Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê bo Rûdawê: Em 11 ton alîkarî digihînin Helebê

12-02-2023
RÛDAW
Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan pirsên Rûdawê yên derbarê alîkariyê bo ziyanpêketiyên li Sûriyê şandine da.
Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan pirsên Rûdawê yên derbarê alîkariyê bo ziyanpêketiyên li Sûriyê şandine da.
Nîşan Erdheja Mereşê Erdhej Iraq Sûriye
A+ A-

Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan ragihand ku ew bi rêya asmanî nêzîkî 11 ton alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê digihînin bajarê Helebê li Sûriyê.

Hikûmeta Iraqê di çarçoveya alîkariya bi ziyanmendên erdheja Sûriyê re îro du balefirên alîkariyan ku derman, pêdiviyên tenduristî, isfinc, betanî têde bûn ber bi bajêrê Helebê ve şandin.

Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan got ku wan ev alîkariyan li ser biryara Serokkwezîr Mihemed Şiya Sûdanî amade kirine û weke tiştekî biçûk pêşkêşî ziyanmendên erdheja li Sûriyê pêşkêş dikin.

Balefira duyemîn e ku îro ber bi Sûriyê ve giriya. Ev balefir bi alîkariyên ji malbatên ziyanmendên erdheja ku li hin deverên Sûriyê rûdaye re hatiye dagirtin. Berê vê balefirê balefirxaneya Helebê ye ku betanî û hin pêdiviyên malbatên ziyamned di nav de ne, balefira yekemîn jî îro gihîşt Helebê ku bi dermanan û hin madeyên xwarinê dagirtî bû, lê ev balefir hin isfinc û betanî têde hene.

Endezyarê Asmanî li Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan pirsên Rûdawê yên derbarê alîkariyê bo ziyanpêketiyên li Sûriyê şandine da.

Rûdaw: Em dê niha bi Muqedemê Balefiran Îhab re biaxivin, Gelo vê balefirê çi bar kiriye? Û kujmeya alîkariyên gihîştine Sûriyê çiqas e?

Îhab Hemîd Selwan: Bi navê Xwedê, destpêkê ez navê xwe rast bikim. Ez Endezyarê Asmanî Îhab Hemîd Selwan im. Di destpêkê de em sersaxiyê ji gelê Sûriyê re dixwazin, şehîdên ku di encama erdhejê û vê bûyera bi êş de çûne, em dia dikin ku ewên di bin kavilan de winda ne sax bêne derxistin, em ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Li gorî rênimayên birêz Serokkwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û bi serpereştiya birêz Wezîrê Berevaniyê û serpereştiya rasterast ji aliyê fermandarê hêzên asmanî, balefirên hêza asmanî ya Iraqê pireke asmanî di navbera Iraq û Sûriyê de vekirin, da ku alîkariyên mirovî û tenduristî ji gelê Sûriyê re bêne şandin. Alîkarî ji derman, madeyên tenduristî, çadir, isfinc, betanî pêk tên. Ev alkariya me tiştekî biçûk ji gelê Sûriyê re ye, sedema van alîkariyan ew e ku ev alozî bên derbaskirin. Em bi hêvî ne fermandariya me û wezaretê ji me razî bin û em dê erka xwe bi rêk û pêk bicîbikin.

Rûdaw:Gelo hûn dikarin derbarê gujmeya alîkariyan de yên di vê balefirê de ne û balefira ku vê sibê ji balefire ber bi Sûriyê ve firî bû, behs bikin? Gelo balefira vê sibê çi bar kiribû û çi di vê balefirê de hene?

Îhab Hemîd Selwan: Bi rastî ez dikarim derbarê balefira xwe de biaxivim. Di vê balefirê de pakêtên xurekê hene û li gel wan jî betanî û isfinc ji malbatên ziyanmend re hene. Giraniya vî barî 21 hezar pound in ango nêzî 11 ton e. Inşallah em dê bigihînin wir û bi silamet vegerin.

Rûdaw: Spas

Îhab Hemîd Selwan: Spas destên we sax bin.

Rûdaw: Belê ev balefir dê piştî çend deqeyan ji baregeha Şehîd Mihemed Elai ya Bexdayê berbi balefirxaneya Heleb a Sûriyê ve bifire, emê jî li gel wê bin heta ku ew digihîje cihê xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst