Saîd Elçî û Dr. Şivan çawa hatin kuştin?

Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan li ser Kuştina Saîd Elçî û Dr. Şivan wiha got, “Saîd Elçî biryar dide serdana Mela Mistefa Barzanî bike û giliyê wan bike. Lê Dr. Şivan, Saîd Elçî li ser sînor digire, wî îşkence dike û paşê dikuje. Piştî kuştina Saîd Elçî, Mistefa Barzanî biryara îdamkirina Dr. Şivan û xortekî ji Qulpê dide. Yên mayî jî hemû reviyan Ewropayê. Ez bi xwe bi wan tevan re axivîme û wan bûyer piştrast kir.”

Li ser derketina Abdullah Ocalan û derketina PKKyê Aslan got, “Tirkiyeyê dixwest dest bi serhildaneke Kurdî bê kirin ku di bin kontrola wê de be qene bi hewesa xwe bilivîne, loma diçûne gundan, xelk dikuştin. Li wî milî ku Hafiz Esed mêze kir desthilatdarên Tirk ne li dijî destpêka serhildanekê ne, loma wî jî hewl da komekê bibîne ku li Tirkiyê dest bi serhildanê bike. Ê ji xwe Hafiz Esed dijminê Kurdan bû, tewra mafê hemwelatîbûnê nedida hin Kurdan. Tu yek ji komên Kurdî ew bar ranekir lê Abdullah Ocalan û koma xwe qebûl kirin, rabû di sala 1984an de li Dihê dest pê kirin.”

Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan li ser îdamkirina Denîz Gezmîş got, “Tevgera wan ne ya wê yekê bû ku xelk li ser bên bidarvekirin. Bi piranî dibe ku bi 2-3 salên zindanê kuta bibûya. Lê serdema derbekaran bû. Berî wan 3 kes bidarve kiribûn, Menderes û 2 hevalên wî. Lê dest bi avêtina sloganan kirin ku li şûna wan her sê kesan divê 3 kesên çep bên daleqandin. Tiştên sade û xwerû bûn. Bi rastî ne hêja bûn xelk li ser bê îdamkirin. Ez dijî îdamê me. Berê xelk li ser sûcê kuştinê dihatin îdamkirin.”

Beşa 4em a Pencemorê bi siyasetmedar, parêzer û serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan re

Rûdaw: Meseleya çepên radîkal li Tirkiyeyê ber bi pêş ve diçe. Gelek caran behsa Deniz Gezmiş tê kirin. Ma ew kesekî teorîzan bû, radîkal bû, çima ew daleqandin?

Mehmet Alî Aslan: Sala 1968an bizavek li Fransayê dest pê kir, paşê li welatên din belav bû. Li Tirkiyeyê Deniz Gezmiş û hevalên xwe beşdar bûn. Dirûşmekê bilind kiribûn ku dikarin bi rêya artêşê şoreşekê dadin! Min wê demê ji wan re got, artêş artêşa NATOyê ye, di bin destê Amerîkayê de ye, hûn jî li dijî emperyalîzma Amerîkayê ne, ev çawa dibe? Artêş dê çawa alîkariya we bike? Dê berî her kesî we bigirin. Ew ne pir xwendewar bûn, tenê bawerbûn ji wan re bes bû.

Rûdaw: Rêxistina wan hebû?

Mehmet Alî Aslan: Erê hebû. Gava ez serokê Partiya Karkeran bûm, min serdana Stenbolê kir. Xwendekarek bi navê Betel Mehatoglu hatibû kuştin. Ez li wir pê hesiyam ku komek heye. xwestin em hev bibînin, ez jî razî bûm û min gote wan kerem bikin werin baregeha me û em ê xeber bidin. Lê wan got em nayên ku li baregeha Partiya Karkeran bicivin! Ji me xwestin ku em biçin cem wan.Min jî caba wan da, ez serokê partiyê me, çawa dibe ez bêm nik we? Hûn tevgereke neqanûnî ne, nabe partiyeke xwedî molet bê nik we û ligel we bicive? Rabû nehatin.

Min berê parêzerî ji bo hevalên wan kiribû. Nûnerê Balyozxaneya Amerîkayê bi navê Komel semînerek li Zanîngeha Orta Dogu (Rojhilata Navîn) li dar xist. Bi qestî erebeya xwe bê ti nobedarekî li pêşber zanîngeha rawestandibû qene bişewitînin. Komel kesekî sûcdar û kirêt bû, beşdarî şerê Vîetnamê bûbû, endamê CIAya Amerîkî bû û destên wî bi xwîna mirovan sor bûbûn, rabû agir berdan otomobîla wî û şewitandin. Kesên bi vî karî rabûn hatin girtin û darizandin, lê Denîz reviya. Tiştên sosret dikirin.

Rûdaw: Çekên wan hebûn?

Mehmet Alî Aslan: Erê, çekên wan hebûn. Rojekê li baregeha partiya me civîneke me hebû. Guleyek li cama odeya civîna me xistin. Ti nemabû li serê Yaşar Kemal bikeve. Paşê em pê hesiyan ku Mahir Çayanê ku ser bi wê komê bû gule berdabû. Ew nediçûn ser partiyên siyasî yên dî yên Tirkiyeyê wekî Partiya Komarî yan Partiya Nû ya Tirkiyeyê, armanca wan Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû.

Rûdaw: Çima Deniz Gezmiş hat îdamkirin?

Mehmet Alî Aslan: Tevgera wan ne ya wê yekê bû ku xelk li ser bên bidarvekirin. Bi piranî dibe ku bi 2-3 salên zindanê kuta bibûya. Lê serdema derbekaran bû. Berî wan 3 kes bidarve kiribûn, Menderes û 2 hevalên wî. Lê dest bi avêtina sloganan kirin ku li şûna wan her sê kesan divê 3 kesên çep bên daleqandin. Tiştên sade û xwerû bûn. Bi rastî ne hêja bûn xelk li ser bê îdamkirin. Ez dijî îdamê me. Berê xelk li ser sûcê kuştinê dihatin îdamkirin.

Rûdaw: Kes ji ber siyasetê nehatiye îdamkirin?

Mehmet Alî Aslan: Kirasekî siyasî lê kirin lê ne hêja bû ku xelk li ser bê daleqandin.

Rûdaw: Di sala 1965an de partiyeke Kurdî bi dizî (neqanûnî) hat damezrandin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê, haya we jê hebû ku partiyeke wiha hatiye damezrandin?

Mehmet Alî Aslan: Di destpêkê de parêzer Faîk Bucak ji Rihayê bû, ew partî ava kir. Faîk ez vexwendim, dixwest em jî beşdarî damezrandina wê partiyê bibin lê min pir jê xwest ku ew bibe endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Axir zirar nedikir û îmkana çûna wî ya parlamentoyê jî hebû lê wî digot ez ê wekî kandîdê serbixwe beşdar bibim, ger ez bi ser ketim ez ê tev li partiya we bibim lê min got tiştekî wisa nabe. Cara duyem min gazî Mihemed Emîn Bozarslan kir. Em bi hev re çûn Rihayê û bi Faîk re axivîn, lê em negihiştin encamê. Malbata Faîk li Siwêregê rûdinişt. Dijminatiya wan hebû, dijminên wî piştgiriya cendirmeyan dikirin, dema mijûlî dagirtina benzînê dibe, derba xwe lê tînin û wî dikujin. Piştî kuştina Faîk, Saîd Elçî bû serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê.

Rûdaw: Bi dîtina te, ew çax ne dema damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiyeyê bû?

Mehmet Alî Aslan: Na, çima na? Ez ne ligel partiyeke neqanûnî û nihênî bûm û dijî şer bûm jî. Çend kes li dora hev kom dibin, ew tenê ne, haya kesî ji wan tune, natirsin jî, bi kêfa xwe dabaşa her tiştî dikin, behsa Kurd û Kurdistanê dikin lê qala aboriyê nakin, qala birçîbûnê nakin, tenê çend stûnên wan hene: Em Kurd in û Kurdistan heye! Van tiştan jî tenê di nav xwe de dibêjin. Li derveyî wan kes ji wan nabihîze. Bê guman sîxurek jî di nav wan de peyda dibe, çi ser bi MÎTê yan cihekî din be. Êdî wan digirin û sûcdar dikin. Ez beşdarî dadgehkirinên wan bûme. Seba van tiştan min ji wan dixwest ku bi eşkere û qanûnî kar bikin çimkî tu di civînên sedhezarî de ji xelkê re dipeyivî, lewra divê tu zana bî, gotinên baş bikî lê ji bo partiyeke girtî û neqanûnî, ev tişt ne hewce ne.

Rûdaw: Saîd Elçî û Dr. Şivan hevalbendên hev bûn, bîr û baweriya wan cihê bû?

Mehmet Alî Aslan: Saîd Elçî rastgir bû lê Dr. Şivan jî çep bû. Wekî me got, piştî Faîk Bucak, Saîd Elçî bû sekreterê Partiya Demokrat.

Rûdaw: Her duyan jî kurdayetî dikir?

Mehmet Alî Aslan: Erê kurdayetî dikirin lê Saîd Elçî ne pir zana bû loma partiya wan bi başî nediçû pêş. Hevalên wî fikirîn kesekî xwendewar bikin serokê partiyê qene xebata partiyê ber bi pêş ve biçe. Saîd Elçî wer caba wan dide, dibêje herin Mehmet Alî Aslan îqna bikin ku bibe serokê partiyê, ez ê jî qebûl bikim, heke Mehmet neyê, çi kesekî din be em ê wî bikin endamê polîtbîroyê. Saîd li girtîgehê serdana Dr. Şivan dike û wan dibîne.

Li zindanê Saîd îqna dikin ku bibe endamê polîtbîroyê û li jêr rêberiya wan kar bike, ew jî qebûl dike. Piştî vê serdana Kurdistanê dike û bersivê ji wan re dişîne ku sekreteriya partiyê ava kiriye û ew bi xwe serokê partiyê ye û divê li gorî qewîtiyên wî (Saîd Elçî) tev bigerin. Ev dibe sedema hêrsbûna Dr. Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan). Li hêla din Saîd Elçî hêrs dibe û biryar dide serdana Mela Mistefayê Barzanî bike û giliyê wan bike. Lê Dr. Şivan, Saîd Elçî li ser sînor digire, wî îşkence dike û paşê dikuje.

Rûdaw: Gelo bi rastî Dr. Şivan, Saîd Alçî kuştiye, ma ti rola MÎTa Tirk di kuştina Saîd Elçî de nebû?

Mehmet Alî Aslan: Bêguman, rast e. Dr. Şivan ew kuşt çimkî ez bi xwe ligel gelek kesên ku li derdora Dr. Şivan bûn û kesên ku bi wî re bûn û haya wan ji wê meseleyê hebû, axivîme. Piştî kuştina Saîd Elçî, Mistefa Barzanî biryara îdamkirina Dr. Şivan û xortekî ji Qulpê (Pasûr) dide. Yên mayî jî hemû reviyan Ewropayê. Ez bi xwe bi wan tevan re axivîme û wan bûyer piştrast kir.

Rûdaw: Heke wer be, meseleya kuştina Dr. Şivan ne meseleyeke siyasî bû lê meseleyeke sûcê bû. Kesekî kesekî din kuştiye. Wî Saîd Elçî kuşt, şoreşê jî Dr. Şivan li ser vê kuştiye?

Mehmet Alî Aslan: Meseleyeke siyasî bû. Ez bi Dara Tofîq re axivîm, min ji wan pirsî we çima Dr. Şivan daleqand? Di bersivê de got ji ber ku wî Saîd Elçî kuştibû lê min di nav gotinên wî de ev yek xwend û gote min, Mela Mistefa nexwestiye navbera wî û Tirkan xera bibe, tewra ev wesiyeta wî ji kurên wî re ye jî ku navbera xwe û Tirkiyeyê têk nedin, bi baweriya min wî karekî rast û aqilmend kiriye! Ji hêla din ve, Dr. Şivan bi hişekî Kastroyî hatibû Kurdistanê û dixwest şerekî bide destpêkirin. Ez wer jê fêm dikim ku ji ber vê bû, ew efû nekirin.

 

 Rûdaw: Bi dîtina te, destpêkirina şoreş û xebata çekdarî di wê serdema Bakurê Kurdistanê de karekî baş bû?

Mehmet Alî Aslan: Na, ne baş bû!

Rûdaw: Çima?

Mehmet Alî Aslan: Wê demê civakeke eşîrî hebû, di bîreweriya eşîran de jî bi her serhildanekê re qirkirinê dest pê kiriye, ditirsiyan loma nedixwestin dest bi serhildaneke nû bikin. Ez ê mînakekê ji te re bêjim. Hevalekî Denîz Gezmîş çû Adiyemanê, navê wî Sînan Cengîl bû. Bavê wî bi partiya me re bû. Ji min mezintir bûn lê hevalên min bûn. Ew kes çûbû çiyayê Nemrûdê.

Hêj dest bi tiştekî nekiribû, ji aliyê xelkê gundan ve muxbirî li ser wî kiribûn, leşker jê haydar kirin û ew kuştin. Loma dadana şoreşê ne wisa hêsan e. Yên ku modela Castro xistibûn hişê xwe, meseleya Castro cihê ye. Li milekî Sovyetê çekên atomî biribûn Kûbayê, li aliyê din jî Amerîkayê ew anîbûn Tirkiyê. Ger Sovyetê piştgirî neda Castro, dê ti carî bi ser neketa.

Rûdaw: Dema em behsa dîrokê dikin, qet nebe di pirtûk û mijarên dîrokî de zaf qala rêxistinekê tê kirin û bi navûdeng e jî ku ew jî Komeleya Çandî ya Şoreşgerî ya Rojhilat - Devrimci Dogu Kultur Ocaklari (DDKO) ye. We yekem daxuyaniya wê komeleyê nivîsî. Te ku ligel Partiya Karkerên Tirkiyeyê kar dikir, çi têkiliyeke te bi wan re hebû, kê ew rêxistin ava kir?

Mehmet Alî Aslan: Bi rastî min berê ava kir, çima? Min ji te re got ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe xwedî rêxistineke ciwanan a çep bûn û dijatiya partiya me dikirin!

Rûdaw: Te dixwest li hemberî wan alternatîvekê deynî?

Mehmet Alî Aslan: Ew li qadê bûn, min dixwest ciwanên Kurd hem li derekê kom bibin û hem jî piştgiriyê bidin partiya me, ji ber wê jî Tarik Ziya Ekinci alîkariya min kir. Me ji wan re bername amade kir lê mejiyê wan ciwanan di bin bandora çepên Tirk de ma.

Rûdaw: Kê ev nav li wê rêxistinê kiriye?

Mehmet Alî Aslan: Me bi xwe ev nav lê kir! Dizanim, ez di navdanînê de beşdar bûm.

Rûdaw: Ji ber vê yekê min ev pirs kir, we berê digot ku hûn li dijî bikaranîna peyva Rojhilatê bûn lê di vê rêxistinê de peyva Rojhilat heye û ne Kurdistan e?

Mehmet Alî Aslan: Peyva Kurdistan û Kurd heye.

Rûdaw: Kê rêberiya wê dikirin?

Mehmet Alî Aslan: Gelek heval hebûn. Yek ji wan Dr. Kemal bû. Navên din nayên bîra min.

Rûdaw: Armanca wê rêxistinê çi bû?

Mehmet Alî Aslan: Armanca me ew bû ku rêxistin alîkariya Partiya Karkerên Tirkiyeyê bike. Partiya Karkeran sîstemeke sosyalîst ava dike û di wê pergalê de Kurd digihin mafên xwe û serbixwe dibin.

Rûdaw: Ew komele komeleyeke lap Kurdî bû yan Tirk jî tê de hebûn?

Mehmet Alî Aslan: Tirkiyeyî bû, lê piraniya endamên wê Kurd bûn.

Rûdaw: We dixwest ew ne grûpeke serbixwe, lê beşek ji TÎPê be?

Mehmet Alî Aslan: Wer bihesibîne ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê sîstemeke sosyalîst li Tirkiyeyê ava bike, di wê pergala sosyalîst de Kurd jî serbixwe dibûn, çanda xwe biparêzin, dawî li meseleya pişaftina neteweyî were, Tirk û Kurd wek hev bin, ne cudabûn lê Kurd û Tirk hevta bin.

Rûdaw: Çima tu çûyî Fransayê, tu reviyayî?

Mehmet Alî Aslan: Di dema derbeya leşkerî de, biryara girtina min derket!

Rûdaw: Tu bi qaçaxî çûyî, rewşa Kurdan li Ewropayê çawa bû?

Mehmet Alî Aslan: Erê ez bi qaçaxî çûm. Li Fransayê kêm Kurd hebûn. Kurd bêtir li Almanyayê dijiyan. Ez ligel gelek Kurdên ku li wir dijiyan axivîm. Min ji wan dixwest ku xwe ligel civakên wan welatan biguncînin lê xwe di nav wan de nehelînin. Min ji wan dixwest ku tev li sendîkeyên wan welatan bibin û di nav wan de têbikoşin, çanda wan binasin, zarokên xwe bişînin dibistanan û bixwînin.

Rûdaw: Kurdan xwe rêk xistibû?

Mehmet Alî Aslan: Kurd pir tev li xelkê nebûbûn, zarokên xwe nedabûn xwendin, xwendekar hebûn ku alîkarî kom dikirin û xelkê jî alîkariya wan dikir.

Rûdaw: Pêwendiya Kurdan bi TÎPê re hebû?

Mehmet Alî Aslan: Wê demê TÎP hatibû girtin. Rûdaw: Hûn di gotara xwe de behsa hezkirina Kemal Burkay û Nacî Kutlay ji Partiya Komarî (CHP) re dikin, ev çi hezkirin bû?

Mehmet Alî Aslan: Gava ez ji Fransayê vegeriyam, ez fikirîm ka ez çi bikim? Partiya Silêman Demîrel ji min xwest ez xwe li ser lîsteya wan namzed bikim bo parlamentoyê, ez ê bi ser ketima jî. Wê çaxê min hin xwendekarên bêkar ên Kurd li dora xwe kom kiribûn, kesî hesab ji wan re nedikir, li bajarê Agiriyê li dora hev kom bûbûn, min li Stenbolê makîneyeke çapê peyda kir û bi xwe re bir Agiriyê û min bi navê wan ciwanan dest bi derxistina rojnameyekê kir, navê wê rojnameyê Demokrasî bû.

Li milê din, min xwe wek kandîdê serbixwe kandîd kir lê wan hevalan piştevaniya min nekir, hurmeta wan di nav xelkê de nemabû. Rojekê Kemal Burkay û Nacî Kutlay bi dizî ji min ve çûbûn ba xwendekarên ku bi min re kar dikirin, ew kom kiribûn û ji wan re gotibûn wer baş e ku em alîkariya Riza Polat bikin da ku bi ser bikeve, dev ji Mehmet Alî Aslan berdin. Riza Polat Kurd bû lê bi mejî neteweperestekî Tirk bû.

Dotira rojê ciwan hatin nik min û gotin em efûyê ji te dixwazin, em ê piştevaniya Riza Polat bikin lê ger tu bixwazî em ê di derxistina rojnameyê de berdewam bikin! Min jî got, hûn bi kêfa xwe ne lê rojname na, hûn dikarin pereyan ji wan wergirin û hûn bi xwe rojnameyê derxin, lê bo karekî wisa ew qirûşekî nadin we, rabû partiya CHPê piştevaniya wan kir, loma ez ji xwekandîdkirina xwe paş ve kişiyam.

Rûdaw: Loma tu dibêjî dil ketibûn CHPyê?

Mehmet Alî Aslan::Ger ne diletin be, nexwe çi ye? Demekê hevalên min bûn, dev ji min berdan û bûn evîndarên CHPê.

Rûdaw: Haya we ji damezrandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di sala 1974ê de hebû, Kemal Burkay û hevalên wî daxwaz ji we nekirin ku hûn bi wan re kar bikin?

Mehmet Alî Aslan: Ji pêşî ve tevgera wan ne rast bû, çima? Pere ji xelkê didan hev, nêzî dewletê bûn û ne kesên jîr bûn. Baş e bizavek pereyan ji xelkê bistîne û ser bi dewletê be, ez ê çawa bikarim bi wan re bixebitim.

Rûdaw: Baş e, Kurdên ku di nav partiyên Tirk de kar dikirin, tenê li berjewendiyên xwe difikirin an jî dem bi dem behsa Kurd, Kurdistanê û mafên çandî yên Kurdan dikirin?

Mehmet Alî Aslan: Yekem di dîrokê de, nezaniyê di civaka kurdî de bandoreke xirab kir. Duyem mijara sosyolojiya Kurdan e, eger tu ne şehrezayê sosyolojiya Kurdan bî, tu yê timî bikevî çewtiyan. Hin ji wan dilsoz bûn, tu nikarî mora xiyanetê li eniya wan bidî yan bibêjî ne kesên qenc bûn, lê nezan bûn, wek mînak Selahedîn Demîrtaş dema di kampanyaya hilbijartinê de behsa tirkîbûnê dike, nizane, axir ger zanibûya, tirkîbûn siyaseta Mistefa Kemal bû.

Rûdaw: Bi nêrîna te şaştî kiriye?

Mehmet Alî Aslan: Mesele ne ew e wekî kes, PKK şaştî kiriye, piştî bizava Şêx Seîd mijara tirkîbûnê derket holê, hîmê tirkîbûnê ango asîmîlasyon, piştî derketina holê ya tirkîbûnê, tevgera asîmîlasyonê jî dest pê kir. Hêj didome.    

Rûdaw: Ango, bi dîtina we, ev siyaseta wan dê xizmeta asîmîlasyona Kurdan bike?

Mehmet Alî Aslan: Bêguman.

Rûdaw: Lê eger ew xeta xwe bi tevahî cuda bikin, gelo metirsiya dubarekirina jenosîda Kurdan nîne?

Mehmet Alî Aslan: Ez li dijî jenosîdê me, li dijî şer û tundiyê, li dijî derbeyên leşkerî, li dijî xebata neqanûnî me, nexwe çi bê kirin? Kurd û Tirk li vî welatî dijîn, her çiqas nijada Tirk têkel be jî, divê li vir siyaseteke qanûnî û demokratîk bê meşandin, wekhevî dikare pirsgirêkê çareser bike.

Rûdaw: Tirkiye rê dide ku Kurd bi awayekî yasayî karê xwe bikin?

Mehmet Alî Aslan: Gelo dewlet çi ye? Ne amûrek e ku ji ber xwe ve bixebite, beşeke dewletê ji kadroyên rêveber pêk tê, beşek jî bingeh e, ew dewletê didi xebitandin û divê desthilat bi wan bê dayî. Piştî sala 1950î li Tirkiyeyê (dibe ku li derên din ne wisa be, merema wî welatên din e ku Kurd li wan hene) bi awayekî rast xelk diçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe didin, kurd û tirkan karîbûn desthilatê pêk bînin, ji vê re tê gotin dewlet.     

Rûdaw: Piştî sala 1975an çend partî û rêxistinên kurdî wek (Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî, PSK, KOK û PKK) ava dibin, ev hemî partî çima, paşê berizîn hev?

Mehmet Alî Aslan: Binêre, ez gelek ji wan kesên ku ew partî ava kirin nas dikim. Bi rastî kar û karvedana wan ne zêde bû. Rewş baş nexwendin, bi wan tiştan dixwestin xwe bikin tiştek û xwe wek şexs mezin bikin.   

Rûdaw: Bila pirsekê bikim, kesekî wekî Abdullah Ocalan li zanîngehê xwendiye, jixwe dikarîbû wekî mînak mîna we bibe parêzer û kar bike, mijûlî jiyana xwe ya taybet be  lê hat bizavek rêk xist, bi dîtina te wî jî şaştî kir?

Mehmet Alî Aslan: Abdullah Ocalan lîse qedand, wê demê Koleja Hiqûq û Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê hebû. Wek mînak di sala ewil de 10 hezar kesan li Koleja Hiqûqê dixwend, lê wan tevan nikarîbûn herin qonaxa duyem û diman. Ocalan li Koleja Zanistên Siyasî dest bi xwendinê kir lê di qonaxa ewil de ma û nikarîbû here qonaxa duyem. Ev kengî xwendin e. Xwendina wî wer bû, paşê bi keçeke bi navê Kesîre Yildirim re zewicî. Têkiliya bavê keçikê bi saziya sîxuriyê ya MÎTê re hebû. Ne ez wer dibêjim, ew bi xwe dibêje! Têkiliya wî bi MÎTê re hebû, dema derbe hat kirin reviya.  

Rûdaw: Têkiliya wî bi MÎTê re çawa bû?

Mehmet Alî Aslan: Ez nizanim lê têkilî wer bû. Wî bixwe digot ku ez vêya qebûl dikim ku ez bi xwe rê nîşanî MÎTê didim, wan emir li min nedikir, lê kontrola min li ser wan hebû.

Rûdaw: Mebesta wî ew bû ku wî MÎT xapandiye?

Mehmet Alî Aslan: Ew bi xwe wisa dibêje, (dikene) lê ger mirov bawer bike ku saziyeke mezin wek MÎTê wer be, êdî ew tiştekî dî ye. Pêşî Tirkiye dixwest dest bi serhildaneke kurdî bê kirin ku di bin kontrola wê de be qene bi hewesa xwe bilivîne, loma diçûne gundan, xelk dikuştin. Min wê demê parêzerî bo gelek kesan kir. Gilînameyên wan li ber destê min bûn, digotin dewlet me digire û îşkence dike û heqaretê li me dike, paşê ji me re dibêjin hûn çiqasî mirovên ehmeq in, em we dikujin û îşkence dikin lê hûn serî hilnadin!

Lê me nikarîbû tiştekî bikin, axir ti belgeyek di destê wan de nebû. Ew bûyer di hundirekî de diqewimîn kes nebû bibe şahid. Li wî milî ku Hafiz Esed mêze kir desthilatdarên Tirk ne li dijî destpêka serhildanekê ne, loma wî jî hewl da komekê bibîne ku li Tirkiyê dest bi serhildanê bike. Ê ji xwe Hafiz Esed dijminê Kurdan bû, tewra mafê hemwelatîbûnê nedida hin Kurdan.

Tu yek ji komên Kurdî ew bar ranekir, lê Abdullah Ocalan û koma xwe qebûl kirin, rabû di sala 1984an de li Eruhê (Dihê/ Sêrt) dest pê kirin. Hin ciwanên Kurd bêhemd têkilî bi wan re danîn, paşê bizav mezin bû lê mezintirîn ziyan gihand Kurdan. Axir nifşekî Kurdan li nav çiya û di zindanan de qir bû. Ji 400 gundên Kurdan zêdetir hatin şewitandin û xopankirin û gelek xwendekar û serokên Kurd hatin kuştin.          

Rûdaw: Lê mamoste tu bi xwe parêzer î, ma ev ne sûcdarkirina PKKê ye ku ew provokasyona Tirkiyê ye?

Mehmet Alî Aslan: Na. Ne tenê ya Tirkiyeyê ye, ya Hafiz Esed û Tirkiyeyê ye. Tiliya her du welatan tê de heye. Paşê tevgera Şêx Seîd provokasyona Îsmet Paşa bû. Kesê ku berovajî vê yekê dibêje, rastiyê vedişêre.

Rûdaw: Yanî dîroka Kurdan xwe gelek caran dubare dike?

Mehmet Alî Aslan: Di meseleya Şêx Seîd de, Kurd wek amûrekê bi kar anîn û sûd ji wan wergirtin. Meseleya 49 kesan ku xwendekarên Kurd sala 1959an hatin girtin, dîsa ev jî provokasyona Partiya Demokrat bû. Herwisa bizava PKKê jî wiha ye.

Rûdaw: Lê gelek caran dibêjin qehremaniya girtiyên Diyarbekirê Kurd ji nû ve zindî kir. Ew dibêjin me ji sifrê dest pê kir û me Kurd sax kirin?

Mehmet Alî Aslan: Hem rast e û hem jî ne rast e. Wekî ku li wir çêbûye rast e lê ya ku qaşo Kurd di serdema wan de şiyar bûne ne rast e, Kurd şiyar bûn. Di meseleya şiyarbûnê de, du bûyerên girîng hene. Yek jê bizava Mistefa Barzanî ye. Bandoreke mezin li Kurdên Tirkiyê kir. Kurdan got madem wisa ye em jî dikarin serî hildin, bi dengekî bilind qala kurdbûna xwe bikin. A din radyoya kurdî ya Erîvanê bû ku dema 2 saetan bi zimanê kurdî bernema diweşandin. Vê radyoyê jî bandoreke mezin li Kurdên Tirkiyê kir.  

Rûdaw: Sala 1989an gelek Kurdên Başûr piştî êrişên Îraqê li ser Kurdistanê penaberî Tirkiyeyê bûn û di kampan de hatin bicihkirin. We kitêbek li ser wan kampan û jiyana penaberên Kurd nivîsiye. Em dikarin bizanin naveroka kitêba te li ser çi bû?

Mehmet Alî Aslan: Min behsa gelek tiştên girîng kir, lê ne li ser jenosîdê ye! Min behsa karûbarên Neteweyên Yekbûyî kir, min behsa kuştina penaberan kir, min behsa gelek tiştan kir.

Rûdaw: Dewleta Tirkiyeyê bi çi awayî bi penaberên Kurd re tevdigeriya?

Mehmet Alî Aslan: Penaber li ser sê kampan belav kiribûn. Yek li Amedê, yek li Mûşê, ya din jî li Mêrdînê bû. Madam Mitterrand serdana kampan kir û me bi hev re serdana her sê kampan kir. Ti pirtûkek an tiştek li ser rewşa penaberan nehatibû nivîsandin, loma min bi lez nivîsek amade kir. Wekî din, reftara Tirkiyeyê li hember penaberan ne baş bû.

Rûdaw: We demekê bi partiya HADEPê re kar kir. Mijara danûstandinên PKK û HADEPê çi ye? Haya te ji têkiliyeke wiha hebû? Bandora PKK li ser HADEPê hebû?

Mehmet Alî Aslan: Erê, bandora wê li ser tevahiya partiyê hebû. Wê demê endamekî PKK bi navê Muzefer Ayat hebû. Em gelek caran li Stenbolê bi wî re diaxivîn. Ew pir rijd bûn ku ez bi HADEPê re kar bikim. Min jî pejirand. Wan digot em dixwazin mifayê ji ezmûn, zanyarî û bîrûbaweriyên te wergirin. Min jî hin pêşniyar ji wan re nivîsîn û radestî komîteya navendî ya partiyê kir. Biryar bû li ser wan biaxivin û bersiva min bidin. Di civîna wan a heftane de ku hejmara wan 60 kes bû, hevalekî wan gote min ji wê hejmara mezin tenê çend kesên wek te kar dikin, ên dî tev meaş ji partiyê distînin. Êdî bersiv nedan min, rabû min jî destê xwe ji partiyê kişand. Min name di pirtûka xwe de belav kiriye.

Rûdaw: Li ser girtina Abdullah Ocalan, tu wekî parêzer çawa li parêznnameya wî li zindanê dinêrî?

Mehmet Alî Aslan: Gava ji hêla komeke MÎTê ve hat girtin û ew bi balafirê anîn Tirkiyeyê, eşkere bû Ocalan tirsiyabû loma got dêya min Tirk e û dixwazim xizmeta we bikim, behsa Kurdan nekir, heke na wê bibûya meseleyeke mezin.

Rûdaw: Çima tu neçûyî li dadgehê wî biparêzî, tu parêzerekî Kurd î û ew jî serkirdeyekî Kurd bû?

Mehmet Alî Aslan: Wî bi xwe daxwaz nekir, paşê meseleya destpêkirina şer provakasyona mezin a navbera Hafiz Esed û Tirkiyeyê bû. Ocalan bû darê destê wan, paşê wan serdana min nekir û daxwaz ji min nekirin. Îcar gelo min ê bikira yan nekira, ev mijareke din e. Bêguman min ê bikira.

Rûdaw: Qet pêwendî bi te re nekirin?

Mehmet Alî Aslan: Paşê gava çûn nik Dadgeha Desteya Mafên Mirovan û biryarek li ser Ocalan derxistin, piştî vê yekê parêzerên Ocalan serdana min kirin. Ji min xwestin ku ez tev li pêvajoyê bibim, min jî pejirand. Lê min got şertekî min heye: Divê Ocalan bi ti awayî fermanan nede min çimkî adeteke Ocalan a wer heye. Piştî vê yekê êdî nehatin nik min.

Rûdaw: Bi dîtina te, wê Ocalan bê berdan?

Mehmet Alî Aslan: Na. carekê konferansek ji aliyê Dogu Perinçek ve hat lidarxistin. Zaf rijd bûn ku ez jî wekî mêvan beşdar bibim. Serokê Dadgeha Îmraliyê jî di nav mêvanên konferansê de bû. Di dema bêhnvedanê de, min jê pirsî, serok te çima Ocalan avêt wê giravê, te xizmeteke baş ji Ocalan re kir, te tabûreke leşkerî xist jêr fermana wî, hûn vê hemî mesrefê dikin, ma çi dibû te ew berda bila bi rêya xwe de biçûya!

Rûdaw: Bersiva te da?

Mehmet Alî Aslan: Pêşî pir bi gotinên min aciz bû û li nik wî ecêb bû. Diyar e biryar biryareke siyasî bû. Pêşî dixwestin wî îdam bikin, lê Amerîka ew girt û radestî Tirkan kir bi şertê ku wî îdam nekin.

Rûdaw: Tu ti ronahiyekê bo siberoja Kurdan dibînî?

Mehmet Alî Aslan: Erê dibînim. Ez 87 salî me, ez li gelek derên cîhanê geriyame. Ez ligel nûnerên Kurdan li her derê axivîme. Bê guman em ronahiyê dibînin. Lê em bi rêya şer û nihêniyê nagihin encamekê, li şûnê bi rêya qanûnê. Piştî avabûna Yunanistanê 3 tişt hene ku girêdayî hev in û ger yek ji wan nebe her duyên dî jî nabin: Dadmendî, mafên mirovan û demokrasî. Ev tişt bi cih bên, dê kêşe çareser bibin.

Rûdaw: Axir ji xwe kêşe ew e ku welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin, ti yek ji van mercan li wan tune?

Mehmet Alî Aslan: Rast e lê berê li Ewropayê jî ev tişt nebûn. Li Almanyayê Naziyan hukim dikir, li Îtalyayê faşîst hebûn, li Fransayê jî wisa bû lê divê biguherin. Tirkiye ji tevan bêtir îmkana guhertinê lê heye ku bibe dewleteke demokratîk. Ger Tirkiye biguhere dê bandorê li Sûriye, Îraq û Îranê jî bike. Binêre tiştê li Sûriyê qewimî, çimkî li Tirkiyeyê desthilateke nasyonalîst desthilatdar e. Xwest tevan berde hev û hev bikujin. Li Îraqê jî wisa ye. Ger Tirkiye ramana desthilatdariyê ji hişê xwe derxe û bibe demokratîk, dê bandorê bike. Wê demê sînor jî dê betreng bibin, wê demê Kurd jî dê bigihin cihekî.

Rûdaw: Em pir spasiya te dikin û me tu westandî, temendirêj û saxlem bî.

Mehmet Alî Aslan: Ez jî pir spasiya we dikim û kêfxweş bûm. We kengî xwest, dikarin serdana min bikin.