Enqere (Rûdaw) - Lêkolîner Oytun Orhan aşkere dike ku CENTCOM di mijara YPGê de gelek hesas e û hewleke zêde dide ku Tirkiye ziyanê negihîne YPGê.
Oytun Orhan dibêje Tirkiye û Amerîkayê derbarê navçeya aram de li ser hemû xalan li hev nekirine û diyar dike ku Amerika di mijara kurahiya navçeyê de bi germî pêşwaziya daxwazên Tirkiyê nake û dixwaze rola Tirkiyê li wê navçeyê sînordar bike.
Herwiha derbarê egera operasyonekê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî Orhan diyar dike, eger azmûna Minbicê dubare bibe ji bilî operasyonê çi rêyên din li ber Tirkiyê namînin, lê dibêje, “Wê demê jî metirsî heye ku hêzên Tirkiyê Amerîkayê werin hemberî hev.”
Amerîka û Tirkiye di çarçova rêkeftina di navbera herdu aliyan de ji bo avakirina navçeyeke aram li ser axa Rojavayê Kurdistanê, dest bi dewriyeyên hevbeş kirin. Lêbelê Tirkiye ji vê rêkeftinê ne razî ye.
Pisporê karûbarên Rojhilata Navîn ji navenda lêkolînên stratejîk ORSAMê Oytun Orhan, derbarê vê mijarê de bersiva pirsên Nûnerê Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî da.
Rûdaw: Dewriyeyên Tirkiye û Amerikayê li Rojhilatê Çemê Firatê dest pê kirin û mijar li Tirkiyê jî rojeveke gerim e. Tevî destpêkirina dewriyeyan jî nerazîbûnên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berdewam in. Gelo navçeyeke çawa hebe wê Tirkiye razî be?
Oytun Orhan: Tirkiye dixwaze herêm bi temamî ji YPGê were paqij kirin. ne tenê li navçeya aram Tirkiye dixwaze YPG çekên xwe yên giran hê jî ber bi başur ve bibe û gefa çekên giran li ser Tirkiyê nemîne. Heta dixwaze ku ev çek ji aliyê Amerîkayê ve werin komkirin. Herwiha Tirkiye dixwaze ku kontrol û desthilata navçeya aram bi mekanizmeyeke hevbeş ya di navbera Tirkiye û Amerikayê de were meşandin û dixwaze kurahiya navçeyê jî 20 heta 30 kîlometreyan be. Hetta belkî dawiyê bibe 30 heta 32 kîlometre. Amerika di mijara kurahiya navçeyê de bi germî pêşwaziya daxwazên Tirkiyê nake û heman demê ya giring ew e ku Amerika dixwaze hêzên serbazî yên Tirkiyê li wê navçeyê sînordar bike. Amerika dixwaze hêzên Tirkiyê tenê rola wan ya çavdêriyê hebe. Tirkiye jî naxwaze vê rewşê qebûl bike.
Tevî vê yekê Tirkiye beşdarî dewriyeyên hevbeş bû û ew dewriye berdewam in. Şiroveya we li ser vê helwestê çi ye ?
Tirkiye piştî azmûn û tecrubeya Minbicê xuyaye dixwaze zêdetir giringî bi bicihkirina nexşerê were dayîn. Kar bi lez û bez dimeşe, Navenda Hevbeş hate damezrandin, berpirsên serbazî yên tirk û amerîkî hatine erkdarkirin. Dewriyeyên esmanî dest pê kirin, yekîneyên asmanî yên Tirkiyê û Amerikayê bi hevahengî çavdêriya navçeyê kirin, niha jî dewriyeyên hevbeş dest pê kirine. Hemû ev geşedan giring in lê tenê sembolîk in. Tirkiye naxwaze tene navçeyê bibîne û vegere, Tirkiye dixwaze YPG bi temamî li wê deverê were derxistin û hêzên serbazî yên Tirkiyê bi şiklekî mayînde li herêmê werin bi cih kirin û heta posizyoneke wisa dixwaze ku bikare xalên çavdêriyê û baregahan jî ava bike. Heta niha jî Tirkiye dixwaze vê meselê bi Amerikayê re hevbeşî meşîne. Tirkiye dixwaze guvaşên xwe li ser Amerikayê zêdetir bike û Amerikayê ji bo çareseriyê qanih bike. Lê em dibînin ku CENTCOM anko aliyê serbazî yê Amerikayê di mijara YPGê de gelek hesas e. Hewlekê zêde didin ku Tirkiye ziyanê negihîne YPGê. Em dibînin ku li aliyekî li ser mijara navçeya aram hin gav tên avêtin lê li aliyê din alikariyên Amerikayê berdewam diçin bo YPG. Xuyaye ku zehmete biryarên siyasî li serzeminî werin bicihkirin û prose dixitime, ji bo ku rewş asayî bibe dibe ku hevdîtîneke din di navbera Trump û Erdogan de were encamdan.
Ji xwe di dawiya vê mehê de li newyorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de biryar e Erdogan û Trump bicivin. Lê pêngavên niha dê çi bin? Niha nexşerêyek heye û kar li ser tê kirin, lê plan dê çawa bimeşe? Planên hevbeş yên Tirkiyê û Amerikayê çi ne?
Ez di wê baweriyê de me ku aliyan hê jî li ser mijara navçeya aram bi temamî lihev nekirine, mijara kurahiya navçeyê, hejmara hêzên serbazî yên Tirkiyê, mijara avakirina baregehên serbazî hê jî mijarên nakok in û hê jî lihev nekirine. Li ser hindek xalan lihev kirine û li ser xalên lihevkirî niha kar tê kirin, weke pêkanîna navenda hevbeş û dewriyeyên hevbeş li ser van mijaran Tirkiye û Amerikayê lihev kiriye. Her du alî jî dixwazin meselê bêyî şer û alozî çareser bikin û rêyên diplomasiyê vekirîne û her du alî jî dixwazin diplomasî hebe û bêyî şer mesele çareser bibe. Lê xuyaye li ser hungiliyan hê jî aliyan lihev nekiriye. Ji xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî çend caran ev rastiye aniye ziman. Ji ber wê em niha nizanin ka wê gava li pêşiya me çi be. Tirkiye li ser kurahiya navçeyê û rola hêzên serbazî yên Tirkiyê guvaşên xwe didomîne. Daxuyaniyên tund yên Serokomar Erdogan jî û gefên wî yên encam dana operasyoneke serbazî ji bo wê yekê ne ku Amerika li ser serzemînî hinek gavan biavêje. Ango Erdogan dibêje eger hun gavan neavêjin li pêşiya me rêya mudaxeleyeke yêkalî heye.
Gelo egera operasyonekê heye?
Eger azmûna Minbicê dubare bibe ez bawerim ji bilî operasyonê çi rêyên din namînin. Tirkiye wê operasyonekê encam bide. Lê Amerika rêgiriyê li Tirkiyê dike. Wê demê rîsk heye ku hêzên Tirkiye û Amerikayê werin hember hev. Eger Tirkiye bi mizakereyan negihe armancên xwe, ez bawerim dê bi şiklekî sînordar operasyonekê encam bide û pêngavên xwe biavêje nava Suriyê. Dibe ku hinek hemleyên serbazî pêk werin.
Li heremê rêveberiyên xweser yên sivîl jî hene, helwesta Tirkiyê li hember van rêveberiyên xweser yan jî em bêjin kantonan wê çi be? Li aliyekî YPG û hêzên çekdarî ji sînoran tên dûrxistin lê dibe ku Tirkiye li hember aliyên rêveberiyên sivîl jî hemleyekê encam bide?
Bêguman Tirkiye dê li hemberî wan jî hemleyekê bike. Niha du modêl hebûn yek ji wan modêla Efrînê bû, di modêla Efrînê de Tirkiyê mudaxaleyeke serbazî encam da û hem aliyê serbazî û hem jî aliyê sivîl yên rêveberiyan helweşand û li şûna wan rêveberiyên girêdayî xwe ava kirin ango encûmenên nû hatine avakirin. Asayîşa heremî hate avakirin. Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyê ketin nav bajêr. Lê li vir êdî modela Efrînê ne mumkîn e. Ji bo rojhilatê çemê Firatê behsa modêla Minbicê di rojevê de ye. Di modêla Minbicê de jî pêwîste hêzên YPGê bi temamî werin derxistin, di mijara encûmenên xwecihî de jî pêwîst bû ku Tirkiye û Amerika navê endamên encûma dîyar bikin û yek bi yek pişkînin li ser endaman bê kirin û Tirkiye wê bêje “Wan kesan peywendî bi PKK û YPGê heye” wê demê ew dê nikaribin bibin endamên encûmenên xwecihî. Tirkiye wê biryarê bide ka kî dikare bibe endam, kî nikare bibe endam. Ev kar dê bi hevbeşî were kirin, encûmenên xwecihî dê werin parastin lê li ser daxwaza Tirkiyê di nav encûmenan de kesên peywendî bi PKKê û YPGê re hene dê werin derxistin û li şûna wan kesên ku her du aliyan li ser navê wan lihev kirine werin werin danîn. Ji encûmenên xwecihî dê daxwazên Tirkiyê bi vî rengî bin.
Gelo tiştekî wisa mumkin e, bi salane li gelek deveran PYD hukum dike û gelek sazî ava kirine û rêveberiyên wê hene, di rewşeke wiha de wê çawa mumkîn be ku tiştekî wisa were kirin?
Li Minbicê ev yeke nehate kirin û mumkin nebû ku were kirin. li Rojhilatê Firatê em jî dibînin ku niha encûmenên serbazî hatine avakirin. Amerika dixwaze tiştekî nû bifiroşe Tirkiye, dibêje êdî YPG nema li şûna wê encumenên serbazî yên heremî hene ji ber ku ev encûmene ji xelkê herêmê pêk hatine, lê ez ne bawerim ku Tirkiye vê yekê qebûl bike û plana Amerikayê bikire. Tirkiye dixwaze gavên cidî werin avêtin û çareseriyeke mayinde were dîtin. Hun dibêjin gelo mumkîne ku encûmenên nû bêyî PYDê werin ava kirin? ya rastî ez bawer nakim. Ez bawer nakim Amerîka tiştekî wisa bike ku bi dilê Tirkiyê be.
Pirsa min ya dawî di derbarê koçberan de ye gelek alî dibêjin wê li navçeya aram avahiyên nû bajarên nû werin ava kirin û zêdetirî milyonek koçber dê li navçeyê werin bicih kirin. Gelo ev yek ne destkariyeke demografîk e li ser navçeyê? Gelo metirsiya guhertina demografiyê çênabe ?
Eger ji ber İdlibê pêleke nû ya koçberiyê dest pê bike ji xwe barê Tirkiyê giran e wê ev bar li ser milê Tirkiyê girantir be. Niha jixwe guvaşek li ser hikumetê heye, rewşa aborî nebaş e û koçber jî weke yek ji sedemên vê yekê tên dîtin. Çareseri jî ew e ku êdî koçber bêne vegerandin. Tirkiye heman demê navçeya aram weke rêya çareseriyê ji bo vê meselê jî dibîne. Weke dema operasyona mertala firatê wê demê beşek koçberên Surî li hatine vegerandin. Ez bawerim ku li vir armanc ne guhertina demografiyê ye. Lê hem Amerika hem jî YPG û hêzên xwecihî dê mijarê weke destkariyeke demografiyê bibînin û li dijî vê projeyê bisekinin. Ez bawer dikim ku Amerika jî dê li hember nimuneyeke wekî ya Efrinê û guhertina demografiyê hesastir be û erênî li vê mijarê nanêre. Tirkiye dixwaze di vê meselê de piştigiriyê ji Ewropayê bistîne ji ber ku mijara koçberan ji bo Ewropayê jî mijareke hesas e. Tirkiye dibêje ‘eger em li vir navçeyeke aram ava nekin û ji bo koçberan cihekî ewle peyda nekin, hişyar bin em ê deriyan vekin û ev keşê dê were nav mala we jî’ û dixwaze bi van gotinên xwe piştgiriyê ji Ewropayê bistîne. Lê ez bawer nakim ku bi sed hezaran û milyonan kes werin vegerandin û li vê heremê werin bicih kirin. Hem di aliyê siyasî de hem di aliyê balansa heremî de ev yeke gelek mumkîn xuya nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse