser tiştê herî girîng e, ne rewşa siyasî ya navxweyî ya Amerîkayê ye.

Rûdaw: Şîroveya we li ser hevdîtinên Serok Zelensky bi şêwirmendên Trump re çi ye?

John Kirby: Ez dê bihêlim Serok Zelenskyy li ser hevdîtinên xwe biaxive. Ew hevalekî baş û hevkarekî pir girîng e, welatê wî di bin êrîşan de ye û Serok Biden rêzê li serokatiya wî ya di dema şer de digire. Serok Biden îsbat kir ku dê Amerîkya piştgiriyê bide Serok Zelenskyy û ew dê bi dil û can vê yekê bike û heta ku ew serok be dê piştgirîya bide wî.

Rûdaw: Gelek spas ji bo ku hûn bûne mêvanê Rûdawê.

John Kirby: Ez jî spas dikim. Kêfxweş bûm.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst