Serokê Partiya Vatan li ser nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê dibêje, “Herî dawî siyaseta me tê cîbicîkirin. Ji vir tê dîtin ka em çiqas karîger in. Ji ber ku em ji destpêkê ve li gel hevkariya Sûriye û Tirkiyê bûne. Hebûna hinek nakokiyên di navbera Beşar Esed û birêz Erdogan de nabin asteng li pêş vê proseya dîrokî.”
Dogu Perînçek diyar dike, divê Tirkiyê li gel Sûriye, Iraq, Îran û Herêma Kurdistanê peywendiyên baş pêk bîne û bi amajedan bi nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê jî dibêje, “Ez di wê baweriyê de me, proseyeke ku dê PKKê xilas bike li Sûriyê destpê dike.”
Serokê Partiya Vatan Dogu Perînçek di hevpeyvîneke taybet de li ser rewşa siyaseta Tirkiyê û dawîn pêşhatên navxwe û derve de bersiva pirsên Rûdawê da.
Rûdaw: Zanyarî belav bûne ku Serokê MITê Hakan Fîdan dê li Bexdaya paytexta Iraqê li gel hevtayê xwe yê Sûrî Elî Memlûk bicive. Ji vê yekê em dikarin bêjin ku siyaseta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de diguhere û pêngavek ber bi rejîmê ve tê avêtin?
Dogu Perînçek: Wisa xuya dike. Ji ber ku Wezîrê Derve birêz Çavuşoglu jî got ku ew li gel Sûriyê hevnêrîn in û wan li ser rûbirûbûna PKKê li hev kirine. Lewma hevdîtinên di navbera Hakan Fîdan û kesê li ser serê îstîxbareta Sûriyê, beşek ji vê yekê ne. Ez di wê baweriyê de me, proseyeke ku dê PKKê xilas bike li Sûriyê destpê dike û ev jî di berjwendiya hemû welatên herêmê, hemû gelên herêmê wate, Tirk, Kurd, Ereb û Farsan de ye.
Em dikarin di demeke nêzîk de pêşhatên siyasî, dîplomatîk bibînin? Bo nimûne demeke dirêj e Serokomarê Tirkiyê sekneke li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed heye, guherîna vê yekê heye?
Divê ev helwest biguhere. Wate ev ne tiştekî girêdayî kesayeta Erdogan e. Divê Tirkiyê li gel Sûriye, Iraq, Îran û rêveberiya Barzanî peywendiyên baş pêk bîne. Li herêmê divê hemû ev dewlet, sazî û dezgeh di nav hevkariyê de bin. Ev welat û gelên Rojavayê Asyayê ne. Lewma hebûna hinek nakokiyan di navbera Beşar Esed û birêz Erdogan de nabin asteng li pêş vê proseya dîrokî. Ji xwe wek Partiya Vatan, me jî ti daxwazeke wiha nekiriye; em nabêjin `bila île Beşar Esed û Tayyîp Erdogan bicivin`. Bila Tirkiye û Sûriye di her warî de hevkariyê bikin. Divê li dijî emperyalîzma Amerîkayê û Sîyonîzma Îsraîlê ku di berjewendiya hemû dewlet û gelên herêmê de ye, di nav hevkariyê de bin û li herêmê terorê paqij bikin. Bila hem terora etnîk, hem jî terora mezhebî û paşverû bi hev re paqij bikin. Em vê daxwazê dikin.
Di vê qonaxê de (hevdîtina Fîdan-Memlûk), tê zanîn ku hewleke partiya we jî hebûye. Hûn çiqas karîger bûn?
Helbet herî dawî siyaseta me tê cîbicîkirin. Ji vir tê dîtin ka em çiqas karîger in. Ji ber ku em ji destpêkê ve li gel hevkariya Sûriye û Tirkiyê ne. Em li gel hevkariya Tirkiye û Iraqê ne. Em derbarê peywendiyên di navbera Tirkiye û Kurdistana di bin rêveberiya Barzanî de jî li gel hevkariyê ne ku dûr be ji destwerdana derve û li ser berjewendiya welatên herêmê be. Ji vî alî ve; ji ber ku siyasetên me li gor daxwazên eglên herêmê ne, bicih dibin.
Li gel Misirê jî proseyeke hevşêwe destpê kiriye. Egera wê heye peywendiyên li gel Misirê bigihijin qonaxa berê?
Belê, ev neçarî ye. Ji ber ku binêrin, peravên Tirkiye, Misir, Sûriye, Lubnan û Lîbyayê li gel Deryaya Spî hene û cîran in. Li rojhilatê Deryaya Spî, Amerîka, Îsraîl, Yunan, Qibrisa Başûr li gor xwe hinek manorên (tatbîqat) serbazî dikin. Ev manorên tolhildanê ne û rasterast herêmê hedef digirin. Li dijî vê yekê gelek sirûştî ye ku welatên navçeyê; Misir û Tirkiye jî di nav de, hevbigirin. Misir li gel Tirkiye û Îranê yek ji 3 mezintirîn welatên herêmê ye. Di vî warî de, pêketina peywendiyên Tirkiye-Misirê di berjewendiya hemû welat û gelên navçeyê de ye.
Hûn serdana şandeke CHPê bo Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
Min di destpêkê de ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir. Ji ber ku helwesteke CHPê hebû ya sar û rexnegir hebû li ser peywendiyên Tiriye û Herêma Kurdistanê. Min wisa hizir kir ku ji vê helwestê vegeriyaye. Lêbelê wisa xuya dike ku Partiya Komarî ya Gel li vir mîna ku wek amûrekî di destê Amerîkayê de be, serdaneke bi vî rengî pêk anî. Tê dîtin di nav hewldanekê de ye ku Herêma Kurdistanê ya di bin rêveberiya Barzanî de ji welatên herêmê qût bike û dîsa bi Amerîka û Îsraîlê ve girê bide. Lê ez di vê mijarê de zelal û piştrast im; Herêma Kurdistanê ya Bakurê Iraqê ti caran ji vê yekê re nabêje `erê`. Ji ber ku hevkariya li gel welatên herêmê di berjendiya Kurdan û rêveberiya Barzanî de jî ye. Wate, ez egera wê zêde nabînim ku wan bixapînin.
Nîşanên ku bûne sedem hûn bigihjin vê baweriyê çi ne?
Ez ji ber vê yekê dibêjim; Barzanî xwe dispêre bingehekê. Ez PKK û Barzanî bi baldarî ji hev cuda dikim. PKK ye ku rasterast girêdayî Amerîkayê ye û mecbûrî wê ye. Wate, bêyî Amerîkayê PKK nikare bimîne û Amerîka nebe PKK dê xilas bibe. Lê Barzanî dikare bêyî Amerîka bimîne, bêyî Îsraîlê bimîne. Ji ber ku bingeheke gel heye ku xwe dispêrê, lewma pêwîstiya wî bi Amerîkayê nîne. Berevajî wê, pêdiviya Rêveberiya Xweser a Kurdistana Iraqê; li herêmê aştî û aramî hebe û peywendiyên wê yên baş li gel welatên herêmê hebin. Girîngiyeke taybet bi pêşketina peywendiyên li gel Tirkiyê didin. Ev jî siyaseteke gelek rast û aqilmend e. Di vî warî de, ez egera wê nabînim ku rêveberiya Barzanî yan jî Herêma Kurdistanê ya li Bakurê Iraqê ji planên bi vî rengî yên Amerîkayê re bêje `erê.`
Dawî pirs, helwesta we ya derbarê Efxanistanê de tê zanîn û gelek nîqaş li ser tên kirin. Tenê li ser dijayetiya emperyalîzmê hûn piştgiriyê didin grûpekê ku gelek radîkaltir e û egera pêkanîna karên cudatir heye ku hatiye ser desthilata welat, an jî hûn tiştekî din dibêjin?
Em dixwazin gel û dewlet azad bin. Ji ber ku miletek, dewletek eger azad be dikare pêş bikeve. Hûn nikarin di bindestiyê de ti kesî pêş bixin. An jî ji Amerîka, Ewropa ji bo welatekî pêşketin, xweşguzeranî û hevçerxiyê hawirde bikin. Her kes bi hêza xwe û helbet bi hevkariya li gel welatan dikare pêş bike. Lewma di vî alî de, bidawîhatina têkoşîna Efxanistanê bi awayekî serkeftî li dijî emperyalîzma Amerîkayê, em gelek dilxweş kirin. Ev di berjewendiya hemû gelên cîhanê de ye. Di berjewendiya Kurd, Ereb, Fars, Tirk û hemû gelên Asya û cîhanê de ye. Ji ber ku bi qasî ku emperyalîzma Amerîkayê li cîhanê karîgeriya xwe ji dest bide, ev dê xizmeta xweşguzeranî û pêşhatên ber bi hevçerxiyê ve bike. Em girîngiyê bi serxwebûna welatan didin. Lê li ser mijara pêşketina wan welatan bi îrade û hewldanên xwe, em xwedî helwesteke erênî ne. Wate, em dixwazin Efxanistan ji her cûr zextê xilas bibe, ji peywendiyên feodal, axatî, begitî, şêxitî û hemû zextên olî û dijminkariyên mezhebî xilas bibe. Helbet em piştvaniya vê yekê dikin lê em nikarin vê hinarde bikin. Wate, em nikarin ji Tirkiyê bo Efxanistan, Îran, Iraq, Sûriye an jî Herêma Kurdî ya Xweser, hevçerxî û rejîmê hinarde bikin. Em van helwestên pozbilind rast nabînin. Ji ber ku eger xelkek bi xwe biryar bide dikare hevçerx be, hûn nikarin ji derve li ser ferz bikin. Lewma em di wê hêviyê de ne ku Efxanistan niha li gel Çîn, Rûsya, Pakistan, Tirkmenistan, Ozbekistanm Îran, Tirkiye, welatên Erebî û Rêveberiya Xweser a Kurdî di nav dostaniyê de be û çarenivîsa ber bi aliyekî erênî ve xwe diyar bike. Tenê dikare wiha be, bi rengekî din nabe. Eev helwesta me ya li beramber hemû welatan e. Wate; belê em li gel serxwebûnê ne, lê ew Efxanistana serbixwe jî bi hevçerxbûna wê û pêşveçûna wê ber bi xweşguzeraniyê ve, em dê li gel di nav hevkariyê de bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse