Sekreterê berê yê Partiya Komunîst: Me alkol qedexe kiribû

11-11-2019
RÛDAW
Nîşan Ezîz Mihemed Partiya Komunîst Hewlêr Kurdistan Şoreş Lenîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst yê berê Ezîz Mihemed roja 31ê Gulana 2017an di temenê xwe yê 93ê saliyê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Ezîz Mihemed berî wefata xwe derbarê jiyana xwe ya siyasî û taybet û herwiha derbarê kar û xebatên xwe de ji paymenêrê Rûdawê Sîrwan Rehîm re axivîbû.

Di beşa yekem a vê hevpeyvînê de Ezîz Mihemed behsa zarokatiya xwe, ketina xwe ya bo nav karûbarên siyasetê bi Partiya Hîwa û herwiha behsa Partiya Komunîst dike.

Ezîz Mihemed pirsên Rûdawê bersivandin...

Destpêkê ez dixwazim hûn behsa xwe bikin; Ezîz Mihemed kî ye û li ku derê jidayîk bûye?

Ez li gundê Berkot ê ser bi Hewlêrê ve weke zarokê dayîk û bavekî Kurd jidayîk bûm. Bavê min cotkar bû, dayika min jî ji bajarê Wanê bû û ji ber zext û fişarên Tirkan ên li ser Kurdan reviyabû Hewlêrê û li mala şêxekê bicih bûbû. Dema ku bavê min diçe mala wî şêxî, ew û dayika min hev nas dikin. Piştî demekê jî biryara zewacê didin.

Ji ber ku bavê min cotkar bû li gund niştecih bûbûn. Ji ber sedemên malbatî 2 hevjînên bavê min hebûn. Ji ber ku dayika min jî biyanî bû rastî zextan hatibû. Helbet ji wan zextan bi ber min jî ketin. Di temenê xwe yê 8-9 salî de ku ez bawer im sala 1934-35 bû, ez û dayika xwe em hatin li Hewlêrê niştecih bûn. Dayika min li Hewlêrê kar dikir û ez jî ji bo xwendinê diçûm tekiyê. Min xwendina xwe li tekiyê zêde berdewam nekir ji ber ku ne li gor min bû û herwiha ji ber sedemekî din ku niha nikarim vebêjim, min dest ji tekiyê berda.

Min xwest weke karker bixebitim. Min karê xwe bi awayekî paqij dikir lê kesên din bo kar dihatin girtin û ez nedihatim girtin. Piştî ku çend kes ji derdora dayika min ji wê pirsîn bê ka gelo çima min naşîne dibistanê, dayika min navê min li dibistanê tomar kir. Temenê min wê demê derdora 12 salan bû.

Ji ber ku li tekiyê ez fêrî xwendinê bûbûm, ez li pola 3an tomar kirim. Di heyama xwendina xwe ya ji pola 3an heta 6an ez û dayika xwe li gel hev dijiyan. Em ji bavê min û xizmên wî bi temamî dûr ketibûn. Ji ber hindê min xwe her tim weke kurê dayika xwe didît. Derbarê xwendin û perwerdeya xwe de jî ez li hemberî dayika xwe hest bi deyndariyê dikim.

Tu çawa ketî nav karûbarên siyasetê?

Ez hêj di pola 6an de bûm ku salên 1940-41ê bûn, min Partiya Hîwa nas kir. Kêm jî be ez xwe li hemberî Îzeddîn Feyzî deyndar hîs dikim. Ew mamosteyekî kurdewar ê naskirî bû. Piştî ku ez ketim çend civînên wan ez bûm endamê partiyê. Dema ku ez bûm endamê partiyê, me li ser Quran, çiyayên Kurdistanê, xencer û serê serok sond dixwar. Bi ti awayî me nehêniya di nav partiyê de binpê nedikir, eger na xwîna me li ser wê xencera ku me sond li ser xwaribû, helal bû.

Helbet em jî ciwan bûn û xwîna me germ bû. Qet ji bîra min naçe, rojekê me xwendekar bi lez û bez birin çiya, nêzik li biharê bû û em nêzikî Cejna Newrozê dibûn. Mamosta Îzeddîn ji me pirsî, ‘Îro çi roj e?’ û piştre bi helkefta Newrozê gotareke dirêj pêşkêş kir. Behsa efsaneya Newrozê û çavkaniya wê kir. Axaftina wî gelek bi dilê min bû. Piştî çend guleyên kêfxweşiyê me hemûyan bi hev re govend girê da.

Li nav rêzên Partiya Hîwa hejmareke zêde ya ciwanan kar dikir. Paşê hinek rûdan qewimîn. Yek ji van a girîngtirîn jî destpêkirina Şêrê Cîhanê yê Duyem (1939-1945) bû. Di vî şerê navdewletî de Almanya, Îtalya û Japonya weke dewletên ‘Mîhwer’ û Brîtanya, Yekitiya Sowyetê, Amerîka, Komara Çînê û Fransa weke ‘Dewletên Hevpeyman’ beşdarî şer bûn. Bi xweradestkirina Almanyayê bi rengekî bêyî şert û merc û bi hinek destkevtên Sowyetan şer bi dawî bû û hinek geşedanan rû dan. Li navçe û cîhanê dengên daxwazên cuda belav bûn, li nav Partiya Hîwa jî dengên cudabûnê bilind bûn û beşek ji hevalên me di wê baweriyê de bûn ku divê em li gel nûjenîxwazan cih bigirin.

Sala 1941-42an Komela Milet (Cemie El Şehab) hat damezrandin û piraniya me ji Partiya Hîwa xwe di wê de dît.

Wê heyamê ez kesekî weke ku baweriya xwe bi pêşkevtin û beşdariya hemû aliyên civakê anîbe, ez di wê hizrê de bûm ku pirsgirêkên kedkaran dikarin bi sîstemeke beşdariyê bên çareserkirin ku li gor min ev jî bi rêya sîstema Sowyetê bû. Vê hizra min jî ez ber bi hizbekê ve han dam. Ango ez nikarim bibêjim, ‘ez piştî xwendineke fikrî û felsefî beşdar bûm’ dibe ku artêşa Sowyetê û sîstema wê bi giştî û hwd. bala min kişandibin. Ez di wê baweriyê de bûm ku li cihê pirsgirêkên netewan tên çareserkirin, dê pirsa Kurd jî bê çareserkirin û ji ber vê yekê ez ber bi hizbeke din ve hatim handan. Ji xwe wê demê me di dîtina çavkaniyeke Kurdî de jî gelek zehmetî ditît.

Sala 1943an çavkaniyên baş ên Kurdî nebûn. Ya rastî ne tenê Kurdî yên bi zimanê Erebî jî nebûn. Sala 1944-45an hejmareke pirtûkên ku bo Erebî hatibûn wergerandin dihatin dîtin. Li gel wê jî li Misir û Sûdanê hinek kovar derdiketin. Lêbelê ji ber ku min bi Erebî nedizanî min nedikarî yek ji wan jî bixwînim.

Kovareke ku hizba Milet derdixist hebû. Pêşniyaz ji min re hat kirin ku bo wê kovarê binivîsim. Dema ez çûm nivîsîngeha wan jî diyalogeke min li gel wan çêbû. Piştî demekê, hat gotin, ‘Çima nebin yek?’ Di navbera wan de lihevkirinek çêbû û aliyekê digot ‘Partiya Komunîst’ û aliyê din jî digot, ‘Uhdeyî Nîzam’.

Armanc yekxistina kê bû?

Komela Milet û Wehdeyî Nîzal (Berxwedan) hebûn. Ji me re hat gotin ku em beşdarî Wehdeyî Nîzal bibin. Vê proseyê heta 1944an berdewam kir.

Partiya Komunîst û Wehdeyî Nîzal piştî çendekê dest bi xwepêşandan û çalakiyan kirin û heyamekê bi awayekî gelek aktîv li qadan cihên xwe girtin. Wehdeyî Nîzal piştî heyamekê yekgirtina li gel Partiya Komunîst xist rojeva xwe. Sekreterê partiyê yê wê demê Fehd bû. Ew herdu alî hatin cem hev lêbelê rêkevtineke temenkurt pêkanîn. Paşê vegeriyan cihên xwe. Piştre Partiya Şoreş hat avakirin. Navê rojnameya wan jî Şoreş bû. Bi saya wan em derbarê geşedan û rûdanên li Bexdayê agahdar dibûn. Ji ber ku em neçar bûn ji gotinên wan şandên diçin Bexdayê bawer bikin. Ti belge di destê me de tune bûn ku em bibêjin, ‘Na ev ne wiha bû’.

Di xwepêşandanên 28ê Hezîranê yên li Bexdayê jî navê partiyê bi awayekî îdeolojîk û aktîv belav bû. Komûnîstên li Kurdistanê yek bi yek berê xwe dan Partiya Komunîst. Partiya Şoreş jî biryara belavbûnê da û beşdarî nav Partiya Komunîst bû. Partiyê sala 1946an jî kongreya xwe saz kir. Beşek ji endamên Şoreşê beşdarî nav Komunîstê û beşek ji wan jî tevlî nav Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn.

Tê gotin ku yekem komunîstê li Başurê Kurdistanê Enwer Dilsoz e...

Ez wisa texmÎn dikim ku yekem komunîstê Başurê Kurdistanê Salih Heyder bû. Ji ber ku sala 1941an çûbû Bexdayê ji bo xwendina li Koleja Mafên Mirovan.

Derbarê fikra komunîzmê de yekem kesê bandor li ser we kir Enwer Dilsoz bû?

Hawrê Cemal Heyder bû. Di navbera dayika min û malbata Heyderî de diyalog hebû. Me li gel Cemal Heyder hevdîtinek pêk anî. Li wê derê girêdaneke manewî di navbera me de çêbû. Lêbelê piştî ku li gel Mela Şerîf civiyam, ez bi biryara xwe beşdarî nav Partiya komunîst bûm.

Dayika we kengî koça dawî kir?

Dayika min roja 4ê Çileya 1978an koça dawî kir.

Di wê heyama berî wefata wê hûn li gel hev dijiyan?

Wê demê partiya min daxwaz ji min kir ku biçim çapxaneya li Bexdayê. Erebiya min jî gelek xerap bû. Min nekarî bibêjim, ‘na’ jî. Ez û dayika xwe em çûn bo Bexdayê. Me li wê derê li gel hev kar kir. Gelek deman digirî û digot, “Çi karê me li vir heye? Ev cara duyem e ez koçber dibim; Ez ji bajarê xwe hatim Kurdistanê û paşê jî em ji Kurdistanê hatin Erebistanê.” Dema ku partiyê cihê çapxaneyê guhert, dayika min vegeriya Hewlêrê û min jî karê xwe berdewam kir.

Kîjan sal bû?

Sala 1948an bû. Dayika min 4 mehan hat desteserkirin. Paşê wî kesê ku xiyanet li partiyê kiribû di îfadeya xwe de gotibû, ‘Dayika felan kesî ye. Jibilî wê tiştekî din nake’ û piştî wê îfadeyê dayika min hat berdan û hat cem min. Em li gel hev giriyan. Li Hewlêrê ti xizmekî me nebû. Hejmarake dostên min hebûn û gelek alîkariya wan gihişt min. Ez minetdarê wan im. Ew jî jiyana dayika min bû, ji ber hindê ez dibêjim, ‘ez di bin perwerdeya dayika xwe re derbas bûm’.

Pereyê ku wê demê we bidest dixist têrî we dikir?

Ez wê heyamê xwendekar bûm û min qurîşek di bêrîka xwe de nedidît. Destekî cil û bergên min hebû. Têkiliyên min ên civakî jî sînordar bûn. Ji ber ku te tiştek ji yekê wergirtiba, tu neçar bûyî dîsa vegerînî. Dema nanê min heba, perê min nedibû. Dayika min li hemberî kar û paqijiya ku dikir, genim distand. Me ew genim jî dikir ar û nan bo xwe jê çê dikir.

Rewşa civakî ya li Hewlêrê ji fikr û hizrên nû re çiqas vekirî bû?

Bi rastî ew tevgereke nû bû. Me bi serbilindî parastina fikrên xwe dikir. Carna bi wê kelecana ciwaniyê em diketin nav nîqaş û axaftinan. Dema di civakê de me bala kesên diyar dikişand, vê yekê em kêfxweş dikirin. Taybetî jî kesên li gundan dijîn, ji me re digotin, ‘Ev kî ne, eger ev nimêj bikin û rojiyên xwe bigirin, yekser wê biçin bihûştê’. Hinek taybetmendiyên me hebûn. Eger mirov bixwaze xelkê ber bi xwe ve han bide, divê mirov xwedî exlaq û kesayetiyeke baş be. Bo nimûne; Me alkol qedexe kiribû. Ji ber vê yekê ti kes nêzîk nedibû û hemû li nav partiyê û derveyî partiyê pabendî wê biryarê bûn.

Aliyên olî yên wê demê kî bûn?

Jibilî kesekî naskirî yê bi navê Şêx Mihemed, hemû aliyên olî yên din li hemberî me xwedî helwesteke gelek baş bûn. Melayên weke Salih Kozaepanke, li hemberî me gelek baş bûn. Carna dema em diçûn mizgeftê û me dixwest derbarê rewşa Filistînê û mafên netewî de biaxivin rê didan me. Dema digotin, ‘Misilmanno îmze bikin’ xelkê li mizgeftê belavokên me îmze dikirin.

Hûn yekem car bi Partiya Hîwa ketin nav karûbarên siyasetê?

Belê.

Navbera we û Sekreterê Giştî yê Partiya Hîwa çawa bû?

Ti agahiya me ji sekreterê giştî yê partiyê nebû. Me ew nas nedikir. Di partiyê de di navbera kadroyên partiyê de têkiliyên me hebûn. Di civînên giştî de me li gel endamên nû yên partiyê hev nas dikir. Wê demê gelek endamên ciwan ên partiyê hebûn û em carna li cihên diyar kom dibûn.

PORTRE/ Ezîz Mihemed

Ezîz Mihemed, 1ê Tîrmeha 1924an li gundê Berkot ê Hewlêrê jidayîk bû. Ezîz Mihemed ku sala 1946an li gel Partiya Komunîst a Iraqê ket nav peywendiyan, sala 1948an hat girtin û heta şoreşa 1958an di zîndanê de ma.

Ezîz Mihemed sala 1964an weke sekreterê giştî yê Partiya Komunîst hat hilbijartin û heta 1993an li ser wî erkî ma û sala 2007an jî hêjayî ‘Xelata Lenîn’ hat dîtin ku ev yek ji bilintirîn xelatên Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sowyetê ye.

Piştî Serokê berê yê Afrîkaya Başur Nelson Mandela, duyem kes e ku hêjayî ‘Xelata Lenîn’ tê dîtin. Herwiha Serok Mesûd Barzanî sala 2015an ‘Madalyaya Barzaniyê Nemir’ pêşkêşî Ezîz Mihemed kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst