Altan Tan: Hêzên navnetewî PKKê bo armancên xwe bikar tînin

Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan dibêje ku hêzên navnetewî çi Amerîka, çi Îran an jî Sûruyê be  li gor armancên xwe yên siyasî PKKê bi kar tînin.

Altan Tan anî ziman ku di nav dewleta Tirkiyeyê de hêzek heye ku naxwaze PKK dest ji çekan bikşîne, ji ber ku dema çek bêdeng bimîne divê Tirkiye mafê Kurdan yên demokratîk bi neçarî radestê wan bike.

Tan diyar dike ku li hember şerê xendeqan herî zêde ew derketiye û wî ji destpêkê bigire heta roja dawiyê her li hemberî xendeqan derketiye û wê demê digot ew çalakiyên PKKê şaş e.

Parlamenterê berê yê HDPê herwiha dibêje ku danîna qeyûm li şaredariyên Bakurê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Derbarê malbatên li ber avahiya HDPê ku ji HDPê dixwazin zarokên wan ên wendayî  li wan vegerîne de jî Tan got keç û xortên 13-14 salî  karê wan li serê çiya nîne.

Ta diyar kir ku deriyê wî ji hemû tevger û fraksiyonên demokratîk ên nû re vekirîye, gelek heval û hogirên wî di nav  van tevgeran de cîh digirin serdana wî dikin û daxwaz ji wî dikin da ku ew jî tevlî siyaseta aktîf bibe; lê bi fermî wî bi tu kesek re hevdîtin nekiriye.

Altan Tan derbarê mijarên rojevê de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.

Rûdaw: Bêguman dema em li paşeroja we dinêrin em dibînin ku we hemû hewldanên siyaseta xwe bi careserkirina pirsgirika Kurdan ve girê daye, hun siyasetmedarekî ku ji kevnesopiya îslamî tên,  lê di heman demê de  hun lêkolîner û nivîsakar in, profîla we di serê herkesê de wiha ye. Demeke dirêj e ku deng û hesa we nebû, lê em dibînin ku hêdî hêdî hun şîroveyên xwe yên li ser mijarên siyasî yên di rojevê de dikin, gelo Altan Tan dest ji siyasetê kişand an na?

Altan Tan: Kesên wek me tu carî jiyan a wan a siyasî bi dawî nayê, lê divê em vê yekê baş zanibin ku polîtîka û siyaset ji hev cuda ne. Di polîtikayê de hun di nav partiyekî de xebat û çalakiyên konkret  encam didin an hun parlementer an şaredar an jî rayedarekî wê partiyê ne; lê ji bo siyasetê ev post ji we re ne hewce ne, heke hun xwediyê fikrekî bin û li gor wê baweriyê tekoşînê bidin hun siyasetê dikin. Ez polîtîka nakim, lê ez hîn jî di nav siyaseta aktîv de cîh digirim û heta mirinê jî jiyana min a siyasî dê bi dawî nebe, min niha navber daye jîyana xwe ya polîtîk, ji ber ku niha tu partiyeke li gor raman û baweriya min nîne û peywîreke min a polîtîk jî nîne.

Qasî ku min ji we fêm kir,  we deriyê xwe ji polîtîkayê re negirtiye û hun di wê baweriyê de ne ku partiyeke siyasî yê li gor ramanê we heke we vexwîne hun glopa kesk ji rê vêdixin.

Rast e, dibe çima nebe, heke ez derfeteke bi wê rengê bibînim ez dê dîsa tevlê nav siyaseta aktîf bibim.

Her çend hun di nav siyaseta aktîf de cîh negirin jî em dibînin ku gotînên we di nav rayagiştî ya Kurdî û Tirkî de vedengiyeke dibîne, ev taybetmendiyeke we ye. Herî dawî gotinên we yên li ser agirbesta PKKê û bangawaziya Ocalan gelek deng da ku we gotibû Ocalan dê di 1ê Îlonê de bang li PKKê bike, da ku ew çek berdin. Ev pêşbiniya we di nav rayagiştî ya Kurdî û Tirkî de kelecanek mezin peyda kir, lê piştî demeke kurt pêlên qeyûmkirina şaredariyan destpêkirin, dixwazim hun ji min re bêjin çavkaniya we kî bûn ku we ew pêşbînî kirin?

Ev yek ne tenê ji aliyê min ve hate pêşbînîkirin, ango ne tenê min got ku eger heye Ocalan dê di 1ê îlonê de banga agirbestê bike, vê yekê gelek kesan anîne ziman, ne ku min bi çavên xwe dît û bi guhê xwe seh kir, lê hîn şîrovkarên siyasî jî gotin ku li Îmraliyê di nabvera rayedarên AK Partityê  û Ocalan de gotûbêj hene, wê demê ev yek di çapameniyê de jî derket, bo mînak bangawaziya Ocalan a li ser hilbijartinên Stenbolê encamên wan gotûbêjan bû, name hatin û çûn, heman çavkaniyan îdîa dikirin ku Ocalan xwe amade dike, da ku di 1ê îlonê de bangawaziya çekberdanê li PKKê bike û herwisa ew dê Tirkiye  li Rojava ji bo ku Kurd bibin xwedî statuyek razî bibe û PKKê çek berde, lê heman çavkaniyan îdîa kirin ku ev proje ji aliyê Qendîlê ve nehate pesend kirin, nehate erêkirin û ev yek pêk nehat.

Ka gelo çima ji aliyê Qendîlê ve nehate qebûlkirin gelo dewletên derva nehêştin, dema wê xelet bû , an jî sedemên din, gelek şîrove hatine kirin li ser vê yekê. Piştî ku Qendîlê bersiveke erênî neda vê projeyê ev bangawazî  ji aliyê Ocalan ve nehate kirin û dewleta Tirk jî sepandinên xwe tundtir kirin, weke ku we jî anî ziman proseya qeyûman piştî vê proseyê destpêkirin û niha jî polîtikaya hikumetê û dewletê li ser esasê tundiyê ye, niha jî tê gotin ew dê Ocalan destkarî li ser HDPê bike û HDPê ji xêza çepgiriyê bibe ser xeta netewî ango HDPê kurdewar bike û HDP bêhtir li nirxên Kurdî xwedî derkeve bi kurtasî HDP were ser xeteke Kurdî ev hemû têne gotin.

Em dikarin serdana şandeya HDPê ya ji bo Başurê Kurdistanê ya bi birêz Barzanî re kirin , di vê çarcoveyê de binirxînin?

Bi rastî ez nikarim teqeziya vê yekê bikim, di destê min de zanyariyên eseh nînin.

Bi ya we Hukumeta Tirkiyê dixwaze ku HDP were ser xeteke netewî?

Kurd dixwazin ku HDP were ser xeteke netewî û bêhtir bi çareserkirina pirsgirêkên Kurdan re xerîk be. Hebûna HDPê bi pirsgirika Kurdan ve girêdaye,  derdê Kurdan ne pergalên olî sosyalîzm marksîzm û lîberalîzm e. Jixwe li Tirkiyeyê partiyên ku bi van kêşeyan re xerîk in hene, Kurd ji HDPê dixwazin ji bilî şerê çekdariya ku PKK dike,   hebûna xwe li ser hîmeke demokratîk di rihê partîyekî de bidine temsîlkirin, derdê Kurdan yê sereke ev e  û hêviya xwe  bi HDPê ve girêdane.

Kurdên oldar jî  yên ne oldar jî dixwazin ku HDP siyaseteke Kurdewar bike û herwisa hemû Kurd dixwazin ku êdî şerê çekdarî  were bi dawî kirin, Kurd pê bawer in encamek ji şerê çekdarî dernakeve, piraniya Kurdan wiha difikirin. Herwiha Kurd dixwazin êdî HDP nûneriya daxwazên wan ên legal bike; aborî, tendurustî, dad ev babetên cuda ne, bêguman ev yek gelek caran hatiye daxwaz kirin, lê em dinêrin di demên dawî de siyaseta HDPê ji bilî daxwazên bingehîn ên Kurdan bêhtir, hate ser xeteke çepgir, sosyalîst û marksîst. Ez nabêjim bila Kurdên çepgir û sosyalîstên Kurdan nebin; di nav Kurdan de  kesên sosyalîst jî marksîst jî  lîberal jî hene; lê dema îdeolojiya partiyê tenê li ser esasê van hêmanan be ewê Kurd  xwe li dervayê wê partiyê bibînin, li Tirkiyeyê niha du alîtî heye, grûbek xwe ji nav % 50 yê  AK Partiyê dibînin û girûbek jî xwe ji nav % 50yê din dibînin, bi rastî hikumeta AK Partiyê naxwaze Kurdan li pêşberî xwe bibîne,  AK Partî dixwaze Kurdan li layê xwe bibîne, ev rastiyeke eşkere ye, AK Partî jî dewlet jî dixwazin ku piraniya Kurdan li layê wan bimîne li hember beşa % 50yê rexê din; herkes dixwaze Kurdan bi rexê xwe ve bikşîne bi rastî ev fersendeke baş e ji bo Kurdanî

Bi we di rewşeke wiha de HDP dikare siyaseteke qaîm ji bo berjewendiya Kurdan biafirîne, ew şiyana wê heye, an xelek lê teng bûye?

HDP niha di tengasiyeke mezin de ye, heta ku çek bêdeng nebin ew dê bêhtir xelek lê teng bibe, belê heta ku PKK li Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên çekdarî ranewestîne ew dê HDP bêhtir bikeve tengasiyên mezin, di rewşeke wiha teng de şiyana HDPê ya siyaseteke sivîl nîne û ew dê çênebe.  Eger çek bêdeng nebin ew dê her tim dengê çekan serdestê dengê siyasetê be û siyaset dê were fetisandin, rola çekan dê ji yê siyasetê aktîvtir be. Eger her tim dengê çekan derkeve siyasetmedar çi bêje jî dê kesek guh nede gotinên siyasetmedaran, rojev dê her şer be, dubare dikim ji bo ku HDP bikaribe siyasetê bike divê PKK çek berde û qada siyasî ji HDPê re fireh bike.

Bi ya we HDP çima di şerê çekdarî de li ber xwe dide û çek bernade?

Ev babeteke hûr û kûr e, ez dema vê yekê şîrove dikim gelek bertek li min têne kirin. Ez ji mêj ve baweriya xwe tînim ziman û dibêjim wateya şerê çekdarî nemaye, niha berpirsyariyeke PKKê li Rojhilata Navîn heye,  bi ya min  hêzên navnetewî  li gor armancên xwe yên siyasî PKKê bi kar tînin. Ev dibe ku Amerîka be ev dibe ku Îran be ev dibe ku rejîma Surî be.  Xala yekemîn; divê ku ev hêzên navnetewî çekberdana PKKê erê bikin.  Xala duyemîn jî; ez vê yekê bi salan e tînim ziman û dewleta Tirkiyeyê bertek nîşanê min dide, lê ezê dîsa bêjim "di nav dewleta Tirkiyeyê de hêzek heye ku naxwaze PKK dest ji çekan bikşîne" ev xaleke girîng e û ez dê dubare bikim, kîjan hêz û grûbe ez nizanim; lê dîsa dibêjim hêzeke di nav dewleta Tirkiyeyê de heye ku dixwaze PKK her şerê çekdariyê bike; ji ber ku dema çek bêdeng bimîne divê Tirkiye mafê Kurdan ên demokratîk bi neçarî radestê wan bike.

Di şert û mercên îro yên cîhanê de kesek nikare berî li ber vê yekê bigire; dema çek bêdeng be divê Tirkiye tiştek bide Kurdan. Bînin bîra xwe HDPê 80 parlementer û 102 şaredarî bi dest xistin, ev rewş di nav dewleta Tirkiyeyê de ew kesên ku dixwazin Kurdan asîmîle bikin gelek aciz kirin û ew ji vê rewşê gelek nîgeran bûn, piştî ku proseya aşîtiyê hate qutkirin ew irûba nav dewletê şer û pevçûnan wek hincet dane pêşiya rayagiştî û dest bi tekoşîna li hember berjewendî û mafên  Kurdan kirin û ev bû astenegeke mezin ji bo ku Kurd bigihîjin mafên xwe yên rewa.

Ew xala ku we bal kişande ser xaleke girîng bû, we got ku di nav dewleta Tirkiyeyê de girûbeke kûr heye ku naxwazin PKK çek berde, her tim dixwaze ku alozî hebin û ev girûbeke di nav dewletê de ye, ne ku di nav hikumetê de ye. Bi ya we Birêz Erdogan vê yekê dizane an na?

Dizane an nizane bi rastî nizanim; lê vê yekê dizanim ku di serî de Erdogan û Hikumeta AK Patiyê bi hevgirtina MHPê re niha xwe radestê polîtikayên dewletê yên ewlehîyê kirine, vê yekê ne tenê ez dibêjim ew kesên ku demekî di nav AK Partiyê de wezîrî, serokwezîrî, serokatiya meclisê kirine jî dibêjin, ne tenê ez dibêjim Abdullah Gul jî dibêje, Ahmet Davutoglu jî dibêje, gelek kesên wek wan jî dibêjin. Belê îro Erdogan û AK Partî xwe radestê polîtîkayên dewletên yên ewlehîyê kirine, ne tenê li ser babeta Kurdan, di hemû kêşeyên Tirkiyeyê de rêbazên demokrasiyê hatine rawestandin.

Ev yek wê heta kengê û heta ku derê berdewam bike, pêşbîniya we çiye wê bigihîje kîjan qonaxê?

Ez bawerim wê negihîje cîheke baş û qenc.

Berdîlên wê yên aborî û siyasî çi ne?

Di warê aborî, siyasî û çandî de ev rewşa heyî dê negihêje encameke baş. Tirkiye divê berî her tiştê aşîtiya xwe ya navmalî ava bike dûvre têkiliyên xwe yên dervayê xwe bi rêbazeke aştiyane qaîm bike, lê xala sereke çareserkirina pirsgirêka Kurdan e, Tirkiye divê polîtikayeke aştiyane û çêker bi Kurdên navxwe û duvre bi Kurdên Iraq û Surî re dirist bike.

Ji aliyeke din de AK Prtî û dewleta Tirkiyeyê dibêjin ku di proseya Aşîtiyê de me gelek fersend da siyaseta Kurdî, lê wan xendeqan kolan û dema bi me re gotûbêjên aşîtiyê dikirin amadekariya şer dikirin, her çend aliyê HDPê vê proseyê li gor xwe şîrove bike jî dewlet û AK Partî vê tewanê li wan dike, çend roj berê Şaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk eşkere kir ku ew  li hember kolana xendeqan hem wek şexs hem jî wek HDP sekinîne bi ya we wê demê hun wek HDP li hember xendeqan sekinîn an na?

Di roja me de kê kengê çi gotiye çi kiriye eşkere ye, li ser înternetê google heye û kê kengê çi gotiye çi kiriye hemû te de tomarkirîne. Di wê demê de yê ku li hember şerê xendeqan herî zêde derketiye ez im, herî zêde ez axifîm ji destpêkê bigire heta roja dawî yê herî li hember xendeqan derketiye ez bûme. Wê demê min her tim digot ev çalakiyên PKKê yê bi vê rengê şaşî û xeleti ye; herwisa ewê Tirkiyeyê ber bi şereke navxeyî ve bibe, wê demê di 5 rojnameyên mezin ên Tirkiyeyê de ev gotinên pexş bibûn.

We qet ji xwe re got ku pêşbîniyên min rast derketin, Kurdan çi wenda kirin?

Kurdan ew mafên xwe yên demokratîk ên ku bi dest xistibûn  hemû bi carekî de winda kirin, nizanim ku di pişt deriyan de çi hatine axaftin, birêz Ahmet Turk û kesên din di pişt deriyan de çi axifîn  gotûbêj li ser çi kirin ez nizanim; lê yê ku di meclîsê de û li ser çapameniyê axifî tenê ez bûm û wana min bi tenê serê xwe hêştin, tu kesek bi telefonê be jî pêştgiriya min nekirin, kesî ji min re negot ku birêz Altan , tu rast dibêjî û em dê bi hev re tevbigerin, em rê li xendeqan bigirin, nexêr  nexêr,  tu kesekî derneket û alîkariya min nekir.

Îro kesek ji we re dibêje ku we wê demê rast got an na?

Nexêr ta îro kesek derneket û negot tu rast bû, lê ez dibînim ku derdikevin dibêjin me wê demê gotibû ku ev kar xelet e. Ez ji wan dipirsim tu kengê derketî û axifî li ku derê te çi got, nexêr hun ne axifîn, dubare dikim, we di pişt deriyan de çi kir û hun çi axifîn ez nizanim; lê kesek ji we derneket û we negot şerê xendeqan şaşî ye.

Mînakek ji bo we bêjim gelek girîng e; sal û nîv di ser  bidawîbûna şerên xendeqan de derbas bibû, Sirri Sureyya Onder li meclîsa Enqereyê di gotarekî eşkere kir ku dema cara pêşîn xendeq hatibûne kolan rêberê PKKê Abdullah Ocalan gotiye "şerê nav bajaran û kolana xendeqan bêrêziya  li hember mafê dewletê ya desthilatdariyê ye, divê Îdrîs Baluken here xendeq li ku derê hatine kolan kî van xendeqan dikole peyama min bigihîne wan û divê ew xendeq werine girtin".  Sirri Sureyya Onder vê peyamê piştî ku şerê xendeqan bi dawî hat û sal û nîv di ser de derbas bû dike, me jî ji Sirri Sureyya Onder pirsyar kir gelo çima we vê peyamê dema hun ji Îmraliyê vegerîn we yekser eşkere nekir, ango dubare bikim peyameke wiha ya girîng çima di roja xwe de nehate eşkere kirin. We dikariya dema hun ji wê keştiyê peya bûn we di preskonferansekî de bigota Ocalan gotiyê wan xendeqan bigirin, we çima nexwest ku xelk bi vê peyama Ocalan bihesin, we çima wê rojê eşkere nekir, we çima piştî ku kevir li ser kevir nema vê peyamê eşkere kir di meclîsa Enqereyê de, bi kurtasî bejiim ew babeta ku di roja xwe de neyê nîqaşkirin tu girîngîyeke wê namîne.

Min wê demê jî berpirsyariya xwe bi cîh ani bû,  dilê min aram e, wê demê gelek kesan bertekên tund nîşanê min dan; ez bi tenê serê xwe mam.,

Birêz Tan,  babeteke cuda jî ew e ku niha li ber dergehê avahiya HDPê çend malbat çalakiya rûniştinê encam didin û ew ji HDPê dixwazin ku HDP zarokên wan ên wendayî  li wan vegerîne, hejmara van malbatan roj bi roj zêde dibin; layên HDPê îdîa dikin ku ev malbat ji aliyê dewletê ve têne bikaranîn û ev lîstikeke AK Partiyê ye; her çend têbîniyên bi vê rengê hebin jî em niha bi rastiyeke bi vê rengê re rûbirû ne. Hun li ser vî mijarê çi difikirin?

Di derbareyê vê mijarê de berî 4-5 salan ez axifî bûm, hindek kes dibêjin ku ev şanoyeke çêkiri ye, bêguman dewlet jî AK Partî jî û ew kesên ku dijayetiya siyaseta Kurdî dikin jî dixwazin van malbatan bikar bînin û vê babetê geş bikin. Ev aliyeke babetê yê cuda ye; lê berî çend salan heman çalakî li ber dergehê avahîya Şaredariya Amedê jî hatibû kirin, wê demê jî min gotibû ku cîhê zarokên 13-14 salî cem dayîk û bavên wan e, karê wan li serê çol û çiyan nîne, tê bîra we di Newroza sala 2013an de Ocalan jî di nameya xwe de eşkere kiribû ku wateya şerê çekdariyê êdî nîne erka çekan nameye, ev nîqaşeke cuda ye; lê ez dîsa dubare dikim bi ya min keç û xortên 13-14 salî  karê wan li serê çiya nîne.

Em werin ser babeta danîna qeyûman, em dizanin ku bi biryareke Wezareta Navxwe yê Tirkiyê 3 qeyûm hatin ser şaredariyên bajarên wek Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyeke din de HDP her roj çalakiyên nerzîbûnê encam dide, hun ji aliyê xwe de çawa li vê mijarê dinêrin bajarekî ku şaredarê wê di şevekî de were dûrxistin û ji aliyê fermanberekî dewletê de were birêvebirin hun çawa dibînin?

Ev yek bi tu awayê divê neyê qebûl kirin, ev şaşiyeke mezin e; lê binêrin Şaredarê Rezan serdestî % 70 an deng stend; lê namzetê AK Partiyê  ku % 20 deng wergirtibû, hat li ser peywîra wî rûnişt ev yek nayê qebûl kirin.

Bi rastî ez dixwazim vê yekê ji we hîn bim, mebesta pirsyara min ev e; bi ya we dewlet piştî ku Qeyûman danî HDPê  lawaztir kir an xurttir kir ?

Bi ya min dewletê HDPê li van bajaran xurttir kir; dewlet bi van kiryarên xwe hem HDPê xurttir dike hem jî derfet nade me ku xelk şaşiyên wan kesên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin bibînin, xelk her tim li gel mexdûran cîh digirin, dewlet piştgiriya HDPê dike ne ku HDPê lawaz dike bi van kiryaran.

Tirkiye û Amerîka niha li Rojavayê Kurdistanê xebateke hevbeş ji bo avakirina navçeyeke aram dikin; di vê çarçoveyê de li Akçakaleya Rihayê Navenda Operasyonên Hevbeş hate avakirin û tevgerên hevbeş niha têne kirin; Tirkiye ji vê projeyê wê çi bi dest bixe û armanca Amerikayê çi ye?

Amerîka dixwaze hebûna xwe ya li Sûrî di ser Kurdan de misoger bike, ev eşkere ye. Tirkiye jî statûya Kurdan nas nake, Tirkiye PKKê jixwe re wek hincet dide nîşan û rê nade ku Kurd li Rojava bibin xwediyê statûyeke misoger. Em jî ji dewletê re dibêjin tekoşîna we ya bi PKKê re babeteke cuda ye, lê hewldanên Kurdan ên bidestxistina statûyeke misoger babeteke cuda ye, Tirkiye bi neçarî be jî ewê statûya  demokratîk a Kurdên Surî nas bike ; lê divê PKK jî li Tirkiyeyê şerê çekdariyê bi dawî bîne, Pergala Kurdî ya ku li Sûrî were avakirin divê wek pergala Başurê Kurdistanê bi Tirkiyeyê dijmînî neke. Em werin ser armancên Amerîkayê bi ya min ne Amerîka dikare dest ji Tirkiyeyê bikşîne ne jî Tirkiyeyê dikare dest ji dostaniya Amerikayê bikşîne, geşedanên ku îro em dibînin demkî ne û tu bingeheke wê yê ciddî ji aliyê min de xuya nake.

Em dizanin ku hun siyasetmedarekî xwedî  tecrube ne, di nav rayagiştî ya Tirkî û Kurdî de jî giraniyekî we heye, Em dizanin ku gotegot û amadekariyên damezrandina partiyên nû hene ji aliyê Davutoglu, Abdullah Gul û Alî Babacan ve, prose niha destpêkiriye hun jî di nav vî proseyê de cîh digirin ango van kesan we vexwendiye an na?

Ew kesên ku we behsa wan kirin ez wana bi salane rûbirû nasdikim, hindek ji wan ev 40 sal in em hevnas in, bo mînak Davutoglu ev 40 sal in ku em hevdû nas dikin, lê dikarim bêjim heta niha ji aliyê wan de ez nehatime vexwendin; herwiha ev 5 sal in ku min bi van kesan re tu hevdîtinek nekiriye, lê bêguman deriyê min ji hemû tevger û fraksiyonên demokratîk ên nû re vekirîye, gelek heval û hogirên min di nav  van tevgeran de cîh digirin serdana min dikin û daxwaz ji min dikin da ku ez jî tevlî siyaseta aktîf bibim; lê bi fermî min bi tu kesek re hevdîtin nekiriye.