Pisporê Rojhilita Navîn: DAIŞê li pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê xist lê belê xira nabe

 

 Enqere (Rûdaw)-  Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan got, piştî rêxistina DAIŞê êrîş li Herêma Kurdistanê kir û Tirkiyeyê alikarî neda, herêm dilşikestî bû û lê belê ji bo pêwendiyên navbera herêmê û Tirkiyeyê nabe derbeyek mezin.

 

Orhan ragihand ku PKK ji bo deskeftiyên xwe yên li Sûriyê winda neke  ji Tirkiyeyê re tengasiyan derdixe û got, “Ji Tirkiyeyê tê hêvîkirin alikariya leşkerî bide rêxistinek weke terorîst dibine û pêşiyê li ber alikariyên leşkerî veke. Tirkiye alikariya bide rêxistinek weke terorîst dibine ji rastiyê dûr e. Lê belê dîsa jî Tirkiyeyê weke mirovahî çi ji desta tê dike.”

 

Pisporê ORSAMê Oytun Orhan pirsên Rûdawê bersivand.

 

Çima mijara Kobaniyê ew qasî tekîldare pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê? Ew qasî mijarek girîng e  pêvajoya çareseriyê xira bike?

 

Ev gotinên siyasetmedarên kurd û PKK ne. Rewşa Kobaniyê  pêvajoya çareseriyê ve giredan. Pêvajo destkeftiyên wê derê ve hat giredan. Têgihîştenek weke Tirkiye li hundirê xwe de li gel rêxistineke bo çareseriyê hevdîtina dike û ji derve xwe de jî şerê wê dike heye. PKK vê yeke xelet dixwîne.

 

Baş e rastiya wê çi ye?

 

Êrişên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li hemberî PKK dike, ew weke Tirkiyeyê rêve dibe dihesibîne. Ji ber vê yekê jî PKK çalakiyên pirsgirêkan ji Tirkiyeyê derbixe pêk tîne. Çalakiyên  tundiyên destpê kir. Dibe ku êrişên pêvajoyê dawî bikin li ser Artêşa Tirkiyeyê bên lidarxistin. Bingehê meselê PKK naxwaze destkeftiyên xwe yên li Sûriyê winda bike ye.

 

Tirkiye çima di mijara Kobaniyê de gavan navêje?

 

DAIŞê êrîş li herêmên tirkmenan jî lidarxistin. Tirkmen jî dûçarê koçberiyê man. Wê demê jî Tirkiyeyê tu gav ne avêtin. Têgihîştinek heye ji ber ku li Kobaniyê kurd hene Tirkiye tu gavan navêje lê belê ev ne taybetiya Kobaniyê ye.

Di mijara DAIŞê de jî hin fikarên Tirkiyeyê hene. Tirkiye rastê rast li hemberî DAIŞê derbikeve ji bo ewlekariya wê nebaş e û pirgirêken rû bide. Tê payin li Tirkiyeyê bi sedan endamên DAIŞê yên bêdeng hene. Ev helwest jî dest û lingên Tirkiyeyê giredide. Pêvajoyêk zehmetê heye û Tirkiye dixwaze pêvajoya çareseriyê bidomine.

 

Çend mijarên dest û lingên Tirkiyeyê girediden hene. Heza li Kobaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke terorîst tê dîtin. Serokomar Erdogan gotibû “PYD û PKK eynî ye. DAIŞê ji bo me çibe PKK jî ew e.” Ji Tirkiyeyê tê hêvîkirin alikariya leşkerî bide rêxistinek weke terorîst dibine û pêşiya  alikariyên leşkerî li ber wan veke. Tirkiye alikariya bide rêxistinek weke terorîst dibine ji rastiyê dûr e.  Lê belê dîsa jî Tirkiyeyê weke mirovahî çi ji desta tê dike.

 

Tirkiye alikariya çekan nede PYD, ew dikarin ji kantonên din çekan derbasî Kobaniyê bikin?

 

Heger tiştek wisa ji Tirkiyeyê hatibe xwestin ew jî hinek tiştan ji aliyê din bixwaze. Tirkiye ji PYD dixwaze pêwendiyên xwe yên li gel rejima Esed bibire û li gel dijberiyê tevbigere. Tirkiye ji ber ku kanton alikariyê nade hilweşandina rejima Esed wan nasneke. PYD jî tu gavan navêje. Bi tenê Tirkiye bêgerew gavan bavêje ne li gorî rastiyê ye.

 

PYD weke şaxek yê PKKyê. Tirkiyê çekan bide PYDê weke dayî PKKê jî tê hesibandin. Ne li gorî mantiqiyê Tirkiye çekan bide rêxistinek weke terorîst dihesebine. Heger pêvajoya çereseriyê bê dawîkirin ew çek dikarin li hemberî Tirkiyeyê jî bên kar anîn. Tirkiye naxwaze rêxistinek li hemberî xwe xurt bike.

 

 Herêmek tampon ya Tirkiye diwaze avakirina wê mimkûn e?

 

Avakirina herêmek tampon dikarî bibe sedema pirsgirêkan. Sînorî an DAIŞê an jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrol dike. Arteşa Azad a Sûriyê heremek biçûk kontrol dike. Heger li herêma bin kontrola Arteşa Azad a Sûriyê de bê avakirin dê herêmek sînorkirî be. Heger li van herêm din bê avakirin wê demê îhtimal heye DAIŞê û Tirkiye bikevin bedena hevdu. Tê xuyandin Tirkiye van rîskan berçav dike.

 

Tirkiye herêmek tampon bitêne ne jib o li hemberî DAIŞê, ji bo hilweşandina rejima Esed jî dihizre. Herwiha penaberen bên Tirkiyeyê jî yê li wê herêmê bên cihkirin. Penaber li Tirkiyê ji gelek aliyan ve pirsgirekan derdixin. Li han bajaran bûyerên tûndî rû da. Hejmara wan gihîştiyê milyoneke û ne diyarê dê çiqas din jî zêde bibe. Herêmek tampon dê gelek pirsgirêken Tirkiyeyê çareser bike.

 

Herwiha mebetek ya Tirkiyeyê yek jî dijberiyên rejima Esed perwede bike û li hemberî wî berxwe bidine.

 

Tirkiye dihizire li hemberî DAIŞê êrîşên asmanî bi têne ne bes in.

 

Gelo Piştî êrîşên DAIŞê yên li hemberî kurdan tekiliyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê hineke nexweş bûn?

 

Hinek baweriyên Herêma Kurdistanê yên Tirkiyeyê şikestin. Jixwe Nêçîrvan Barzanî ew anîn ziman. Herwiha heta niha îdiayek Tirkiyeyê hebû 49 dilgiren wê di destê DAIŞê de bûn. Vê mijara bandor li ser helwesta Tirkiyeyê dikir. Zehmet bû Tirkiye êrişa li hemberî DAIŞê bike.

 

Piştî rêxistina DAIŞê êrîş li Herêma Kurdistanê kir û Tirkiyeyê alikarî neda herêm dilşikestî bû û lê belê ji bo pêwendiyên navbera herêmê û Tirkiyeyê ez bawer nakim bibe derbeyek mezin.  Di Navbera herdu aliyan de pêwendiyên bazirganî û aboarî hene.

 

Oytun ORHAN / KÎ YE?

 

Orhan li Zanîngeha Gaziyê beşa Pêwendiyên Navneteweyî xwediye. Niha hêj li Zanîngeha Bolu Abant İzzet Baysalê pêrwerdeya doktoreyê didomine. Ji sala 1999 heta sala 2009ê  li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) xebitî. Ji sala 2009ê heta niha jî li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Avrasya (ASAM) dixebitî. Gelek gotarên Orhan li ser polîtikayên Îsraîl, Filîstîn, Tirkiye, Sûriyê, Libnan û kurdan hene.