Endamê polîtburoya YNKê, Muftî: Dewletên erebî realîteya dewleta Kurdistanê qebûl dikin

12-07-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Her çiqasî pêwendiyeke wê ya xurt ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî heye, lê endamê polîtburoya YNKê Ednan Muftî di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ji bo cara yekem bi awayekî eşkere qala helwesta YNKê derbarê Malikî de dike û dibêje “divê Malikî bê guherandin, da ku girêkên kor ên Iraqê vebin.” Derbarê dewleta Kurdistanê de jî dibêje: “Helwesta YNKê ligel helwesta Barzanî ye û em amade ne Îranê piştrast bikin ku dewleta Kurdistanê li dijî Îranê nabe.” Muftî diyar jî kir ku di nav YNKê de “du bawerî” hene: baweriyek ligel mabûn û lihevkirina ligel Malikî ye û arasteyek jî ligel “yekrêziya gelê Kurd e.”

 

Rûdaw: Beriya çend rojan serokê Herêma Kurdistanê çû parlamentoyê û daxwaz kir referandom bê kirin. Wek YNK, hûn bi vê pêngavê re ne?

Ednan Muftî: Bêguman em ligel vê pêngavê ne û li parlamentoyê jî ev yek diyar bû. YNK piştevaniya wê jî kir. Di civîna serokê Herêma Kurdistanê ligel hêzên siyasî de ew mijar - ango referandom - çend caran hate behskirin. Ew jî bi wê şêweyê ku piştî nirxandina rewşa Iraqê, gelo divê Kurd çi bikin? Ji ber ku ew destûra ku qala Iraqa federal û demokratîk dike tê binpêkirin. Metirsiya DAIŞê û terorîstan ku vê dawiyê peyda bû û kêşeyên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal her berdewam in. Gelo Kurd her rawestiyayî bimînin? Di demekê de ku biryardana li ser çarenûsa me mafê me ye û mafekî xwezayî ye.

Me bawer dikir û niha jî em bawer dikin ku eger Iraq Iraqeke federal be, em pêbend in bi wê Iraqê û di berjewendiya me de ye jî, lê ku ew Iraq neyê damezrandin û metirsiya wê li ser Kurdan hebe, pêwist e em li xwe bifikirin.

Niha dema wê yekê bû ku Kurd qala referandomê û dewleta Kurdistanê bikin?

Erê di dema xwe de ye û divê hemû cihan fêhm bike ku gelê me azadî û demokrasî û serxwebûnê dixwaze, eger li Iraqê demokrasî û federalî cî negirin. Referandom jî ne ewe ku tu yekser serxwebûnê radigihînî. Lê referandom îradeya gelekî ye û dixî pêşber serkirdatiya siyasî ya kurdî û serokatiya Herêma Kurdistanê, da ku di bûyer û gotûbêjan de, ku eger negihiştine encamekê ji bo damezrandina Iraqeke federal, bizanbin ku êdî pirraniya herî zêde ya Kurdan piştevaniya wê referandomê dikin.

Referandom ji bo dewletê ye yan ji bo konfederaliyê ye?

Eger Iraq ber bi parçebûnê here, ku niha nîşanên wê hene, şerê Suunî û Şîeyan heye û îmkana diyalogê jî nemaye. Her çiqasî ez nabêjim ji sedî sed nemaye, lê eger nehate kirin, wê demê mafê Kurdan heye ku xwe biparêzin û raya gel bigihîne dinyayê û em bêjin em serxwebûnê îlan dikin. Ji ber ku heta vêga em îradeyeke wiha nabînin ji bo bihevre berdewambûnê. Dizanin di xeta dawî ya pêşgotina destûra Iraqê de hatiye nivîsandin ku pêbendî bi cîbicîkirina maddeyên destûra Iraqê garantî ye, da ku Iraq hevgirtî bimîne. Lewra ji bo mabûna Iraqeke hevgirtî, divê destûr bê bicihkirin. Baş e, gelo destûr hatiye bicihkirin? Na û gellek madeyên wê destûrê hatine binpêkirin.

Herwiha divê beriya ragihandina serxwebûnê em ji dinyayê re ragihînin ku em dijatiya ti alî û dewletekê nakin û berjewendiyên welatên cîran li ber çav digirin. Em dixwazin jî wê dewletê bi rêya diyalogê dirust bikin. Em ne gelekî wiha ne ku me axa gelekî din dagîr kiribe.

Wê referandom bê kirin?

Referandom karekî hêsan e û em ji gelê xwe dipirsin: Gelo hûn dewletê dixwazin yan mafê çarenûsê ku parlamento biryarê li ser dide ku bi çi şêweyekê be? Eger gel got erê, êdî dikeve pêşber serkirdatiya siyasî, da ku biryarê li ser bide.

Lê Malikî dibêje em qebûl nakin Kurd qala referandom û meseleya serxwebûnê bikin, ji ber ku ev yek di destûra Iraqê de nehatiye gotin?

Mesele ne qebûlkirin yan redkirin e, lê divê rêz li îradeya gelê Kurd bê girtin. Berê xwe bidin wan 10 salan ku deng bi wê destûrê hatiye dan ka em gihandin kû. Gelo wekhevî li Iraqê heye? Gelo desthilatên Bexdayê tên dabeşkirin? Gelo pevguhertina desthilatê li Bexdayê heye? Baş e rêjeya pêkhateyên Iraqê di nav artêşê de çawa ye û çend e? Niha Iraq li ser nexşeyê bûye sê parçe. Rast e, îrade li ba Kurdan heye ku li Iraqê bi hev re bijîn, lê Sunnî û Şîe ew îradeya wan heye gelo? Kes nikare rê li ber pêkanîna referandomê bigire, ne Iraq û ne xeynî Iraqê. Eger Kurdan biryara xwe dan, divê xwe ji bo karvedana Bexdayê û xeynî Bexdayê jî amade bikin.

Kengî referandom dibe?

Divê kar ji bo referandom ê bê kirin û komisyona hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bê damezirandin. Herwiha divê Turkmen û Erebên nav Kerkûkê jî razî bibin ku ew têne ser Herêma Kurdistanê û mafê wan parastî ye. Lewma divê yekem car referandom li ser navçeyên veqetandî û bi taybetî li ser Kerkûkê bibe, piştre referandom a giştî tevî navçeyên veqetandî bibe. Hêviya me ewe ku ev pêvajo saleke din dirêj neke. Ev jî bi hikûmeta iraqî ve girêdayî ye ku çawa tê damezrandin.

Pêwendiyeke YNKê ya baş ligel Îranê heye, gelo we ev pêwendiya xwe bikar aniye, da ku ti metirsiya Îranê li ser dirustbûna dewleta Kurdistan nebe?

Herdu dewletên cîranên me, wate Îran û Tirkiye, du dewletên mezin in û helwesta wan di dema borî de li dijî dewleta Kurdistanê bû, lê gellek guhertin pêk hatin. Ev ezmûna ku piştî sala 1991ê li Herêma Kurdistanê heye, herdem me hewl daye ku pêwendiyên me yên siyasî û aborî ligel Tirkiyê û Îranê baş bin. Niha jî gavên baş hatine avêtin. Niha nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê heye. Lewma pêwîst dike diyaloga me ligel herdu dewletan hebe û em wan piştrast bikin ku dewleta Kurdistanê ne dijî Îranê ye û dest naxe nav karûbarên vî welatî.

Di nav YNKê de endamên polîtburoyê, cuda ji pirsa referandom ê û serxwebûnê, daxuyaniyê belav dikin. Wateya vê yekê ne ewe ku YNK heta niha xwe yekalî nekiriye?


Li ser facebookê welatiyên asayî daxuyaniyan belav dikin. Ew jî endamên polîtburoyê ne û nêrîna xwe didin. Ev jî tiştekî siruştî ye. Bawer nakim endamên polîtburoya YNKê ji binemayên sereke yên YNKê derkevin.

Adil Murad yê serokê Encûmena Navendî ya YNKê dibêje em dewleta Kurdistanê dirust nakin. Ev nêrîna wî ye, yan nêrîna YNKê ye jî?

Bawer nakim gotibe em dewleta Kurdistanê dirust nakin, ji ber ku kes nikare vê gotinê bêje. Lê belê dibe gotibe rewş ji bo vê gavê ne guncaw e. Bersiva me ji bo hemû cîhanê ewe ku em dewleta Kurdistanê dirust nakin, lê Iraq bi xwe ber bi têkçûnê ve diçe. Em çi bikin? Em rûnin? Ji aliyê Bexdayê ve destûr tê binpêkirin û budce û mûçeyên xelkê tên birrîn. Gelo miletê me ji me qebûl dike em bêdeng bin? Kurd jî ji aliyê aborî, hikûmet û firotina petrolê ve pêgeha wan heye. Yên din Iraqê têk dibin, ne Kurd.

Endamê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî dibêje niha di nav YNKê de du arasteyên cuda hene, arasteya ligel yekrêziya Kurdan û arasteya ligel wê yekê ku ligel Bexdayê û Malikî hevpeymaniyê bikin. Kîjan ji wan baştir e?

Ev bîr û nêrîn li nav hemû hizban heye. Lê derbirrîn tê guhertin. Demekê tê gotin em serxwebûnê dixwazin, wateya wê nine. Yan dema tê gotin divê kêşeyên ligel Bexdayê çareser bibin. Wateya vê yekê jî ewe ku nabe em behsa dewleta Kurdistanê bikin. Derbarê diyalogê de, erê niha jî dibêjim divê em diyalogê ligel Bexdayê bikin, lê kîjan Bexdayê? Bexdaya ku nabe baweriya wê bi diyalogê hebe? Nabe di pêdawîstiyên Herêma Kurdistanê de bigihije? Ya ku nabe di dîrokê de bigihije ku ev milet - wate Kurd - çiqasî sitem lê bûye û bi ti awayî dîktatoriya nû qebûl nake? Pirsa dewletê mafê siruştî yê Kurdan e. Kes jî nikare li dijî wê raweste. Dixwazim bêjim di salên bê de dewleta Kurdistanê dibe reyalîtiyek û dewletên erebî jî wê qebûl dikin.

Kîjan araste xurttir e di nav YNKê de, ewa ku doz dike em ligel Bexdayê û Malikî hevpeymaniyê bikin, yan ewa ku doza yekrêziya Kurdistanê dike?

Yekrêzî beriya her tiştî ye. Ev di nav PDKê, Gorran, Yekgirtû, Komele û aliyên din de jî her wiha ye. Ev yekrêzî bi komdengî di civîna hêzên siyasî de ligel serokê Herêma Kurdistanê biryar li ser hat dan. Me diyalog jî ligel Bexdayê red nekir.

Hûn xwe di nav kîjan arasteyê de dibînin di nav YNKê de?

Yekrêzî li cem min bingeh e, herwiha diyalog jî ligel Bexdayê bingeh e. Bi diyalogê gellek tişt tên guhertin.

YNK ligel Malikî ye bo dewra sêyem?

Di nêrîna min de aliyên siyasî bi yek helwestê mameleyê ligel Bexdayê bikin baş e. Eger Hevpeymaniya Niştimanî ya Şiî li ser kesayetiyeke din li hev kirin, ji bo wî bikin serokwezîrê Iraqê, baştir dibe. Malikî be yan kesekî din be, divê karê sereke yê Kurdan berevaniya li mafên xwe be, herwiha zanibin ku digihijine çi. Gelo diyalog li Iraqê bi ser dikeve? Bi min baştir e kesekî din li şûna Malikî bê danîn. Lê nêrînên cuda jî heye ku dibêjin mafê wî ye ku bimîne, lê gelo bi mana Malikî kêşe çareser dibin?

Sedrî, Sunne û pirraniya Kurdan jî ji Malikî ne razî ne. Lewma divê Malikî bi xwe ji nav lîsteya Dewleta Yasa kesekî din deyne, ne ku Malikî bimîne. Malikî bûye girêkeke aloz û eger bimîne ev girêk venabe. Kêşeyan jî aloztir dike.

Di vê demê de gellek caran Necmedîn Kerîm serdana Bexdayê kir û ligel Malikî jî civiya. YNK hay ji vê yekê heye?

Necmedîn Kerîm endamê polîtburoya YNKê ye û parêzgarê Kerkûkê ye, dikare bi sedema van du kursiyan civînê bike. Bi qasî ku min hay jê heye behsa rewşa Iraqê, Kerkûk û DAIŞê bûye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst