Balyozê Îranê: Di asayîkirina pêwendiyan de roleke mezin a serdana Nêçîrvan Barzanî hebû

13-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îraq Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim el Sadiq ragihand ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, roleke rasterast di vegerandina pêwendiyên asayî de hebû.

Berpirsê Wezareta Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî dê biçe Bexdayê û piştre jî bê Herêma Kurdistanê.

Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim el Sadiq derbarê vê serdanê û serdana meha borî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê ji nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê re axivî.

Mihemed Kazim el Sadiq diyar kir ku Elî Baqirî dê di serdana xwe ya Hewlêr û Bexdayê de mijarên wekî pêwendîyên Bexda û Hewlêrê û bicihkirina peymana ewlehiyê bîne rojevê.

Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim el Sadiq wiha bersiva pirsên Rûdawê da:

Rûdaw: Girîngiya serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê ya Hewlêr û Bexdayê çi ye? Di serdana wezîr a Hewlêr û Bexdayê de dê çi mijar bên rojevê?

Balyozê Îranê yê Îraqê: Ev serdan di çarçoveya bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de ye û dê li ser asta herêmê jî gotûbêj bên kirin. Ji ber wê jî pêwîst e di navbera her du welatan de îstişarê bên kirin ji ber ku Îran û Îraqê pêwendiyên dîrokî li gel hev hene. Lewma pêwîst e dem bi dem danûstandin bên kirin.

Duyem, serdana Wezîrê Baqirî di rastiyê de ji bo spasiya hikûmet û gelê Îraqê ye ku eleqe û hevxemiya ji bo şehîd Reîsî û hevalên wî nîşan dabûn.

Rûdaw: Hûn pêwendiyên Îraq û Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Pêwendî li gorî hêviyan in?

Balyozê Îranê yê Îraqê: Wekî ku min behs kir, divê em têkiliyên xwe zêdetir pêş bixin. Têkiliyên di warê siyasî û çandî de di asta herî jor de ne.

Di warê aborî de jî pêdiviya me bi pêşketineke zêdetir heye. Helbet çawa ku Bexda navend e, Herêma Kurdistanê jî di dabînkirina asta aborî ya pêwendiyên her du welatan de rolekê dilîze.

Rûdaw: Gelo serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê, bandorek li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê kir?

Helbet, ji ber ku pêwendî hinekî sar xuya dikirin lê ji ber ku pêwendiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê dîrokî ye, vê serdanê roleke sereke û rasterast di asayîkirina pêwendiyan de lîst.

Îspata vê jî serdanên hev du û amadebûna şandeyên herd u welatan in. Bi taybetî serdana Wezîrê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Di navbera Komara Îslamî ya Îranê, Îraq û Herêma Kurdistanê de peymaneke ewlehiyê heye. Hûn encamên peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de çawa dinirxînin?

Balyozê Îranê yê Îraqê: Peymana ku yekem car bi amadebûna hikûmeta navendî, Tehran û Hewlêrê hat îmzekirin, yekane bû. Lê rastî ev e ku pêwîstî bi zêdetir heye.  Me gavên baş avêtine ji bo bicihkirina peymana derxistina endamên cudaxwaz ji Herêma Kurdistanê. Lêbelê, wekî nimûne, divê zêdetir bêne bêçekkirina. Bicihkirina wan li kampên penaberan hîn bi dawî nebûye. Em vê mijarê hem li navendê û hem jî li Herêma Kurdistanê bi rayedarên pêwendîdar re dişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst