Christian Cambon: Diva Kurdistan dewleteke serbixwe ba

12-06-2022
Ala Şalî
Ala Şalî
Christian Cambon di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên Fransayê de û çend mijarên din ên di rojevê de da
Christian Cambon di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên Fransayê de û çend mijarên din ên di rojevê de da
Nîşan Fransa Hilbijartin Kurdistan
A+ A-

Sibe gera yekem a Hilbijartina Parlementoya Fransayê birêve diçe û  biryar e hefteyekê piştî wê hilbijartina gera duyemîn birêve biçe. Di wan hilbijartinan de  hevpeymaniya ku ji 4 partiyan pêk hatiye hevrikiyê bi Macron re dikin,  parlementoya Fransayê 577 kursî hene ku aliyên hevrikiya Macron dikin, bo her kursiyek yek berbijêr pêşkêş kirine.

Serokê Encûmena Pîran a Dervey li Fransa Christian Cambon derbarê hilbijarinên Fransayê de ragihand ku eger rastgirê tundajo yan çebgirê tundajo bi ser bikevin, metirsiyeke cidî heye ku kaos anku bêserûberî rû bide, bi taybet ji ber ku eger rastgirê tundajo bi serket dê pirsgirêk di nava Ewropa de derbikeve.

Christian Cambon derbarê rewşa Kurdan jî got: “Pêwendiyeke min a pir bihêz ligel Kurdistanê û li gel gelê Kurd bi hemerengiya wî heye. Dîrokê sitem lê kiriye, û nasnameya wî qet nehatiye naskirin wekî ku heye, di demekê de ku divabû Kurdistan Dewleteke serbixwe bana, lê niha ew wekî herêm parçekirî ye di nav çend Dewletan de, di nav 5 Dewletan de, lewma ez bawer dikim ku ev êrîşên tên ser Kurdistanê me pir dilgiran dikin.”

Serokê Encûmena Pîran a Dervey li Fransa Christian Cambon di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên Fransayê de û çend mijarên din ên di rojevê de da.

Ala Şalî: Hûn girêdayî Partiya Komarparêz in. Hûn cudahiya hilbijartinên vê carê û hilbijartinên 2017an ji bo partiya xwe çawa dibînin?

Christian Cambon: 5 sal derbas bûn. Di van 5 salan de, di serî de, cîhan pir hatiye guhertin.  Divabû serokkomar welat birêve bibe di nav rewşeke zehmet de, ku xwepêşandanên êlekzeran hebûn û Covid 19 hebû, herwiha aloziya jiyana siyasî û rewşa cîhanî hebû, lewma di van hilbijartinên serokatiyê de, dubare heman serok hat hilbijartin, û di dawiya vê heftiyê û heftiya bê de wê hilbijartinên parlemanê bên kirin, da ku em bibînin ka bê gelo Serok wê dîsa piraniyê di parlemanê de bidest bixe yan na.

Di hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de rastgir bi ser neketin. Li gorî we dê vê carê di hilbijartina parlamentoya Fransayê de cudatir be?

Christian Cambon: Rapirsiyên herî dawî nîşan didin ku dê pêşketineke mezin ji bo hêzên çepgir hebe ku li derdora rêberên xwe berêz Mélenchon in ku berbijêrê hilbijartinên serokatiyê bûye. Bêguman dê hejmarek  girîng a palemanterên ku piştevaniya serokkomar dikin hebe, lê metirsiyeke mezin heye ku ev piraniya serokatiyê ne piraniyeke reha be. Di vê haletê de, dibe ku kutleyên rastgir û navendgir bibin xala hevsengiyê li tenişt piraniya serokatiyê ku bêguman xaleke hevbeş di navbera me de heye ew jî ew e ku em naxwazin hikûmeteke hevgirtina çepgir hebe.

Çima Serok Macron serkeftina rastgirên tundraw wek serkeftineke bêserûber binav dike?

Christian Cambon: Bi baweriya min eger rastgirê tundajo yan çebgirê tundajo bi ser bikevin, metirsiyeke cidî heye ku kaos anku bêserûberî rû bide, bi taybet ji ber ku eger rastgirê tundajo bi serket dê pirsgirêk di nava Ewropa de derbikeve, ji ber ku Fransa roleke girîng di Ewropa de bibîne, di demekê de ku rastgirê tundajo baştir dibîne ku Fransa ji Yekîtiya Ewropa derbikeve. Derbarê Çepgirê tundajo de, metirsî di warên çaksaziyên aborî de ne, ku dê welatê me bixin nav zehmetiyeke mezin de, ji ber ku rêkarên ku ji aliyê çebgirê tundajo ve tên xwestin, di rastiyê de, metirsî ne ji bo aboriya Fransayê. Eger derbarê xanenişîniya di temenê 61 saliyê de, di demekî de ku sîstema me ya xanenişîniyê rastî gelek zehmetiyên peredarkirinê tê, an jî di warê wergirtina bacê de be, û ev hemû metirsiyên rasteqîne ne, û ez bawer dikim ku di vê xalê de Serokê komarê rast dike.

We destnîşan kir ku girîng e Serokkomar Macron li parlamenta Fransayê gelek dengan bi dest bixe. Eger wisa nebe, hevpeymaniya çepgiran kursiyên herî zêde bi dest bixe, hêza Serok Macron bê sînorkirin, nikaribe reformên ku niyeta wî heye bi cih bîne, wê çaxê dê çi bibe?

Christian Cambon: Ez bawer nakim ku ev eger lojîkî be. Ez bawer dikim ku di vê rewşa niha de ya dîmenê siyasî yê Fransayê de, Fransî bi piraniya xwe rastgir in. Divê ku bûyerek ne çaverikirî rû bide, yan jî boykuteke pir berfireh hebe, û ez bawer nakim ku ev eger dê cih bigire. Lê eger ev yek bû, li Serokê Komarê dimîne ku serokwezîrekî destnîşan bike, û divê em baş tê bigihêjin ku dema pêkvejiyana siyasî hebe, li Fransa di sîstema destûrî de, gelek alav di destê Serokê komarê de dimînin da ku li hember siyaseta hikûmetê derbikeve. Me ev yek di serdema Jacques Chirac de bi François Mitterrand re dît.

Eger rastgir li parlamenta Fransayê gelek kursiyan bi dest bixe, gelo ew ji guhertina siyaseta Fransayê bawer in?

Christian Cambon: Ez bawer dikim eger rastgirê tundajo yan çebgirê tundajo biser ketin, careke din jî dibêjim ku ev ne egereke lojîkî ye, di vê demê de, bawer dikim ku guhertineke rasteqîne dê hebe. Min got ku di nav rastgirê tundajo de, gelek xelk hene kar dikin ku Fransa Ji Yekîtiya Ewropa derbikeve yan jî pabendî wê nebe. Ev dê pir metirsîdar be, ji ber ku Fransa stûneke sereke ya Ewropa ye. Û eger çebgirê tundajo be, ez bawer dikim ku dê guhertin di helwestê de ji Rûsya hebe, ji ber ku em dizanin berêz Mélenchon lawaziyeke wî ya hinekî gunehbar  li hember Rûsyayê heye.  Lewma jî, li vir jî, ez bawer dikim ku dê zehmetiyeke mezin hebe ji bo rola Fransa ku welatek e ji bo aştiyê kar dike û diyalogê li gel hemû aliyan dike, û bi wekhevî li gel her yek ji zilhêzan. Ez bawer dikim ku dê pir nerênî be di vê xalê de, lewma careke din jî dibêjim ku ev eger qet ne lojîkî ye ji ber ku Fransî hişyar in.

Hûn êrîşên car caran ên komên milîs û Îranê yên li ser Hewlêrê çawa dibînin?

Christian Cambon: Wekî we gotî, ez wekî kes pêwendiyeke min a pir bihêz ligel Kurdistanê û li gel gelê Kurd bi hemerengiya wî heye. Dîrokê sitem lê kiriye, û nasnameya wî qet nehatiye naskirin wekî ku heye, di demekê de ku divabû Kurdistan Dewleteke serbixwe bana, lê niha ew wekî herêm parçekirî ye di nav çend Dewletan de, di nav 5 Dewletan de, lewma ez bawer dikim ku ev êrîşên tên ser Kurdistanê me pir dilgiran dikin. Me pir dilgiran dikin ji ber ku armanca wan ew e ku aramiyê têk bidin di Îraqê de bi giştî dema girêdayî Kurdistana Îraqê bin, û ev herêma Kurdistanê ku sembolek cuda ji hemû welatên cîran bo me pêşkêş dike. Sembola demokrasiyê ye, sembola geşepêdana aborî ye, sembola rêzgirtinê li azadiyan e, û ji ber vê yekê girêdana me bi Kurdistanê pir girîng e. Lewma Fransa pir hişyar û haydar e, û em hêvîdar in ku hikûmeta Fransî hemû alîkariya xwe pêşkêş bike da ku Kurdistan bikaribe bergiriyê li xwe bike, di nav de jî alîkariyên serbazî  eger hat xwestin û meteryalên serbazî, ji ber ku divê ev rola taybet a Kurdistanê bê parastin di vê navçeya cîhanê de ku rastî gelek kirîzan hatiye ku çareserkirina wan pir girîng e. Lewma, Kurdistan bi rastî miletekî dostê Fransa ye û me gelek veberhênan lê kiriye, çi li ser asta kultûrî be, çi li ser asta aborî be, lewma jî, ez pir dixwazim ku bi seredaneke fermî biçim Kurdistanê. Ez berê 2 caran çûme û dixwazim bo cara sêyem biçim.

Hukûmeta Iraqa federal hewl dide konfederalîzma Herêma Kurdistanê sînordar bike. Fransa dikare wek dostekî Kurd çi bike?

Christian Cambon: Wekî hûn dizanin, hevbeşiyeke Fransa ya li pêş li gel hikûmeta Iraqê heye. Ez bi xwe li gel Serokê Komarê çûme Îraqê, bêguman em li Hewlêrê bûn, lê em herwiha li Bexdad û Mûsilê jî bûn, û ez bawer im ku divê hikûmeta Fransayê û Serokê Komarê bikaribin vê bandorê bikar bînin li ba hikûmeta Îraqê da ku ev sîstema federal ku rê dide herêma Kurdistanê ku hebe û bijî û bipêş bikeve di warê aborî de bê parastin. Ez dizanim ku pirsgirêka dabeşkirina dahatê heye, bi taybet dahata petrolê, di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî de, û her cara ku em ligel berpirsên Îraqê civiyane, ez naxwazim bêjim ku me wekî merc dîtiye, lê me amaje bi girîngiya alîkariya Fransa kiriye bi mercê ku ev sîstema ku Kurdistan cihê xwe tê de digire parastî be. Vêca, divê hikûmeta Îraqê, hikûmetek be ku hemû aliyan li xwe bigire û wan yekgirtî bike ne ku parçe bike, û rêzê li her pêkhateyekê bigire. Hûn dizanin dema ku em li Îraqê bûn, em li Hewlêrê bûn, lê em li Necefê jî bûn, wate em dan bi her pêkhateyek û nasnameyekê didin, û di çarçoveya vê Dewletê de. Vê Dewletê pir êş dîtiye û divê jinûve bê avakirin û pêwîstiya wê bi hemûyan heye û bi taybet bi gelê Kurd heye da ku di warê aborî de geşe bide. 

We behsa wê yekê kir ku niyeta we heye serdana Herêma Kurdistanê bikin. Hûn dê kengî serdana xwe bikin?

Christian Cambon: Baweriyeke min a temam bi nûnerê Kurdistanê li Parîsê, dostê min Dolemerî, heye da ku ji bo min serdana herî girîng û bibandor û her wiha jî herî cidî organîze bike ji ber ku rast e, ez dixwazim Kurdistanê bêhtir nas bikim, herêma wê û bedewiya wê, lê herwiha jî dixwazim ku ev serdan bisûd be ji bo bihêzkirina pêwendiyên me di navbera Fransa û Hewlêrê de.

Min wisa fêm kir ku hûn dixwazin piştî vê hilbijartinê vê peywendiya bihêz bi Herêma Kurdistanê re berdewam bikin?

Christian Cambon: Ez hêvîdar im ku Encûmena Niştimanî ya nû gelek dostên Kurdistanê li xwe bigire. Ez ne pir dilgiran im, lê di heman demê de, careke din, em bi rehayî rewşa siyasî ya vê Encûmenê nizanin,  ku ji niha û heta 10 rojên din dê bê hilbijartin, lê bi her hal dixwazim bibêjim ku li vir li Sênatê, gelek dostên Kurdistanê hene, di nav hemû çarçove û grûpan de. Û hêviya min a herî buha ew e ku serokê Sênatê bi xwe bikaribe rojekê pabend be ku seredaneke fermî bo Kurdistanê bike.

Peyama we ji bo Kurdên li Fransayê dijîn ku mafê wan ê dengdanê heye çi ye?

Christian Cambon: Ez silavê li civka Kurd a ku li Fransa dijî dikim. Ew civakeke bi temamî entegre bûye,  û kar dike û zaniye di heman demê de tevahiya dab û nerît û kultûra xwe biparêze, lê bi temamî jî tevlî welatê me bûye ku pêşwaziya wan kiriye. Em dizanin ku ew kesên pir wêrek in, ez piştevaniya wan a bandordar ji bo me di şerê li dijî DAIŞê de qet jibîr nakim, û ez bawer dikim ku ew jin û mêrên ku azar li ser destê wan cîhadiyan dîtin, ez bawer dikim ew dizanin ku Fransa, ku welatekî azadiyê ye, welatekî demokrasiyê ye, dizanî pêşwaziya wan bike û bi başî bixêrhatina wan bike, û ez hemû dostaniya Sênatê ji bo wan radigihînim û her wiha jî ji bo berêz nûnerê Kurdistanê Dolemerî ku em pê re her tiştî bi asûdeyî gotûbêj dikin û lewma jî ez xwe bi vê yekê xweşhal dibînim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst